01 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê hevbeş yê Komîteya Destûrê ya Sûrî, Hadî Albahra, û endamên komîta berfireh û ya biçûkkirî di workşopekê de li Iyaleta Entabê ya Turkiyê beşdar bûn, û workşop li ser dengê civaka sivîl di destûrê de ji hêla "komîteya piştgriya aramiyê" û nûnerên desteya danûstandinan a Sûrî di komîteya Destûrê de hat birêvebirin.

Û nûnerên civatên xwecihî û endamên Encûmanên xwecihî û çalakvanên deverên rizgarkirî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade di Komxebatê de bûn, her weha nûnerên ji dewlet û saziyên Emerîka, Franca, Tirkiye, Polonya, Almanya, Hollanda, Kanada, Yekîtiya Ewropî û nûnerê siyasî yê ofîsa Neteweyên Yekbûyî jî beşdar bûn.

Û Komxebat di destpêkê de li se bobelata mirovahî li Idlibê axifî, û behsa operasyonên derbiderbûna ji encama bombebarana ji hêla rêjîma Esed û Rûsiy ve li ser deverê hat kirin.

Û beşdaran siyaseta rêjîmê û Rûsya jibo valakirina gund û bajarok û bajaran ji xelkê wê bi bikaranîna stratejiya erda şewitandî, û bandora wê li ser karê Komîteya Destûrî û tevaya prosesa siyasî gengeşe kirin.

û Hadî Albahra nerazîbûna xwe li hember lawaziya bersiva navdewletî ya ku bi erkê xwe ranabe derbarê zexta siyasî ya cidî daku agirbest were cîbicîkirinanî û parastina sivîlan anî ziman, û li ser valahiya mezin di peydakirina arîkarî û hewcedariyên mirovahî yên girîng ji bo derbideran axifîn.

Û beşdaran astengiyên qonaxa niha û dawîtirîn pêşveçûnên pirosesa siyasî û cî û rola komîteya destûrê ya Sûrî berçav kirin, û Elbahra nirîna xwe li ser pêşveçûnên herî dawîn ên siyasî û hevdîtinên vê dawiyê yên ku desteya danûstandinê li Londonê berî çend rojan tê de beşda bûya û civîna komdewletên biçûk derbarê Sûriyê û çi di navberê de qewimîye pêşkêş kir, her weha encama sardana şanderê navdewletî Cîr Bîdirson bo Rûsiya û şamê hate nirxandin.

Û Albahrah tekezî li ser rola girîng a civaka xwecihî di pêşkêşkirin û piştgirî û alîkariyê jibo derbider û koçberan kir, her wiha rola wê di pirosesa destûrî de, nemaze di qonaxên gengeşekirinên li ser reşbeleka destûrê de, û girîngiya beşdariya civaka xwecihî di çêkirina madeyên destûrê de, û dît ku ew beşakî serkeye di serkeftina xebata komîteyê de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

31 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevserokê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Elbehra, û herdû endamên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ehmed Şhadê û Necîb Rehmûn, serdana bajarê Izazê yê gundewarê Helebê kirin, ji bo şopandina rewşa derbider û koçberan û naskirina hewcedariyên wan ên sereke.

Û sedana encumanên xwecihî yên bajêr û dezgehên xêrxwaziyê û çalakvaniyên sivîl û yên şoreşgerî kirin, û bi wan re rewşa derbider û koçberan û çawaniya pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û yên hewarçûnê û keresteyên sereke yên ku gereke di spetên alîkariyê de hebin gengeşe kirin.

Û li ser giringtirîn hewcedarî û kêmasiyên derbider û koçberan rawestiyan, herweha behsa amadekariyên ji bo pêşwaziya hejmarin mezin ji derbideran di dema berdewamiya bobelata mirovahî ji encama operasyona leşkerî ya ku rijêm û Rûsiya serpereştiya wê dikin, dijî Idlib û gundewarê başûr - rojavayê Helebê.

Û Hevserokê Komîteya Destûrî, endamên encumana xwecihî û nûnerên dezgehên xêrxwazî û çalakvaniyên şoreşger bi pêvajoya danûstandinên navdewletî yên bo rawestandina helmeta leşkerî li ser Idlibê agahdar kirin, û tekezî li ser wê yekê kir ku tiştê li Idlibê dibe ji ber bêkêriya navdewletî ye”.

