31 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, îro li Enqerê ligel Alî Yalçen, Serokê Federasyona Giştî ya Sendîkayên Karmendên sektora giştî li Tirkiyê civiya, û pêre rewşa pensberên Sûriyê li Tirkiyê gotûbêj kir, bi taybetî piştî biryarên dawiyê yên li Stenbolê hatine standin.

Abda tekez kir ku mebest ji civînê ew e, ku ji bo baştirkirina mercên karkirina penaberên Sûriyê li hemû bajarên Tirkiyê, û rastkirina rewşa yasayî li cîhên karkirinê.

Abda bal kişand, ku herweha doseyên girêdayî bi mijarên perwerdehiyê bi giştî û hînkirina zimanê erebî ji bo zarokên Sûrî li dibistanên Tirkiyê bi taybetî, û herweha kar li ser perwerdekirin û pêşxistina bernameyan bi hevkariya di navbera Yekîtî û karmendên Hevbendiyê û hukumeta demkî ya Sûrî de, bi aliyê Tirkî re hatin gotûbêjkirin.

Ji alîyê xwe ve, Alî Yalçen rawestandina Yekîtiya Sendîkayên karmendên dewleta Tirkiyê û hemû sendîkayên girêdayî wê bi tevahî li gel doseya Suryan bi giştî û penaberên Sûrî li Turkiyê bi taybetî piştrast kir û tekez kir ku dê hemû hewldanên xwe bikin ji bo piştgirîya doza Sûrî û berjewendîyên wê li Tirkiyê û li cîhanê.

Tê zanîn ku Hevbendî berdewam e li ser têkilî û danûstandinan bi rayedarên fermî yên Tirkiyê re ji bo bidestxistina destê alîkariyê û piştgiriya saziyên dewleta Tirkiyê, û ji bo çareserkirina astengiyên li pêşberî penaberên Sûrî li vî welatê ku pêşwazî li zêdetirî ji sê mîlyon penaberên Sûrî kiriye, tevî hevahengiya domdar bi hikûmeta Tirkiyê re ji bo dîtina çareseriyên rêkupêk ji pirsgirêkên penaber û niştecîhên Sûrî yên li Tirkiyê re.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

31 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekezî li ser piştgiriya xwe ji pirojeyê ku endamên Encumana Ewlekariyê pêşkêş kirine re kir, yê ji bo vekirina vekolîneke navnetewî derbarê armanckirina rijêma Esed û Rûsya ji deverên sivîlan û baregehên pizîşkî re li Idlibê û Gundewarê Hemayê di hersî heyvên bûrî de.

Û cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî , Dîma Mûsa, got ku rijêm û Rûsya tewanên cengê yên beloq pêk anîne, di riya armanckirina nexweşxane û xalên pizîşkî û navendên Berevaniya Sivîl û herweha malên sivîlan û sûk û perestgehan, û destnîşan kir ku ev armanckirin bi mebest e, û ev yek dihêle Encumana Ewlekariyê têkeve “bin fihêtiyek mezin” eger ji bo rawestandina van binpêkirina tevnegere.

Û got ku Encumana Ewlekariyê di bin gefa “jidestdana baweriya tevaya cîhanê de ye” wek dezgeheke navdewletî ya kare ewlekarî û aştiya navdewletî biparîze, û daxwaza avêtina gavine kartêker û jidil ji pirotestokirina binpêkirinan û rawestina wan a yekser.

Û ji nav endamên ku daxwaza vekolînê kirine: Amerîka, Brîtanya, Ferensa, Almanya, Beljîka, Pîro, Polenda, Kiweyt, Komara Domînkî û Andenosya.

Û daxwiyaniyeke NY ku doh sêşembê derketiye diyar kir ku du par ji sê parên Encumana Ewlekariya Navdewletî daxwaza vekirina vekolîneke navdewletî derbarê armanckirina rijêmê û Rûsya ji nexweşxaneyan re li Idlibê, ji emîndarê giştî yê netewên yekbûyî , Antonyo Goteres, kirin.

