30 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya danûstandinên Sûrî Dr. Nesir Elherîrî, evro duşembê, kongirekî rojnamevanî lidar xist, taybet bû bi hûrgiliyên komîta destûrî ya ko ji hêla emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî ve Entonyo Gotrîs hate ragehandin , herweha dawîtirîn rewşêm meydanî bi taybetî li Idlibê û tawanên cengê yên ji hêla rêjîmê û piştgirên wê ve pêk tên.

Elherîrî biryara navdewletî ya 2254 ya taybet bo Sûriyê û mada têkilî daraştina destûra nû ji welat re pêşdîtin kir, di pey re li ser bingehên kar û mîkanîzma destnîşankirina karê komîtê axivî, û diyar kir ko komît du desteyên wê yên biçûk hene, û dê made bi lihevkirinê an bi dengdanê bêne biryardan, û gerek made 75% ji dengan bîne tako erê bibe. û du serokên hevbeş ji komîtê re hene, û dabînkirina rola sereke ya Netewên Yekgirtî di birêvebirina karê komîtê li Cinêvê.

Destnîşan kir ko komîta destûrî şêweyê lihevkirina gel û rêka yasakirina destûrê an aktîvkirina wê destnîşan dike, û nabe çi alî pê bileyize.

Elherîrî destnîşan kir ko hêj deste di ‘’çarçoveya pirosesa danûstandinê de ye, û hêj em negihiştine rewşa cîbicîkirinê‘’, û bal kêşand ser ko eger çêbibe, giring e li gor rêzedemeke aqilane be, li gor ya ko di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 de hatiye. û got: Nabe ko em hilbijartinan berî destûrê an hilbijartin û destûr di hebûna vê rêjîma nuho de çêbikin.

Elherîrî tekez kir ko komîta destûrî dergeh e, lê têra cîbicîkirina tevaya biryara 2254 nake, divê bendên din jî yên biryarê cîbicî bibin, û got ku giring e pabendî bi dema destnîşankirî hebe, ya li gor biryarê ya derbarê karê komîta destûrî ya bi şeş heyvan destnîşan bûye.

Û got ku damezirandina komîta destûrî ew pêşkevtineke erênî ye bo despêkirina danûstandinên rûbirû, lê tirsa xwe ji berdewambûna rêjîmê di astengkirin an jî têkbirinê anî ziman, hem nêtên rêjîmê û piştgirên wê ko komîtê wek kaxezekê bikar bînin bo pereyan ji bo dîsa-avakirinê bînin an penaberan ber bi herêmine nearam ve bêyî viyana wan bişîbin.

Daxwaz kir ko civaka navdewletî hevkariyê bike û fişarê bide ser rêjîmê ji bo li dor maseya danûstandinê rûne, ji bo çareseriya siyasî li gora biryarên navdewletî pêk were, û daxwaz kir ko beraberiya çi hewildanên astenkirinê bibe.

Elherîrî diyar kir ko desteya danûstandinê amadekirinên berfireh kirine li ser asta desthilatdariya veguhêz, û pêkanîna zemîneke hêmin û bêlayen ji bo rapirsînê, û vegera penaberan bi rengek ewle.

Elherîrî got ku çareseriya siyasî ya dirist li Sûriyê bi sê pêngavên sereke çêdibe: Zemîna bêlayen û aram ya ji bo pêrabûnên desteya veguhêz, û ya din daraştina destûreke nû , û ya sisê hilbijartinên azad û paqij bi çavêriya netewên yekgirtî pêk bên.

Û bal kêşand ser ko karek heye ji bo aktîvkirina dosya girtiyan, û hêvî kir ko gelek ji wan bêne berdan bi destpêkirina karê komîta destûrî, tako bibe fakterek ji bo baweriya xelkê bi karê komîtê were.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

28 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Enes Abda, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Sekreterê Giştî Abdul Basit Abdul Latif, Serokwezîr Abdul Rehman Mistafa û hejmarek ji endamên desteya siyasî, serdana serokatiya encûmena hoz eşîrên Ereban li bajarê Riha kirin, û herweha serdana dîwana eşîran li Azazê li gundewarê Helebê, û bi serokê encûmenê Ramî Al-Doş û endamên desteya serokatiyê û rûsipiyên hoz û aşîretên Sûrî re civiyan.

