10 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên rejîmê û Rûsya berdewam in di oparesyona xwe ya leşkerî de her ji meha borî ve, li ser deverên berfireh li gundewarên Idlib û Hemayê, ku bûye sedema koçberbûna bi deh-hezaran û mirina nêzkî 700 welatiyên sivîl, 203 ji wan zarok in.

Li gorî raporta tîma kordînatorên bersivdanê ya li roja yekşemê, li vê dawiyê zêdetir ji 697 welatiyên sivîl, 203 ji wan zarok in, di oparesyona leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsya de hatine kuştin.

Tîmê di raporta xwe ya li ser rewşa deverên kêmkirina zêdegaviyan li ser erdê ji 2'ê reşemehê heta 9'ê cehzîranê, da zanîn ku hejmara kesên koçber gihişt zêdetir ji 503 509 kesan, û got ku " tevgera koçberiyê hêjî berdewam e, û hejmara wan û pêdiviyên wan, bi taybetî jî ligel zêdebûna kampên bêseruber û derbideran zêdetir dibin".

Li gorî raportê, 183 xalên navendên giring û binesaziyê, di nav de 57 navendên bijîşkî û nexweşxane, û şeş navendên parastina sivîl û 71 avahiyên perwerdeyî û 7 kampên koçberan û 31 mizgeft, herweha 11 nanpêjgehan hatine topbarankirin.

Tîmê bang li hemû ajansên mirovî kir ji bo bilez alîkariya awarte ji bo koçberên nû pêşkêş bikin, herwiha daxwaza rawestandina êrîşên li dijî sivîlên Idlibê ji aliyê navnetewî yên pêwendîdar li Sûriyê kir.

Tê zanîn ku parêzgehên Idlib û gundewarê Hema, Heleb û Laziqiyê rastî kampanyek berfireh ji aliyê hêzên Esed û Rûsya hatine, bi piştevanîya firokeyên cengê her ji nîsana borî ve, bi armanca kontrolkirina deverên rizgarkirî.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrîyê ev kiryar şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ji bo rawestandina operasyonên leşkerî li dijî sivîlan û dabînkirina parastina wan.

Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

08 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikbewriya Sûriyê şehîdbûna Ebdilbasit Elsarût yê ko li aniya şer bo paşxistina dijminkariya hêzên Esed ji ser gundewarê Hemayê ragehand. Her weha sersaxî ji malbat û hevalên şehîd û xelkên bajarê Humsê û Sûriyê re xwest.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de evro şembiyê got: ‘’Sarût evro banga şehîdbûnê pêk tîne û ew jî digehê karwanê şehîdên rûmet û cangoriyê. Û ew wek qehremanê şoreşger bi nav kir‘’

Diyar kir ko‘’ Elsarût ji şoreşgerên pêşîn bû yên şoreşa aştiyê yên ko li meydanên xwepêşindan û mangirtinan de xweragir bûn, ji Humsa paytexta şoreşê ye, ji yên ko bi hemû hêza xwe berevanî dikir û sirûdbêjê şoreşê bû li Himsê”, heta ko bo kotekî bi destê hêzên rêjîmê koçber bû, piştî dorpêçeke tund. ‘’

Û bal kêşand ser ko ‘’ Sirûdvanê şoreşê bi salan ket ber peyketina û peydeçûnê û ji hêla rêjîmê ve amanckirî bû ‘’

Hevbendiya Niştimanî berdewam kir û got: ‘’ Bi berdewamiya rêka azadiyê me gelek simbolên şoreşa xwe winda kirine… diçin lê em her sûr in, her şehîdekî û her girtiyekî û her birîndarekî û çi xwîna ko dirije û her qurbaniyek bo azadiya Sûriyê; me bêtir bihêz û sûr dike ko em berdewam bimînin, û sûrbûna me li ser tekoşînê bêtir dibe ‘’.

Bêtir got ko ‘’ Di nameya cangorîbûnê de em amanca şoreşê ya bingehîn bibîr tînin, ya ko şehîdê qehreman ji bo wê tekoşîn kir, û digel wî hemû pakrewanên şoreşa hêja ya bi amanca azadî û dadwerî û wekheviyê.‘’

Û got: ‘’ Evro em yek ji rastirîn simbolên şoreşê binax dikin, rawestana wî ligel şoreşê neguhêr bû ew dê bimîne nimûneyek ji mirovên Sûrî yên azad ên dilêrên şoreşê re.’’

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

01 June 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Sekretêrê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Riyad Alhesen, tekez kir ku Rûsiya û rijêma Esed berpirsyar in di ber bûyerên tirsnak ên dijî sivîlan li Deverên Kêmkirina Şer li bakurê Sûiyê, û dît ku ew digihêjin asta tewankariyên cengê yên dijî yasya nevdewletî û ya mirovî.

Û bal kişand ser ku hêzên rijêmê bi pişgiriya Rûsyê tevaya biryarên nevdewletî yên têkildar bi alîkaiyên mirovî bo hewcedaran û pirosesa siyasî binpê kirine, tevlî rêkeftinên din ên derbarê agirbestê û berdana girtiyan, û ya herî giring rêkeftina kêmkirina şer e, ya ku ti dever jê nemane ji bilî Idlibê û gundewarê Hema û Heleb û Laziqiyê.

Û diyar kir ku balafirên Rûsî yên ji baregaha Himêmîm tên , li kêleka balafirên rijêmê deverin ku xurû sivîl in armanc kirine, mîna bazar û mal û nexweşxane û navendên Berevaniya Sivîl, û bûn sedema kuştina bi sedên sivîlan ku zarok û jin di nav wan de hebûn, her weha wêrankirina bidehên avahiyên jîndariyê û navendên pizîşkî.

Û Alhesen amaje kir ku nêtên rêjêmê yên destdanîna ser Idlibê “ êdî nema veşartî ne, û ew sînaroyek dubarrekirî ji bûyerên li Helebê û gundewrê bakurê Himsê û Xûta û derayê çêbûye ye”. Û got ku “ her car ew terorê dike behane ji bo sivîlan bombebaran bike, û bêguman ti terror ji terora Esed û Rsiyê mezintir tune ye, û wêneyên ji Idlibê tên vê rastiyê diyar dikin”.

Û Alhesen tekezî li ser piştgiriya Hevbendiyê ji artêşa sûrî ya Azad re di berevaniya ber sivîlan de û parastina wan kir, piştî têkçûna civaka navdewletî ya berdewam di rawestandina komelkujiyên ku rijêm û Rûsiya dijî sivêlan dikin”.

Û bizavên Turkiyê yên ji bo rawestandina operasyonên leşkerî bilind nirxandin, û daxwaz ji dewletên katêker ên civaka navdewletî kir ji bo piştgiriya Anqerê bikin, û dît ku wê ev kar “ encamin erênîtir bidin, ji karê di nav Encumana Ewlekariyê de ya bi destê Rûsyê bendkirî ye”.

Û axêverê bi navê serokatiya Rûsyê, berdewamiya welatê xwe di pêkanîna êrîşan de dijî sivîlan li deverên kêmkirina şer li bakurê Sûryê ragihandibû, û bal kişand ku berdewamiya cîbecîkirina “ agirbestê li ser armancên sivîl ên ku leşkerên rûsî lê hene, tevlî baregeha Himêmîm”.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî                                      

 

Page 3 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: June 2019