24 May 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, pîrozbahiya gelê Sûriyê bi boneya cejna remezanê kir.

Û di peyveke tomarkirî de, El-ebde, bal kişand ser ku cejn hat û gelê Sûriyê êş û azaran dikşîne, ji ber di dema ku aliyên rêjîmê li ser milyara rabûne hev, welatiyê normal li xwe heyrî ye ka dê çawa pariyê nanê zarokên xwe dabîn bike, û got ku ji dehên salan de ye, ev malbat diziya xêr û bêrê Sûriyan dike, û çembera li dor jiyana wan teng dike.

Û got ku her rojekê rêjîm zêde li ser desthilatê dimîne, gelê Sûriyê bacên buhatir dide, û anî ziman ku ev rewş ne tenê taybete bi yên li dijî rêjîmê derketine, lê ewên alîgirên rêjîmê de jî wê tengasiyê dibînin.

Û Serokê Hevbendiyê got ku rêjîma gendel yekser diber tewan û komelkujî û helmetên koçberkirin û girtin û îşkenceyên dermafê gelê Sûriyê pêkhatine de berpisyar e, her weha rêjîm berpirsyar e di ber gendeliya ku bobelatên aborî li dû hev bi dirêjiya bêtir ji 50 salî anîye ser welêt.

Û Serokê Hevbendiyê eşkere kir ku cezayên li ser movikên dewletê û serekên gendeliyê di rêjîmê de hatine sepandin, hêşt ku ew nakokiya navxwe derkeve derve, bi rêçekê da xuyakirin ku çendî bingeha rêjîmê û hundirê wê jihevketî ye, wek rêjîmek li ser zordarî û teror û gendeliyê hatiya avakirin, û derketina vê nakokiyê ji encama hin kar û guhartinan bû, û bi saya xwedê dê pêşketinên girîng çêbibin.

Û El-ebde, tekez kir ku tevaya xelkên Sûriyê, tevî alîgirên rêjîmê jî, bawer in ku rewş bi vî awayî namîne, û tevaya welatiyên Sûriyê bawer in ku rêjîm gihîştiye dawiya xwe.

Û derbarê yasaya Qeyser, diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî tîmeke kar a taybet jibo şopandina cîbicîkirina vê yasayê ava kiriye, û dît ku ew wek kaxeteke fişarê ye ne tenê li ser rêjîmê, lê belê li ser tevaya dewlet û aliyên piştgiriya rêjîmê dikin.

Û got ku Hevbendiya Niştimanî niha bi Revendên Sûriyê re kar dike ji bo Yekîtiya Ewropa jî biryarekê mîna wê derxîne, daku hîn fişar li ser rêjîmê û siponserên wê zêde bibe.

Û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî pabend e bi pirensîp û armancên şoreşê, û vekirina her deriyekî ji bo rawestandina xwînê û seknandina kuştin û wêrankirinê.

Û li ser kirîza Korona tekez kir ku hemû karên ku Hevbendî bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî pê rabûne çak û serkeftî bûn.

Û sipasiya xwe ji her yekî alîkar di vê serkeftinê re rediyar kir, çi kes bin an rêxistin û saziyên fermî bin, bi taybet Wezareta Tendurustî û Yekîniya Hevrêzkarên Piştgiriyê û tevaya rêxistinên bizîşkî yên li ser xaka welêt, û sipasiya tevaya rêxistinên Sûrî yên sivîl û rêxistin û aliyên Navdewletî yên alîkarî bi me re kirine kir.

Û tekez kir ku bi xweragiriya gelê Sûriyê, şoreşa Sûriyê qonaxa dijwar piştî êrîşa rêkûpêk yaku bi serokatiya hevalbendên şer derbs kir.

Û Serokê Hevbendiyê cext kir ku karên Hevbendî pê radibe ranaweste ta tevaya girtiyan werin berdan, her weha sizedana her yekî tewan dermafê wan kirine , û got ku em li ser wê doseyê bi berpisyariyeke mezin kar dikin, nemaze helmeta navdewletî yaku em pê rabûne da fişar li ser rêjîmê zêde bibin û girtiyan ji ber bêtara Vîrosa Korona berde.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Saturday, 23 May 2020