29 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, di daxwiyaniyeke xwe de duh got ku, Pêşhat û bûyerên vê dawiyê dibin, dihêlin ku erkê her Sûriyekî li Tirkiyê dijî be, aramî û hêminiyê di civakê de belav bike, û rewşa ku dever tê re derbas dibe li ber çav bigre.

Û Hevbendiya Niştimanî dît ku, divê çanda lêbûrînê û azadîyê û ewlehiyê ya ku li Tirkiyê heye were parastin, û got ku em wê hêviyê ji tevaya Sûriyên li Tirkiyê dijîn dikin.

 Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser pêwîstiya redkirina hewildanên ku rewşa niha derfet ji xwe re dibîne, ji bo xerabkirina aramiyê, û çandina nakokiyan di nav gelê Sûriyê û Tirkiyê de, di demekê de ku em pir hewcedarî hev in.

Û Hevbendiya Niştimanî  tekez kir ku Berdewamiya rawestana gelê Tirkiyê û yê Sûriyê li kêleka hev, û nehêlana her hewildaneke çandina nakokiyan, berpirsyariyeke giştî ye, û got ku divê em tev jê re kar bikin, û aramî û hêminiyê dabîn bikin, ji bo berdewamiya yekîtiya herdû gelen.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî


29 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku Rijêma Esed bûye metirsiyek ji Tirkiyê û tevaya deverê re, bi heman asta metirsiya wê ji Sûriyê re.

Û hevbendiya niştimanî  di daxwiyaniyeke xwe de cext kir ku herdû artêş, Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Artêşa Tirkî, dijî heman dijminî şer dikin, ji bo parastina Sûriya û Tirkiyê û gelên wan, û got ku  xwîna şehîdên artêşa Tirkiyê yên leheng, xwîna me ye, şîna wan ya me ye, û ew xwîn bi erzanî nayê berdan.

Û hevbendiya niştimanî bal kişand ku vê rijêma tirsonek dê ev tewankariya xwe ya doh pêk neanîba; eger Rûsiya destûr nedabayê û pişta wê negirtiba, Rûsiya ku binpêkirina soz û peymanan bûye rewişta wê, û ti rê ji bilî bikaranîna hêzê; ji rawestandina tewanên rijêmê re tune ye.

Û Hevbendiya Niştimanî, sersaxiya gelê Tirkiyê yê bira û malbatên leheng û şehîdên artêşa Tirkiyê yên doh li gundewarê Idlibê ji encama êrîşa kirêt ya rijêma Esed a tewankar û sopnserên wê yê rûsî jiyana xwe jidest dane kir.

Û Hevbendiya niştimanî daxwaz ji cîhana azad bi tevaya dewlet û saziyên wê ve tevlî hevpeymana NATO kir, ku devereke dijfirînê li bakurê Sûriyê ava bikin, û li kêleka Artêşa Niştimanî ya Sûrî û artêşa Tirkiyê rawestin, û piştgiriyeke rastyeqîn bidin wan, da karibin rijandina xwîna sivîlan rawestînin, û penaber vegerin malên xwe, û aştî li deverê peyda bibe, û dever dûrî sînaryoyên ku heye bobelatan bînin bibe.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

 

28 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-Ebde, îro înê, gelek pêwendî bi aliyên Sûrî û Tirkî re kirin, bo şêwir û hevrêziya helwestan derbarê rûdanên ku gur dibin, û tewanên rêjîm û hevalbendên wê li Idlibê dikin.

Û El-Ebde tekezî li ser mafê Tirkiyê yê bersvdana rêjîma Esed li ser tewanên wê kir, û ji civaka navdewletî xwest ku li kêleka Tirkiyê raweste û piştgiriyê bidinê di cenga wê ya dijî terora Esed û Rûsiya û Iranê de.

Û Serokê Hevbendiyê, tekez kir ku herdû gelên Sûriyê û Tirkiyê îro li eniyekê radiwestin, di cenga hevbeş dijî dijminekî hevvbeş, û daxwaza hevgirtin û Hevkarîyê ji bo parastina herdû miletên bira kir.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

27 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya rolane li dar xist, û endamên desteyê pêşdeçûnên rewşa meydanî li Idlibê û vegerandina Artêşa Niştimanî ya Sûrî ji hejmareke dever re û qewtandina hêzên rêjîmê ji wan gengeşe kirin.

Û Ofîsa Pewendiyên Warê Leşkerî dawîtirîn pêdaçûnên leşkerî diyar kirin, û qehremaniya endamêd Artêşa Niştimanî ya Sûrî, û giyanê wan ê şervaniyê û bihêzbûna moralên wan bilind nirxandin, û tekez  kirin ku serkeftinên ku ew pêktînin dê bandorê li terazûyên leşkerî bike, û bihîle ku Rûsiya neçarî vegera ser masa danûstandinê bibe.

Û hevrêzkarên rêveberî û komîteyan raporên xebata xwe pêşkêş kirin, û encamên hevdîtin û beşdariyên vê dawiyê yên ku armanca jê ew e, civaka navdewletî bizavê ji bo parastina sivîlan li bakurê rojavayê Sûriye bike, da rewş bigihîje agirbestek berfireh, û piştgiriya mirovahî û alîkariya ji bo derbider û koçberan zêde bike.

Û Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhekîm Beşar, li ser civîna Encûmena Niştimanî ya Kurd bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re Çawîş Oxlo axivî, û tekezî li ser rola Tirkiyê di piştevaniya Sûriyê de kir, û behsa giringiya pêşxistina pêwendiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd bi Tirkiyê re kir.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

27 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li Cinêvê, zincîrek ji hevdîtinan li kêleka gera 43yemîn a Encûmana Mafên Mirovan pêk anî, û bi şandên herdemî yên Emerîka û Yekîtiya Ewropa û Keneda re li Cinêvê civiya, û bal kişand ser rewşa metirsîdar li Idlibê, nemaze mijara pêlên derbideriyê yên mezin yên ku tu carî ji sala 2011an de bi vî rengî neqewimîye.

Û şanda Hevbendiyê dawîtirîn rewşa pêşhatên pirosesa siyasî û astengiyên di riya berdewamiya wê de disekinin şirove kir, û bi taybetî karê Komîteya Destûrî ya Sûrî.

Û şand li ser berdewamiya operasyonên bombebaranê yên ji aliyê Rûsiya û rêjîmê ve li ser parêzgeha Idlib û gundewarê başûrê rojavayê Helebê axivî, û bal kişand ku ew operasyon di pileya yekemîn de sivîlan armanc dikin, nemaze senterên jîndariyê yên ku sivîl sûdê jê werdigrin, wek xanî, bazar, dibistan, perestgehên olî û avahiyên bijîşkî.

Û şandê şiroveyek derbarê nexşeya derbideriyê û hewcedariyên mezin pêşkêş kir, û daxwaza pêkêşkirina alîkariyan û zêdekirina barhigirên hawarçûnên mirovahî yên ji aliyê Netwên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî yên rojane di riya deriyên sînorî re kir, û dît ku ew têra hewcedariyên derbider û penaberan nakin.

Û hişyarî da derbarê polîtîkkirina rêjîma Esed ji arîkariyên mirovahî re, û nehêlana wê ji gihandina wan re, û bal kişand ser girîngiya kêmkirina xercikirina pereyan li ser aliyên navgîn ên gihandina alîkariyan.

Û şanda Hevbendiya Niştimanî daxwaza tevgereke navdewletî ya rastî ji tevaya şanderan kir, ji bo dabînkirina deverek aram ji sivîlan re, û behsa girîngiya karkirinê bo çareseriya pirsgirêkê ji kok de kir, di riya pirosesa siyasî ya giştî û cîbicîkirina biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254, û di nav de daxiyaniya Cinêvê û pêkanîna veguhastina siasî bi temamî.

Û şandê hevrêzkirin û hevkarîya kar xwest ji bo ku çareyê ji vegerandina pirosesa sîyasî re bibînin, û destpêkirina pirosesa destûrê û vekirina rîyên din ên di biryara 2254 de hatine.