Herdu aliyan hejmarek ji mijarên giring ên li ser asta siyasî û meydanî gotûbêj kirin, û tekezî li ser girîngiya bidestxistina aramiyê li hemû deverên rizgarkirî, di nav de deverên rojhilatê Firatê kirin, bi rêya avakirina rêveberiyeke medenî û pêşkêşkirina xizmetgozariyên baştir ji welatiyan re.

Serokê Hevbendiya Niştimanî, kurtiyek li ser pêşveçûnên herî dawîn li ser erdê û tawanên li Idlibê pêşkêş kir, tevlî rewşa siyasî, nemaze ragihandina avakirina Komîteya Destûrî.

Wî bal kişand li ser ser girîngiya rola encûmena hoz û aşîretên Sûrî li devera ewle li rojhilatê Firatê û "parastin tevna civakî û yekparçebûna ax û gelê Sûriyê".

Encûmena hoz û aşîretên Sûrî piştevaniya xwe ji bo Hevbendiya Niştimanî wekî sîwaneke rewa ya şoreşa Sûrî û nûnerê rewa yê gelê Sûriyê piştrast kir, û herweha cext li ser hevkarî û piştgiriya xwe ya tekûz bi hikûmeta demkî re û giringiya baladestiya wê li tevaya deverên rizgarkirî kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

28 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, xweşhaliya xwe anî ziman li ser daxuyaniyên wezîrê derve yê Amerikayê Michael Pompeo ya derbarê dosya rejîma Esed a pêkanîna binpêkirin, tawanên şer, tawanên dijemirov û tawanên bikaranîna çekên kîmyayî.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de da zanîn ku guhdana rêveberiya Amerîkî bi şopandina dosya binpêkirin û tawanên ji aliyê rejîma Esed ve li Sûriyê û pêkanîna lêkolînan derbarê hûrgiliyên wê, û bîranîna wê li bîra civaka navdewletî, tiştek pir girîng e.

Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku divê civaka navdewletî ji metirsiya van tawanan haydar be, nemaze ku tawankar hêjî serbest in, û dûrî darizandina navdewletî ne.

Daxuyaniyê zêde kir û got ku ragihandina rêveberiya Amerîka derbarê amadebûna xwe ji her tiştî re ji bo misogerkirina bikarneanîna rejîmê careke din ji çekên kîmyayî re, pêgavek girîng û erênî ye, nemaze heger ligel gavên pratîkî yên zelal be.

Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku dûrxistina rejîmê ji desthilatê û darizandina wê li ser tawanên wê, takerê ye ji bo rawestandina vê wê ji bikaranîna çekên kîmyayî.

Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku berdewamiya tawanên şer li dijî sivîlan li Sûriyê, dupat dike ku divê civaka navdewletî bilez biryar û gavên siyasî û yasayî bavêje, ji bo rawestandina tawanên şer û dijemirov, û bixebitin ji bo veguhastina tevahiya dosyeyê, di nav de tawana bikaranîna çekên kîmyayî, bo Dadgeha Tawanên Navdewletî , û darizandina rejîmê û aliyên gunehkar bi beşdariya tawanên şer li Sûriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

28 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsin Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî, civînek li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê ligel Desteya Koçberên Dêra Zorê pêk anî, û derbarê rewşa wan û ya derbiderên li bakurê Sûrî li wan hat guhdarîkirin, û şiroveyeke bi hûrbînî li ser pilanên desthilata Sûrî ya demkî kirin, bo pêdiviyên hemû sivîlên herêmên rizgarkirî pêk bînin.

Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Ebdilbasit Ebdiletîf, razgirê desteya siyasî Riyad Elhesen, û endamê desteya siyasî Salim Elmislit li civînê amade bûn, û behsa bizava bûyî ji bo pêkanîna veguhastina siyasî ya dirist li Sûriyê, ya ko vegera ji ber xwe ve ya penaber û koçber û derbideran bo herêmên wan yên resen dabîn bike, kirin.

Û herdu aliyan behsa dawîtirîn rewşa meydanî ya Idlibê û ragehandina komîta destûrî û herêma aram li rojhelatê Feratê kirin.

