01 July 2019 In Agahî

Daxuyaniya Dûmahî
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya êzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê rola 46 ya desteya giştî dest pê kir, hate biryardan ko bi navê Rola şehîd Ebdilbasit Elsarût be, bi kêlîkeke bêdeng û xwendina sûretê Elfatîhe li ser rewanê şehîd Elsarût û hemû şehîdên şoreşa Sûrî dest pê kir.
Desteya giştî civînên xwe dest bi hin guhertinên rêbaza bingehîn kirin li gora pêşinyarên desteya siyasî, wek guhastina bargehê Hevbendiyê bi fermî bo hindirê Sûriyê, û çend guhertinên din ko serboran ew feriz kirine.
Ji ber ko ev rol, rola mafê hilbijartina desteya giştî û ya serokatiyê ye, hilbijartin bi berpirsiyarî û lihevkirinê û dîmuqratiyetê çêbû, Enes Elebde bû serokê Hevbendiyê, mamoste Ebdilbasit Ebduletîf bû emîndarê giştî, mamoste Uqab Yihya û Dr Ebdilhekîm Beşar û Dîma Mûsa wek cîgirên Serok, û 19 endam bo desteya siyasî hatin hilbijartin.

Desteya giştî biryar da ko mamoste Ebdilrehman Mistefa desthilata demkî damezirîne, ko berbijêrên xwe ji wezîran bi piranî di qonaxa mehekê de pêşkêş bike, tako di civîna desteya giştî de bête biryardan.
desteya giştî biryar da ko civîna yekem ya her du desteyan ya serokatiyê û ya siyasî piştî piştî hilbijartinê li bargehê Hevbendiyê li hindirê Sûriyê be, û kongirekî rojnamevanî bête lidarxistin bo dîtin û berê serpereştiya nû di biwarên corbicor û giringiya karê li hindir.

Desteya giştî roja duyem raportên serok û cîgirên wî û emîndarê giştî û biryarên desteya siyasî û pêşinyarên wê û yên birêveberî û komîtên bi ser ve gengeşe kirin.
Her weha raporta desteya danûstandinan ya Dr Nesir Elherîrî pêşkêş kir û dawîtirîn pêşvebirinên siyasî û danûstandinên wê biwarê gengeşe kirin, her weha karê desthilata Sûrî ya demkî û Yekîniya Hevrêzkariya Piştgiriyê pêşdîtin kir.

Desteya giştî li ser raporta komîta Idlib û gundewarê Hema û xwragiriya nêranî ya artêşa azad li himber dijminkariya rêjîmê û hevalbendên wê, û bombebarana rojane ya rêjîma tawankar dike bi piştgiriya firok û hêzên dagirkerên Rûsî û hin milîtanên mezhebperest yên bi ser Îranê ve û çalakî û tevgerên her du desteyan ya serokatiyê û ya siyasî bo rawestandina êrîşa tawankarî û têkbirina amancên ko rêjîm û Rûsya dixwazin bigehênê, bi rêzgirtin rola Tirkiyê ya piştgiriya artêşa azad dike ya li himber êrîşa li ser Idlib û gundewarê Hema û bizavên ko kirine bo vê dijminkariyê rawestîne nirxandin.

Rola 46ê rewşa heyî çi ya siyasî û leşkerî çi ya meydanî û rewşa penaber û derbideran, û bi taybetî yên Libnanê gengeşe kirin, û li ser gotara nijadperestî û tiştê encam da ko Sûriyan tengav bikin û bizavên Hevbendiya Niştimanî û karûbarê li ser milê wê di hemû biwaran de gengeşe kirin.