Û şiroveyek li ser prosesên têkiliyan yên berdewam bi civaka navdewletî re da wan pêşberî berpirsyariyên wan ên qanûnî bikin, ji bo cîbicîkirina agirbestê û parastina sivîlan û vegera li prosesa siyasî ji bo cîbecîkirina biryara 2254, pêşkêş kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

30 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Ebdulbasit Ebdulletîf, nameyek arasteyî tevaya sûriyan û birayên ereb û misilmanan û hemû dewletên dost kir, û daxwaza alîkariya xelkên di vê derdeseriya berdewam di demsala zivistanî de kir, ku zêdetir ji milyonek kes derbider bûne ji encama operasyonên leşkerî yên bi serpereştiya rijêma Esed û Rûsyê li bakurê Sûriyê.

Û di riya hevdîtineke taybet li gel ajansa “Zeytûn a Ragihandinê” re, ji civaka navdewletî re got ku êdî nayê pejirandin hûn “li bobelata me temaşe bikin, ji ber dinya dizîvire, û ev dijminkarî dijî tevaya mirovahiyê ye, an hûnê vê hovîtiyê rawestînin, anjî dê hemû li pey hev tê de bifetisin”.

Û weha berdewam kir: “ Gelek astengî dikevin pêşiya pêkanîna armancên me de, û mezintirîn astengî ew e ku ti rêgirê exlaqî û nejî yasayî li pêşiya rijêmê tune ne”.

Û Abdullatîf di hevîtinê de amaje kir ku “ civaka navdewletî vehêsayî ye, û VETOya rûsî dike behane û bi berpirsyariyên xwe ranabe, û hevalên gelê Sûriyê jî nayên dîtin, an jî destwerdana wan di çarçoveya bercewendiyên teng de tên, di dema ku hevalbendên rijêma stemkar birastî alîkariya wê dikin”.

Û Abdullatîf got ku “Hevbendî û tevaya gelê Sûriyê ji destpêkê de sizakirî ye, dema ku piştgiriya mafên vî gelî nabe, û tewanbar nayên dadgehkirin, ti helwestên din wê bênirx bin, û bi taybetî dema rêvebirina kirîzê tê kirin bêyî rûbirûbûna koka wê û sedemên wê yên bingehîn bibe, û herî kêm ji civaka navdewletî tê xwestin ku biryar û sozên xwe bicî bîne, û bi rola xwe di çareseriya bingehîn de rabe”.

Û tekezî li ser berdewamiya Hevbendiyê “ di peywendiyan li gel şander û balyozan de û bestina têkiliyên yekser û berdewam li gel wan dewletan kir, û ew pabendî û piştgiriya xwe didin xwiyakirin, lê li ser asta piratîk û siyasî û meydanî, rewş ne wisa ye”.

Û got ku “ ta bi bexşanên piçûk jî yên tên û radiwestin, pir kêm in, û tiştê ku di li ser xakê tê xwestin pir ji wan mezintir e, lewra em helwestên xwe li ser berdewamî yan rawestana wan ava nakin, û rênimaya me bercewendiya gelê me û şoreşa me ye”.

Û emîndarê giştî tekezî li ser rewşa Hevbendiyê ji aliyê navdewletî ve û bandora civaka navdewletî li ser dosya Sûriyê kir û got: “ Hevbendiya Niştimanî nûnerê rewa yê gelê Sûriyê ye, erkê wê berevaniya di ber mafên gelê Sûriyê û hîvî û armancên wî û şoreşa wî de ye, û ew berdewam e di karê xwe de ji bo pêkanîna hêviyên sûriyan, ên ku di riya şoreşa xwe ya dijî stemkariyê re anîn ziman”.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

30 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya heftane lidar xist, û tê de bal kişand ser rewşa Idlib û helwesta civaka navdewletî ya ne cihê hêviyê û qelsiya wê di pêkanîna erkê xwe de derbarê agirbestê û parastina sivîlan.

Û Beşdarên civîna ku bi serpereştiya Serokê Hevbendiya Niştimanî, Anas alabda, li rapora meydanî û leşkerî guhdar kirin, û civîngeran behsa tawanên cengê yên rêjîmê û Rusya li Meeret alnuman, Idlib û gundewarê başûrê rojavayê Helebê kirin, her weha rewşa derbider û koçberan û pêdviyên wan ên mirovahî yên herî pêwîst gengeşe kirin.