Her weha endamên Desteya Koçberên Dêra Zorê behsa hewildanên Îranê yên ferizkirina rêbaza xwe ya olî li ser herêmê û guhertina dîmugrafî, ji bo xwe ji hêla olî, civakî û çandeyî ve dest deyne ser deverê, da milîtanên mezhebî wek çawa li başûrê Libnanê çêbû desthilatdariyê bikin.

Li ser piştguhkirina xwe û zehmetiyên jiyanê li herêmên koçberiyê, çi yên hindirê kampan an yên derve axivîn, û behsa pêdiviyên mirovî yên rojane kirin, û ji Hevbendiya Niştimanî û Desthilasta Demkî û rêkxistinên navdewletî daxwaz kirin ku ji bo dabînkirina pêdiviyên wan kar bikin.

Her weha arîşeyên neçûna şagirtan ya bi salan bo dibistanan, ku giring e pirogramekî ligel Uonisko deynin tako hemû şagirtên ji xwendinê dûr ketine li xwendegehan bicih bikin, û rêbazine xwendinê ko ew salên li wan çûne qerabo bikin ji wan re çêkin, û rêkê bibînin ko ev bawername bêne danpêdan, da şagirt karibin xwendina xwe ya zankoyê berdewam bikin, û wan ji bo bazara kar li gor taybetmendiya xwendina wan amade bikin.

ji hêla tendiristî ve endamê desteyê li ser tiştê tê serê zarokan û metirsiyên kêmxwariniyê axivîn, û ji rêkxistina UNISEF daxwaz kirin ko têwerdanê bike.

Herweha taybetmendên Desteya Koçberên Dêra Zorê li ser karta çaksazî û bazirganiyê axivîn, ko giring e sendîkeyek ji vê sektorê re çêbibe, û alavên geşepêdana wê dabîn bibin, û dergeh li ber firotina derve vebe û bawernameyên jêdera berhemdayînê bidin.

Amadebûyan lihev kirin ko giring e xelkên Dêra Zorê ji nû ve xwe di dezgeh û sendîkeyan de yên ko mafên wan dabîn bikin birêxistin bikin, û rê ji wan re vebe ji bo beşdarbûna aktîv û guncaw di wezaret û birêveberiyên desthilata demkî de.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, îro înê, civînek li gel Desthilata Sûrî ya Demikî lidar xist. Û serokê Hevbendiyê birêz Enes Alabda û serokê Hikûmeta Demikî Abdulrehman Mustefa serokatiya civînê kirin.

Ev civîn piştî bûrîna nîzîkî heyvekê di ser dana baweriyê bo hikûmeta Abdulrehman Mustefa ye, têde tevaya wezîran pilnên xwe pêşkêş kirin , piştî naskirina rewşa dezgehên li ser xakê, û hewcedariyên nişteciyan li deverên rizgarkirî.

Û serokê Desthilata Veguhêz diyar kir ku gelek kar hene divê em bikin da em bigihêjin hukumraniyeke têgihiştî li gor nerîna ku Desthilta Demikî daniye, û bal kişand ser ku “astengiya mezin ya li pêşiya me,kontrolkirina ewlehiyê û dabînkirina aramiyê ye”, û got ku “ gelê Sûriyê gelekî gewre ye, tenê ew hewcedarî jîngeheke hêmin a guncayî ye ji bo karê xwe bike û ketwara deverên rizgarkirî bi temamî biguhere”.

Û ji hêla xwe de, serokê Hevbendiya Niştimanî, behsa dawîtirîn pêşketinên pirosesa siyasî kir, û tekez kir ku endamên Hevbendiya Niştimanî di wê baweriyê de ne ku rijêma Esed û sponserên wê pabendiyê bi peyman û biryarên navdewletî yên derbarê agirbestê nakin.

Û amaje kir ku ji hêzên şoreşê tê xwestin berdêlan deynin ji bo dabînkirina berdewamiya xweragiriya gelê Sûrî ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe, û daxwz ji tevaya wezîran kir ku rewşa deverên rizgarkirî baş bikin, û asta xizmetguzariyên tên pêşkêşkirin bilind bikin, ji bo diyarkirina nimûneyeke rêvebirinê ya berdêl li şûna rijêma Esed û dezgehên wê yên gendel.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

 

27 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Enes Alabda, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê digel fermandarên sê parartêşên artêşa niştîmanî ya Sûrî, tevî komek ji fermandarên tabûr û efseran, li bajarê Azaz li gundewarê Helebê civiya, û bi wan re behsa giringiya temamkirina damezrandina artêşa niştimanî kir, ku ji hemû milîtanan pêk bê, bi armanca parastina deverên rizgarkirî û dabînkirina ewlehî û aramiyê li wan.

Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand li ser ku "pirsgirêkên mezin wê hebin di qonaxa pêş da", û tekez kir li ser pêwîstiya xweragiriyê li hember wan astengiyan, ji ber ku xweragirî bingeha "rizgarbûna gemiya şoreşa Sûrî ye".

Û got ku serkeftina hemû hêzên şoreşê, di nav de sazîyên sîyasî, sivîl û leşkerî, di dabînkirina pêdiviyên sivîl li hemû deverên rizgarkirî de ye, herweha di pîtedana rewşa penaberan li welatên cîranan de. Û diyar kir ku serjimêriya penaberan ji nîvê gelê Sûrî zêdetir e.

Wî bal kişand ser girîngiya serkeftina hikûmeta demkî ya Sûrî di damezrandina rêveberiyek baş li deverên rizgarkirî, herweha bidestxistina rewatiyê bi rêya hilbijartinên azad û dadar li deverên rizgarkirî.

Fermandarê parartêşa yekê, aqîd Mo'taz Reslan, tekez kir ku damezrandina artêşek niştimanî ya profesyonel girîngiyek sereke ye, û diyar kir ku ev çalakiyek hevbeş di navbera artêşê û hêzên siyasî de ye.

Fermandarê parartêşa duwê, Mehmûd al-Baz, bal kişand li ser xebata niha dibe ji bo yekirina fraksiyonên leşkerî di yek artêşê de di bin banê rêvebirîya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, û diyar kir ku 750 şervan mehane ji arteşa niştimanî derdiçin.

Ji hêla xwe ve, Fermandarê parartêşa sêyem, Ebû Ehmed Nor, tekez kir ku temamkirina avakirina arteşa niştimanî garantiyek rasteqîn e ji bo organîzekirina deverên rizgarkirî û bidestxistina ewlehî û aramiyê, û tekezî li ser giringiya yekrêzkirinê li hember dijîtiya dijminên şoreşa Sûriyê kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

27 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Niştimanî ya Karûbarên Bêserûşûn û Girtiyan, workşopek derbarê karê hevbeş li ser dosya bêserûşûn û girtiyan li bajarê Azazê li gundewarê Helebê lidar xist.

Di encamê de civîn giha damezrandina tîmeke şêwirdariyê ji bo hevtekûzkrinê ligel Desteyê da karê hevbeş pêş bikeve, di riya dabînkirina pisporên dosya girtiyan ên di hemû pirsgirêk û qonaxên kar de kar bikin, ji belgekirinê heta bighêje dadpirsîn û peyketin û sizakirinê, herweha guhdana qurbaniyan û mekanîzmayên çalakiyên siyasî, yasayî û medyayî.

Di workşopê de nûnerên Sendîkayên Parêzerên Azad yên Heleb, Der'a, Homs, Idlib û Hama, komeleyên binçavkiryan û jinên ji zîndanan rizgarbûyî, û tevlî sazî û dezgehên Sûrî yên taybetmend di mijara binçavkirin û bêseruşûnan de.

Rewşa girtiyan di warê belgekirin, vekolîn û ragihandinê û têkiliyên bi sazî û dezgehên navdewletî yên têkildar re hate gotûbêjkirin, û kordînatorê desteyê û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Yasir Al-Ferhan, got ku bi dehan sazî û kesayetiyên mafên mirovan li ser dosyaya girtiyan û kesên wendabûyî dixebitin, lê nebûna kordînasyon û mekanîzmayên yekgirtinê, dibe sedem ku ev hewldan bê encam dimînin.