Desteya giştî tekez kir ko li hindirê Sûrî kar bikin û piştgiriya pirogram û çalakiyan bo kartêkerkirina bargehê wê li hindir , û digel çalakvanî û hêzên miletê Sûrî danûstandinê bike, û piştgiriya komîta Elcezîrê û Elfurat berdewam bike, tako amanc û planên kar cîbicî bike, û giringî da hemû alîkariyan bo desthilata demkî tako karibe bi erkê xwe rabe.
Desteyê operasiyonên sotandina herêmên çandiniyê û amanckirina bi mebest ji ewlehiya xwarina milet re pirotesto kir û berpirsiyarî da ser milê rêjîmê û PYD û got ku ew di asta tawanên cengê de ne, û wan sotandinan ziyan gihand hemû Sûriyan, desteyê daxwaz kir ko berpirsê wan tawanan têkevin ber dadpirsînê û qreboya cotyaran bibe.
Desteya giştî kêşeya girtî û windayên di zindanên rêjîma Esed û milîtanên wê de gengeşe kir û li raporta desteya niştimanî ya karûbarê girtî û windayan guhdarî kir, ya ko rewşa bobelatî ya çarîkek milyon girtî û windayî kir û tevgera desteya niştimanî ya li ser asta rêkxistinên navdewletî û netewên yekgirtî bo bêtir guhdana navdewletî li vê dosyayê bike û dengê girtiyan bigehîne cîhanê.

Dilovaniya Xwedê li şehîdan be, saxbûn bo birîndaran, azadî bo girtiyan

Serkeftin bo şoreşa Sûriyê

Hevbendiya Niştimanî ya êzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
Rola 46
Rola Şehîd Ebdilbasit Elsarût
30.06.2019

30 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, birêz Enes Abda, ji bo xula serokatiya nû ji bo dema salekê weke serokê nû yê Hevbendiyê hat helbijartin, û birêz U'qab Yihya û Dr. Abdul Hekim Bişar û xanim Dîma Mûsa, weke cîgirên serok hatin helbijartin, û birêz Abdul Basit Abdul Latif weke sekreterê giştî hat hilbijartin.

Ev helbijartin, îro şemiyê, bi riya civînên Desteya Giştî hat pêkanîn, û xula civînan li bin navê şehîd Abdul Basit Alsarut hat lidarxistin, weke wefaderiyê bi giyanê şehîd re yê ku ji encama êrîşên leşkerî yên rejîma Esed û Rûsya li ser Idlibê û deşta Hema û Helebê jiyana xwe ji dest da.

Herwiha jî birêz Abdul Rehman Mistafa wekî serokwezîrê nû yê hikûmeta demkî ya Sûriyê hat hilbijartin, û tevî hilbijartina 19 endaman ji bo Desteya Siyasî.

Serokê nû yê Hevbendiya Niştimanî, Enes Abda got ku "ji bo min berpirsiyariya serokatiya Hevbendiyê di pêvajoyeke wiha dijwar û hestyar de, biryarek zehmet bû", û got "Emê vî barî bi hevkarî û piştgiriya kesên baweriya min bi şehrezayî û helwestên wan yên qayîm tê hilgirin ".

Abda, bal kişand ku armanca wan e "Hevbendî bibe nûnerê rasteqîn yên hêzên şoreş û opozisyonê, ji bo yekxistina peyva hemû welatiyên Sûriyê, û peydakirina rayek giştî ya bi bandor, ku em aktîv bin di qada şoreşgerî û siyasî ya Sûriyê de".

Dibe siba ku Desteya Giştî xula xwe bi dawî bike, bi gotûbêjkirina çendîn babetên girîng, û di serî de pêşketinên meydanî yên li bakurê Sûriyê, û tawanên şer yên li dijî sivîlan ji ber êrîşên hovane yên hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser dezgehên sivîl û bijîşkî û binesaziya bingehîn.

Herwiha di rojeva civînê de, dê rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û binpêkirinên zêde li ser mafên wan bêne berçavkirin, û herwiha kar ji bo dîtina çareseriyên bineretî ji bo parastina wan û misogerkirina pêwîstiyên wan, tevî piştgiriya bizavên hikûmeta demî ya Sûriyê bi riya dabînkirina sîstema rêveberiyê ji bo deverên rizgarkirî bi hawayê ku bibe alîkar ji bo pêşvebirina seqamgerî û aramiya van deveran û niştecihên wan.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

29 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya danûstandinên Sûrî, Nesir Elherîrî, tekez kir ko çareseriya siyasî ya herdemî li Sûriyê tê bi rêya damezirandina desteya desthilata veguhêz ya bi karûbarê tekûz yên cîbicîkirinê, li gora biryararên Encûmena Ewlehiyê û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.

