Helbijartina encumana bajarê Efrînê gaveke destpêkê bû ji bo helbijartina hejmarek ji encumanên bajarokên bi ser Efrînê ve, bi armanca dagirtina valahiya ku di rêvebirina deverê de çêbûye, û vegerandina karê hemî dezgehên ku ziyan gihane wan, ji bo dabînkirina aramî û hêminiyê û vegera derbideran bo mal û zevî û gundên xwe.
Ji bo rawestana li ser dawîtirîn rewşa Efrînê, me ev dîdara taybet bi endamê encumana xwecihî yê navenda bajarê Efrînê, Azad Osman re pêk anî.
Gelo çi kelem ketin riya we de, ji dema bestina kongirê ruhakirina Efrînê yê roja yekşemê 18 adara bûrî, ta roja bijartina endamên encumana xwecihî ya bajarê Efrînê roja pêncşembê 12 vê nîsanê?
Hejmarek ji astengiyan derketin dema ku me amadekariya kongirê ruhakirina Efrînê dikir, yek jê ew bû ku bi sedema tengbûna demê, me nikarîbû hin kesên çalak ên ku karîbûn destpêşxeriyên baş û nirxdar tevlî ecindayên kongir bikin vexwendî bikin, her weha me nikarîbû hin birayên xwe yên li hundur vexwînin ji ber astengiya destûrdana derbasbûna Tirkyê ji alîkî de , û ji aliyek din de bi sedema qutbûna hêlên peywendiyan bi hundur re, her weha tunebûna nerîneke zelal li ser paşeroja deverê li rex hin endamên kongir, her weha hejmara nûnerîtiya jinan kêm bû, eger bê pîvan bi çalakbûna jinê di civaka Efrînî de, ji ber jina Efrînî di piraniya warên jiyanê de çalak e.
Piştî serokê encuman û cîgirê wî û 6 endamên komîta cîbicîkar û bi amadebûna serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hikûmeta Demikî hatin helbijartin, xuyatirîn gava ku we li hundirê Efrînê avêtiye çi ye?
Piştî helbijartin bi dawî bûn ofîsên taybetmend çêbûn û hevdîtinek li gel waliyê Hatay hat kirin, û ev daxwaz ji bo Efrînê hatin kirin, wek destnîşankirina avahiyekê ji encumena xwecihî re, û rêxweşkirina li pêş vegera xelkê, û giringiya rawestandina binpêkirinan, û avakirina jêrxaneya deverê bi şêweyek bilez ji ber ku piraniya dezgehan ziyan li wan bûye.
Xuyatirîn erkê encumena Efrînê ew e vegerandina xelkên Efrînê yên ku rewşa wan xerab bûye li dervî sînorê deverên xwe, û veger li pêş wan qedexe bûye. Gelo we çi kiriye li ser xakê ji bo vegerandina wan, wê kengî rê li pêş wan vebin?
Belê daxwaz ji birayên Tirk hatiye kirin ji bo giringiya vekirina rêyên hêmin ji bo vegera tevaya birayên me yên li ber derwazan asê mane, û giringiya derxistina lêbûrîneke giştî ji bo wan kesên bi neçarî hatine leşkerkirin û divê ew lêbûrîn tevaya çalakvanên sivîl di dezgehan de yên ku li tevaya deverê di warê xizmetguzariyê de kar dikirin li xwe bigre.
Ewlekarî û hêminî ji azadiyê jî pêşdetir e li rex gelek ramangîrên rojavayî, û Efrîn ya ku ji desthilata PYDê ruha bûye îro di rewşeke aloz û tevlîheviyek mezin de dijî ji bilî talankirin û dizya ku di bin zora tivingê de tê kirin, gelo kî kare van karên dizî û talankirinê rawestîne?
Bi rastî me soz ji birayên Tirk wergirtine ku wê hêzên leşkerî yên artêşa azad ji deverên niştecihan derkevin, û wê polîsên sivîl ên ku wê dema rahênana wan di demeke nêzîk de bi dawî bibe şûna wan bigrin, paş re wê deryê giliyan derbarê binpêkirin û zordariyên li dijî xelkê hatine kirin vebin.
Li gor ku xelkên Efrînê dibêjin, girtina bêserûber li Efrînê ji devera di bin desthilata rêjîmê de jî bêhtir e, gelo wê çawa sînorek ji vê girtina bêserûber re bê danîn?
Niha em vekolînekê dikin derbarê rewşa yasayî û dadgehan di qonaxa bê de, û wê ev war li gel birayên Tirk bên gengeşekirin, paşre wê dest bi dadgehên ji bo vegerandina mafên xelkê bên çêkirin, û ta em bighên wê qonaxê, ofîsek heye ji bo pêşwazîkirina gilînameyan û şopandina binpêkirinan ji bo danîna wan di nav destê aliyên peywendîdar ên taybetmend de .
Gelo aliyê Tirk agahdar e bi hemû binpêkirinên ji aliyê girûpên çekdar tên kirin, û kî kare van binpêkirinên rojane rawestîne?
Di baweriya min de hayê Tirkan ji piraniya van binpêkirinan heye, û hin leşkerên Tirk matmayî man dema ku ew dîmenên tiştê ku Sûrî bi serê hev dikin dîtin, û polîsan hejmarek ji wan kesên destdirêjî li mal û milkê xelkê û azadiya wan kirin girtin, her weha hin girûpên çekdar bi tevahî dûrî odeya operasyonên leşkerî li Efrînê kirin, û dest danîn ser qebareyek mezin ji tiştên hatibûn dizîn, lê ev tev jî têrê nake, û rewşa rastî ya li Efrînê û derdorên wê hewcedarî gavên dînamîkîtir e.
Gelo ti pilan an jî mîkanîzim li rex encumenê heye der barê çawaniya derkirina şervanên ku bi kotekî dest danîne ser malên xelkê li bidehan ji gund û bajarokên deverê?
Birayên Tirk ji me re gotine ku ji mafê çi hevwelatî ye gilînameyekê ji polîs re pêşkêş bike, û ew kesê ketiye mala wî de jê derxîne, ew kes kî be bila bibe, çi leşker be yan jî sivîl be, lewra em ji birayên xwe dixwazin ku vegerin malên xwe û bêdeng nemînin hember zêdegaviyên ji aliyê girûpên çekdar li dijî wan dibin, û dest ji mafên xwe bernedin ji kesê ji dervî herêmê re, yê hatiye û dest daniye ser mal û milkên xelkên resen.
Gelo dema ew girûpên çekdar astengiyan ji karê encumenên xwecihî re derxin hûnê çi bikin?
Wê encumen bi hevrêzkariya li gel serkirdayetiya polîsên sivîl dest bi karê xwe bike di bin çavdêriya yekser de ji hêla odeya operasyonan, û ji ber ku hemî serkirdeyên girûpên çekdar di odeya operasyonan de hene, lewra di baweriya min de wê tu aliyê leşkerî nikaribe keleman li pêş kar derxîne.
Di yek ji bendên destpêşxeriya ruhakirina Efrînê de hatiye ku divê lihevhatin pêk were, gelo wê çawa ev lihevhatin çêbibe di dema ku çi kesê karek biçûk jî bi rêveberiya berê re kiribe newêre vegere deverê?
Emê li gel aliyê Tirk kar bikin ji bo deranîna lêbûrînekê ji bo tevaya karmendên ku di dezgehên tendurustiyê û hînkirinê û xizmetguzariyê de kar dikirin, her weha ji bo ew kesên bi neçarî bibûn leşker û destê wan paqij e ji xwîna bêgunehan, û sivîlên ku bi rêveberiya berê re kar dikirin û doseyê wan paqij in di warê gendeliyê de.