31 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nûnerên birîndar û kesukarên kêmendaman vexwendin ji bo beşdar bibin di nav civînên desteya giştî ya xula 47emîn de, ya li sibeha îro roja şemiyê destpê kiriye.

Endamên Desteya Giştî derfetên tevlîbûna nûnerên mirovên kêmendam di Hevbendiya Niştimanî de gotûbêj kirin, û hemûyan tekez kirin li ser beşdariya nûnerên vê beşa giring ji civakê di nav saziyên siyasî yên Hevbendiya Niştimanî de, û bal kişandin ku bi sedhezaran welatiyên sivîl yên birîndar dibin ji sedema oparesyonên bombebarana rejîma Esed, û ew dîdevanên zindî ne li ser tawankariya rejîma Esed li dijî tevaya tevna civaka Sûrî ye.

Ahmed Nasro nûnerê rêxistina "Sened" tekezî li ser berdewamiya danûstandin û hevahengî kir jibo çareserkirina hemû pirsgirêkên birîndaran û kesên kêmendam, nemaze ew kesên ku dest yan piyê wan hatine birîn, û bal kişand ku pêwîstiya kiryarên çûn û hatinê li ser deriyên sînorî bi demên dirêj heye berî wergirtina erêkirinan.

Omaima Himêdî ji rêxistina "Sened" daxwaza berfirehkirina beşdariya kêmendaman di civînên Hevbendiya Niştimanî de û tevlîbûna rêxistinên din yên mafên mirovan kir, û bal kişand li ser giringiya misogerkirina berjewendiya mirovên kêmendam di pilanên Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta demkî ya Sûrî de.

Wê daxwaz kir ku "dengê wan hebe di hundur saziyên opozisyona rêjîma Esed de, û beşdarî bibin di amadekirina destûrê de ji bo misogerkirina mafên destûrî û garantîkirina mafên xwe yên mirovî.

Firas al-Fewal ji Rêxistina Sûrî ya kêmendaman got ku jesukarên kêmendaman "herî zerermend in piştî malbatên şehîdan û girtiyan" daxwaza piştgirîya rêxistinan bi karubarên vê beşa civaka Sûrî kir.

Wî hişyarî da li hember nebûna bêrêziya li pirsgirêkên kêmendaman, ku ji sedî 30 heta 35% ji civaka Sûrî pêk tê, û li gorî gotina wê ku ev rêjeya mezin ya birîndaran vedigire ji ber bikaranîna çekên qedexekirî yên navdewletî li ser astek mezin û berfireh ji aliyê rejîma Esed ve.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

30 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîsyona Niştimanî ya Sûrî ya girtiyan û kesên bêserûşûn, semînarek bi helkefta Roja Navnetewî ya qurbaniyên bêserûşûnkirina bi darê zorê, bi vexwendina girtiyên berê û çalakvanên di warê belgekirinê û çalakvanên mafên girtiyan û mafên mirovan lidar xist.

Serokê Komîsyonê, Yasir Al-Faperhan, behsa giringiya serbestberdan û eşkerekirina çarenivîsa hemû girtî û bêserûşûnên bi darê zorê yên di zindanên rêjîma Esed de kir, û bal kişand ku Komîsyon ji bo zêdekirina danûstendina bi rêxistinên navdewletî re dixebite, ji bo "gihandina dengê kesên bêdeng".

Wî tekez kir ku çareseriya dosya girtiyan bêyî veguheztinek tam ya siyasî li Sûriyê zehmet e, û got ku rejîma Esed "hînî dîtina xwînê bûye" û lê zêdekir û got "bi zanîna tawanê û sizayê careke din wê vegire pêkanîna tawanên zêdetir wek tawanbarekî bi tawanan firşik bûyî", û bal kişand li ser kiryarên bêserûşûnkirin û binçavkirinên nû yên niha li deverên agirbestên bi darê zorê li parêzgehên cûda yên Sûrî de têne pêkanîn.

Beşdaran guhdarî axaftinên jin û mêrên binçavkirî yên berê kirin, ku behsa binpêkirinên hovane û nemirovî di girtîgehên rejîmê de kirin, û tekezî kirin ku mijara bêserûşûn û girtiyan yek ji dosyên mirovî ne ku pêwîstiya wê bi çalakiyek bi bandor heye ji bo serbestberdana wan.