Wî bal kişand ku ev workşop serkeft di duristkirina tîmeke xebata hevbeş de, ji bo hevkar bin di vê dosya Sûrî ya girîng û aloz de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

27 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Wezîrê darayî û aboriyê yê Hikûmata demkî ya Sûrî, Dr. Abdul-Hakim Al-Misri, civînek ligel rêveberên gumrika giştî û derwazeyên sînorî li deriyê El-Selama lidar xist, û bi wan re karnameya wezaretê û rola derwazeyan ji bo dabînkirina dahatiyên darayî ji hikûmetê re gotûbêj kir.

Dr. Al-Misrî tekezî li ser giringiya pişkinîna otomobîlan bi awayekî hûrbîn kir, da ku têkiliyên baş bi welatên cîran re berdewam bikin, herweha bal kişand li ser serederiya baş digel kesên sivîl yên bi rêya derwezeyên sînorî diçin û tên, û alîkarîxwestina wezaretê ji bo çareserkirina pirsgirêkên rûbirû rêveberiya derwazeyan dibin.

Herweha wî bal kişand li ser girîngiya veberhênana sektora çandiniyê, û piştgirtina cotyaran û vekirina derî ji bo hinardekirina berhem û kelupelên zêdî hewcedariya bazara xwecihî.

Wî diyar kir ku plan û mekanîzmayek heye ji bo saxbîrîkirina rê û cadeyên giştî, bi riya çaksakirina wan bi destê bazirganan, beraber veberhênana wan ji bo demek sînordar, bi çavdêriya encûmenên xwecihî.

Û bal kişand li ser boykotkirina materyalên Îranî û Rusî, û daxwaza qedexekirina derbasbûna bi riya derwazan kir.

Piştre gengeşeyek vekirî çêbû, di nav de hin pêşnîyar hatin pêşkêşkirin ji bo baştirkirina rewşa derwazên sînorî, da sûd ji wan bê wergirtin, û xizmetek baş ji gel re peyda bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

27 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desthilata Sûrî ya demkî birêz Ebdulrehmen Mistefa, civîneke giring li bajarê Xazî Entab ê Tirkî digel nûnerên çend dewletên piştgir û sindoqa perepêdanê ji bo dîsa-avakirina Sûriyê lidar xist, têde pirojeyên ko desthilat dixwaze li herêmên rizgarkirî cîbicî bike gotûbêj kirin.

Civîn ji nûnerên Emrîka û Yekîtiya Ewropî û dewletin din pêk hat, û hemû wezîrên desthilata demkî pilanên karê xwe yên demkurt û yên demdirêj pêşkêş kirin, herweha istiratîciya her wezaretekê bo misogerkirina amancên xwe û beraberiyên ko tên pêşiya karê wan diyar kirin.

Mistefa di civînê de daxwaz kir ko asta hevrêzkarî û hevkariya hevbeş bilind bikin, û tekezî li ser peywendiyên hevtekûzkirinê yên navbera Hevbendiya Niştimanî û Desthilata Demkî û Yekîniya Hevrêzkariyê û Sindoqa Pererpêdanê kir.

Û diyar kir ko desthilata demkî istiratîciyeke kar girt ser milê xwe, têde giringiyê dide dabînkirina pêdiviyên jiyanê û aramiyê ji bo sivîlan li hemû herêmên rizgarkirî, bi amanca ko jiyana xwe bi şîweyekî normal bijîn, piştî çend salên zehmetkêşanê ya rêjîma Esed sedema wê bû.

Û bal kêşand ser ko desthilata demkî dixwaze qonaxa wêraniyê bidawî bike, piştî ko kavilên avahiyan bi tekûzî yan beşekî jê pakij bike, û hêminiya cihan ji hêla ewlehiyê ve dabîn bike, û tekez bibe ko mayûn an bombeyên teqîner di wan de nîn in, û dîsa jêrxanê kara bike, û xizmetên giştî pêk bîne, tako rê li ber derbideran vebe û li cihên xwe vegerin.

Û destnîşan kir ko pêşinde ji misogerkirina ewlehiyê re ye, bi rêka polîsên sivîlî yên bi ser wezareta hindirîn ve , û polîsên leşkerî yên bi ser wezareta berevaniyê ve. Û got ku giring e yasa li ser hemû xaka rizgarkirî cîbicî bibe. Û ji bo misogerkirina dadweriyê divê dadgeh aktîv bibin, bi riya dadweriya serbixwe, bi riya wezareta dadê û desthilata dadweriyê ya encûmena dadweriya bilind çavdêriya wê dike.