Elherîrî dibîne ku damezirandina desteya desthilatdar pêngava yekem e, bo gihaştina çareseriya siyasî li Sûriyê û ew girêda “bi daxwaziya civaka navdewletî û Rûsya ya rastî, û rewabûna vê daxwazê li gora lêvegerên navdewletî , û biryara Encûmena ewlehiyê û pêkanîna zemîna aram û bêlayen nayê bicîkirin; bêyî wê(desteya desthilatdar) ji bo çareseriyê.

Û Elherîrî got ku giring e hemû bendên din yên mirovî û ji wan jî berdana girtiyan û dadpirsîna li digel tawankarên cengê ko bêyî dadweriya veguhêz aştiya berdewam pêk nayê.

Elherîrî bal kêşand ser ko rêjîma Esed û Rûsya giringiyê didin operasiyonên leşkerî , û ya dawî li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê bû, ko bi sedan sivîl bûne qurbanî, ew jî digel ko rêjîm û Rûsya damezirandina komîta destûrî asteng dikin, ji bo rawestandina pirosesa siyasî bi tevayî.

Elherîrî ji netewên yekgirtî û dewletên kartêker daxwaz kir ko pêvajoyeke nû ji bo çareseriya siyasî bibînin, û got: ‘’Divê em li biryarên navdewletî yên ko çareseriya siyasî li Sûriyê nexişandine vegerin, ji bo damezirandina desteya desthilatdar ya veguhêz ya li gora qonaxên destnîşankirî. ‘’

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 June 2019 In Nûçeyên Xwecihî

Welatiyên sivîl yên bêguneh bi awayekî berdewam têne kuştin ji ber berdewamiya kampanya leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsya li ser deverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê, li gor raportên mafên mirovan, ev êrîşa leşkerî her ji roja yekê bûye sedema kuştina bi sedan kesên sivîl, di nav de jin û zarok.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe de, duh roja înê, mirina 522 welatiyên sivîl, di nav de 129 zarok û 99 jin, her ji destpêka kampanya êrîşa leşkerî ya dawiyê bi belge kiriye.

Herwiha got ku herî kêm birîndarbûna 1,612 welatiyên sivîl bi birînên cuda, her ji 26ê nîsanê heta duhî 28'ê cehzeranê belge kiriye.

Raporta Tora navbûrî ragihand ku 33 navendên bijîşkî, 77 dibistan, 47 mizgeft û sê kamp ji aliyê hêzên Esed bi piştgiriya balafirên Rûsya hatine topbarankirin.

Û raporta Tîma Kordinatorên Bersivdanê li bakurê Sûriyê, li roja sêşema borî ragihandibû ku kampanya leşkerî hûye sedema koçberbûna 89,144 malbatan, bi qasî nêzîkî (579.257) kesî, ku li ser bêtir ji 35 xalan, li navçeyên "Mertala Firatê - Şaxa Zeytûnê", û li kampên nêzîkî sînorê Tirkiyê hatine niştecîhkirin.

Ku hêzên rejîma Esed û Rûsya berdewam in li ser êrîşa xwe ya hovîtî tevî daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê ji berê du rojan, li ser nîgeranî û xema wê ya mezin li ser zêdebûna êrîşên Rûsya û rejîmê li ser xalên bijîşkî û deverên nişteciyan.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û oposizyona Sûriyê, êrîşên leşkerî li gel şandek ji Wezareta Derve ya Amerîka gotûbêj kiribûn, herwiha li gel nûnerê taybet yê Serokê Fransa, û Hevbendiyê ji hikûmetên herdu welatan û welatên bi bandor; daxwaza pêkanîna karekî cidî ji derveyî Konseya Ewlekariyê kir, ji bo rawestandina êrîşên leşkerî li dijî avahîyên sivîl û yên bijîşkî, ji bo parastina jiyana bi milyonan welatiyên sivîl.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

29 June 2019 In Nûçeyên Siyasî

Rêkxistineke mafnasiya navdewletî tekez dike ko rêjîma Esed destê xwe datîne ser alîkariyên mirovî yên ko ji rêkxistinên navdewletî bo xelkên belengaz têne pêşkêşkirin, û bal kêşand ser ko rêjîma Esed mercên xwe feriz dike û wan alîkariyên mirovî delîve dibîne bo berdewamkirina siyaseta xwe ya zordarî derheqê sivîlan.

