Bê guman ew wêraniya li sûriyê çêbû ne tenê zarok û jin û mêr û jêrxaneya welat pê êşiyan, bi wê wêraniyê re warê rewşenbîrî û ramangîrî yê tevaya civaka Sûriyê birîndar bû, lê ew xerabiya rewşa rewşenbîran , li gor şopînerên rewşa Sûryê di Şoreşê de, ne ji destpêka şoreşê de bû, lê Be’is ji destpêka destdanîna ser desthilata Sûriyê dest pê kiribû. Ji lewra ev dîdara taybet ya beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê bi helbestvan û nivîskar û rojnamevan Birahîm Alyûsif re, wê warê rewşenbîrî tê de geştir be ji warê siyasî.
Di destpêka Şoreşa Sûriyê de, Qamişlo û bi taybetî mala te wek şaneke mêşhingivê bû, gelo çima ew nifşê xortan sar bûn, û karîn û rola wanî nema hat dîtin? Û sedema rawestana wê tevgera we çi bû?
Spas ji vê salixdana te re, mixabin ti tişt li ser hev nema, tevgera xortan rastî dorpêçeke çar taq hat, yek jê bi şêweyekî nermane ji hêla partiyên Kurdî yên kilasîkî ve bû, û ya din bi rengekî tund ji hêla PYD bû, her weha ji Rêjîmê, û ji yekemîn qalikê opozisyonê yê bi navê Encumena Niştimanî Sûrî.
şêweyê nermane yê dorpêçkirinê ji ber du fakteran bû, yek jê ji bo daqurpandina vê tevgerê û destdanîna ser wê, û ya duwem tirsa ji rêjîmê bû, lê PYDê hemî şêweyên tundûtûjiyê çi ji aliyê derûnî be yan li ser xakê be, dijî vê tevgerê bikar anî, bi pêkanîna fişaran û peyketina xortan û tuhmetbarkirin û revandina wan û girtina wan, û hin ji xortan li ser destê vê rêxistinê hatin kuştin li gor ku malbatên wan tekez kirin, her waha destêwerdana di xwepêşandanan de û astengkirina wan.
û Rêjîmê jî dest bi gefxwarina li dijî xortan û peyketin û girtina hin ji wan kir, û lîsteyên bi navên kesên tên xwestin derxistin. Lê li aliyê din me dît ku Encûmena Niştimanî Sûrî ya ku piştgiriya xwe ji tevgera xortan re diyar kiribû, pişta wan berda û ew ji alîkariyê bêpar kirin.
Û piraniya rêxistinên xortan di riya hin kesatiyên ku ketin nav wan de hatin jiberhevxistin, û li gor ku min vê dawiyê bihîst; pere jî ji hin kesan re hatibûn dan ji bo têkevin nav çalakvanan û wan ji rê bibin, di encamê de hinek ketin warê gendeliyê de, lê piraniya tevgera xortan ji kesên dilsoz bûn, û wan ji nişka ve xwe dorêçkirî dîtin û neçar bûn ku çalakiyên xwe rawestînin, û hejmarek mezin ji wan derket dervî welat, û yên man jî bûn ardûyê cengeke pîlankirî bi destên herêmî- islamî û Welatên Kendavê û welatên Erebî û yên navdewletî.
Û divê dîroka vê serbora tevgera xortan bê nivîsandin, û sedemên paşketin û jiberhevketina wê bên ronîkirin, nexasim ku hin hene ku dixwazin wek çêkerên şoreşê bidin nasîn û keda hinên din bidizin, û ronîkirina serbora wî karî gelek hevkarî û komîtên rêxistî jêre divên, û divê ew kes dilsoz û cihê baweriyê bin.
Gelo sedema dûrbûna rewşenbîrên kurd ji Opozîsyona Sûrî çi ye?
