Yekîneya Hemahengiya Piştgiriyê bi hevkariya Hikûmeta Sûriya demkî bi radestkirina yekem daneya diravî ya terxankirî bo pêşkêşkirina hawarhatinên awarte li ser navçeyên dorpêçkirî di Şamê û herdu Xûteyên wê de û bo taxa Elwe’ir li Himsê.
hevkarên xwecihî dest bi amadekirina parên xwarinê û şîrê zarokan kirin. û li ser nişteciyên navçeyên dorpêçkirî dabeş kirin, û li ser hin taxên Şamê û herdu Xûteyan ya rojhilat û ya başûr û li ser navçeyên gundewarê Şamê û hin navçeyên Himusê yên dorpêçkirî belav kirin.
Têzanîn ku hejmara hevkarên xwecihî yên cêbicêkarên vê hilmetê gihişt pênc hevkaran ku ewjî: “Encumana Parêzgeha Gundewarê Şamê” û ” Encumana Parêzgeha Himsê” û ” Encumana parêzgeha Qûneytire” û “Komîteyek karspartî di kampa Yermûk de” û rêxstina “Elşam Emane”.
Hêjaye gotinê ku duwemîn daneya diravî di qonaxa duwem de bo hawarhatina awarte wê bi rêka van hevkaran bête dabeşkirin piştî sekeftina wan ya tê hêvîkirin di dabeşkirina niha de, û dîkomîntkirina qonaxa yekê û gihandina parên hawarhatinê bo kesên pêwîstdar, têzanîn ku budceya vê hilmetê gihişt 2.5 milyon dolarî da bête dabeşkirin li ser hevkarên cêbicêkar li gor mezinbûna navçeyan û herwiha li gor pîvanên pêwîstiyê û şiyanên gihandin û dabeşkirinê.
Jêder:Hevbendî