18 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Seroka Birêveberiya Karûbarên penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Emel Şêxo, tekez kir ko daxuyaniyên wezîrê derve yê Libnanê Cibran Basîl rêjeya kînê li dijî penaberên Sûrî bêtir kir, û destnîşan kir ko ew daxuyanî pirsgirêkên Libanê yên abûrî û civakî çareser nakin.

Şêxo hişyarî da ko ev daxuyaniyên gurkirinê nijadperestiyê li Libnan û herêmê bêtir dikin, û got: ‘’Ew dê tenê nearamî û arîşeyan di civaka Libnanî de bêtir bike, û dê bihelê bibe mîna bombeyeke li ber teqînê. ‘’

Û nîgeraniya xwe anî ziman li ser çarenivîsa bi hezaran xelkên Sûrî, ji ber daxuyaniyên nijadperestî riya çareserkirina dosya penaberan diguhêrin.

Şêxo bang li hêzên Libnanî yên xwedan wijdan kir ko piştgiriya penaberên Sûrî bikin, û li himber wan kampaniyên ko Sûrî amanc kirine rawestin, ew Sûriyên milîtanên hizbullah ew ji xaka wan koçber kirine.

Di dema dawî de berpirsiyarine Libnanî kampaniyeke ragehandinî li dijî penaberên Sûrî pêk anîne, digel zêdegavî û tawanên derheqê wan li Libnanê çêdibin, her weha kuştina hin kesan bi tawanên cinayî.

Hevbendiya Niştimanî dibîne ko hemû bûyerên çêbûne, hewildanên neçarkirina Sûriyan ne, bo vegera kotekî , ya metirsî ye li ser jiyana wan, û li dijî biryarên navdewletî ye.

Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

18 June 2019 In Nûçeyên Xwecihî

Li gor hin raportên hatine li ser rewşa mirovî li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, ku bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştin û bi hezaran kesên din hatine koçberkirin ji ber kampanya leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsya, di demekê de ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Mosko bi berpirsyar di ber tawanên têne pêkanîn dîtibû, û gotibû: rejîm "newêre" biryara vê yekê bide.

"Tîma Kordînatorên Bersivdanê", duh li roja duşemê di raporteke xwe de gotiye ku kampanya leşkerî ya Rûsya û hêzên rejîmê û topbaranana giran li ser bajar û bajarokên bakurê Sûriyê, bûye sedema koçberbûna zêdetir ji nîv milyon kesî.

Raporta navbûrî diyar kiriye ku 551 877 kes ji bajar û bajarok û gundên Hema, İdlib û Helebê, di 19 hefteyan de her ji destpêkirina kampanya leşkerî de koçber bûne, û bal kişandiye ku 769 kesên sivîl hatine kuştin ji encama bombebaranê, di nav de 221 zarok, û bang li civaka navnetewî û rêxistinên navnetewî kir ji bo hilgirtina berpirsiyariya xwe li hemberî sivîlan.

Û raportê berdewamiya şer û karên leşkerî yên hêzên rejîmê û Rûsya li dijî sivîlan li Idlib û navçeyên derdora parêzgehê şermezar kiriye, û ew yek bi armanca valakirina herêma kêmkirina zêdegaviyan ji sivîlan daye zanîn, û bang li civaka navnetewî û rêxistinên navnetewî kiriye ji bo bi berpirsiyariya xwe rabin li hemberî kesên sivîl li parêzgeha Idlibê.

Tîma kordînatoran di daxuyaniya xwe de, bang li rêxistinên xêrxwazî û desteyên mirovî kiriye ku hewldanên xwe zêdetir bikin ji bo alîkariya awarte ji bo kesên koçber ên zerermend ji ber kampanya leşkerî ya dawiyê ya hêzên rejîmê û Rûsya li ser herêmê, û bang da nûnerê nû yê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê, "Pedersen Gear" , ji bo mizaxtina hewlên cidî ji bo rawestandina êrîşên li ser welatiyên sivîl li parêzgeha Idlibê, ne tenê guh bide daxwazên rejîmê û Rûsyayê.

Serokê Hevbendiya Niştimanî, Abdul Rahman Mistefa, duh ragihand ku armancên operasyonên leşkerî yên dawî "hatine xuyakirin, û rola Rûsya zelaltir bû piştî bombebarana xalên zêrevaniyê yên Tirkiyê", û bal kişand ku bombebarana wan xalan hewldanên ji bo pêkanîna fişaran li ser Ankarayê dupat dike, ji bo têkşikandina peymana Idlibê, ya ji bo rêxweşkirina pêkanîna agirbesteke sertaserî li tevaya Sûriyê û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya rasteqîne di bin sîwana Netewên Yekbûyî de.

Wî bal kişand ku rola rejîma Esed di êrîşên leşkerî yên dawî de, tenê "rolek cîbicîkar e", û got ku ev kampanya leşkarî hatiye bi armanca têkdana asayîş û aramiya çar milyon welatiyên sivîl yên niha li sînorê Tirkiyeyê dijîn.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

18 June 2019 In Nûçeyên Siyasî

Jêder û komîtên mafnasiyê dibînin ko nehêlana rêjîma Esed ji derbasbûna tîma pisporên navdewletî ya derbarê çekên kîmawî re bo Sûriyê; tekez dibe ko wê çekên kîmawî bikar anîne, û ev nîşan e ku ew “rêjîmeke gunehkar e , lê di ser yasayê re ye.”

Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya duhî duşembê de, dibîne ko redkirina rêjîmê ji derbasbûna tîma vekolînan ya çekên kîmawî re, nîşaneke xurt e ko destê rêjîmê di êrîşên kîmawî de heye, û naxwaze rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî wê zanibe.