Û Endaman li ser serdana nûnerê navdewletî yê taybet bi Sûrîyê, Ger Pederson, bo Mosko û Şamê axivîn, her weha behsa şiroveya cîgirê nûnerê navdewletî, Khawla Matar, li pêş Encûmana Ewlekarî û amadekariyên ji bo sêyemîn komîteya destûrî ya Sûrî kirin.

Û Endamên desteya siyasî , encamên civînên Giropa Dewletan ya Biçûkkrî li ser Sûriyê li Londonê berçav kirin, ya ku tê de tekezî li ser domandina dorpêçkirina rejîmê û tenêhiştina wê ji aliyê siyasî de kirin, û nehêlana normalkirina têkiliyan bi rêjîmê re nirxandin, her weha tekezî li ser nehêlana beşdarbûna rêjîmê di nûavakirinê de heyanî pirosesa veguhestina siyasî ya birastî dest pê bike.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî encamên civîna Hevbendiyê bi nûner û dîplometan re pêşkêş kirin, û Hevbendiyê daxwaza rawestandina tewanên cengê yên rêjîmê ji civaka navdewletî kir, her weha rabûna civaka navdewletî bi erkê xwe di riya Encûmana Ewlekaroyê re, û tekezî li ser dabînkirina parastina sivîlan kir.

Ji aliyekî din ve, Desteya siyasî pêşwazî li Mehmûd Othman kir, ciwanê ku hefteya borî jineke Tirk li îyaleta "Alazig"ê, ya ku jiber erdhejê dibin wêraniyên xaniyê xwe de mabû rizgar kiribû, û xelata rûmet û şahnaziyê danê ji ber wêrekiya wî, û dît ku ew xort wek senbolekê ye û divê hemû penaberên Sûrî li dewletên ku lê dijîn bidin ser şopa wî di vî warî de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

30 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Xanima bi navê Muna, yek ji jinên ku ji girtîgehên rêjîma Esed rizgar bûne ye, dîdevaniya xwe di civîna Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî de, ya digel şander û dîplomatên welatên çalak û xwedîbandor di doseya Sûriyê de û di serî de Emerîka û Yekîtiya Ewropî pêşkêş kir.

Û wê binpêkirinên herî xerab ên hêzên rêjîma Esed û endamên hêzên ewlekariyê dermafê girtiyan aşkere kirin, bi taybetî dermafê jinan, û diyar kir ku ew rastî êşkenceya herî dijwar hatiye.

Û wê behsa kêfxweşbûna efser û endamên ewlekariya rejîmê bi kuştina zarokekî û jinekê kir, û got ku wê bi guhên xwe bihîst ku efserekî rêjîmê piştî mirina zarokekî dibêje"rakin fetisiye".

Û serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan, Yasêr Alfarhan,tekez kir ku rêjîm di helmeta girtin û îşkencekirin û kuştinê de berdewam e, û bal kişan ku di dema ku Muna ji mirinê hatiya rizgarkirin, di heman demê de bi hezaran jin û zarokên winda û girtî hene, û di bin xeternakiya kuştinê ji aliyê "Holokosta Esed" de ne.

Û bal kişand ser giringiya ku doseya girtiyan zindî û amade be di hemû gengeşe û konfiransên têkildar bi mafê mironan de, û bang da civaka navdewletî ji bo gavên cidî bavêjin û girtiyên mane werin rizgarkirin.

Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku di civîna dahatî ya Encûmana Mafê Mirovan de, giringiyê bidin doseya girtiyan li Sûriyê, da ku biryarekê ji Encûmana Ewlekarî derbarê girtiyan derîne, û kar bibe ji bo eşkerekirina hemî kiryarên di zindanên rêjîmê de dijî girtiyan dibin.