Û Mûsa tekezî li ser giringiya sizakirina tewankarên tewan li Sûriyê pêkanîne kirin, û dîtin ku berdewamiya rijêmê û Rûsiya li ser vê “rêbaza tewankarî”; prosesa siyasî rawestand û lihevkirina kêmkirina şer têk bir, ewên ku divabûn bibin bingeh ji bo agirbestê, û vê hişt derftên çareseriya siyasî li Sûriyê têk biçin.

Û Mûsa diyar kir ku sivîlên Idlibê û gundewarê Hemayê derdê pîsbûna rewşa mirovî dikşînin, ji ber operasyonên bombebarana berdewam. Û bal kişand ser ku armanckrina navendên jîndariyê bûye sedema derbiderbûna bi sedhezarên sivîlan, û ev dibe sedem ji çêbûna pêleke nû ya penaberiyê re.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştiman ya Sûrî

 

29 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, hevdîtinek bi nûnerên hejmarek ji partî û çarçoveyên siyasî re lidar xist, û di hevdîtinê de astek bilind ji hestê berpirsyariyê hat xuyakirin, û hemû aliyan cext li ser pêwîstiya berdewamiya weke van hevdîtinan bi taybetî di vê qonaxê de kir.

Hevdîtin bi rêya hevahengiya li gel ofîsa partiyan ya Hevbendiya Niştimanî hat pêkanîn, û bi amadebûna nûnerên Kombenda Niştimanî ya Demokrat, firaksyona Niştimaniya Demokrat ya Sûrî, Encûmena Tirkmanên Sûriyê û çend kesayetiyên siyasî, û bi hev re behsa dumahîk pêşketinên siyasî li ser erdê kirin.

Piştî peyveke bixêrhatinê ji aliyê berêz Abdullah Gedo, kordînatorê ofisa partî û çalakiyên siyasî, Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya behsa plana ofîsê ya ji bo têkilî û danûstandinan kir, û behsa girîngtirîn arasteyên Hevbendiya Niştimanî ji bo qonaxa niha û ya pêş de kir, ku beşeke herî girîng ji wan; aktivkirina hevdîtin û bernameyên têkiliyan ligel hemû hêz û çalakiyên siyasî yên opozîsyonê ne, û tevlî gotûbêjkirina hemû pêşniyar û ramanan li gel wan.

Herweha ji aliyê herdu endamên desteya siyasî, Nazir Hakim û Mihemed Yihya Mektebî ve, şiroveyeke berfireh li ser çavpêktina bi Silêman Soylo Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê re li hefteya borî û xalên herî girîng yên rêkeftin li ser bû hat pêşkêşkirin, ku xala herî berbiçav, avakirina komîteyeke hevbeş bû ji bo gengeşe û çareserkirina rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê.

Û di hevdîtinê de, taybetmendiya vê Komîteya hevbeş hat gotûbêjkirin, û Hevbendiya Niştimanî rijdiya xwe piştrast kir li ser beşdarbûna hejmarek ji çalakvanên rêxistinên civaka sivîl yên xemxwarên vê doze di komîtê de.

Herweha bal kişandin li ser girîngiya lidarxistina hevdîtinên din, li gel waliyê Stenbolê, Wezareta kar ya Tirkiyê, û hejmarek ji waliyên tirkiyê, bi taybetî li wîlayetên ku penaberên sûrî bi zehfî lê dijîn.

Piştre birêz Hadî El-Bahra, endamê desteya siyasî û desteya danûstandinên Sûriyê, pêdaçûneke berfireh li ser rewşa siyasî û bûyerên Idlibê, û asoyên paşeroja herêmê pêşkêş kir.

Paşî El-bahra li ser rewşa pêvajoya siyasî û çareseriya siyasî û şirovekirina dumahîk pêşhat li ser pêkanîna komîta destûrî û rêkeftina li ser kesayetiyên serbixwe û serokatiya komîteyê û mîkanizmên dengdanê axifî, û tekezî li ser giringiya destpêkirina bicihkirina binyatên jîngehek aram û lênêrîna Hevbendiya Niştimanî li ser Komîteya destûrî û çareseriya siyasî kir.

Sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abdul Basit Abdul Latif û endamê desteya siyasî Abdul Mecîd Berekat, bi kurtî behsa civîna bi nûnerê Amerîka re û xalên herî girîng kirin, û paşî dergehê pirs û gengeşeyê hat vekirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

28 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro şemiyê hevdîtinek bi hejmarek ji çalakvan, parêzer û rewşenbîrên herêma "Efrînê" yên penaber li Tirkiyê re li dar xist, û bi wan re pêşketinên li ser erdê û yên siyasî û rewşa niha ya li "Efrînê" û derfetên ji bo pêşxistina karê rêveberî û rêxistinî li herêmê gotûbêj kirin.

Civîn ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ku yek ji pêkhateyên Hevbendiya Niştimanî ye hat amadekirin, bi beşdarbûna Cîgirê Serokê Hevbendiyê Abdulhakim Beşar, û sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abdul Basit Abdul Latif, û endamên desteya siyasî Nazir Hakim û Abdullah Gado.

Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abdul Basit Abdul Latif, silavên Serokê Hevbendiya Niştimanî, Enes Abda, gihandin beşdaran, û keyfxweşiya xwe anî ziman li ser hemû pêşniyarên xelkê herêmê, û tekezî li ser pêdiviya aktivkirina civînên weha û berdewamiya wan kir, û dît ku aktîvkirina prensîbên hevkariyê û hevbeşiyê, dê karibe astengiyan ji hole rake.

Cîgirê serokê Hevbendiyê Abdul Hakim Bişar ji aliyê xwe ve got ku divê Kurdên Sûriyê hişyar bin ji listikên milîsên PYD, û nehêlin van binpêkirinên li herêmê dibin bikar bînin ji bo berjewendiyên xwe, û got ku divê em bi vê rastiyê têbigehin ku em nikarin erdnîgariyê biguherînin, û divê Kurd bizavê bikin ji bo avakirina têkiliyên herî baş bi welatên cîran re bi taybetî bi Tirkiye re, herweha ligel hemû pêkhateyên civaka Sûriyê.

Cîgirê Serok diyar kir ku "milîsên PYD" her ji destpêka şoreşa Sûriyê de kar kir ji bo dûrxistina Kurdan ji şoreşê, û ew han dan ji bo beşdarnebûna şoreşê, li gel hewldanên wan milîsan yên bêwestan ji bo peydakirina nakokiyan di navbera ereb û kurd û pêkhateyên gelê sûrî yên din de, ji bo guhertina berê Kurdan ji rûxandina rêjîmê ber bi cihin din de, bi riya çêkirina dijminan ku "ne di berjewendiya me de ye, çi li gel Sûriyan yan jî bi welatên cîran re".

Cîgirê Serok bal kişand li ser pêwîstiya rawestana li ser rastiya tiştên ku li herêma Efrînê diqewimin, û giringiya hevkariya li gel saziyên Hevbendiya Niştimanî bi rêkên herî baş, û destûrê nedin ti partiyeke siyasî ji bo kar ji bo berjewendî û armancên bîyanî bike, û daxwaz ji xelkê herêmê kir ku pêşniyarên nivîskî hildin ji Hevbendiya Niştimanî re ji bo li berçav bêne girtin û werin çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve, xelkê herêmê daxwaza derketina di rûyê gendeliyê de li herêmê kirin, û dîtin ku karên nerênî yên hejmarek ji çekdaran li herêmê, ziraran digehînin wêneyê geş yê şoreşa rûmetê.

Herweha diyar kirin ku bandora vê yekê li ser Hevbendiya Niştimanî jî heye weke nûnerê şoreşa Sûriyê, û diyar kirin ku heger Hevbendî bikaribe gendelkaran ciza bike, û saziyan ji wan paqij bike, dê bi awayekî erênî bandora xwe bigihîne wê wek saziyeke sîyasî ya karîger, û wê qîmetê wê li rex xelkê herêmê bilind bike.