Toreyê bal kêşand ser ko wê tekez kir rêjîmê çekên kîmawî dîsa li gundewarê Laziqiyê bikar anîne, û kirdeyên rêjîmê şermezariyeke bo civaka navdewletî û netewên yekgirtî, çimkî piştgiriyê ji Rûsya werdigire, û ev dihêle ko rêjmek di ser yasayê re be û bê lêpirsîn be.

Tore dibîne ku bêkêriya dewletan derbarê sizakirina rêjîmê; dê bihêle dîsa rêjîm wan çekan bikar bîne, û dîsa mandel bike ko bikar naniye, û dê bêje çi nîşan nîn in ko min bikar aniye, û Rûsya wek berê dê wê li Encûmena Ewlehiyê biparêze.

Toreya Sûriyê ya mafnasiyê di raporta xwe de daxwaza liv û tevgerê ji dewletên ko gef li rêjîmê kirine kir , eger dîsa bikar anîn, û bal kêşand ser ko yên sereke Emrîka û Firensa û Birîtanya ne.

Birêveberê rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî Firnando Eryas çarşemba bûrî tekez kir ko rêjîma Esed nehişt ko tîma ji bo berpirsiyarên rasterast yên bikaranîna çekên kîmawî nas bike derbas bibe, û bal kêşand ser ko rêjîma Esed tîm agehdar kiriye ko endamên wê vîza wernegirtine.

Berê jî tîmeke vekolînê ya hevbeş di navbera Netewên Yekgirtî û Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de gihaye encamê ko hêzên rêjîmê gaza damaran (Sarîn) û bermîlên teqîner yên ko gaza kilor di nan de heye yên qedexe li 20 cihan bikar aniye, û toreyê bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rêjîmê ve 217 caran ji çileyê pêşî ji sala 2012ê de belgeh kiriye.

Ji aliyê xwe xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko giring e hemû berpirsiyarên bikaranîna çekên kîmawî ji bo dadgeha tawanên navdewletî bêne pêkêşkirin, û lêpirsîn bi dadwerî digel wan bibe, û got ku bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re li Sûriyê bi fermana pileyên bilind li dewletê çêdibû, û evê hişt ko Mosko mafê redkirinê Vîto li Encûmena Ewlehiyê gelek caran bikar bîne, tako çi biryara pirotestokirinê lidijî rêjîmê ji bo bikaranîna çekên kîmawî dernekeve

Tête destnîşankirin ko tîma vekolînê ya nû piştî ko Rûsya mafê redkirinê (Vîto) li dijî dirêjkirina dema destûrdana tîma hevbeş di heyva çirya paşî de ji 2017ê bikar anî, dewletên endam yên rêkxistinê sala bûrî li ser damezirandina tîma vekolîn û peydeçûnê dengdan kirin, û Rûsya û rêjîma Esed ev biryar red kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

18 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê behîdariya Dr. Mihemed Morsî, serokê berê yê Komara Erebî ya Misrê kir, û pirse û sersaxî da malbata wî û tevaya gelê Misrê yê bira.

Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku serokê berê ma dilsoz û piştevan ji bo daxwazên gelê Sûriyê û şoreşa azadî, rûmet û demokrasiyê, û herwiha “ma pabend bi pirsgirêkên neteweya erebî bi awayekî zelal, bê xwe vekişîne yan jî bazaran bike li ser pabendbûn û piştgiriya xwe bi her awayekî heyî”.

Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku ew hêvîdar e ku Misir her dem bimîne wek berê, dîwarekî asê li hember hemû hewldanên li dijî herêmê yên bi armanca pêkanîna gefan li ser ewlekariya herêmê û belavkirina ajawegeriyê, û her weha got: “Em bawer in ku dê Misir berdewam be li ser helwest û pabendbûna xwe li gel miletên mafperwer û rûmetxwaz”.

Û xemgînî û hêrsek mezn li ser malperên têkiliyên civakî peyda bû, û helmetên ragihandinê yên piştgir ji serokê koçadawîkirî re çêbûn, û haştagek bi navê Muhemed Mursî li ser malpera Tiweeter bi zimanê erebî û ingilîzî piştî demjimêrekê ji nûçeye mirina wî belav bû.

Her weha beşek mezin ji çalakvanên sûrî behîdariya wî kirin, û helwestên wî yên li kêleka gelê Sûriyê, û hewildanên wî yên pêşkêşkirina alîkariya rastyeqîn ji bo rizgarkirina Sûriyê ji desthilata stemkar û birina wê ber bi demoqrasiyê de bi bîr anîn.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

18 June 2019 In Agahî

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê behiya Dr. Mihemed Morsî, serokê berê yê Komara Erebî ya Misrê dike, pirse û sersaxiyê dide malbata wî û tevaya gelê Misrê yê bira.

Di dema serokatîya wî de, serokê berê ma dilsoz û piştevan ji bo daxwazên gelê Sûriyê û şoreşa azadî, rûmet û demokrasiyê, û herwiha ma pabend bi pirsgirêkên neteweya erebî bi awayekî zelal, bê xwe vekişîne yan jî bazaran bike li ser pabendbûn û piştgiriya xwe bi her awayekî heyî.

Herdem me hêviyên mezin hene ku Misr, dê weke berê bimîne dîwarekî asê li hember hemû hewldanên li dijî herêmê yên bi armanca pêkanîna gefan li ser ewlekariya herêmê û belavkirina ajawegeriyê, û em bawer in ku dê berdewam be li ser helwest û pabendbûna xwe li gel miletên mafperwer û rûmetxwaz.

Dilovanî ji serokê berê re be, û sersaxî ji malbata wî û gelê Misrê yê bira re

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê

Ofîsa Ragihandinê

18.06.2019

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Tuesday, 18 June 2019