Rêkxistina Human Rights Watch di raporta xwe ya li jêr navê ‘’Rêjîma Sexte: Siyasetên Desthilata Sûrî bo Delîvekirina Alîkariyên Mirovî û yên Nûavakirinê‘’, û hişyarî da aliyên ko kartêker in di biwara mirovî de ko di binpêkirinên mafên mirovan de beşdar nebin

Di raporta rêkxistinê de - ya ji 94 rûpelan e- ya ko bargehê wê li New Yourkê ye hatiye: ‘’ Rêjîm alîkariyên mirovî û alîkariyên nûavakirinê carna li hin cihan delîve dike, û ji bo xurtkirina siyaseta binpêkirinê bikar tîne.‘’

Rêkxistina mafnasiyê agahî da ‘’yên ko piştgiriyê dikin û alîkariyan didin, ko siyaseta  xwe biguherin ji bo çi alîkariya pêşkêş bikin dabînkirî be‘’, û rêjîma Şamê tawanbar kir ko alîkariyên mirovî û yên dîsa-avakirinê delîve dike.

Birêvebera beşê rojhelata navîn ya “Human Rights Watch”, Lema Feqîh, got: ‘’Tev li durvê wê yê baş, siyaseta alîkariyan û dîsa-avakirinê ji bo sizakirina yên ko rijêm wan hevrikên xwe dibîne bikar tê, û pê piştgiriya hogirên xwe dike. Û berdewam kir ku çarçoveya ko desthilat bo alîkariyan bikar tîne mafên mirovan binpê dike, û gerek e yên wan alîkariyan didin di binpêkirina mafên mirovan de beşdar nebin. ‘’

Raporta rêkxistinê ya ko li gora dîdevaniya karmendên hawarhatinê û yên alîkariyê didin û pisporan û yên sûdeyê werdigirin e,  destnîşan kir ko rêkxistinên mirovî yên ko li Sûriyê kar dikin fişar li wan dibe tako daxwazên desthilatê pêk bînin, û ji tirsa ko nikaribin bigehên kesên amanckirî an jî nehêlin kar bikin.

Rights Watch anî ziman ko desthilata rêjîmê ‘’gihaştina rêkxistinan bo civakên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye asteng dike, an dibêje gihaye wan, û bi cûreyekî bijartinê pirojeyên alîkariyan erê dike, û mercan li ser wan kesên xwecihî yên alîkariyan belav dikin datînin, û xwe bi wan re dikin hevpar‘’.

Raporta rêkxistinê tekez kir ko aliyên ketine pirosesa dîsa-avakirina Sûriyê; gelek astengiyan dibînin, ji wan jî: ‘’Aloziya gihiştina herêmên pirojeyan, û hevbeşiya xwe dikin wek mercekî bi wan kes û aliyên re yên destê wan di binpêkirinan de heye‘’. û li gora raportê, karîna rêkxistinan ya danûstandinê bi rêjîmê re nîn e.

Rights Watch dibîne ku gerek rêkxistinên mirovî û dezgehên Netewên yekgirtî û aliyên piştgir li ser çend pêngavan biçin, tako dabîn bikin ko karê wan alîkariyê di binpêkirinan de neke, bi riya kartêkerkirina mîkanîzmeke navendî ji bo hevrêzkarî û pevguhertinê.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û hevrikiya Sûriyê hişyarî da ji delîvekirina rêjîmê ji alîkariyên mirovî re û birêvebirina wan li gora siyasetên xwe,

Hevbendiyê got ku çi dewleta alîkariyê ji bo dîsa-avakirinê li jêr desthilata Esed bike, ew jê re dibe piştgir û di hemû tawanên li dijî mirovîniyê ko rêjîmê salên berê kirine hevpar e, û destnîşan kir ko çi pirosesa dîsa-avakirinê divê li gor çareseriyeke siyasê be, ko ewlehî û aramiyê li herderên welat misoger bike

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî 

29 June 2019 In Nûçeyên Xwecihî

Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS civata xwe ya normal roja Înê 28-6-2019 li bajarê Qamişlo li dar xist.

Civata ENKS hin doseyên giring derbarê avakirina herêma aram û têkiliyên li gel rikberiyê û rewşa dawî ya deverê û bi taybetî agirê bi zeviyên cotkaran dikeve, gengeşe kirin.

