30 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, civînek girîng bi rayedarên Cebheya Niştimanî bo Rizgariyê wek beşekî ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî û rîsipî û nûnerên çalakiyên sivîl û siyasî yên parêzgeha Idlibê lidar xist, û hejmarek ji Endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî beşdar bûn.

Û civîna ku li navçeya Cindirêsê ya girêdayî herêma Efrînê cextî li ser dûbarekirina duristkirina mala navxwe, û rêkûpêkbûna karê komelgehî kir, û tekezî li ser pêwîstiya amadekariyan kir ji bo rûbirûbûna astengiyên demên tên, di bin siya rewşa hestyar a ku şoreş tê re derbas dibe.

Û Serokê Hevbendiyê dawîtirîn pêşhatên siyasî û rewşa meydanî berçav kir.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî karê ku tevaya alî û çalakvanên li hemû deverên rizgarkirî ji bo rûbirûbûna kirîza Korona bilind nirxand, û dît ku ev hevkarî wek bingehekê ye jibo afrandina jîngeheke alîkar di zêdekirna hevrêzkariyê de, û danîna pilana rêçeke nû jibo ezmûna rêvebiriya sivîl bi ser bikeve.

Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî kar dike jibo çalakkirina rola xwe li deverên rizgarkirî di riya saziyên xwe yên cîbicîkirinê re, wek Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, Encûmanên Xwecihî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî re, û bizavê dike ji bo hevkariyê bi hemû aliyên şoreşgerî û sivîl re jibo pêkanîna xwestekên gelê Sûriyê û şoreşa wî.

Û Serokê Hevbendiyê pîrozbahîya amedebûyan bi helkefta heyva remezanê kir, û sersaxî ji malbatên şehîdên teqîna terroristî ya sêşembê li Efrînê bûye re xwest, û tekezî li ser hevrêzî û hevkariyê kir, wek girîngtirîn faktera serkeftinê di cenga têkbirina hemû êrîşên terorî de.

Û El-ebde sipasiya Tirkiyê kir li ser rola wê ya berçav di rawestana li kêleka gelê Sûriyê di riya beşdariya bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî re di rûbirûbûna helmetên leşkerî yên ku rêjîm û siponserên wê ajotine ser deverên rizgarkirî pêşkêş kirin, û tekezî li ser pêwîstiya parastina lihevkirina dawî kir, heya bighînin agirbesteke bi temamî li seranserî xaka Sûriyê li gor biryara 2254 û bicîkirina veguhestina siyasî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

30 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Uqab Yehya, razîbûn û dilxweşiya xwe diyar kir ji biryara Almaniya ya ku têde Hizbulah wek rêxistineke terrorist radigihîne, û tavaya çalakiyên wê li ser xaka Almaniya qedexe dike û radiwestîne.

Û Yehya tekez kir ku milîsên Huzbulah bi dirêjiya 9 salan di kuştina gelê Sûriyê de beşdar in, û ew yek ji destekên Iranê ye, ya bûye sedema tevlîhevî û nearamiya deverê.

Û dewletên din han dan daku gavên mîna ya wê bavêjin, jiber gavên weha dibin alîkar di dorpêîkirina vê partîya mezhebî û terroristî de, û miçiqandina kaniyên wê yên diravî yên ku bi rengekî sereke xwe dispêrin bazirganiya madeyên hişbir û pêkanîna tewanan.

Û Berdevkê bi navê wezîrê navxwe yê Almanî, Sitîv Eltir, di riya tiwêterê re îro got ku, Wezîrê Navxwe yê Almanî Horist Zîhovir, tekezî li ser qedexekirina partiya Huzbulah ya terrorist kir, û got ku heya di demên aloziyan de jî, serweriya yasayê dikare biryaran cîbicî bike.

Û di heman demê de alavên ragihandinê yên Almanî, tekez kirin ku hêzên ewlekariyê yên Almanî êrîşî çar komeleyên olî li Berlîn, Dortmond, Mokstir û Brêmin kirin, ji ber ew bawerin ku têkliyên wan ên yekser û kûr bi milîsên Huzbulah yên terorî re hene, bi armanca binçavkirina 1050 endamên metirsîdar ên wê partiyî yên guman li ser wan hene, ku mana wan li Almanya cihê metirsiyê ye.

Û ev biryara almanî piştî çend heyvan ji birareke mîna wê ya hikûmeta Birîtanî derxistiye hat, biryara ku hemû çalakiyên diravî û civakî û benkeyî yên ku di riya Milîsên Huzbulah ên terrorîst li ser xaka Birêtaniya qedexe kirin, û biryara Birêtanî hemû dahatên diravî yên partiyê û piştgir û alîgirên wê yên di benkan de sekinandin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

29 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Rikberiya Sûrî, teqîna terorîstî ya ku bajarê Efrînê roja Sêşemê armanc kir û di encamê de bidehan qurbanî ji sivîlan ketin şermezar kir, û ew bi hovane wesif da.

Hevbendiyê di daxuyaniyekê de got ku ew bi dilêşî li kêleka malbatên ku hezkiriyên xwe di vê teqînê de ji dest dane radiwestin, û ew tekez dikin ku wê di peyketina aliyên ku dixwazin bêserûberiyê belav bikin û katijmêrê bi şûnde vegerînin, berdewam bin.

Di daxuyaniyê de hat ku amanca van teqînan aşkere ye, ew jî belavkirina bêserûberiyê ye, jibo astengiyê têxin pêşiya karûbarên jibo gihiştina çareriya siyasî ya rasteqîn ya li gorî biryarên navdewletî dibe.

Daxuyaniya Hevbendiyê bal kişand ku hêzên polîs û asayîşê û artêşa niştimanî ya Sûrî li deverên bakurê Sûriyê yên rizgarkirî, dê di peyketina rêxistin û milîsên terrorîst û hemû kesên alîkariya diravî didin wan û sponseriya wan dikin berdewam bin.

Di heman daxuyaniyê de Hevbendiyê daxwaza helwestên navdewletî yên vebir dijî terorîstiyê û siponser û veberhênerên wê kir, û pêwîstiya piştgiriya saziyên nûnertiya gel dikin û alîkirina wan daku bi erk û rola xwe rabin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

29 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li gundewarê Helebê, Ahmed Elşihadî, bi gerek şopandinê li ser kampên Telîl Elşam li gundewarê Ezazê û komelgeha Til Rufet ya perwerdeyê yaku serpereştiya 23 dibistanên kampan dike rabû, û rewşa xelkê wan kampan û hewcedariyên wan û karê di warê tendurustî û fêrbûnê de dibe şopandin.

Û Endamê Encûmana Parêzgeha Helebê ya Azad Ibrahîm Xelîl, û Endamê Encûmana Bajarê Helebê Ebdiezîz Midlêc û rêvebirê komelgeha Til Rufet ya perwerdeyê di kampê de Ebdulrezaq Elheyanî û berdevkê wê Zekeriya Qurunful û berpirsê perwerdeyê Ebidilcebar Mustefa di gerê de hevaltiya Şihadî kirin.

Û Elşehadî li ser kartêkirinên saxlemî û xweparastina ji Vîrosa Korona axifî, û behsa pilanên rûbirûbûna vê bêtarê yên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe kir, û tekez kir ku ta vê katê kesên bi vîros ketine li deverên rizgarkirî tune ne.

Û tevayan pirosesa fêrbûna ji dûr de yaku Wezareta Perwerdeyê di Hikûmeta Sûrî ya demkî de, heyva borî biryar pê dabû berçav kirin, û encamên karê dest pê bûye û guncana mamoste û xwendegehan û hewcedariyên ku mamoste daxwaza wan dikin jibo tomarkirina waneyan û tekûzkirina kar gengeşe kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

28 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku xebatên şopandina pirosesa lêpirsînên derbarê kuştina gêncê Sûrî “Elî Elesanî” bi wezareta navxweyî ya tirkiyê re di riya komîta Sûrî-Tirkî ya Hevbeş re dike, piştî ku endamekî ji polîsan gule berda gêncê Sûrî Elî Elesanî yê 19 salî li Iyaleta Edenê ya Tirkiyê, û bûye sedema kuştina wî.

Û cext li ser pêwîstiya zelalbûna lêpirsînan û cezadana kujer di riya dadgehên daddar re kir.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, û Emîndarê Giştî yê hevbendiya niştimanî Ebilbasêt Ebduletîf, pêwendî di riya telîfonê re bi malbata rehmetî re pêkanîn, û sersaxiya wan kirin, û tekezî li ser piştevaniya bi temamî ji malabata wî re kirin, û ku ewê doza kuştî bişopînin ta rastî eşkere bibe.

Û Iyaleta Edenê daxwiyaniyek belav kir, tê de hat ku jiber kuştina gêncê Sûrî, ew endamê polîs ji kar hat bidûrxistin, û got ku wan dest bi lêpirsênên dadgehî û rêveberî derbarê vê dozê kirine.

Û kuştina Elî Elesanî bandoreke mezin li ser kolana Tirkî û Sûrî kir, û haştaga "kanî kujerê elî" rêjeya herî bilind di tiwêterê de li tirkiyê sitand, û ew jî wek nameyeke aşkere ye ji civaka Tirkiyê, ku ew vê bûyera bi êş red û şermezar dike, û daxwaza sizedana berpisyarê bûyerê dike.

Haştaga "kanî kujerê elî" rêjeya herî bilind bû di tiwêterê de li tirkiyê, û ev nameyeke aşkere ye ji civata Tirkiyê ku ew vê bûyera biêş red û şermezar dike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

27 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek ji saziyên Sûrî dest bi Helmeta bi navê "Netekafel" kirin, ji bo dabînkirina xwarin û pêdviyên sereke ji derbiderên deverên rizgarkirî û penaberên li Libnan, Tirkiyê û Urdûnê re.

Û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, Yekîniya Piştgiriya Hêminiyê, Berevaniya Sivîl, Tîma Mulhem ya Xwebexş, Benefsec û Mîdad di vê helmetê de beşdar bûn, di bin çavdêrî û piştevaniya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, û Encûmana Islamî ya Sûrî û Elmunteda Elsûrî de

Û daxwiyaniya helmetê bal kişand ku cîhan di rewşeke awarte de dijî, ji ber bêtara Korona ya ku guhartineke mezin di şêweyên jiyanê de çêkiriye, ew jî bû sedema rawestandina beşekî mezin ji awayên jiyana civakî û aborî, û jiber wê astengî li pêşiya Sûriyên li dewletên derdorî Sûriyê û yên li hundir pir derketin.

Û daxwiyaniyê diyar kir ku, helmet kesên perîşan ên karên wan rawestiya ne armanc dike, û got ku wê sê heyvan berdewam bike, û li ser çar teweran dixebite, ew jî evin: komkirina bêşên diravî, çakkirina bersivdana belavkirina tiştên li ba saziyên beşdar û hevkar, têklidariya bi xwediyên biryarê re ji rêxistinên navdewletî yên têkildar û xwedî dayîn, daku bandora wê pirtir be, û helmeta piştgiriyê ji bo danheva bêşê û veguheztina diravên zekatê.

Û daxwiyaniyê bal kişand ku armanca giştî ji vê helmetê vejandin û nûkirina sincên rabûna li ber bayê hev di van rojên awarte de, û çalakkirina karê tavahî ye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

 

24 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, bi helkefta heyva remezana mibarek, pîrozbahiya xwe ji gelê sûriyê re pêşkêş kir, û pesnê xweragiriya wî da, ji ber ku wî gelî ji tevaya cîhanê re diyar kiriye ku mirov ne tenê bi nên dijî, û ti nirxê jiyanê bêyî azadî û rûmetê tun ye.

Û di peyveke vîdyoyî de, ya malpera Hevbendiyê duh êvarî weşandiye, El-ebde got ku, cîhan tev zane ku çawa gelê Sûriyê gelekî bi azad û rûmet e, û gelek qurbanî dan da ku bi rûmet bijî, û tekez kir ku Sûriyan di vê heyva pîroz de gelek serkeftin bi dest xistine, û got ku em bi hêvîne ku Yezdanê Dilovan mezintrîn serkeftin ji Sûriyan re werîne, û ji rêjîma diktator û siponserên wê rizgar bibe, û “serkeftin tenê ji ba xwdê ye”.

Û bal kişand ku remezan hat û tevaya cîhanê di bin metirsiya bêtara Korona de dijî, lê heyva remzanê meha îbadetê ye, ji ber vê yekê em ferzên Remdanê ji dest xwe bernadin, lê li gor pîvanên tenduristiyê, divê em nimêjên xwe bi xwediyên xwe re di malan de bikin, û em xwe bispêrin amûrên nûjen da peywendiyan bi xwedî û dost û mirovên xwe re bikin.

Serok di nameya xwe de Sûriyên li hundir û yên derve han dan li ser dana di riya xwedê de, û kesên nêzîkî mirov ji herkesî ferztir in, nemaze kesên di kampan de û kesên me yên li bakurî Sûriyê û yên di bin dagîkereya rêjîmê de dijîn, û malbatên pakrewanan, û got ku malbatên girtiyan emanet in di stûyê me de, û mafên wan pir li me heye, û a herî hindik ku em hewcedariyên wan dabîn bikin û rûmeta wan biparêzin.

Û diyar kir ku rêjîma tewankar ti carî hurmeta heyvên pîroz negirtiye, ji ber ku di yekê remzanê de ji sala 2011 êrîşî bajarê Hemayê kir, û di roja 27ê remezana heman salê de xwîn li mizgeftên Şamê rijand, û komkujiyên Baba Emro û bab Eldirêb li Humsê û li Elhirak û li Deraa û li Dêra Zorê çêkirin, û ew tev jî di heya remzanê de bûn, û got ku rêjîmê bi mebest di dema fitarê de komilkujî çêdikirin û bombebaran pêk tanîn, û xelkên Zebdanî û gundewarên Şamê vê yekê baş bi bîr tînin.

Û Serokê Hevbendiyê di dawiya gotara xwe de got ku wê roja Azadîyê were, û sitemkarî hilweşe, û wê dagîrkerî bi dawî bibe, û wê penaber vegerin bajar û gund û malên xwe, û serkeftin bêhinfireya demjimêrekê ye, û bêhna gelan ji ya sitemkaran firehtir e, û got ku em di şoreşa xwe de berdewam in û serkeftin take-bijardeya me ye .

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

24 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîteya Sûrî-Tirkî ya Heveş diyar kir ku Rêvebiriya Koçberiyê ya Tirkî li ser dûbarekirina çallakirina qeydên nasnameyên demkî (Kimlîk) yên ku berî bi demekê hatibûn rawestandin razî bû, bi armanca ku careke din alîkariyên ku ji malbatan re ji hêla Heyva Sor ya Tirkî ve tên dan vegerin.

Tê zanîn ku Rêvebiriya Koçberiyê berî demekê tomarkirina beşekî ji (kimlik)an anjî nasnameyên demkî ji ber sedemên ewlehî û yasayî rawestandibû, nemaze nûkirina cihên ku xwediyên wan kimlîkan lê rûdinin, û di heyva kanûna pêşîn ya 2019an de daxwaz ji tevaya Sûriyan kiribû, ku agahiyên xwe berî nîvê heyva adara 2020an nûjen bikin.

Û Komîteyê bal kişand ku ji encama rêşûnên ku Hikûmeta Tirkî pê rabûye jibo rûbirûbûna metirsiya belavbûna Vîrosê Korona, pir malbatan nikarîbûn kaxezên xwe bi dawî bînin, û ew jî bû sedema rawestîna hejmarek mezin ji qeydan piştî bidawîbûna muhleta ji wan re hatibû dan, lewra xizmetkariyên kerta Heyva Sor sekinîn.

Û Komîteyê got ku wê pêşniyar pêşkêş kirin jibo ku ev alozî di demek nêz û lezgîn de bi dawî were, û tekez kir ku Rêvebiriya Koçberiyê bi şêweyekî erênî bi xwesteka wan re çalak bû.

Û zelal kir ku yek ji rûşûnên awarte yên ku komîte li ser dixebite, destpêkirina nûkirina qeydên zarokên kêmî 18 salan e , yên qeydên wan bi rengekî tekane rawestiyane, bêyî malatên wan ên qeydên xwe nûjen kirine, her weha hêsankirina nûjenkirina qeyda kesên di ser 18 salan re, û yên nikarîbûn agahiyên xwe di dema nîşankirî de ji ber karûbarên Korona nûjen bikin.

Û bal kişand ser ku wê navên 300 malbatên Sûrî yên li Turkiyê niştecî ne kom kirine, li gorî daxwaza Rêvebiriya Koçberiyê di Hikûmeta Tirkî de, ya ku hewlên xwe dide jibo lîsteyan bi malbatên Sûrî yên ziyan ji ber rêşûnên xweparastinê li Tirkiyê ji bo rûbirûbûna Vîrosê Korona amade bike, da wan kesan qerebo bike û aîkariyan bidin wan.

Û belavbûna Vîrosa Korona li cûrbecûr aliyên cîhanê, bû sedema rawestandina karê karxane û kargeh û kompaniyên bazirganî , û ew jî bû sedema ziyana rêjeyake mezin ji karkeran, nemaze penaberên Sûrî yên ku bi roja xwe dixebitin, bêyî ku ti lihevkirinên fermî di navbera wan û xwediyên kar de hebin.

Hêjayî gotinê ye ku Komîta Sûrî-Tirkî ya Hevbeş bi destpêşxiriya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Wezareta Navxwe ya Tirkî jibo şopandina karûbarên penaberên Sûriyê li Tirkiyê û çareserkirina rewşa wan ava bû, piştî hevdîtinekê di navbera Serokê Hevbendiya Niştimanê Enes Elebde û Wezîrê Navxwe Süleyman Soylu di 24/7/2019an de, û ji aliyê dewleta Tirkiyê ve Cîgirê Wezîrê Navxwe û Serokê Rêvebiriya Koçberiyê û hejmarek mezin ji berpisyarên wezaretan di komîtê de beşdar in, û ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve ew komîte di bin çavdêriya Serokê Hevbendiyê de ye, û di nav xwe de berpirsên doseyên pê ve grêdayî di Hevbendiyê de û dezgehên Sûrî yên pispor û çalak di dozên penaberan de vedihewîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

23 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hikûmeta Sûrî ya Demkî dest bi belavkirina alîkariyên mirovahî û bijîşkî û hawarçûnê li ser xelkên bi destê hêzên rêjîma Esed û siponserên wê bi kotekî ji idlibê koçberî gundewarê bakurî Heleb bûne kir.

Û ev kar beşek ji pirojeyê Bersivdana Lezgîn e, yê ku di bin çavdêriya Dezgeha Giştî ya Dxel û Dan û Rêvebiriya Tendurustî li Helebê de ye, bi hevkariya Encûmanên Xwecihî .

Û kesên sûdê ji vî pirojeyî werdigrin, derdora 8300 malbatî ne, û 8 deveran armanc dike, wek: Ezaz, Elbab, Marêi, Exterîn, Elraî, Cerablus û Elgendora.