Û di navbera hevdîtinan de, şanda Hevbendiyê tekez kir ku sûdmenda herî mezin ji berdewamiya Esed Îran e, û daxwaza sepandina fişaran li ser Rûsya kir, da agirbest bicî bibe û Sivîl rizgar bibin.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

 

27 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek bi şanda pirograma Emrîkî ya piştgirya Sûriyê (Start) ya bi ser wezareta derva ya Emrîkî ve re li dar xist, û pê re rewşa metirsîdar ya Idlibê û berdewamiya Rûsiya di tewanên cengê de dermafê sivîlan gengeşe kirin, û tekezî li ser girîngiya çalakkirina yasaya mafê parastina sivîlan ya di biryarên navnetewî de hatiye kir.

ji aliyî xwe ve şanda Emrîkî got ku dijminkariya hovane ya Esed bi piştgiriya Rûsiya dibe, û jiyana bimilyonan welatî yên zarok û jin jî di nav de hene dike xeternakiyê.

Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rola Emrîka di rawestandina Rûsiya de kir, herweha girîngiya ku zextê li ser Rûsiya bike da helmetên leşkerî li bakurê rojavayê Sûriyê rawestîne, û bal kişand ser girîngiya bizavê di hundir Netwên Yekbûyî de ji bo ku Rûsiya wek aliyekî sereke di kêşeya Sûriyê de were naskirin, û nehêlin Rûsiya deng bide derbarê pirojeyên Encûmana Ewlekar.

Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser hewcedariya girîng bo bilindkirina asta bersivdana lezgîn jibo sivikkirina bandora bobelata mirovahî li Idlibê, û pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn û girîng bo derbider û koçberan.

Û herdû aliyan tekezî li ser pêkanîna agirbestê kir, û vegerandina  pirosesa siyasî û cîbicîkirina çareya siyasî yaku herdû aliyan dît ku ew çareya bitenê ye li Sûriyê, di riya bicîanîna biryarên navdewletî yên girêdayî bi rewşa Sûriyê û di di serî de biryara 2254 di nav de daxwiyaniya Cinêvê.

Û herdû aliyan karê komîteya şopandina binpêkirinan, ya ku Hevbendiya Niştimanî  û Hikûmeta Demkî ava kirine kirine gengeşe kir, û tekezî li ser vegerîna derbideran ji ber xwe ve û bi rûmet bo cihên xwe yên resen li tevaya deverên Sûriyê kirin.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

27 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li cinêvê, bi tîma nûnerê Netewên Yekbûyî yê bo Sûriyê, Gerd Pederson, re civiya, û jê xwest ku bi tevaya rola xwe di bicîhanîna biryara 2254 de rabe, her weha jê xwest ku aliyê pirosesa siyasî jikar dixîne destnîşan bike, mîna tişta di proseya destûrî de çêbû.

Û Şanda Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku erkê herî mezin li ser milê tîma nûnerê NY ye, derbarê bicîhkirina biryara 2254an, ya ku di xala xwe ya pêncemîn de diyar dike ku têkiliya mezin di navbera bicîanîna agirbestê û domandina pêvajoya siyasî ya rastîn de heye, ji bilî tiştên din ên têkildarî gavên avakirina baweriyê, nemaze yên têkildarî girtiyan û bêserûşûnên bi kotekî.

Û şanda Hevbendiya Niştimanî diyar kir, ku rojane gelê Sûriyê rastî pir şêweyên binpêkirinan tê, yên jiber wan bobelata mirovahî didome û zêde dibe, ji ber ku rejîma Esed bi piştgiriya Rûsya û milîsên Iranî, operasyonên leşkerî  li parêzgeha Idlib û başûrê rojavayê Helebê berdewam dike, û ji sala 2011an de bi vî awayî pêlên derbideriyê çênebûne, û got ku di pileya yekemîn de sivîl tên armanckirin ne rêxitinên terrorist.

Û dît ku mebesta van operasyonan ferzkirina çareya leşkerî û sernexistina proseya siyasî û têkbirina wê bi temamî ye.

Û şanda Hevbendiyê ji tîma şanderê navdewletî re belge û belavokên derbarê tawanên rejîmê li dijî sivîlan, nemaze jin û zarok, pêşkêş kirin, û got ku rêjîm jin û mêran di bikaranîna tundiyê de wekhev dibîne, û girtin, îşkence û kuştinê bi her awayî dikê.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

27 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi şandekê ji wezareta derva ya Kenedî re civya, û pê re rewşa mirovahî ya dijwar yaku sivîlên deverên bakurê rojavayê Sûriyê ji encama berdewamiya helme leşkerî ya Rûsiya li ser deverê gengeşe kirin.

