04 May 2020 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, tekez kir ku rêjîma Îranî mezintirîn rêxistina terrorist a navdewletî birêve dibe, rêxistineke li ser bingeha mezhebî û pirojeya wêrankirinê ava bûye, û çalakiyên xwe li bêtir ji dewletekê ji dewletên herêmê dike, bi rengekî aşkere li Libnan, Îraq û Elyemen, û bi rengekî veşirtî li dewletên Kendava Elerbî.

Û Serokê Hevbendiyê di hevdîtinekê de bi malpera SY24 re, bal kişand ku şaxên van milîseyên mezhebî li dewletên Elmexrib Elerebî û Misir û Dewletên Efrîka, Ewropa û Emerîka belav bûne, û got ku metirsiya van milîseyên terorîst li ser Sûriyê û Dewletîn Erebî û cîhanê heye, û divê hemû dewlet di şerê wan de eleqdar bin, daku gelê Îranê û cîhanê ji şerxwaziya wan rizgar bikin.

Û Elebde zelal kir ku tîmeke taybet bi şopandina kiryarên terorîstî yên Îranê li Sûriyê di Hevbendiya Niştimanî de heye, bi alîkariya pisporên meydanî û lêkolînerên leşkerî yên li deverên rizgarkirî yên cûrbecûr hene, û ew tîma taybet bi vê doseyê di hemû warên xwecihî û navdewletî de tevgera van milîseyan li tevaya deverên ku lê hene ta bi hundir Îranê jî dişopîne.

Û anî ziman ku ev milîs li Sûriyê, Evexanistan, Îran, Îraq û Libnanê û çend dewletên din dixebitin, û got ku tiştê van milîsan dighîne hev mezheb û terror e, û ew hemû ji aliyê hêza Pasdaran ya Îranî ve tên birêvebirin.  

Û Elebde cext kir ku kes ji endamên van milîsên tewanbar li ser xaka Sûriyê namîne, û derbarê pirosesa nasnameyên ku rêjîma nerewa pêşkêşî wan kirine, ew nerewa ne, û her tiştekî li ser nedurustiyê ava bûye ew nedurust e, û got ku emê di riya qanûnê re pey tevaya milîsên karê terorîstî li Sûriyê kirîne bikevin, û em nahêlin ti aliyê terorîst ji sizedanê rizgar bibe.

Û Elebde got ku armanca me ya sereke ew e ku hemû milîseyên terorî û hêzên dagîrker ji Sûriyê derkevin, tevaya cûreyên destêwerdanên derve li ser xaka Sûriyê nemînin, û ti çare tune ye bêyî ku ev merc tê de hebe, jiber ku ew mijarin serwerî ne, û nabe ku bazar li ser bibin, û bêyî vê yekê ti dewlet nikare serweriya xwe biparêz e.

Û li ser bandora encamên rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, Serokê Hevbendiyê diyar kir ku, encamên raporê rêjîm gihand qonaxa wê ya dawî, û divê ew dewletên dixwazin vê dawiyê têklîyan bi rêjîmê çêkin, piştî derketina raporê, hezar carî biramin berî ku têkliyên xwe bi rêjîmeke terrorîst û kujer re vegerînin, rêjîma ku Sûrî kuştine û koçber kirine û komelkujî û tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê dermafê wan pêk anîne.

Û derbarê pirosesa siyasî, Elebde got ku çarçoveya pirosesa siyasî eşkere ye, divê di encamê de em bighên cîbicîkirina biryara Encûmana Ewlekarî ya 2254 û berhevkirina desteya Hikumdariya Veguhêz bi tevaya desthilatên wê , da nûnertiya hêviyên gelê Sûriyê bike, û serweiyê li tevaya xaka Sûriyê vegerîne, bêyî destêwerdanên derve an hebûna ti milîs an rêxistinan li ser xaka Sûriyê.

Û Serokê Hevbendiyê berdewam kir û got ku, gelê me yê ji 9 salan de şoreş li dijî rêjîma diktator vêxistiye, tevî lawazbûna piştnegirtina cîhanê jê re, û sistbûna dewletên çalak di bidawîkirina vê rêjîmê bi rengekî vebir de, û tevî kuştin û koçberkirin û girtin û pêkanîna komelkujiyan, hîn gelê Sûriyê di riya vê şoreşê de pêşve diçe, ji ber ku hebûna wan ya rasteqîn tê de ye, û bi hêvî ne ku pêşerojeke çêtir ji zarokên xwe re peyda bikin, daku bi azadî û rûmetî wek hemî gelên azad bijîn.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Monday, 04 May 2020