Û Hevbendiyê li gel wan pirsgirêka ewlehiyê û kontrolkirina çekan bi rêya dezgehên fermî yên Wezareta Parastinê ya hikûmeta demî ya Sûrî ya nû gotûbêj kirin, her weha aktivkirina sendîkayan li Efrînê, bi taybetî sendîkaya Parêzer û Endezyaran, ligel aktivkirina hemû saziyên hikûmeta demî ya Sûriyê li navenda bajarê Efrînê û bajarokên wê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

26 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîtiya Cizîrê û Firatê ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, çend hevdîtin li gundewarê Helebê ligel komîteyên xwecihî lidar xistin, ji bo gotûbêjkirina bûyerên rojhilatê Firatê û mîkanizmên damezrandina encumanên xwecihî bi beşdariya xelkên deverê ji bo birêvebirina navçeyên xwe.

Ev girûp ji nûnerên desteya koçberên Dêrazorê û desteya siyasî ya navçeya rojhilat li Cerablis û rûsipiyên al-Bokemal û korbenda rojhilat ya niştimanî pêk hatibûn, û giringiya peywendiyan di navbera Hevbendiya Niştimani û koçberên navçeya rojhilat hat piştrast kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî û kordînatorê komîteyê Uqab Yihiya got ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke mezin dide paşeroja navçeya rojhilat, bi taybetî li jêr sîbera pêşketin û danûstandinên Amerikayê Tirkî ji bo avakirina herêmeke ewle li rojhilatê Firatê û amadekarîyên niştecîhên deverê ji bo birêvebirina navçeyên xwe bê destêwerdana milîsên PYD.

Yihiya bal kişand ku ew girûpên hatine dîtin, gelek gilî pêşkêş kirin li ser mîkanizma pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo navçeyê, ligel lîstokên dibûn dema damezrandina encumenên xwecihî, ku hin kes li ser encumenan dihatin ferzkirin.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Abdul Basit Abdul Latif tekezî li ser karê çareserkirina hemû astengiyên dikevin di riya xelkê navçeya rojhilat de kir, û hevdîtin bi "erênî û berhemdar" da zanîn, û got: "Me raman û boçûnên binirx li gel hemû kesayetiyan derbarê rojhilatê Firatê şirove kirin".

Wî bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya hikûmeta demkî, wê kar li ser bihêzkirin û xurtkirina têkilîyên ligel xelkê navçeya rojhilat bike, û got ku ev yek wê erênî bandorê li şiyana wan a birêvebirina navçeyên xwe bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

26 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civîna xwe ya roleyî li bargehê sereke yê Hevbendiyê li gundewarê Helebê Lidar xist.

Endamên desteya siyasî dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û yên siyasî gengeşe kirin, û hemû raport û çalakiyên dema dawî pêkhatine, û hevdîtinên ko desteya serokatiyê û nivîsgeha peywendiyên derve digel nûnerên dewletên hevalên miletê Sûrî kirine, pêşdîtin kirin.

Desteya siyasî bûyerên xwîndar yên bi sedema operasiyona leşkerî çêbûne, ya ko rêjîm û Rûsya li Idlib û gundewarê Hema yê bakur pêk anîne ji encaman tawanên cengê yên kirêt pirotesto kirin, û daxwaz kirin ko bombebaran raweste û li cîbicîkirina peymana Idlib vegerin.

Destnîşan kirin ko giring e rêkxistinên navdewletî tevbigerin û bi hawara xelkê ve bên, û bi taybetî bo rawestandina operasiyona derbiderbûna xelkê ya mezin û metirsîdar ber bi penagehan ve, û gotin ku giring e dîsa alîkariya bijşkî bibe û rê nedin rêjîmê û Rûsya ko sivîlan asteng bikin, da wan neçarî xweradestkirinê bikin.

Endamê desteya siyasî û yê desteya danûstandinan Hadî Elbehre, mijara civîna dawî ya hefteya bûrî digel şandyarê navdewletî Cîr Bîdirson li Riyada paytexta Erebistana Siûdî û pêşveçûnên pirosesa destûrî û bi taybetî damezirandina komîta destûrî pêşkêş kir.

Desteysa siyasî mêvandariya nûnerên desteyên sivîl û yên leşkerî kir, ji wan jî serokê nivîsgeha siyasî ya Aniya Niştimanî bo Rizgarkirinê, ko wî jî raportek li ser rewşa meydanî û qurbaniyên ko şoreşger bo misogerkirina amancên miletê Sûrî yên azadî û rûmetê didin pêşkêş kir, her weha li ser yekgirtina alayên leşkerî û damezirandina feyleqan axivî.

Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

26 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, peyamek ji 26 welatên dostên gelê Sûriyê re şand, her weha ji Rêxistina Hevkariya Îslamî û Rêxistina Hevkariya Kendavê û Komkara Erebî re, derbarê komkujiyên li dijî sivîlan li Idlib û Hema dibin, ji ber operasyonên leşkerî yên rejîma Esed û Rûsya her ji meha gulanê de.

Abda, di destpêka nameya xwe de nivîsand: "Ji we re dinivîsim .. ji bo bala we bikişînim li ser rewşa trajîk ya li ser erdê li parêzgeha Hema û Idlibê", û bal kişand ku êrîşên hovane yên pêktên, dibin sedema kuştin û birîndarbûna bi hezaran, û wêrankirina bi sedan dezgehên girîng weke dibistan, cihên pîroz, bazar, dezgehên pizişkî û navendên Parastina Sivîl.

Wî tekez kir ku ev tawan dikevin di çarçoveya tawanên şer de, û civaka navnetewî bi berpirsyar li hember berdewamiya wan dît û got: " Qurbaniyên van êrîşan netenê qurbaniyên rejîma Esed û hevalbendên wê ne, belê hevdem ew qurbaniyên sersarî û bêdengiya civaka navdewletî ne jî".

Abda di nameya xwe de bal kişand ku rejîma Esed û hevalbendên xwe "dê berdewam bimînin li ser siyasetên xwe, û hemû bijardeyan red bikin, û tenê siyaseta qirkirinê û kuştina her dijberekî rejîma Esed hilbijêrin", û daxwaz ji civaka navnetewî kir ku li berpirsiyariya xwe li hember van komkujiyên berdewam xwedî derkeve, û cext kir ku NY û civaka navdewletî "dikarin, û neçar in, van tawanan bidawî bikin".

Herwiha da zanîn ku berdewamiya van tawanan tê bi armanca "jinavbirina hewldanên cidî û berpirsyar" yên ji bo proseya siyasî ya di bin çavdêriya NY de li gor biryarên taybet û di nav de biryara hejmar 2254 ya Encûmena Ewlehkariya Navnetewî.

Abda hişyarî da li ser berdewamiya "komkujiyan" li deşta Idlib û Hemayê ji ber hebûna bêtir ji 4 milyon welatiyên sivîl, ji xelkên koçber û derbider, û got ku berdewamiya oparesyona leşkerî li dijî herêmê wê bibe "gefek ji bo peydabûna pêleke koçberiya girseyî ber bi derveyî sînorên Sûriyê de".

Herwiha Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de daxwaz ji hikûmetên wan welatan kir, ji bo bizavê bikin û bi zutirîn dem têkiliyan bikin ji bo çareserkirina "rewşa aloz"ya li Idlib û Hemayê, û got: "Em pişta xwe bi niyeta we ya paqij û bizavên hikûmetên we girê didin", û daxwaza agirbesteke sertaserî û dabînkirina alîkarîyên mirovîn kir, di nav de destpêkirina pêşkêşkirina alîkariyan ji bo saziyên tendurustî û alîkariya gelê sûrî ji bo bidestxistina azadî, dadwerî û rûmeta xwe.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

25 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimani ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, îro li piştî nîvro, di preskonferansekî de bal kişand ser zêdegaviyên leşkerî yên rejîma Esed û Rûsyayê li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, herweha behsa rewşa niştecih û penaberên Sûrî li Tirkiyê kir.

Abda di destpêka preskonferans de got ku "gelê Sûriyê di bin gefa qirkirinê de ye, û civaka navnetewî jî bi awayekî rasterast yan jî neyekser tê de beşdar e, ", û bal kişand ku di hefteya dawî de bûyerên xwîndar li Idlib, Hema û Lazqiyê çêbûn ji encama bombebarana rejîma Esed û Rûsyayê ya dijî sivîlan.

Wî got ku pêkanîna komkujiyan " bi rêjeya her roj yek bû ", û dît ku ev tawan dikevin di çarçoveya tawanên şer de, bi taybetî jî êrîşên li dijî armancên sivîl, di nav de bazar, nexweşxane û dibistanan, li gel nebûna rola civaka navnetewî ji bo rawestandina van komkujiyan.

