08 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Enes Abda, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, spasiya Şahê Erebistana Siûdî kir li ser dayîna şahane ji 200 hecîyên Sûrî re, da ku bigehêjin karwanê heciyên Sûrî di çend demjimêrên bê de.

Serokê Hevbendiyê îro supasînameyek da Şahê Erebistana Siûdî li ser helwestên birûmet yên Erebistana Siûdî yên piştevaniya şoreşa Sûrî û gelên wê li hember komkujiyên ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê û milîsên Iranî yên hevkarên wê.

Abda di nameya xwe de diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyek mezin dide biratiyê û têkeliyên herî baş bi Erebistana Siûdî re, û ew her dem dixwaze van têkiliyan xurtir bike ji bo xizmeta herdu gelên bira, di heman demê de spasiya hewildanên Erebistanê kir li ser pêşkêşkirina piştgiriyê ji gelê Sûriyê re li ser hemû astên mirovahî û siyasî.

Abda bal kişand li ser rola Erebistana Siûdî di piştevaniya Komîteya Hecê ye Bilind ya Sûrî de, ku wê karî di salên borî de xizmeteke baş ji hecîyên Sûrî yên li hemû deveran re pêşkêş bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

08 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevrêzkarê Desteya Niştimanî yê karûbarê girtî û windayan Yasir Elferhan, tekez kir ko tiştê di zindanên rêjîma Esed de derheqê girtiyan dibe, tawanên cengê û cînoseyid in, ji Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko guhdaneke taybet bide kêşeya girtiyên Sûriyê û fişarê bide ser rêjîmê ji bo wan berde.

Elferhan dibîne ko dosya tawanên ko rêjîma Esed derheqê girtiyan de dike mezintirîn dosya ye, û amaje bi giringiya tevgereke jidil kir, ji bo biryarin ku pabendî bi wan bibe derkevin, û operasiyonên girtin û êşkenceya rêbazkirî rawestînin.

Elferhan bal kêşand ser ko rewşên girtin û tunekirina komelî di hindirê zindanan de berdewam e, û got ku ev mijar raportên mafnasiyê û yên çalakvanan herdem tekez dikin, û ev berpirsiyariyeke mezin e û dikeve ser milê Netewên Yekgirtî ji bo jiyana hemû girtiyan rizgar bike.

Û got ku divê daxwazên komîtên vekolîna navdewletî bi cî werin, bo yên binpêkirin derheqê girtiyan kirine ber bi dadgehên navdewletî de bêne şandin, û girtî bêne berdan û nehêlin kirdeyên girtinê ji derveyî yasayê dîsa çêbibin, li gora ko di biryarên navdewletî de hatiye û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.

Her weha Elferhan ji Netewên Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî daxwaz kir ko pêngavine piraktîk û bi lez bavêje. Û diyar kir ko dibe ew pêngav mîna rêkxistinkirina seredanên rastî her demekê ji bo zindanan û navendên girtinê be , û rê bidin aliyên navdewletî da wan bibînin û rewşa wan binirxînin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Thursday, 08 August 2019