Di dawiya civînê de, beşdaran li ser şandona mesajan ji civaka navdewletî re li hev kirin, tevî pêşnîyarkirina mekanîzmên nû ji bo qerebokirina qurbaniyan û sizakirina kesên tawankar, û pêdiviya eşkerekirina çarenivîsa hemû kesên bêserûşûn û wenda di girtîgehên rejîma Esed û dezgehên îstîxbaratê de.

Herweha di mesajan de daxwaza veguhestina dosya Sûrî bo dadgeha tawanên navnetewî hatiye kirin, ji bo darizandina tawanbarên tawanên şer li Sûriyê weke beşekî sereke ji çareseriya siyasî ya li gorî biryarên navdewletî, nemaze Daxuyaniya Cenêvê û biryara 2254.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

30 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Riyad Elhesen, tekez kir ko livandina pirosesa siyasî li Sûriyê pêngaveke ber bi rêka dirist ve ye, lê hişyarî da ji cîbicînebûna bendên biryara navnetewî ya hejmar 2254ê, yên derbarê agirbestê û gehandina alîkariyên mirovî û berdana girtiyan.

Elhesen di daxuyaniyên taybet de, evro înê, bal kişand ser ku berdewamiya rêjîmê û hevalbendên wê di tawanên xwe de li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê; hişt pirosesa siyasî bêwate be, û got ku ewê bigehê rêkeke girtî wek ko li Cinêvê di salên berê de çêbû, ji ber helwestên rêjîmê yên nepejirandina pêşketina pirosesa siyasî, û piştgirêdana bi çareseriya leşkerî.

Elhesen diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî daxwaz dike ku biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, ya ko di benda wê ya pêncem de hatiye “agirbest û destpêkirina pirosesa siyasî pir pev girêdayî ne” cîbicîc bibin.

Elhesen bêtir got ku gava dest bi karê komîta destûrî bibe divê agirbest yekser cîbicî bibe, agirbesta şandyarê navnetewî Ger Pederson duhî di Encûmena Ewlehiyê behsa wê kir û got ku dê nêzîk dest pê bibe, û dibîne ko ew ji pêrabûnên avakirina baweriyê ye, ya ko heman biryara navdewletî di benda 13 û 14 behs wê kiriye, ko alîkariyên mirovî bigehên û girtî bêne berdan.

Pederson di gotina xwe ya li Encûmena ewlehiyê got ku nakokî li ser destpêkirina komîta destûrî “pir kêm bûye”, û tê texmînkirin ko karê wê berî dawiya eylûla dahatî dest pê bike.

Pederson diyar kir ku li ser danîna du serokan ji bo komîta destûrî hatiye lihevkirin, yek ji wan nûnerê operasiyona Sûrî be. û got ku destpêkirina komîta destûrî divê girêdayî guherînên li ser xakê be, ji wan jî dosya girtiyan û yên bi kotekî hatine veşartin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimani ya Sûrî

30 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro roja înê daxuyaniyek da bi helkefta roja cîhanî ya qurbaniyên bêseruşûnên bi darê zorê ya hersal di roja 30ê tebaxê de tê bîranîn, û têde "xemsariya navnetewî ya kirêt hember tawan û binpêkirinên mafên mirovan yên ku ji hêla rejîma Esed ve hatine kirin" şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku kiryarên veşartina bi darê zorê beşek girîng ji rêbaza rejîmê bû, bi armanca jinavbirina rêzên pêşîn ên çalakvanan, ligel kiryarên kuştin, koçberkirin, binçavkirin û îşkenceyê.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kiryarên belavkirina tirs û terorê di nava gelê Sûrî de, û dît ku ev yek bi armanca têkşikandina viyana wan û pêşîgirtina li şoreşa wan e, û di nav wan tawan û binpêkirinan de, pêkanîna bêserûşûnkirina bi darê zorê, li dijî hemû nifşan, di nav de zarok û jin û kal.