Û cext li ser karê desteyê bi aliyên çalak re jibo parastina mafê qurbaniyan û berpirsiyariya tawanên cengê kir, û pêşniyara stratejiyeke qanûnî bike da bûyerên wendakirina kotekî û îşkencekirin û kuştinê di pêşeroja Sûriyê de bidawî bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

29 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya danûstandinên Sûrî, Dr. Nesir Alherîrî, û serokê hevbeş yê Komîteya Destûrî, Hadî Albahra, duh li Londonê bi nûnerên welatên endamên koma biçûk ya têkildarî doza Sûrîyê re civiyan, û bi hev re li ser dawîtirîn pêşveçûnên meydanî yên girêdayî tewanîn cengê yên ku rêjîma Esed û sponserên wê pêk tînin axivîn, û behsa bandora wê li ser pirosesa siyasî bi temamî û nemaze karûbarê Komîteya Destûrî kirin.

Û Elharîrî tekez kir ku, rejîm û Rûsya û milîsên îranî pabendiyê bi biryarên navdewletî nakin, û di pêkanîna tewanên dermafê sivîlan de berdewam in, û dît ku tiştê li Meeret Alnuhman dibe nayên wesifdan, û got ku gelê wî bajarî dijî rêxistina Daişê û Alqaîdê şer kirin, û bi şoreşê pabend bûn, û pirensîpê wê parastin.

Herweha got ku axaftina li ser redkirina Rûsiya û rejîmê ji çareseriya siyasî re nema wek texmîkê ye, lê bûye rastiyek û em îro tê de dijîn.

Û Hadî Albahra diyar kir ku berpirsiyarî li ser milê civaka navdewletî ye, ya ku sist bûye di hilgirtina berpirsyariyên xwe yên qanûnî de, û di serî de parastina sivîlan, û di axaftina xwe de bal kişand ser bobelata mirovahî ya ku ji encama operasiyonên leşkerî yên ku ji hêla rejîmê û Rûsya ve li dijî sivîlan pêk hatine, û daxwaza zêdekirina alîkariyên mirovahî kir, û got ku divê dest bi bangawaziyek mirovahî bibe, bo dabînkirina madeyên sereke ji bo derbiderên ku jimara wan bûye bisedhezaran.

Û tekez kir ku divê hemû gavên girîng bêtin avêtin ji bo cîbcîkirina agirbestê, û vegera ser rêça siyasî ji bo ku bigihêjin çareseriyekê di riya pêkanîna tevaya biryarên navdewletî, û di serî de biryara 2254 e.

Herweha Dr. Nasr Alhariri û birêz Hadi albahra berî Civînê hevdîtinek digel wezîrê karên Rojhilata Navîn Andrew Morrison re kiribûn, û pê re rewşa xeternak li Idlib gotûbêj kiribûn, û dxwaza sepandina fişaran jibo cîbicîkirina agirbestê û parastina sivîlan kirin, herweha zêdekirina alîkariyên mirovahî bo koçberan.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

29 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek ligel nûner û diplomatên welatên çalak û xwedîbandor di dosyeya Sûrî de û di serî de Emrîka û Yekîtiya Ewropî lidar xist, da ku bobelata mirovahî li Idlibê û tewanên cengê yên ku rêjîma Esed û Rûsiya li bakurê welêt pêktînin bi wan re gengeşe bikin.

Û civîn bi serokatiya serokê Hevbendiya Niştimanî, Anas Alabda, û beşdariya serokê komîteya danûstandinên Sûrî, Dr. Nesir Elherîrî, û hevserokê Komîteya Destûrî Hadî albahra, û serokê hikûmeta Sûrî ya demkî Abd alrahman Mistefa, herweha hejmarek ji kordînatorên ofîs û dezgehên Hevbendiya Niştimanî, lidar ket.

Û serokê hevbendiyê Anes Elebde, behsa hêrsa mezin ya gelê sûriyê û nerazîbûna wî ji şêweyê danûstandina welatên dost û yên bira bi rewşa Idlibê re ji dîplomatan re kir, nemaze ku ew herêm li gor lihevkirinên navdewletî wekî herêmeke kêmkirina şer hatibû destnîşankirin.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku tiştê ku li ldlibê diqewime “ji ber qelsiya navneteweyî ye çimkê civaka navdewletî berpirsyar e di ber bicîhanîna biryarên navdewletî û parastina sivîlan de.”

Û got ku bêdengiya civaka navdewletî hember tiştê ku li Idlibê dibe, dê bandora xwe ya neyînî li pêvajoya siyasî hebe, û got ku "Rûsya dihêle rejima Esed bêtir dûrî maseya danûstandinan bibe."