Abda tekez kir ku tiştên li Idlibê diqewimin "şerm e ji civaka navnetewî re", û bal kişand ku Hevbendiya Niştimani çend peyam şandin ji Netewên Yekgirtî û dewletên kartêker re, lê bê encam in, ku bûye şêweyek ji yên "şikestina berdewam hember rawestandina tawanan û bûye têkçûnek mirovî ", û got ku rojane tawan pêk tên "û cîhan dibîne û dibihîze, û bi riya weşandina zindî ya balafirên Rûsya û rejîma Esad ya xayîn têne dîtin".

Abda bal kişand ku rejîm û Rûsya "derewan dikin" dema behsa agirbestê û çareseriya siyasî û pêvajoya destûrî ya çavrêkirî dikin, û pirsyar kir: Hûn çawa dikarin behsa bizavên Rûsya ji bo çareseriya siyasî bikin, tevlî beşdarbûna wê ya dokumentkirî di tawanên şer de?!.

Û bi tekezî da zanîn ku " niha, di dema komkujî û tewankarî li dijî gelê sûriyê berdewam in, çareseriya sîyasî corek ji xeyal û xapandinê ye ".

Û Abda bi germî spasiya şervanên bersiva êrîşên hovane yên rejîm û Rûsyayê didin kir, û got: "Em deyndarê xweragiriya wan lehengên artêşa azad in, yên ku efsaneya artêşa Rûsya şikand in", û got: "Em bextewer in dema em xizmeta van lehengan dikin, û divê hemû xelkê Sûriyê li welat û li diasporayê piştevaniya vê berxwedanê bikin".

Sebaret rewşa penaberên li Tirkiyê, Abda tekez kir ku ti guherîn di siyaseta dewleta Tirk de li hember Sûriyan tuneye, û diyar kir ku biryarên dawî dikevin di berjewendiya herdu aliyan de ji bo biserûberkirina mana wan bi awayekî yasayî.

Abda hişyarî da li hember hewldanên hin aliyan ji bo lawazkirina têkiliya bihêz û ciyawaz di navbera gelên Sûriyê û Tirkiyeyê de, û got: "Dema ku em li salvegera şerê (ÇankKale) li gel Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amade bûn, me gorên şehîdên Sûrî û yên Tirk bi hev re dîtin.. lewra têkiliyên di navbera me de ne ji sala 2011 û deh salan ve ne, lê têkiliyek dirêj û dîrokî heye, xwîna me têkilî hev bûye.

Wî diyar kir ku wî li gel Silêman Soylo Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê li ser avakirina komîteyeke hevbeş ji bo çareserkirina rewşa hebûna penaberên Sûrî bi awayekê qanûnî li Tirkiyê li hev kiriye, û bal kişand ku daxwazên însanî yên lezgîn hatine pêşkêşkirin, û di serî de rawestandina koçberkirina bo derveyî Tirkiyê, û çareserkirina rewşa malbatên xudan pilêtên demî li wîleyetên cuda, û dirêjkirina derfeta ji wan hatiye dan ji bo serastkirina rewşa xwe.

Herweha behsa girîngîya hêsankirina bidestxistina destûrên kar ji bo karkerên Sûrî yên li Tirkiyeyê kir, û diyar kir ku plana Hevbendiya Niştimani heye ji bo sardana wezîrê kar yê Tirkiyê di çend rojên bê de, da vê babetê pêre gengeşe bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

24 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimani ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Abda, îro li roja çarşemê li Ankara paytexta Tirkiyê, ligel wezîrê hundir yê Tirkiyê Silêman Solyo civiya, û rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê ligel gotûbêj kir, bi taybetî piştî van biryarên dawiyê li Stenbolê derketin.

Serokê Hevbendiya Niştimani ligel şandeyek bilind civiya, bi tevlîbûna çend karbidestên taybetmend yên doseyên sereke. Abda ji wezîrê Turkiyê re piştrast kir ku çavdêriya karûbarên Sûriyên li Tirkiyê û pêkanîna xizmetên wan karekî serekî yê Hevbendiya Niştimani ye di qonaxa pêş de.