Daxuyaniyê da zanîn ku 85,000 kes bi darê zorê ji hêla hêzên rêjîmê ve hatine bêserûşûnkirin, herewha ku nêzîkî 400 bûyerên wendakirina bi zorê di tîrmeha borî de bi tenê hatine belgekirin, tevî penaberên hatine girtin ji hêla hêzên rejîmê ve piştî vegerandina wan bi darê zorê bo Sûriyê.

Hevbendiya Niştimanî got ku " tawanên hatine pêkanîn bi destê rejîma Esad di salên borî de, herî xirab û herî metirsîdar û hovane ne di vê serdemê de".

Daxuyaniyê bal kişand ser madeyên 1, 2 û 5 yên peymana navdewletî yên ji bo parastina hemû kesan ji bêserûnkirina bi darê zorê, ya dibîne ku bêserûşûnkirin li gorî yasa navnetewî tawaneke dijmirovahiyê ye, û pêşkêşkirina bihaneyan li gor rewşên awarte red kir.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku divê Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî bi karê şopandina biryarên derbarê kêşa bêserûşûnkirinê rabe, nemaze biryarên xwe hejmar 2042, 2043 û 2139, û bi taybetî jî tekstên girêdayî bi bêserûşûnkirina bi darê zorê, binçavkirinên keyfî û îşkenceya li dijî girtiyan di girtîgehan de.

Hevbendiyê daxwaz ji dewletên kartêker kir ku barê berpirsyariyên xwe derbarê van tewanên rêbazkirî hilgirin, û giringiya rêkirina tewankaran bo Dadgeha Tewanan ya Navdewletî, û peyketin û sizakirina berpirsên wan û yên tevaya tewanên li Sûriyê ji sala 2011an de pêk tên.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimani ya Sûrî

29 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, berdewamiya helmeta tewankarîya rijêma Esed û hevalbendên wê ji çend heyvan ve li ser gundewarê Hema yê bakur û deverên corbecor ên Idlibê şermezar kir.

Daxwiyanî piştî pêkanîna rijêma Esed û Rûsiya ji komelkujiya Meeret Alnuhman re li gundewarê Idlibê derket, û Hevbendiyê amaje kir ku hemû operasyonên rêjîmê, Rûsya û Îranê, bi xwe tawanên şer ên beloq in, ku bi rêka wan li radeya yekê deverên niştecî û sivîlan wekî armancên sereke têne topbarankirin.

Û Hevbendiya Niştimanî dubare piştrast kir ku ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî, û nemaze grûp û dewletên zilhêz karin û ji wan tê xwestin ku van êrîş û komkujiyên rijêmê û hevalbendên wê bi awayekî bilez rawestînin.

Û Hevbendiyê tekez kir ku helwestên ne berpirsyar yên van welatan bûn sedema peydabûna aloziyê, û ev yek wan têxe li hemberî berpirsyareke mezintir hember rawestandina komkujiyên berdewam û bizaveke navdewletî bibe ji bo misogerkirina azadiya xelkê Sûriyê û parastina welatiyên wê yên sivîl.

Tê zanîn ku balafiriên cengê yên hevalbendiya rijêmê û Rûsya doh komelkujiyek pêk anîn têde 13 kes şehîd ketin, 6 zarok di nav de hene, tevî birîndarbûna 34 kesên din ên 6 zarok û 10 jin di nav wan de hene, ji encama armanckirina bajarê Miret al-Ni'hman bi 12 mûşekan pevre , taxên ava yên bajêr armanc kirine.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

28 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civînek ligel karsaz û xwedanên kompaniyên Sûrî yên li Tirkiyê lidar xist, û behsa giringtirîn aloziyên tên beraberî bazirgan û karkerên Sûrî li Tirkiyê, di warê derxistina ruxsetan û destûrdana kar û dana bacê kirin .

Civîngeran tekezî li ser giringiya hevkarî û hevrêziyê ji bo naskirina aloziyan kirin, ji bo veguhestina wan ber bi dezgehên Tirkiyê yên fermî , da di rêya komîta Sûrî Tirkî ya hevbeş re çareyên guncaw bo wan deynin.