Mihemed Mistefa endamê Encumanê ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku civata wan bi firehî li ser van doseyan rawestiya, û derbarê avakirina herêma aram tekezî li ser helwesta ENKS ya berê kir, ku pêwîst e herêma aram di bin serperiştiyeke Navdewletî de be.

Derbarê têkiliyên Encumanê Mistefa diyar kir ku ENKS beşekî sereke ye ji rikberiya Sûrî, û pêwîst e têkiliyên wan bi hêztir bibin, û rikberî bi xwe bervaniyê di ber mafê gelê Kurd de li Sûriyê bike.

Endamê ENKS derbarê şewata zeviyên çandiniyê; got ku Encuman wê bizavê bike da dengê van cotkarên ziyan li wan bûye bighîne cihên biryara navdewletî û rêxistinên cîhanî.

Û got ku lidarxistina kongirê Çaremîn ê Encumanê di civatê de hat gengeşekirin, û civatê biryar da ku piştî sê heyvan were lidarxistin.

Û her weha civata ENKS rewşa rêxistinî ya pêkhatên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li paş xist û veguhest civateke din.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pêşketinên siyasî yên navnetewî yên dawiyê derbarê doseya Sûriyê bi şandek ji Wezareta Derve ya Amerîka re gotûbêj kirin, tevî gotûbêjkirina hewldanên bêwest ji bo çalakkirina prosesa siyasî li Cinêvê, li gor biryarên navnetewî û yên Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî, bi taybetî herdu biryarên konseya Ewlekariyê 2118 û 2254.

Ev yek hat bi rêka lidarxistina civînekê doh roja înê sibehê, di nava şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi serokatiya serokê wê Ebdul Rehman Mistefa, û şandek ji Wezareta Derve ya Amerîka bi serokatiya  mezinê rawêjkarên Amerîkayê Richard Ootzn, û bi hev re dumahîk rewşa meydanî û siyasî û êrîşa leşkerî ya rêjîmê û Rûsya li bakur-rojavayê Sûriyê, û tevî destdanîna Îranê li ser saziyên leşkerî û ewlekarî û civaka Sûriyê, gotûbêj kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku şandeya Amerîkayê " pêşketinên dawiyê şirove kirin", û bal kişand ku derfetek heye ji bo pêşveçûna pêvajoya siyasî, bi taybetî di dema damezrandina koma navnetewî ya berfireh ji bo piştgirîya hewldanên nûnerê Netewên Yekbûyî ji bo damezrandina Komîsyona Makezagonê, hevdem ligel destpêkirina pêvejoya danûstandinên li Cinêvê û gotûbêjkirina pagêcên din ên taybet ji bo hukmraniyê û pirosesa hilbijartinanê û şerê li dijî terorîzmê.

Mistafa supasiya şandeya Amerîkî kir li ser bizavên Amerîka ji bo kêmkirina zêdegaviyan li Sûriyê, û ji bo gihîştina agirbesteke berfireh, û tekezî li ser metirsiya gefa berdewamiya topbaranê li ser navendên bijîşkî û avahiyên welatiyan tevî topbarana xalên kontrolê yên Tirkiyê kir.

Mistefa bal kişand li ser pêwîstiya vekişîna hêzên rejîmê ji derveyî hêlên îlona 2018'an, û paşî neçarkirina wê li ser agirbestê bi rêya fermanên hişk.

Herwiha şandeya Hevbendiyê bal kişand li ser rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û zêdegavîyên dijî mafên wan, û tekezî li ser pêwîstiya bizaveke bilez kir ji bo rawestandina van binpêkirinan û parastina wan, û herwiha bal kişand li ser pêwîstiya hewldanên Amerîkayê û yên navnetewî ji bo bersivdana pêwîstîyên mirovên derbider li kampa Al-Rikban ya li nêzîkî sînorê Urdunê, û kampa Hol li Hesekê, û çareserkirina pirsgirêkên wan bi awayekî ku parastin û ewlehî û hewcedariyên wan dabîn bibin.

Hevbendiya Niştimanî dîsa supasiya bizavên Tirkiyê û Amerîkayê kir derbarê hewlên rêkeftinekê li ser bakur-rojhilatê Sûriyê, bi awayê dabînkirina parastin û misogerkirina ewlekariya gelên Sûriyê û Tirkiyê û ewlekariya netewî yên herdû welatan.