Ji aliyê xwe ve serokê hikûmeta demkî ya Sûrî, pêşkeftinên karê hikûmetê diyar kirin, û raporek tê de behsa projeyên xizmetguzariyê yên ku di demên borî de hatine pêkanîn û pêşxistina saziyên xizmetguzariyê, herweha xurtkirina ewlehî û aramiyê li deverên rizgarbûyî pêşkêş kir,.

Û civînê bal kişand ser qanûna Qeyser , ya ku berî demekê ji aliyê Waşintonê ve hat pejirandin, û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku divê ew yasa di zûtirîn dem de were cîbicîkirin, û dît ku rewşa navdewletî ji bo pêkanîna yasayê alîkar e, da hîn bêtir xwîna sûriyan neyê rijandin, û fişarê bidin ser rejîma Esed ji bo dest bi proseya siyasî bike.

Û civîngeran krîza aborî ya ji ber têkçûna leyreya Sûrî, û kêmbûna nirxê wê li hember dolarê Amerîkî, nîqaş kirin, û tekez kirin ku rejîm berpirsê sereke yê hilweşîna dîrokî ya lîra Sûrî ye, ji ber siyasetên wê yên xerab û xerckirina diravên welat di operasyonên leşkerî li dijî sivîlan de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

28 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

 

Komîta Sûrî-Tirkî ya Hevbeş ya jibo şopandina karûbarê sûriyên penaber li Tirkiyê, workşopek lidar xist, têde mijarên girêdayî koçberiya di riya deryayê re ber bi Uropa de, bi amadebûna hejmarek ji xwedan ezmûn û mirovên kesên wenda bûne, gengeşe kirin.

 

Û hejmarek ji endamên Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş û rêxistinên xwecihî û navdewletî û hejmarek ji dezgehên ragihandinê yên sûrî yên xwecihî beşdar bûn. Û nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û endamê Komîteyê Nezîr Hekîm got: “Ewên di avan de fetisî ne , ne tenê hejmar in”, û deriyê gengeşeyê vebû, jibo zanîna sedmên wê koçberiyê ji kesên xwedî ezmûn, jibo pêşkêşkirina pêşinyaran, da di riya wan re bighên çareseriyên alîkariya sûriyan di arambûnê de bikin, û paş re ew pêşinyar ji kesên xwedanbiryar re bên pêşkêşkirin.

 

Paş re ew kesên pispor behsa sedemên ku xelk neçar bibin da malbatên xwe bavêjin daryayê kirin, û diyar kirin ku yek ji mezintirîn sedeman dijwariya bidestxistina belgeyên kesayetî ye, ya ku dibe astengiyek bingehîn li pêşiya aramiya wan, wek çesipandina cihê niştecîbûnê an bidestxistina kar an jî qeydkirina zarokan di dibistanan de.

 

Û komîteyê hişyariyek belav kiriye, têde xeternakiya siwarbûna “qeyikên mirinê”, nemaze di van demên demsala zivistanê, ya ku tê de asta ava deryayê bilind dibe û pir metirsîdar e diyar kir, û tekezî li ser giringiya sûdwergirtina ji xizmetguzariyên ku komîteya Sûrî-Tirkî û dezgehên navdewletî pêşkêş dikin kir, da jiyana wan aram bibe û parastî bin ji aliyê yasayî ve .

 

Her weha workşopê kaxezeke kar derxist, têde behsa xalên ku divê bên berçavkirin jibo nihiştina metirsiyan û kêmkirina astengiyên ku sûsî rastî wan tên li Tirkyê û dewletên derdorê, herweha avakirina toreke peywendiyan di navbera sûriyan û cihên biryaran de, yên kar ji bo xizmeta wan dikin.

 

Û ev workşop beşek ji pirogramekî tekûz e , yê ku Komîteya Sûrî Tirkî ya Hevbeş dest pê kiriye, jibo girêdana sûriyên li Tirkyê bi sazî û dezgehên tirkî û navdewletî re, yên ku pirojeyên aramkirina sûriyan pêk tînin û alîkariya wan jibo çareserkirina arîşeyên wan dikin.

 

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

27 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Koîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel kadroyên werzişî yên sûrî Ii ofîsa Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî li iyaleta Entakya li dar xist.

Ew kar wek beşekî ji istratîcî û pilana karê Komîteyê hat, û di civînê de bizavên komîteyê jibo pêşxistin û berfirehkirina karê werzişî, û besendkirina yaneyan û lidarxistina çalakiyên werzişî, her weha korsên jibo amadekirin rahêner û hekeman û rêxistinkirina karên yaneyan û kontrokirina bêserûberiyê, bi beşdaran re gengeşe kirin.

Û civîngeran tekezî li ser hevkarî û hevbeşiya kar kirin, nemaze derbarê saziyên werzişa Sûrî li Tirkiyê, û çalakiyên werzişê li herêmên azad, herweha behsa rêxistinkirina karê tevaya yaneyên sûrî kirin.

Û beşdaran li ser damezirandina pêşbirkekê bo tîmên fotbola sûrî yên li Tirkyê bi hevkariya li gel fedrasyona tirkî ya fotboê, û lidarxistina çalakiyên werzişî yên din.

Û nûnerê Hevbendiya Niştimanî li iyaleta Entakyê, birêz Ednan Elşixrî, bal kişand ser ku yekrêzî tê wateya destpêkirina durst jibo bicîkirina armanca ku em tev dixwzin bigihênê, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û ofîsa wê li Entakyayê dê di xizmeta gênc û werzişvanan û tevaya çalakiyan de bin.

Û emîndarê giştî yê Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî , Ehmed Cemîl Elelî, bal kişand ser ku karê sereke yê komîteyê di vê demê de jibo yekkieina tevaya karînan e, û karkirina jib o çakkirina ewşa rêxistinî û rêveberî ye, jib o pêşxistina karê komîteyê ta bighînin asta lidaexistina çalakiyan di hemû lîstikan de.

Û ji hêla xwe ve, sekreterê rêxstinê di komîteyê de, birêz Mihemed Eltahir Qurunful, tekez kir ku ew çaksaziyên vê dawiyê di warê werzişê de çêdibin, bi taybetî yên jibo pevgirêdana ofîsên komîteyê, jibo destpêkirineke durust ya di hemî waran de ye.

Û her yek ji kapten Muhened Xettar , rahênerê navdewetî yê voleybolê û endamê Bijartiyên Sûrî yê volîbolê, û kapten Zekeriya Nebhan , rahênerê navdewletî yê masa tenesê, tekez kirin li ser giringiya yekrêzî û hilbijartina kadroyên çalak li ofîsa Entakyayê, û bal kişandin ser pêwîstiya berfirehkirina lîsteya lîstikan û giringîpêdana wan jibo bilezkirina berhevkirina komîteyan û lidarxistina korsên rahênanê û yên hekeman û yên rêxstinkirinê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştimanî ta Sûrî

27 January 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Dr.Meram Elşêx, ragihand ku wezaret amade ye jibo dîtin û destnîşankirina çi kesê bi nexweşiya “enfiluansayê” ketibe li herêmên azad , bi riya programa Tora Hişyarîdana Zû , û bi rengekî tekez red kir ku ti nexweşên bi enfilunasa berazan an ya balindeyan yan jî ya korona hebe.

Û wezîr zelal kir ku ew herdû nexweşên li bajarên Marih û Babê yên gundewarê Helebê mirine, bi sedema virosên enfluansa werzî bûn, ya ku her sal bi rengekî normal di demsalên zivstan û payîzê de çêdibin, yên ku bi nexweşyên din re tên wek “şewb” û “ girîpê”.

Û got ku tişta çêbû, “ nayê wê wateyê ku her kesê ji ber kulbûna pişê jiyana xwe ji dest bide, ji ber virosa enfluwensayê , ku ew viros ya enfluwensa berazan yan ya balindeyen an ya korona be, wek tê gotin”, û bal kişand ser ku sala bûrî sê kes li gundewarê Helebê ji ber “enfilwensa demsalî” jiyana xwe jidest dan.

Û got ku tiştek ku mirov jê bitirse û dilê mirov jê ne aram be tune ye, û ti nexweşiyên vegir li deverên azad tune ne, û diyar kir ku dê di demke nêz de encamên raporên derbarê kesên mirine derkevin, û wezareta tenduristiyê sedemên rastyeqîn ên mirinê eşkere bike û biweşîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştimanî ta Sûrî

Page 1 of 5
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: January 2020