Doh roja yekşembê, ji encama operasiyonên rêjîmê û milîtanên hizbulaha tirorist yên berdewam li şeş parêzgehên Sûriyê 9 kes hatine kuştin û bidehan birîndar bûne.
Li gora serjimareke rojane ko Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî amade dike, hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî di roja 38an de bêtir ji 30 caran Agirbest binpê kiriye, û piraniya wê li bajarokên Xûta Şamê bûn, û rasterast li ser taxên niştecihan bûn, bi hewildaneke ko dorpêçê li ser sivîlan asêtir bikin.
Malperin yên hewedariya rêjîmê dikin wêneyên hindek alavên leşkerî yên rêjîmê ko berê xwe dane Xûta Şamê ya rojhilat belav kirine. Her weha çalakvanan diyar kirine ko hêzên rêjîmê û milîtanên digel wan xwe ji êrîşeke leşkerî re amade dikin, bi amanca ko operasiyoneke koçberkirina nû li bajarokên Xûta Şamê çêbikin.
Çalakvanin gundewarê Şamê gotin ku firokên cengê yên hêzên rêjîmê bajarê Heresta û Erbîn û derdorê bajarê Dûma û bajarokê Hizirma li gundewarê Şamê bi çend êrîşan amanc kirine. Her weha Aniyên bajarokên Hoş Nesrî û Hoş Elzewahire li Xûta Şamê bombebaran kirine, bi hewildanên pêşveçûnê û şoreşger li himber wan rawestiyan, û firokên hilîkopter çend bermîlên teqîner bi ser bajarokê Muxîr Elmîr li gundewarê rojava de berdane.
Çalakvanan tekez kirine ko firokên cengê yên hêzên rêjîmê bi şeşarên giran herêmên Erûm Elkubra û Elraşidîn û Xan El´esel û bajarê Endinan li gundewarê Helebê amanc kirine. Her weha firokên hilîkopter bajarê Kefer Zîta û herdu bajarokên Erbîn û Hesraya û derdorê bajarê Morik li gundewarê Hemayê amanc kirine, û bombebarana topê giha bajarokê Tildew û Kefer Laha li herêma Elholê û bajarokê Elxinto li gundewarê Humsê.
Û xelkên Wadî Bereda ketin ber operasiyona koçberkirina kotekî bi destê hêzên rêjîmê û milîtanên mezhebperet yên Îran piştgiriya wan dike, û hiştin ko bi kotekî xaka xwe berdin û ber bi bajarê Idlib ve biçin, piştî ko ew bêtir ji mehekê dorpêç kirin û operasiyoneke leşkerî li dijî wan pêk anîn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî