31 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, duh bi şevê di riya pêwendiyên vîdyoyî re, civînek awarte lidar xist, piştî şiroveya ku nûnerê navdewletî bo Sûriye, Ger Pederson, ji Encûmena Ewlekariyê re pêşkêş kirî, ya ku tê de daxwaza agirbesta bi temamî li seranserî Sûriyê kir, daku derfet çêbibe jibo rûbirûbûna Vîrosa Korona, û ragihandina wî ji xiştekara xebatên Komîta Destorî di gera bê de re.

Civîn bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Alebde bû. û amadebûna Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî D.Nesir Elherîrî, û Serokê Hevbeş yê Komîta Destorî, Hadî Elbehra, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Abdilrhman Mostefa, û hejmarek ji Endamên Hevbendiya Niştimanî di Desteya Danûstandinê de.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sersaxî da hemî Sûriyên ku li seranserê cîhanê jiber felaketa Korona canê xwe jidest dane, û hêviya saxbûnê ji hemû nexwaşên pêketine re kir, û spasî û rêzgirtina xwe diyar kir, ji xebatên hemû sazî û karmendên Hikûmeta Sûrî ya Demkî re, û dezgehên cîbicîkirinê yên din ên kar dikin da nehêlin Vîros bighê deverên rizgarkirî.

Û Alebde tekez kir ku rejîma Esed hîn jî belavbûna Vîrusê li parêzgehên Sûriyê red dike, û hejmarên rastîn yên vê nexwaşiyê eşkere nake, û bal kişand ser ku ev rewşa înkarkirinê dê welêt berve têkçûnê de bajo.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Hikumeta demkî pêşveçûnên herî dawî derbarê gavên xweparastinê yên jibo parastina deverên rizgarkirî tên avêtin şirove kir, û tekez kir ku encamên hemû kesên nexwaş nîgetîf bûn, û got ku deverên rêvebiriya Hikûmeta Demkî tûşî bûyera Covid 19 nebûne.

Û derbarê şiroveya Şanderê Navdewletî, civînkaran tekezî li ser piştgiriya helwestên wî derbarê agirbesta berfireh li Sûriyê kirin, da ku rê bidin bersiva Vîrosa Korona û pirosesa siyasî, û razîbûna xwe ji xiştekara ku wî pêşkêş kirîye derbarê gera tê ya karxebatên komîta destorî anîn ziman.

jêder: ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

28 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî li gundewarê Helebê, Ehmed Elşehadî, sardana Serokê Encûmana Xwecihî li bajarê Marihê birêz Foad Ebas kir, û pê re amadekarîyên Encûman jibo xweparastinê ji Vîrusa Korona gengeşe kirin.

Û herdû aliyan behsa avahiyên giştî û dezgehên xizmetkariyê li bajêr kirin, nemaze amadekariyên nexweşxana Marihê û avahiyên tendurustî yên din, daku amade bin ji bûyerên rojên bê re.

Û Elşihadî amadekariyên ku Encûman pê radibe ji bo kêmkirina belavbûna Vîrusa Korona wek paqijkirina bazar û kolan û dezgehên giştî şopandin, û li ser pêwîstiya jihevdûrbûna civakî di vê qonaxê de axivî.

Û herdû aliyan tekezî li ser girîngiya temîniyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî derxistine kir, herweha domandina pirosesên hişyariyê ji bo xweparastina ji Vîrusa kujer da welat ji bin gefên xeternakiya ku li ser cîhanê tevî heye derxin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî

 

 

27 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya normal lidar xist, û têde derengbûna ji hêla rêxistina Tendurestiya Navdewletî û Dewletên alîkar derbarê radestkirina alîkariyên bijîşkî yên parastina ji vîrusa Korona (covid19) ya ku metirsiyê li ser jiyana mirovan li cîhan tevî çêdike, şermezar kir.

Civîna Hevbendiyê bi serokatiya serokê Hevbendiyê Enes Elebda hate lidarxistin, û serokê hikûmeta demkî Ebdulrehman Mistefa jî amade bû, û di riya girêdaneke tilvizyonî re, her yek ji wezîrê Tendurestiyê Dr. Meram Elşêx, û rêveberê Tendurestiya Helebê Ebdulbast Ibrahîm û hejmarek ji hevrêzkarên nivîsgehan û fermandariyên hikûmeta demkî tevlî wê civînê bûn.

Di heman civînê de wezîrê tendurestiyê rewşa tendurestiyê û encamên taqîkirina hejmarek ji nexweşên gumana tûşbûna wan bi vîrusa Korona hebû ji civatê re pêşkêş kir, û diyar kir ku hemû nexweşên ku hatin taqîkirin bi Koronayê neketibûn, û bal kişand ser ku pêwîst e têkilî bi şêweyekî zelal bi nexwşiyê re bibe, ne wekî têkilyên rêjîma Esed ku hejmara kesên tûşbyên Korona vedişêre û hijmarên rastqîne diyar nake, û dê bi wê yekê rastî karîstekê bên, û diyar kir ku ta niha sê cihên veqtandinê li parêzgeha Idlibê hatine damezrandin, ji bilî 28 deverên veqtandina civakî, û lidarxistina hilmetên hişyarkirinê di riya malperên civakî re û belavkirina piroşoran li hemû deveran .

Di civînê de hemû beşdaran tekezî li ser dijîderketina belavbûna vîrusa Korona li Sûriyê kir, û rê nedin ku jiyana Sûriyan têkeve metirsiyê, ew Sûriyên derdê zehmetiyên mezin li ser destê rêjîma Esed û Îranê û Rûsiya di Neh salên bûrî de kişandine.

Û tevaya beşdaran doz kir ku têkiliyên bêtir bi Netewên Yekbûyî û dewletên dost re bên girêdan, ji bo alîkarî bi hikûmeta demkî re bê kirin, da rê li ber belavbûna vîrusa Korona bê girtin, û bi taybet li gel vê rewşa xerab ku dever tê re serbas dibe, bi taybetî li kampên penaberan.

Di heman civînê de, kesên beşdar karê hikûmeta demkî derbarê belavbûna vîrusa Korona bilind nirxandin, û bal kişandin ku hilmetên hişyarkirinê li kampan û deverên rizgarkirî bên lidarixstin, da ku tevaya welatiyan tedbîran li dijî belavbûna Korona bistînin.

Û doz kirin ku hemû aliyên di warê tendurestiyê de kar dikin, hevrêzkariyê di nav hev de bikin ji bo yekkieina karînan.

Di dawiya civatê de, doz hate kirin ku sîstemeke pevguhertina agahiyan bê berhevkirin, da di zûtrîn dem de têkilyan girêde û hevrêzkarî bêtir bibe .

Û di dawiyê de endamên Hevbendiyê doz li Netewên Yekbûyî û rêxistinên Navdewletî kirin, da fişaran li rêjîma Esed bikin ji bo serdana girtiyên siyasî bê kirin, û li rewşa wan bê pirsîn, û çavdêriya tendurestî li wan bibe, da vîrusa Korona di nav wan de belav nebe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî

26 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Wek beşekî ji pilana xweparastina ji Vîrosa Korona ya ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û hemû saziyên rêvebirinê pê radibin, kolîja bijîşkî ya zanîngeha Heleba azad, roja pênşembê, korsek rahênanê li ser awayên xweparastina ji Vîrusê Korona ji xwendekarên xwe re li dar xist.

Û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî, Ahmed Şihadê, li Korsê amade bû, û kors ji alîyê rêvebirê zanîngehê Dr. Jawad Abu Hatab, serokê berê yê Hikûmeta Sûrî ya demkî hate birêvebirin, digel hejmarek ji bijîjkan, û waneyên rahênanê bi hişyarî dihatin dan, ji bo parastina xwendekar û mamosteyan ji vê nexweşiya vegir.

Û Armanc ji korsê ew e, tîmekê ji xwendekarên sala çaremîn û pêncemîn û şeşemîn amade bikin, ji bo ku bi helmeteka hişiyariyê derbarê metirsiya belavbûna Vîrusê Korona li kampan û hemî deverên rizgarkirî rabin, û di heman demê de lêkolînên meydanî û serjimariyê jî bikin, derbarê rewşa welatiyan û şêweyê jiyana wan, û naskirina asta şiyanên wan ên cîbicîkirina pîvanên xweparastinê.

Û Yekîneya Hevrêzkarên Piştgiriyê, û Encûmanên Parêzgehan û hin saziyên di warê tenduristiyê de dixebitin, ligel dezgehên polîs û Artêşa Niştimanî, dê li gel wê tîmê amade bin, û alîkariyê bi tîma bijîşkan re di hemû karên tên xwestin de bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî

26 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Alabda, nameyek ji sekretêrê giştî yê Saziya Tenduristiya Cîhanî birêz Tedros Adhanum re birêkir, tê de rewşa tenduristî li Sûriyê, û nemaze metirsiya ser deverên rizgarkirî şirove kir, û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina bilez ya pilana ku bi hikûmeta demkî re hatî îmzekirin kir, jibo rûbirûbûna balavbûna Vîrosê Korona.

Û Alabda, cext kir ku çi derengî di cîbicîkirina pilanê de çêbibe, dibe ku bibe sedema bobelateke mirovahî ya nû li Sûriyê, û daxwaz ji saziyê kir ku barê berpisyariyê hilgire, û tiştê ku li ser li hev kirine pêşkêş bike, daku hemû amedekariyan bo nehêlana belavbûna Vîrosa kujer bikin.

Û bal kişand ser ku rewş li Sûriyê û bi taybetî li deverên Bakurî Sûriyê ne wek rewşa tevaya cîhanê ye, jiber pirbûna hejmara derbider û koçberan, û tinebûna cihên bicîbûnê û cihên cudakirina nexweşan , û bi ser de wêrankirina bêtirîn avahiyên bijîşkî, bi sedema helmeta leşkerî ya Rûsiya û rêjîma Esed di heyvên dawî de.

Û tekez kir ku rêjîm di veşartina hejmara rasteqîn a nexweşên li Sûriyê bi Vîrosa Korona ketine berdewam e, nemaze di dema belavbûna Vîros li dewletên deverê, û hebûna Milîsên Iranî yên ji Iran û Libnanê tên dihêle ku daxwiyaniyên rêjîmê derbarê Korona neyên bawerkirin.

Û bal kişand ser pêwîstiya kar li ser doseya girtiyan ji ber ew di bin metirsiyê de ne, û rêjîma Esed kiryarên hovane û nemirovahî dermafê wan dike, û ew dê bihêle ku Vîros di nav girtiyan de belav bibe.

Û Serokê Hevbendiyê di nameya xwe de daxwaza sepandin fişaran li ser rêjîmê kir, da rê bide ji bo şopandina rewşa girtiyan, û kar bibe ji bo nehêlana belavbûna Vîros di nav girtiyan de, û pêşkêşkirina guhdana bijîşkî ya pêwîst.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî

25 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî pêşwazî li daxwaza Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ,Antonyo Goteres, û şanderê wê yê taybet ji bo Sûriyê, Geir Pederson, derbarê agirbestê eşkere kir, û ragihand ku ew gaveke durist e.

Û di daxuyaniyekê de Hevbendiya Niştimanî got ku ev bangewazî li gor dazwazên Hevbendiyê hat, û dozên wê yên rêzgirtina li biryar û lihevkirinên Navdewletî yên ku di naveroka wan de bi dawîkirina şer û dana derfetê ji bo çareseriya siyasî heye.

Û daxuyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku daxuyaiyên şanderê Navdewletî yê Netewên Yekbûyî bal nekişandiye ser aliyê berpirsyar di ber rewşa awarte de li welat û bi taybetî wêrankirina jêrxanê û navendên tenduristiyê û koçbarkirina welaiyên wê, û daxuyaniyên wî aliyê berpirsyar di ber binçavkirina bihezran girtiyên siyasî yên ku rastî eşgencê tên eşkere nekiriye, û destnîşan nekiriye ku heye Virusa Korona di nav wan de belav bibe.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Pederson behsa tewanê kiriye bêyî behsa aliyê tewanbar bike, û got ku em bihêvî ne ku Pederson bi şêweyekî zelal aliyê tewanbar eşkere bike.

Hevbendiyê diyar kir ku berdewamiya rêjîmê di binçavkirina zêdî 250 hezar Sûrî de, wan rastî tûşbûna bi veyrûsa Korona dike, û ev yek tê wateya destpêkirina pêkanîna tewaneke cengê, ji ber wê divê rêjîm di zûtirîn dem de wan serbest berde.

Hevbendiyê berdewam kir û got ku dabînkirina aramiyê ji gelê Sûryê re, û rabûna bi karên ji dil dijî belavbûna virusa Korona, û saxlemiya kesên binçavkirî û serbestberdana wan, pêwistiya wê bi pilaneke aktîv heye bi serperştiyeke Navdewletî, û bal kişan ku têkçûna van hewlidanan wê zirareke mezin bighîne gelê Sûriyê û gelê cîhanê tevî, û got ku ew di riyên xwe re û bi hemû karînên xwe beşdarî hilmeta Navdeletî li dijî belavbûna virusa Korona bûye , û ew berpirsiyariya xwe li hinber gelê Sûrî û yê cîhanê tevî hildigre.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ku ji ber metirsiya li ser tenduristiya gelê Sûrî , pêwist e ku alîkariyeke rastqîne ji hikûmeta demkî re were peydakirin, û hişyarî da ku çi derengiya pêşkêşkirina alîkariyan ji hêla rêxistina Tendurestiya Navdewletî li gor sozên wê bi hikûmeta demkî re, wê ziyaneke mezin bîne holê, û doz kir ku alîkarî di zûtirîn dem de werin pêşkêşkirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî

 

25 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Alabda, nameyek ji Serokê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, Peter Maurer, re derbarê girtiyên di zîndanê Esed de birêkir, û hişyarî da ji metirsiya belavbûna Vîrosê korona di nav wan de, nemaze di dema guhnedana rewşa nemirovahî di wan zîndanan de.

Û bal kişand ser êşên bidehhezaran girtîyên li ba şaxên ewlekarî yên girêdayî rêjîmê, û hişyarî da ji gihiştina Vîrosê Korona bo hundir girtîgehên tijî girtî, û got ku bobelatek li pêşiya me heye, ger rêjîm sûdê ji vê rewşê werbigre, daku ji xwe girtiyan xelas bike, ya ku dê bandorê li tevaya cîhanî bike.

Û Alabda got ku rêjîm hîn di veşartina belavbûna Korona di Sûriyê de berdewam e, û ta niha tenê bi nexweşekî tenê mukur hatiye, û bal kişand ku li gorî hejmarên li deverê belav bûne, û vekirina rêjîmê ji sînor re li pêşiya milîsên Iranî, nayê bawerkirin ku tenê nexwaşekî Korona li Sûriyê heye.

Û Serokê Hevbendiyê di nameya bo Komîta Navdewletî ya Xaça Sor de daxwaza bikaranîna hemû rêyên berdest kir, ji bo bilez xwe bighînin cihên girtinê û rewşa wan girtiyan temaşe bikin.

û Alabda daxwaza rizgarkirina jiyana bidehhezaran girtiyên Sûrî kir, di riya sepandina zextê li ser rêjîmê, ji bo berdana wan bi awayekî yekser misoger bibe.

Û daxwaz kir ku divê zext li rêjîmê di riya Neteweyên Yekbûyî û Hikûmetan re bibe, daku bighînin cihên hemû girtiyan jibo ku karibin çavdêriya belavbûna Vîrosa Korona ji nêz de bikin, û guhdana bijîşkî ya pêwîst dabîn bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî

24 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstendinê ya Sûrî "gotinên qelew ên xapînok" yên ku rejima Esed dike, di riya pêşkêşkirina xişteya karê gereke nû ya komîta destûrî ji şanderê navdewletî yê sûriyê, Geir Pedersen, re şermezar kir, û got ku ev tê di dema ku hemî welatên cîhanê sînor û firokexaneyên xwe ji ber belavbûna Virusa Corona girtine.

Û Desteya Danûstandinê di daxuyaniyekê de, got ku rêjîma Esed ji nûnerê navdewletî daxwaz kiriye ku hefteya bê li Cinêvê gereke nû ya komîta destorî lidar bixe, di vê dema dijwar de a ku cîhan tê re derbas dibe, û got ku rêjîm xwe bicoş û kelecanî dike derbarê pirosesa siyasî , ya ku jê direviya, û herdem astengî di riya wê de datanîn.

Û Desteya Danûstandinê bal kişand ser ku rêjîma Esed berê herşeş pêşniyarên guncayî bi karîn û desthilata komîtê re yên ku nûnerên Desteya Danûstandinê di komîtê de pêşkêş kirine red kirin, û tekez kir ku berî ew têkeve gengeşiyên destûrî de; şertûmercên xwe datîne, di riya surbûna li ser xiştekara ku ne li gor karîn û desthilatên hatine danîn ji Komîta Destûrî re, û nejî guncayî ne bi bingeh û pirensîpên sereke yê karê wê re.

Û Desteya Danûstandinê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kir, ku karûbarên xwe di warê tenduristî de li Sûrîyê bike, û alîkar be di rawestandina Virusa Korona de ya ku rêjîm ta niha hebûna wê vedişêre, û kar ji bo serbestberdana girtiyan bike, û bi kêmanî tîmeke çavdêriyê bişîne, da ku çavdêriya rewşa bijîşkî di girtîgehên rêjîmê de bike.

Her wiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Nûnerê Navdewletî kir, ku rê li pêşiya rejîma ku bi çaranûsa Sûriyê dilîze bigre, û ji Rûsiya re ya ku rijêmê diparêze bêje, ku pabend be bi tiştê ku li xwe girtine, û wê wek berpisyar bibînin di ber lîstika bi jiyana Sûriyan û çaranûsa wan û berdewamiya rêjîmê di astengkirina pirosesa siyasî de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

23 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Sûrî ji bo Parastina kesên girtî û bêserûşûnan, Yasêr Al-Ferhan, diyar kir ku biryara dawî ya ji hêla rejîma Esed ve derbarê girtiyan de hatî derxistin; wek biryarên berê ne, û tekez kir ku rêjîm berdewam e di bijartina tohmetan li gor nerîna xwe, û cîbicîkirina wan bi awartekirineke bijartî ye , û dixê çarçoveya siyasetê, û bi tevaya biryarên dadgehan li gorî mercên desthilata ewlehiyê ne.

Û Al-Ferhan di daxuyaniyên taybet de, îro duşembê, diyar kir ku, rêjîm hewlên xwe dike ku bi hîlebazî bersiva Hevbendiya Niştimanî bide, di riya serbestberdana girtiyan re jiber metirsiyên belavbûna virusa Corona, û guhdana civaka navdewletî bi van daxwazan.

Û got ku sedema ku dihêle rêjîm biryarên bi vî awayî dûbare bike ew e, veqetandina hin tewankarên taybet, an jî hin kesên taybet ên ku li wan digerin, daku werin bexşandin, û hilbijartina tewanin taybet da wan serbest berdin.

Û Alferhan got ku rêjîm hewil dide ku yekîneyên xwe yên çekdar pir bike, di riya kesên reviyayî û kesên hatine sizedan, û hilbijartina hin ji yên ji leşkeriyê revîne ji yên alîgirên rêjîmê ji ber dirêjbûna dema leşkeriyê û dijwarî û xeternakiya wê, bêyî ku ên ji leşkeriyê veqetiyane ji ber sedemên siyasî û sincî û welatparizî têxe nav biryarê.

Û diyar kir ku ev biryar derî li pêşiya komkirina pera ji bercewendiya gencîneya rêjîmê re vedike, herweha komkirina pera ji alîgirên rêjîmê re, ji ber gendeliya ku bûye wek urf û adet li ba vê rêjîmê.

Û aşkere kir ku rêjîm hewil dide ku ji civaka navdewletî re peyaman bişîne, daku kirîza penaberan derfet bigre û balê bikişîne ser ku ew (rêjîm) dikare di vegera wan de rolek bingehîn bilîze, û zextê li penaberan bike û wan bi vegerandinê bitirsîne.

Û Al-Farhan got ku rêjîm dixwaze vê biryarê bikar bîne, û bibêje ku ew dikare jîngeha ewle ya ji bo hilbijartinan û nûavakirinê peyda bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

23 March 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Di çarçoveya helmeta ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî pê radibe, bi beşdariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, û hemû saziyên xwe yên cîbicîkirinê li deverên rizgarkirî, Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve, Ebdilehed Stêfo, nameyek ji wezareta derve ya belçîkî re birêkir, tê te daxwaziyên Hevbendiya Niştimanî ji dewletên Encûmana Ewropî ya ku îro civîna xwe di riya xelekeke tilfizyonî ya girtî re bi amdebûna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropa lidar dixe, diyar kirin.

Û Stêfo şiroveyek derbarê rewşa tendurustî û mirovahî nemaze li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, dverên ku ji encama operasyona leşkerî ya dawî ya Rûsiya û rêjîmê di bobelateke mirovahî re derbas dibin, û bûye sedema derbiderbûna herî mezin ji sala 2011an de, û tedbîrên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî amade kirine ji bo rûbirûbûna Vîrosa Korona diyar kirin.

Û Stêfo got ku Korona di demekê de hatiye ku sivîl di rewşeke mirovahî ya dijwar re derbas dibin, lewra divê Civaka Navdewletî û Yekîtiya Ewropa bilez tevbigerin daku li hember metirsiyên ku sivîl tê de dijîn rawestin, jiber ku bi milyonan sivîl li çolê û di bin çadiran de ne, piştî ku xaniyên wan hatine wêrankirin, û cudakirina mirovan ji hev pir zor û zehmet e.

Û Istêfo anî ziman ku şiyanên bijîşkî jibo têkbirina belavbûna Virus pir qels e, piştî ku Rûsya û rejîmê piraniya xalên bijîjkî hilweşandin, û aliyên bexişkar di dema borî de piştgiriya saziyên bijîşkî li parêzgeha Idlib rawestandine.

Û Stêfo bal kişand ku girtiyên di zîndanên Esed de di bin gefa heman metirsiyê de ne, ji ber ku metirsiyên vê nexwaşiyê ne tenê li ser jiyana sivîlan in, û got ku kiryarên rêjîmê yên hovane dijî girtiyan, wê bihêle ku ev virus di nav wan de belav bibe, nemaze ku girtîgeh mist girtî ne.

Herweha Stêfo li ser pirosesa siyasî axivî, û tekezî li ser giringiya kar ji bo pêşdebirina çareya siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 û naveroka daxuyaniya Cenevê kir, û cext kir ku ger sistî di dîtina çareya siyasî de berdewam bike, wê hîn bêtir qeyran derkevin holê, ew qeyranên ku dibe bandora wan bigihêje Yekîtiya Ewropa jî, wek encamên pêla dawî ya penaberiyê li ser sînorê Yonanistanê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: March 2020