Di destpêka şoreşê de sedema netevlîbûna wan ji şoreşê re ji tirsê bû, lê vê dawiyê regezperestî û hişkiya helwestên hin kesayetiyên xwe dikirin rêzên pêş ên şoreşê ji siyasî û rewşenbîran, karvedanek nerênî li rex rewşenbîrên kurd çêkir, û hêjayî gotinê ye ku Rêjîmê pir kar dikir ji bo ku kurdan ji kolana şoreşê dûr bixîne û di bin gelek navan de, û ev tişt bi bandortir bû dema hin şofîniyên ku nekêmî Rêjîmê ne ji aliyê regezperestiyê de lê tenên cihê wan hatine guhertin, û ketine rêzên pêş yên şoreşê, evê hişt ku rewşenbîrê kurd sil bibe, her weha çi rewşenbîrê xwedî piransîb cihê wî di nav vê tabloyê de tune bû, eger wî bi rastî rola xwe ya rexneyî lîstiba, li dijî van kesên xwe dikin şoreşger, ku ew bi xwe regezperest in û kirasê misilmantiyê li xwe kirine, û divê em jibîr nekin ku rêklamek dijî şoreşê tê bikaranîn, û kesên şoreşger tên tuhmetbarkirin bi hemî salixên newelatparêzî û gendeliyê, û vê bi xwe etmosfêrek çêkir ji kesên tirsonek re ji bo ku xwe ji erk û karên ku ji wan tên xwestin dûr bixin, di nav van terazûyên corbecor de…!
Di hevpeyvîneke te de di kovara Elselam ya Siwêdî de, te daxwaz kiriye ku helkefta dana Nobilê bibe kernevalek li dijî kargehên çekan, lê piştî biserketina Donald Tramp di pêşbirka serokatiya Emerîka de, gelo ew banga te wê pêk were, an jî wê wenda bibe?
Biserketina Donald Tramp di helbijartinên serokatiya Emerîka de encameke normal bû ji qeyrana exlaqên siyasî re li ser asta cîhanê, eger ne wilo ba evqas wêranî û bobelatên cengê wê niha nebana, û bi taybetî li welatê me, û ev destpêka cengeke cîhanî ya mezin e, û dana şîfreya odeya çekên werankariya gerdûnê bo kesekî ku aqilmendiya wî cihê gumanê ye, ew nîşana çarenûseke bobelatî ye ku tu kes jê nayê parastin.
Gelo tu dibîne ku buhara Erebî ezmûnek bû ji partiyên çeprew re li welatên herêmê, ji bo nebaweriya wan bi mafên mirovan eşkere bike, ji çepên Iraqî bigre ta tu di komonîstên Sûriyê re derkrve, tev jî helwestên wan ji şoreşê nerênî bûn û piştgirê Rêjîmê bûn?
Dema behsa komonîstan tê kirin, ez piransîbên vê rêbazê û karê kesayetiyên li ser xakê dikin ji hev cuda dikim, ji ber ku di nerîna min de Komonîstî tovê xêrê yê mirovahiyê ye li gerdûnê, dema tu li naveroka wê binere, û dema ez tevlî partiya komonîsta Sûrî bûm min ew didît dergûşa giyanê şoreşê, û cihê pêkanîna hêviyên bindestan, û gelê min jî yek ji wan bindestan e. lê hin bi hin û ji encama dûrketina teyorê û bikaranîna wê ji hev, ez dûrî rêxistina partiyê ketim da ku nerînên min li dadmendiya mirovahî wek giringiyeke dîrokî wek xwe bimînin, bêyî ku em têkevin hûrbîniyên wê teyorê, ku tiştin têde hene ne cihê pêkanînê ne, û dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, ez diketim wan xewnan de ku derfeta dîrokî ya vê dibistana resen hat, nexasim piştî tevlîbûna rêxistina Qasiyûn di nav xwepêşandanan de, û dana hejmarek ji şehîdan di destpêka şoreşê de, lê şaşiya xwendina Komonîstan û tevaya Çeprewan ji tabloya Sûriyê re, ji encama gemarkirina Rêjîmê ji şoreşê re bû, û tevlîbûna hêzên tundrew, û serkirdeyên Eniya Niştimanî nikarîbûn dest ji kursî destkeftên xwe berdin. van sedeman hişt ku ew xwe bidin aliyê bercewendiyên Rêjîmê dijî bercewendiyên gelê Sûriyê, di bin perdeya ku dilê wan li ser welat têşe.