Herwiha boçûn li ser bingehê dabînkirina sîstema hukimdariya li deverên rizgarkirî ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya van deveran hatin pevguhertin, da ku bibe alîkar ji bo jiholê-rakirina rêxistinên terorîst û hizr û bîrên tundrê bi awayekî mayînde û bihêzkirina yekîtiya gelê Sûriyê û axa wê.

Serokê Hevbendiya Niştimanî cext li ser girîngiya mijara jinavbirina sedemên sereke yên terorê û tundûtîjiyê kir, di serî de milîsên mezhebî yên Îranê, û destêwerdana Îranê di karûbarên navxweyê yên Sûriyê de.

Wî di civînê de got ku divê ev milîs ji Sûriyê derkevin, û divê destêwerdana rejîma Îranê li nav karûbarên navxweyî yên Sûriyê bidawî bibe.

Herdu aliyan tekezî li ser pêdiviya çalakkirina sîstema lêpirsîn û dadweriya veguhêz, û sîstema sizayên aborî û yasayî kir.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

28 June 2019 In Nûçeyên Siyasî

Deh rêkxistinên sivîl yên Libnanî kampanyek li dijî nijadperestiyê û ji bo piştgiriya penaberên Sûrî û mafên wan li Libnanê dest pê kirin, û daxwaz kirin ko nehêlin kîndarî li dijî penaberan çêbibe û rêza peymanên navdewletî bigirin û rola penaberan di bihêzkirina abûriya Libanê de bêtir bikin.

Rêkxistinan di daxuyaniya xwe de duhî pêncşemê gotin ku gotara kîndar dê bihêle bêtir tundûtûjî li dijî penaber û koçberan çêbibe, û gotin: ‘’ di çend hefteyên bûrî de çend rûdaw çêbûn wek koçkirina penaberan, sotandina çadiran, tirsandina karkeran li cihê karên wan û tevrakirina li dijî takekesên hejar û danîna rêbendan ji hêla hin sivîlan ji penaberên Sûrî daxwaz dikin ku bar bikin. ‘’

Ev kampanya rêkxistinan dest pêkir piştî du rojan ji derçûna daxuyaniyekê ji hêla bi dehan rewşenbîr, rojnamevan û çalakvanên Libnanê di roja sêşembê de ku di daxuyaniyê de kampanya nijadperestî ya li dijî penaberên Sûrî pirotesto kirin, û yên ku daxuyanî imze kirine destnîşan kirin ko kampanya nijadperestî bi serpereştiya wezîrê derve Cibran Basşl e.

Daxuyaniya rewşenbîran hişyarî ji metirsiya vê regezperestiyê daye, ko wê dergehekî nebaş di dîroka Libanê ya nûjen de veke û dê peywendiyê Liban û Sûriyê yên paşerojê xerab bike û berî her tiştî ji mirovahiya mere ne baş e.

Yên daxuyanî imze kirine daxwaz kirine ko daxwaznameyan ji dadweriyê re hildin û ji parêzer û rêkxistinên mafên mirovan daxwaz kirin ko tevbigerin tako kampaniyê rawestînin û tekez bikin ko giring e bi yasayên lidijî regezperestiyê pabendiyê bikin.

Desthilata Libnanî vê dawiyê biryarek derxist bo ku Sûriyên ne bi rêkên yasayî derbasî Libnanê bûne piştî 24ê nîsana 2019ê û wan ji Libnanê derxîne û radestî fermanberiya koçberan ya bi ser desthilata rêjîmê ve bike, ev mijar li dijî destûra Libnanê ye wek ko hindek mafnas dibînin .

Fermanberiya karûbarê penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di dema dawî de çend civîn digel parêzer, rojnamevan, çalakvan û siyasetmedaran pêk anîne, di civînan de binpêkirinên derheqê penaberên Sûrî li Libnanê pêk tên gengeşe kirin, her weha kar bibe bo pêrabûnên yasayî bikin tako rêkê ji wan binpêkirinan re bibînin û penaberan biparêzin û mafên wan li wan vegerînîn.