Û berê Rêveberiya Koçberan a bi ser Wezareta Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetkariyê ve bi hevrêziya Encûmanên Xwecihî, bi karê sejmariya kesên koçberî deverên gundewarên bakurî Heleb bûne rabibû, û lêkolîneke berfireh ji hewcedariyên wan re amade kiriye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

23 April 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa Şêwermendiyên Sitratîcîk di Hevbendiya Niiştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, xelekeke gengeşiyê di riya entirnêtê re derbarê ancamên rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî lidar xist, tê de tekzî li ser berpisyariya rêjîma Esed di ber 3 êrîşên kîmawî de dijî bajarê Elletaminê yê gundewarê Heleb sala 2017 kirin, her weha behsa nêzîkbûna cîbicîkirina qanûna Sêzer ya sizedana rêjîmê û siponserên wê hat kirin.

Û di xeleka ku berpirsê Ofîsa Şêwerdariyên Sitratîcîk Ehmed Remeda birêve bir, Endamê Komîteya Qanûnî û Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, Yasir Elferhan, û Rêvebirê Navenda Heremon ya Vekolîna Hevçerxî, Semîr Siêfan axivîn, her weha beşdarbûna 50 kesî ji Hevbendiya Niştimanî û çalakvan û pispor û lêkolînerên siyasî û qanûnî û sitratîcîk.

Û xeleka gengeşiyê bi navê " bandorên siyasî û qanûnî yên tuhmetbarkirina rêjîma Esed bi bikaranîna kîmawî di dema nêzîkbûna cîbecîkirina qanûna Sêzer de" bû, û beşdaran li ser tiştê di raporê de hatî derbarê êrîşên kîmawî ya raporê aniye ziman erê kirin, yaku seruştiyeke xwe taybet heye û çênabe bêyî fermanên aliyên deselata bilind di serdariya leşkerî di rêjîmê de bikar werin.

Û Siêfan li ser pêwîstiya raporê di çespandina berpisyariya rêjîma Esed di ber bikaranîna dûbarekirî ji çekên kîmawî re li Sûriyê axifî, û behsa pêwîstiya diyarkirina gunehkariya Rûsiya kir, yaku tewanên rêjîmê vedişêre, û mafê redkirinê VETO bikar tîne, daku ti biryar dijî rêjîmê ji aliyê Encûmana Ewlekariyê dernekevin.

Û beşdaran bal kişandin ser ku rapora tîmê ji aliyê komîteya giştî ya Netewên Yekbûyî piştgirkirî ye, yaku karê wê di civîna xwe ya dawîn ya di 2019an de kiriye biryar, ew jî xuya dike ku lehevhatinek mezin li ser karê wê heye di hundir komîteyê de.

Û Elferhan bal kişand ku rapor tekeziyê li ser tewankariyên rêbazkirî û berdewam yên rêjîma Esed dike, ya ku rêjîm wê wek sitratîciyek sereke bikar tîne, û tekez kir ku ti elternatîv ji destpêkirina mîkanîzmên sizedana daddar a vê rêjîmê di riya piştgiriya cîbicîkirina xala 21 ji biryara 2018 û xala 6 ji biryara 2209 yaku daxwaza sizedana lezgîn a kesên têde beşdar bûne tevî rayedarên herî bilind ên rêjîma Esed dike.

Û Remedan dît ku rapora Rêxistina Çekên Qedexekirî û cîbicîkirina qabûna Sêzer, zexteke mezin e li ser tevaya dewletan, daku ti têkliyan bi dewletên tewankar re yên çekên kîmawî bikar tînin ava nekin, di heman demê de zextê li rêjîmê û siponserên wê bikin, da bihêle pirosesa siyasî çalak bibe, û piştgiriya veguhestina siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekarî 2254 û daxwiyaniya Cinêvê bête kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: April 2020