15 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko binpêkirinên operasiyona leşkerî ya tund ji hêla rêjîmê û Rûsya ve li ser gundewarê Idlib û Hemayê pêk hatine, pêdivî bi tevgereke navdewletî heye bo aliyê şer dike yekser rawestînin û vekişe.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ko ew êrîşên di rojên cejna qurbanê de berdewam bûn, ji çend mehan ve dest pê kirine, û gelek binpêkirin û tawankarî li gundewarê Hema yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr pêk anîne, û got ew binpêkirin metirsîdar in, li dijî lihevkirin û peymanên ku gerek bû bi dabînkirinên navdewletî bin.

Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev pêşveçûnên metirsîdar ko heye bobelatan bi ser miletê Sûrî û herêmê û cîhanê de bi xwe re bînin, û daxwaza pirotestokirineke navdewletî û tevgerê ji hevalên miletê Sûrî kir, da rawestandina êrîşan dabîn bikin, û aliyên êrîşker yekser vekişînin.

Û bal kêşand ser ko Alayên artêşa Sûrî ya azad hêj xweragir in, û tiştê ji wan tê dikin, da vê êrîşê bi paş ve vekêşînin, ya ko bû sedema koçkirina bi dehhezaran sivîlên perîşan bûne.

Û got ku giring cih û kamp ji wan re dabîn bibin heta operasiyonên leşkerî rawestin û bi sedhezan xelk karibin li malên xwe vegerin.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê berpirsiyariya sersariya civaka navdewletî dide ser serpereştên cîhanê û hevalên miletê Sûriyê, ko divê pêngavên jidil bavêjin û êrîş û tawanên rêjîmê û hevalbendên wê rawestînin, û biryar û pêngavên siyasî û leşkerî yên pêdivî bên avêtin, ji bo jiyana sivîlan biparêzin li vê herêma ko bi milyonan koçber ji tevaya Sûriyê pêşwazî kirine.

Jêder :Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Thursday, 15 August 2019