Seroka fermanberiya karûbarên penaberan Emel Şêxo diyar kir ko desthilatdarên Libnanî pêrabûyine nebûyî derheqê penaberên Sûrî kirine, destnîşan kir ko hin efserin Sûrî yên ji rêjîmê cuda bûne armanc kirine tako wan radestî rêjîmê bikin.

jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 June 2019 In Nûçeyên Xwecihî

50 rêxistinên sivîl yên Sûrî Doh, Roja Pêncşemê namyeke hevbeş ji bo Encûmena Ewlekariyê şandine û têde daxwaz ji encûmenê dikin bilez kar ji bo dosya windayî û girtiyan li Sûriyê bike, û pêşwazî li derkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2474 dikin ku tekeziyê li ser serderiya ligel pirsa girtiyan herwiha cîbicîkirina bendên biryarê dike.

Rêxistinan di nameya xwe de daxwaz ji endamên Encûmena Ewlekariyê, û dewletên piştevanên mafên mirovan û çareseriya sivîl ji kirîzan re kir ku fişarê bikar bînin ji bo wergirtina tedbîrên cidî û diyar li gor bendên biryarê , û çarenivîsa bi hezaran windabûyan eşkere bikin, û misogerkirina damezirandina mekanîzmeke lêpirsînê û sizayeke serbixwe û zelal bi serpereştiyeke navdewletî ku eşkerekirina çarenivîsa wan misoger bike, herwiha pêwîstiya dabînkirina seqayê dadgehkirineke dadwerane ji bo tawankaran.

Wan rêxistinan tekezî li ser" pêwîstiya hiştina vê dosyê di pirsên sereke ji bo her destpêşxêriyên çareserî û aştiyê li cîhanê wek mercekî sereke bê berdêl bo avakirina aştiyeke civakî û avakirina dewleteke xwedan serwerî ku şerê reva ji sizayê bike û sînorekî ji bo windabûna bi zorê wek çekê şer deyne" kir.

Di wê nameya hevbeş de hatiye pêwîst e hemû aliyên nakok û desthilatên dîfakto kiryarên girtin û windakirinê û prosêsên kuştinê derheqê girtiyan rawestînin, herwiha parastina hemû delîl û gorên bi kom ji bo bikaranîna wan di dema sizakirinê de.

Rêxistinên sivîl daxwaz kirin ku pêwîst e aliyên nakok yên sereke û di serî de Beşar Esed û rêxistina DAIŞê çarenivîsa girtî û windabûyan eşkere bikin wek gaveke destpêkê di rêya pêkanîna dadweriyê û avakirina dewleteke xwedan serweriya yasayê li Sûriyê.

Nameya rêxistinan destnîşan kir ku rejîma Esed tevî derxistina wê ji belgenameyên mirinê ji hin windabûyan re piştî çend salan ji windabûna wan, lê hêj nahêle ku lêpirsîneke serbixwe û zelal derbarê sedemên mirina wan bê vekirin, û daxwaz dikin "sînorek ji bo van siyasetên reva ji sizayê bête dayîn ku rêgire li pêş her aştiyeke demdirêj li Sûriyê".

Rêxistinan amaje bi giringiya avakirina dezgeheke niştîmanî bi serperştiyeke navnetewî ku tevahiya navendên girtinê û desteserkirina veşartî û ya neveşartî li pêşiya tîmên navdewletî û dezgehên mafperwerî were vekirin, û piştevaniya dezgehên civaka sivîl û destpêşxêriyên Sûrî yên ku di warê belgehirinê de kar dikin da ku bi erkê xwe rabin di warê lêkolîn û belgehkirina halatên windabûnê û destnîşankirina tawankaran û sizakirina wan, û pêşkêşkirina delîlan ji bo damûdezgehên ewlekariya navnetewî yên pispor ji bo şopandina" tawanên şer" û tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyê mîna "Desteya dîtina rastiyan" li Sûriyê û "Mekenîzma serbixwe ya navdewletî" ji bo şopandina lêpirsîn û lipeyçûna dadwerî li dijî pêkhênerê "tawanên mezin" li Sûriyê ji sala 2011an ve.

Berya niha jî Tora Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de ku di dawiya Adara derbasbûyî de derketibû tekez kir ku derdora 128 hezar kes hêj girtî yan windayî ne di zindanên rejîma Sûriyê û milîsên ser bi wê ve ji sala 2011an ve.

Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û rêxistinên navdewletî yên taybet bi mafên mirovan û Neteweyên Yekgrtî kir ku fişareke rasteqîne li ser aliyên bi bandor bike da ku rejîm çarenivîsa bi hezaran sivîlên windayî eşkere bike, û bilez bi hezarên din ji zindan û jêrzemînên damûdezgehên ewlekariya xwe serbest berde.