Û civînkaran giringî bi rengekî sereke dan zêdekirina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê ji hewcedarên sûriyê re, nemaze bo derbider û koçberên Idlib û gundewarê başûrê rojavayê Helebê.

Û hevbendiya niştimanî bal kişand ser ku armanckirina Rûsiya û rêjîma Esed ji avahiyên bijîşkî û yên jîndariyê re; bû sedema mezintirîn pêla derbideriyê li sûriyê ji sala 2011an de, û daxwaz ji Keneda kir, ku bi rengekî mezin alîkariyê di veguhastina birîndaran bo deverên hêmin bo bêtin dermankirin bike.

Û Hevbendiya Niştimanî civaka navdewletî bi berpirsiya wê di parastina sivîlan û cîbicîkirina biryarên navdewletî yê girêdayî bi rewşa Sûriyê agahdar kir, û daxwaza bizavê di hundir netewên yekbûyî de kir, ji bo çalakkirina yasaya mafê parastina sivîlan li gorî biryarên navdewletî.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

 

27 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bêdengiya navewletî beramber berdewamiya Rûsiya di rijandina xwîna bêgunehan de, û sûrbûna wê li ser hiştina rewşa bêserûberiya berdewam, û binpêkirina biryarên navdewletî û rêkeftinan, û pêkanîna tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê, şermezar kir.

Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de duh êvarî, tekezî li ser piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Sûrî kir, ji bo dabînkirina parastinê ji sivîlan re li Sûriyê û rawestandina dijminkarî û terorîstiya dermafê wan dibe, û xweşkirina rê li pêşiya berdewamkirina bijardeyên siyasî.

Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Ji civaka navdewletî û dewletên kartêker tê xwestin ku careke din bijarde û helwestên xwe yên derbarê rewşê di bin çavan re derbas bikin, û mezinbûna encamên ku wê ji berdewamiya vê helmeta hovane derkevin berçav bigirin.

Û Hevbendiya Niştimanî, daxwaz ji civaka navdewletî û aliyên wê yên sereke kir, ji bo parastineke yekser ji Idlibê û gundewarê wê re dabîn bike, û kar ji bo rawestandina tewanên dagîrkeriya Rûsî û milîsên îranî yên dijî gelê Sûriyê bike.

Tê zanîn ku bombebarana asîmanî ya balafirên dagîkeriya rûsî û helîkopterên rijêmê pêk anîye, di demjimêrên bûrî de bûn sedema ketina 22 şehîdan û nêzî 90 birîndaran, ji encama bidehan êrîşên asîmanî yên terorîstî û bombebarana topxane û mûşekan û narincokên goşîyî.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

26 February 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberya Sûrî, Ebdulbast Ebdulletîf, li gel endamên desteya siyasî serdana bajarê Entakiya kir, û li gel hin çalakvan û dezgehan û revenda Sûrî civiyan û li rewş û pêdiviyên wan pirsîn.

Di heman serdanê de emîndarê giştî yê Hevbendiyê tekezî li ser berdewamiya hevdîtinan li gel tevaya pêkhatên Sûrî kir, û bal kişand ser pêwistiya yekbûna gelê Sûrî ji bo bi dawîkirina vê kirîzê, da gelê Sûrî bighêje mafê xwe piştî ruxandina dektatoriya Elesed.

Ebdulletîf di heman hevdîtinê de li ser rewşa siyasî axivî, û bi taybet hewildanên ku Hevbendî pê radibe da êrîşên Rûsiya û rêjîma Sûriyê bên rawestandin, û pirojeya Siyasî careke din destpê bike, û bal kişand ser ku dijatiya wan a sereke bi Rûsa re ye, ji ber ew rojane komkujiyan derheqê gelê Sûrî pêktîne, di heman dema ku rêjîm li cem wê weke milîsan kar dike.

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî di heman axaftinê de eşkere kir, ku Hevbendî li gel Netewên Yekbûyî û aliyên Navdewletî yên piştgir kar li ser rewşa penaberan û dabînkirina pêdiviyên wan dike, û bal kişand ku hin aliyan dest bi pêşkêşkirina alîkariyan kirine , lê hîn ew alîkarî ne li gor kirîza Sûryê ne.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Page 1 of 6
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: February 2020