Serokê Hevbendiya Niştimanî hin daxwaz û pêşniyar dan wezareta hundir ya Tirkiyê, û Abda got ku hevdîtinê rêbazên hevkariyê di navbera herdu aliyan de gotûbêj kirin, ji bo çareseriyên praktîk, û diyar e ku hevdîtin "berhemdar û serkeftî bû".

Wî got ku " Hevdîtin di seqayek erênî û çakbîniyê de bû", û diyar kir ku Komîteyek Hevbeş hat damzrandin, bi serokatiya cîgirê wezîrê hundir Ismail Chattakly, û serokê Hevbendiya Niştimanî.

Dê Hevbendî berdewam be ligel aliyên sûrî yên kartêker ji bo damezrandina vê Komîteya hevbeş, û Serokê Hevbendiya Niştimani diyar kir ku armanc ji Komîteyê ew e, xelkê Suriyê yek deng û yek peyam bin, ji bo rasterast peywendiyê bi rayedarên hikûmeta Tirkiyê yên taybetdar bikin, li gel karê hevrêz ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan û niştecîhên li Tirkiyê.

Wî diyar kir ku komîte wê karê xwe zû dest pê dike, û di pêşerojek nêzîk de dê bi gelek saziyên fermî re hevdîtinan pêk bînin, ji bo hevkarîya herî mezin pev re bikin, û got ku gelek tevger û sîstem ji bo Hevbendiya Niştimanî ji bo herkesî hene.

Herwiha ku dibe Hevbendiya Niştimanî di hefteya pêşîn de bi riya preskonferansekî, encam û karê komîteyê û biryarên bi hikûmeta Tirkiyê re pêşkêş bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

24 July 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîta bala ya hecê ragehand ko yekem karwanê hecaciyên Sûrî gihan bajarê Cedê yê Erebistana Siûdî, ko ji firokxaneya bajarê Hatay yê Tirkiyê firîne.

Komîtê diyar kir ko hejmara hecaciyên gihane 167 kes in, yên ko di rêbuhêrka Bab Alhewa re derbasî Tirkiyê bûne, evroj sibeha çarşembê gihan Erebistana Siûdî.

Tîma birêveber ya komîta bala ya hecê ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ve pêşwaziya hecaciyan kir, ew e ya ko rêkarên hecaciyan ji heft salan de birêve dibe.

Komîta hecê xizmetên xwe ji hemû Sûriyan re bê cudahî pêşkêş dike, vîza ji wan re dabîn dikin û digel wan diçin heta dighêjin xaka pîroz, herweha kadirên komîta birêveber û ya bijîşkî û ya xizmetan, karê wan bi rê ve dibe heta ferzên hecê bi dûmahî dibin û vedigerin.

Şanda Sûrî di salên bûrî de cihê rêzgirtinê û bilindnirandinê bû li bal hemû şandeyên din, ji ber rêkxistineke baş ji hecaciyên Sûrî re dikin, û hecaciyên sûrî pabend in bi rêkûpêkiyê.

Hevbendiya Niştimanî hevkariya serkeftî û encamdar ya di navbera komîta bala ya hecê ya sûrî û wezareta hecê û umrê ya Siûdî bilind nirxand, û tekez kir ko ew dê xizmetan ji hemû Sûriyan re bê cudahî pêşkêş bikin.

Hevbendiya Niştimanî bi navê miletê Sûrî bi rêzgirtin spasiya qeralê Siûdî û desthelata Siûdî kir, ji ber ew xizmeta mala Xwedê dikin, û karûbarê hecaciyan bi rê ve bibin, û pêdiviyên wan bo heca xwe bi hêsanî bikin dabîn dikin.

Hevbendiya Niştimanî girêbesta rêkxistina heca Sûrî ya werzê 1440-2019ê di sibata bûrî de imze kiriye, û girêbest li ser zêdekirina hejmara hecaciyan bû, da hejmar bigehê 22500 kesan, ku sala bûrî 19 hezar bûn, û tê pêşbînkirin ku wê karwanê hecê li pey hev ji Sûryê û dewletên hawîrdor birêkevin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: July 2019