Herwiha Enûmena Ewlekariyê di 11ê vê mehê de destpêşxêriya Kiwêtê derxist, ji bo behskirina dosya girtiyan, û daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wan kir, herwiha parastina sivîlan li tevahiya deverên şer, û biryara 2474 daxwaz dike ku hemû tedbîrên guncaw werin wergirtin ji bo bi awayekî çalak lêgerîn li pey wan windabûyan were kirin da ku çarenivîsa wan were eşkerekirin bêyî ciyawaziyeke nerênî, û vegera termê kesên ku jiyana xwe jidestdane, û avakirina mekanîzmên guncaw ji bo hêsankirina pêwendiya ligel malbatan di dema lêgerînê de.

Jêder:     Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.

28 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistefa pêşwazî li Nûnerê Serokê Fransa yê taybet bi doseya Sûrî, Francois Sanimo û şanda pê re kir, û bi wî re pêşketinên dawî yên li ser erda Sûriyê û tawanên şer li dijî sivîlan yên ji encama êrîşên hêzên Esed yên bi piştgiriya Rusya li dijî deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê welêt gotûbêj kir.

Mistafa daxwaza bizaveke bilez ji Fransa ligel dewletên kartêker ji derveyî çarçoveya Konseya Ewlekariyê kir ji bo rawestandina êrîşên leşkerî li dijî avahîyên sivîlan û bijîşkî, ji bo parastina jiyana bi milyonan welatiyên sivîl, û tekezî li ser girîngiya parastina îradeya navnetewî ji bo sizakirina sûcdarên şer, û bidawîkirina kiryarên wan kir.

Mistefa bal kişand li ser pêwistiya piştgiriya peymana Idlibê û dubarekirina peymana agirbestê, û daxwaz ji "hevalên me yên hikûmeta Fransayê kir ji bo zêdekirina piştevaniya navnetewî ji Sûriyê re ji bo rêxweşkirina rêka ji bo veguhestina siyasî ya berfireh û cîbicîkirina biryarên navnetewî yên girêdayî qonaxa siyasî bi temamî, û zêdekirina fişaran li ser rejîma Esad ji bo cîbicîkirina parên siyasî li gor daxuyaniyê Cinêvê û biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê.

Mistafa diyar kir ku pêkanîna peymanên herêmî û biryarên navnetewî dibe bibe fakter ji bo vegerandina aramiyê li Sûriyê û herêmê, û lawazkirina şans û derfetên berdewamiya terorê ya tê xudankirin bi destê rejîma Esad û Îranê û rêxistinên terorîstî, û got ku ew yek wê rê li pêşiya derketina pêlên nû yên penaberiyê bo derveyî welêt bigire.

Serokê Hevbendiya Niştimanî, supasiya Fransayê kir ji bo beşdarbûna wê di sepandina sizayên aborî li ser rêjîma Esed, û daxwaza berfirehkirina fişara aborî û kar ji bo sepandina sizayên zêdetir yên aborî kir, bi taybetî li ser kompaniyên biyanî yên piştgiriya rejîmê dikin û sizayên li ser dişkînin.

Mistefta behsa binpêkirinên PYDê yên li dijî welatiyên rojhilatê Firatê yên digehêjin asta tawanên şer kir, diyar kir ku milîsên wê kiryarên girtin û revandina ciwanan ji bo karên leşkerî pêk tînin, tevî şewtandina erdên çandinîyê , û şewitandina bi deh hezaran ji zeviyên ceh û genim.

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Fransa tekezî li ser girîngiya pêkanîna agirbestê kir û dît ku ew dê bibe "alîkar ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî", û diyar kir ku kampanya leşkerî ya dawiyê bi awayekî "pîs" tê pêkanîn ji ber armanckirina sivîlan û herwiha nexweşxane, dibistan û bazaran.

Wî got ku welatê wî bi tundî van êrîşan şermezar û riswa dike, diyar kir ku ew balê dikişînin li ser rewşa mirovî ya sivîl û koçberan, û li ser hizr û bîrên nû ji bo baştirkirina şert û mercên çareserkirina krîza wan dixebitin.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Page 1 of 9
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: June 2019