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdiletîf diyar kir ko ev hevdîtin wek beşekî ne ji tevgera hevbendiyê ya berdewam, ji bo hemû danîştevan û penaberên Sûrî yên li Tirkiyê têkin raweya yasayî ya Tirkî, û bal kişand ser ko Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide naskirina hemû arîşeyên karsazan û xwedanê kompaniyan, û dibîne ko heye pêşinyarin ji van hevdîtinan derdikevin, û bi alîkariya aliyê Tirkî yê fermî çare bên dîtin, û bandora wê erênî be ji hemû aliyan re.

Û tekezî kir li ser giringiya têgihandina hemû bazirgan û karkerên li Tirkiyê bi yasayên Tirkiyê, her weha giringiya çakirina mercên karê Sûriyan li hemû bajarên Tirkiyê.

Ji hêla xwe ve endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilmecîd Berekat tekez kir ko bazirganên Sûrî li bazarên Tirkiyê aktîv in, û destnîşan kir ko serjimara fermî ya Tirkiyê hejmarên mezin û erênî ên wan karan diyar dike.

Û Berekat got ku Hevbendiya Niştimanî dê hemû arîşeyên di civînê de bêne behskirin veguhêze wezareta kar a Tirkiyê da çareyên guncaw ji wan re bibîne.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîteya Hevbeş ya Sûrî-Tirkî îro bi amadebûna serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî Enes Abda û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ismaîl Çatakli li navenda ofîsa Koçberiyê li Stembolê civiya, ji bo şopandina rewşa penaberên Sûrî û çareserkirina pirsgirêkên wan li Tirkiyê û bi taybetî yên li Stembolê dijîn.

Û komîteyê kar li ser hemû dosyên bi rêya malpera wê ya elektronik gihîştibûnê kiribû, û niha li ser vê pêvajoyê dixebite. Û bang da hemû kesên ku pirsgirêkên wan ên yasayî hene, ji bo ku dozen xwe bişînin da bi rêkên yasayî çareser bikin.

Komîteyê di civîna xwe ya îro de tekezî li ser pêwîstiya tomarkirina navên penaberên Sûrî yên navên wan li ofîsa koçberiyê qeydnekirî kir, ji bo çareserkirina rewşa wan bi riyên qanûnî yên wan ji her fermanekê biparêzin, û berjewendiyên wan bi aramî dabîn bikin, ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê tekezî li ser giringiya temamkirina birgên yasayî û çareserkirina kêmasiyan di dema destnîşankirî de kir.

Wezareta Navxwe ferman da hemû wîleyetên Tirkiyê ji bo diristkirina komîteyên xwecihî, ku ji rêveberiyên xwecihî, kesên serbixwe, sazî û rêxistinên civaka sivîl yên Tirk û Sûrî, û nûnerên komîteya hevbeş pêk bînin, ji bo şopandina rewşa Sûryan, û çareserkirina pirsgirêkên wan, û peydakirina mekanîzmayekê ji bo birêvebirina karûbarên wan, ku wê komîteyek li her şarederiyekê ku hezar penaber yan jî zêdetir lê hebin bihête diristkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo penaberên Sûrî yên li Stembolê demek ji bo çareserkirina rewşa wan heta 30'ê cotmeha îsal destnîşan kiribû, piştî ku ev daxwaz di civîna bi Wezîrê Navxwe re di 24'ê tîrmeha borî de hatibû kirin.

Hêjayê gotinê ye ku di çarçoveya xebata komîta hevbeş de, karwanek ji penaberên Sûrî li hefteya borî ji bo axa Tirkiyê hatibûn vegerandin, wekî beşek ji lîsteya navên hatibûn pêşkêşkirin ji rayedarên Tirkiyê re, û kar ji bo çareserkirina hemû dozên weha berdewam in.

Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî bi rêya malpera xwe ya fermî, rûpelek taybet ji bo şopandina karên penaber û niştecîhên sûrî li Tirkiyê vekiriye, di çarçoweya karê Komîteya hevbeş de, û rûpel li ber destê hemû Sûriyên li Tirkiyê ye, yên ku pirsgirêkên wan ên taybet yan ên yasayî hene, da agahdarî û belgeyên xwe radest bikin, ji bo kar li ser wan bi karbidestên fermî yên tirk re bidomînin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

26 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Kordînatorê Desteya Niştimanî ya girtiyan û kesên bêserûşûn û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Yasr Al-Ferhan, ligel şandek ji Sendîkaya parêzvanên azadîxwaz û Desteya Serbestberdana Dîl û Girtiyan li gundewarê Helebê civiya, ligel wan dumahîk pêşketinên doysa girtî û bêseruşûnên li rex rejîma Esed, tevî hewldanên parêzerên Sûrî ji bo yesayîkirina karê mafên mirovan li deverên rizgarkirî.

Al-Ferhan bal kişand li ser girîngiya rola dadwer û xebatkarên mafên mirovan di xebata şoreşger û niştimanî de, û bandora wê li ser dadperweriyê ji bo qurbaniyan û çawaniya mukumkirina lêpirsînê.

Wî bal kişand li ser pêwîstiya hevkariyê li ser dosya girtiyan û kesên wendabûyî, û zêdekirina kar ji bo berhevkirina fişareke navdewletî ya bikaribe rejîmê neçar bike li ser serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa kesên bêserûşûn, û diyar kir ku rêkeftinek bûye li ser lidarxistina kombûnekê yan jî workşopekê li deverên rizgarkirî ligel hemû nûnerên sendîka û xebatkar û pisporên vê dosyayê, ji bo duristkirina tîmeke kar ya taybet bi kesên hatine binçavkirin û kesên bêserûşûn.

Al-Ferhan, îro duşemê di daxuyaniyek taybet de ragihand ku Hevbendiya Niştimanî dixwaze sûdê ji pisporiya hemû sazî û dezgehên kar li ser dosya girtiyan û bêserûşûnan dikin wergire, zêde kir ku Desteya Niştimanî ya girtî û bêseruşûnan ne ji bo milmilaniya kar bi kesekî re ye, lê mebesta wê "payedar û bilind e", û ji bo piştgiriya hemû sazî û dezgehan dixebite, ji bo gihandina dengê xwe bo civaka navdewletî û rêxistinên navnetewî.

Herweha beşdaran behsa rewşa karê yasayî li deverên rizgarkirî kirin, û li ser avakirina şaxên sendîkayên parêzeran li hemû herêman peyivîn, û li ser encamên girîng ji bo komkirina van sendîkayan, da ku sendîkeyek li her şaxekî hebe.

Ji aliyê beşdaran ve reşnivîsa yasa sazkirina pîşeyê ya rastvekirî hat pêşkêşkirin, û tekezî li ser serbixwebûna sendîkayê kirin, û xuya kirin ku amadekarî dibin ji bo lidarxistina konferansek giştî ji sendîkeya hemû şaxên parêzeran re.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

24 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hadi el-Bahra, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez kir ku hêvîgirêdana bi çareseriyek leşkerî "xewneke ku rejîm û alîgirên wê têde dijîn, û divê jê hişyar bibin", û tekez kir ku ti çareserî nabe bêyî pejirandina xelkê Sûriyê.

Di hevpeyvînekê de ligel "Ajansa Zeytûn", El-Bahra bal kişand li ser pêwîstiya aktivkirina pêvajoya siyasî ya Cinêvê ya bi rêveberiya Netewên Yekbûyî, piştî pêkanîna agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî ji koçberan re, û tekez kir ku di çarçoveya prosesa siyasî ya Cinêvê de, ti alternatîfek ji çareseriya siyasî re nîne, ya ji hêla Netewên Yekbûyî ve, ji bo bicîhkirina biryara Encûmena Ewlehkariyê 2254.

El-Bahra got ku Sûrî hêjî dikarin bandoreke baş li pêvajoya leşkerî herweha ya sîyasî bikin, û bal kişand ku şervan serkeftine di gihandina çend peyaman de, ya herî girîng ji wan ku vîna berxwedan û berevaniya di ber gelê xwe de hêjî heye.