Mistefa di civînê de got ku desthilat girigiyê dide aliyekî din yê pêwîst ew jî ew e, bihêle civakên xwecihî bi abûriya xwe rabin , û geşepêdana dahatiyên xwe bikin, û giringiyê bidin pirojeyên berhemdar yên ko berdewamiya dahatiyên xwe bi xwe dabîn dike, ji bo dabînkirina hevtekûzkirin û hevkariyê di navbera civakên xwecihî de.

Û diyar kir ku xurtkirina karînên encûmenên xwecihî pir giring e, di biwarê birêvebirin û misogerkirina pilanên geşepêdana berdewam û xurtkirina pîvanên zelaliya kar, hem rol û beşdarbûna jinê di hemû movikan de û avakirina dezgehên desthilata demkî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

26 September 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, diyar kir ko komîta destûrî ne çareseriya siyasî li Sûriyê ye, lê ew parek ji tevaya pirosesa siyasî ye, û tekez kir ko evro pêşinde ji Idlibê re ye, û dijminkariya rêjîmê û piştgirên wê bête rawestandin.

Ev di civîneke fireh de hat, ya di navbera serokê Hevbendiyê û emîndarê giştî û endamin desteya siyasî evro pêncşemê li bajarê Ezaz li gundewarê Helebê yê bakur, ligel komeke mezin ji serpereştên feyleqa sisêyan ya artêşa niştimanî ji birêveber û leşkeran.

Elebde li ser rewşa siyasî ya dawî axivî û ji hemûyan daxwaz kir ko yek bin û hevkar bin ji bo xweragiriya şoreşgerên Idlibê û rawestandina tawanên berdewam yên cengê derheqê sivîlan, û got: ‘’em bawer in rêjîm herdem dixwaze pabendiyê bi biryar û peymanan neke. ‘’

Bal kêşand ser ko divê li ragehandina damezirandina komîta destûrî bête nerîn ko ew parek ji pirosesa siyasî ye, û got : Em bi hêvî ne ko biryara 2254ê bi tekûzî cîbicî bibe, ko desteyeke desthilatdariya veguhêz çêbibe û destûreke nû bête danîn û di pey re hilbijartinên pak bi çavdêriya Netewên Yekgirtî çêbibin û bendên mirovî cîbicî bibin û girtî bêne berdan û alîkarî ji kesên pêdiviya wan pê heye re bête pêşkêşkirin.

Her weha Elebde tekez kir ko istiratîciya Hevbendiya Niştimanî ew e, kar bi hemû hêzên şoreşê û dezgehên wê re bike, û got ku ev istiratîcî ji desthilatiyeke têgihiştî bi rêya desthilata Sûrî ya demkî pêk were, ko karibe baştirîn xizmetan ji niştecihan re pêşkêş bike, û damezirandina artêşeke niştimanî ya karibe hemû herêmên rizgarkirî biparêze û ewlehiyê û hêminiyê peyda bike.

Û amaje bi giringiya destpêkirina amadekirina hilbijartinên azad li herêmên rizgarkirî kir, û dibîne ku serkeftina van hilbijartinan dê rewabûnê bide hêzên şoreşê, bervajî gotina rêjîma tawankar ya ko bi zordarî desthilatdariyê li welat dike.

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulbasit Ebdulletîf tekezî li ser giringiya pêkanîna ewlehiyê li herêmên rizgarkirî û nehêlana dijminê şoreşê ên ewlehiyê têk didin kir, û got: kar li herêmên rizgarkirî hêviyê li rex hemû Sûriyan di pêşkêşkirina nimûneyeke birêveberiya baş çêdike.

Piştî wê gotûbêjek li ser pilanên desthilata Sûrî ya demkî û bi taybetî wezareta berevaniyê çêbû, hem derbarê paşeroja pirosesa siyasî û amancên miletê Sûrî, û serokê Hevbendiyê bersivên pirsan da.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 7
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: September 2019