El-Bahra Encûmena Ewlekariyê bi awayekî rasterast berpirsiyar dît li hemberî ewlehî û parastina sivîlan li deverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê, ji ber ku wê rêkeftina têgihiştinê "pîroz" kiribû, ya ku diviya bû rêjeya tundutîjiyê kêm kiriba û ewlekariya sivîlan yên red kirin ku li deverên rêjîmê bimînin dabîn kiriba.

Wî bal kişand ku şervanên li Idlibê "jiyana xwe li hember duyem mezintirîn hêza leşkerî li cîhanê jidest didin", û mîlîsên mezhebî ji welatên cuda hatine, di nav wan de pisporên leşkerî ji Supaya Pasdaran, û El-Bahra Pasdarên Iranê bi "maka terorîzma navnetewî" binav kirin.

El-Bahra da zanîn ku erka sereke ya Hevbendiya Niştimanî ew e ku şoreş bidome heta bidestxistina armancên serhildana gelê Sûriyê, û got ku di qonaxa niha de bihêzkirina danûstendinê bi hemû welatan re tê xwestin ji bo pêkanîna fişareke cidî ji bo pêkanîna agirbestê û dabînkirina ewlehiya sivîlan û bicihkirina pêdiviyên koçberên li deverên ji hêla kampanya leşkerî ya vê dawiyê ve hatine topbarankirin, ya bi "dijminkarî" binav kir.

El-Bahra lê zêde kir û got ku eger êrîşên li ser herêmên rizgarbûyî berdewam bikin û derbasî riyên navdewletî M4 û M5 bibin, ti bijarede ji şervanan û opozisyonê re namîne ji bilî berevaniya heta dawîtirîn henas di ber malbatên xwe de, û bal kişand ku pêwîstiya vê yekê bi stratejiyek leşkerî ya cûda heye ji bo êrîş û berxwedanê.

El-Bahra got ku tekoşîna me bi rêjîmê re têkoşînek e ji bo bidestxistina mafên rewa yên mirovî, destûrî, polîtîkî û qanûnî ye, bi rêya pêvajoyeke siyasî ya veguhêz ya bineret û berfireh, û bal kişand ku rejîm û alîgirên wê hêz û şiyan bi dest wan hene ji bo wêrankirinê, lê ew nikarin ewlehî, dadperwerî, aramî û aşitiyê dabîn bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

23 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û kordînatorên ofîsên Hevbendiyê, îro roja înê, li navenda xwe li gundewarê Helebê çend hevdîtin ligel çend deste û çalakî û encumenên xwecihî lidar xistin, û li gel wan pêşhatên meydanî yên dawiyê li parêzgehên Hema û ldlib, û kampanya leşkerî ya terorîst ya hêzên rejîma Esed û Rûsya û Îranê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinan de, bal hat kişandin li ser çalakiyên dîplomatîk û siyasî yên Hevbendiyê ji bo rawestandina kampanya terorîstî li ser bakurê Sûriyê, di heman demê de behsa trajediya gelê Idlib û gundewarên Hemayê û rewşa sivîlên ku bi darê zorê hatine koçberkirin û kiryarên wêrankirina sîstematîk hat kirin, ku careke din bûne sedema koçberiyeke din ji bo ku jiyana xwe ji mercên zehmet rizgar bikin, û bang li rêxistinên mirovî yên navdewletî kirin ji bo pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji bo kesên derbider.

Desteya siyasî di hevdîtinên xwe de li gel xelkê herêma bakurê rojhilat, bal kişand li ser amadekarîyên dibin ji bo herêmeke ewleh li rojhilatê Feratê, û herweha guhdariya pêşniyarên saziyên çalak ên parêzgehên Hema û ldlib kir, û li gel Encûmena parêzgeha gundewarê Şamê civiya, di nav de jî Sendîkeya Parêzerên Azad, û desteya serbestberdana dîl û girtiyan û Desteya Giştî ya Rojhilat - beşê Cerabilis.

Desteya siyasî di civînên xwe de bal kişand li ser bûyerên li devera "kêmkirina zêdegaviyan" û oparesyonên bombebarankirin, wêrankirin û kocberkirinê, û herweha behsa pêşveçûnên herî dawîn yên proseya siyasî, û pêşeroja rojhilatê Firatê kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

 

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: August 2019