Û dûrketina komonîstan ji şoreşê hişt ku bêtir kesên paşverûyên xwe dikin misilman cihên xwe têde bibînin, ji lewra ew berpirsyariyeke mezin a nayê bûrandin hildigirin.
Û Şepêla Qasiyûn min nêzî sê salan têde kar kiriye berî ku ez dest jê berdim û di “Komîta Niştimanî Ya Yekîtiya Komonîstên Sûriyê “de kar bikim, û ev komît mîna komeke niştimanî ya vekirî bû ji komonîst û misilman û neteweperweran re, û helwestên wê erênî bûn der barê dijîtiya Rêjîmê. Her weha ew ji derveyî Eniya Niştimanî Ya Pêşverû bû, her wekî rota Qasiyûn û rexne li siyasetên Rêjîmê dikirin, û ne bes weha, Qasiyûn beşdarî û handana xwepêşandanên yekemîn yên li Şamê dikir, û Şepêla Qasiyûn hevparek bû di xwepêşandanên Yekîtî re li pêşiya Berleman di riya hin nûnerên xwe re, û yek ji wan Salih Nemir bû, û ew tişt ji encama têkiliyên min û Ebdilbaqî Yûsif bû di wê demê de, û armanc ji wan xwepêşandanan rahênana kolanê bû di demeke kurt de, da daxwazên hinavên xwe bînin ziman, û ev xalek e divê em wê jibîr nekin, dema ku em rexneyan li vî alî dikin, û beşdariya komonîstan ji Rêjîmê re di desthilatê de şaşiyek mezin e, piştî evqas xwîna hat û tê rêtin, ma çi nirxê berleman û wezaretan maye, û tevlî ku Rûsya roniya kesk daye wan komonîstan ku ew ê hin bi hin desthilatê têxin destên xwe de, û min bi xwe rexne ji destpêka şoreşê de, û gelek caran, li kimonîstên Sûriyê kiriye, min ji wan re gotiye: hûn yekemîn aliyê hizbî bûn ku we tevger û dengê şoreşê wenda kir, û we beşdarî di hikûmetên Rêjîmê de kiriye, û ev yek serkirdeyên partiya komonîst datîne ber berpirsyariyên wê yên dîrokî di ber xwîna sûriyan de, û sedemên wê yên tektîkî çi bin nabin behane, lê der barê partiyên çeprew yên Erebî û yên navdewletî yên ku aliyên Rêjîmê girtin, û tevlî yên çavê xwe ji karê wî digirtin bûn, ew tev gunehkar in û ew hevparên tawanan in jî, ji ber dûrketina wan ji şoreşa Sûriyê û alîkariya Rêjîma xwînrêja kujer, çi bi bêdengiyê be an jî bi alîgiriya wî be yan jî bi şerê li kêleka wî be.
Tu serokê Encûmena rêvebirî ya rêxistina “Maf” ya mafê mirovan e, gelo we karîbû yan jî we hewl daye li gor karînên berdest, çanda danpêdana mafên hevdû di xaka afrandin û rewşenbîriyê de biçînin, da bibe rêbazek di derûn û kesatiya wan de?
Karînên me kêm in, tevlî ku temenê rêxistina me bi ser 12 salan ketiye, me ji destpêka damezrandina xwe de giringî daye warin destnîşankirî, ew jî evin: belavkirina çanda mafê mirovan û şopandin û belgekirina binpêkirinan, û me ji destpêka damezrandinê de dest ji armanc û pirogramên xwe yên me danîne bernedaye, lê ma wê rêxistina mafnasî karibe çi bike hember evqas wêraniya giyanî û derûnî ya pîlankirî? Em ne reşbîn in, lewra em bi hemî hêz û karîna xwe ya heye erk û karên xwe berdewam dikin.
Her rêxistineke siyasî ya serkeftî piştgirek wê ya rewşenbîrî heye, da berevaniyê di ber rêbaza wê de bike dema hewcedarî hebe, û her weha xwarî û şaşiyên wê rast dike, di nerîna te de partiya PYDê kariye rewşenbîran bide dora xwe dûrî rêbazên partîtî û bercewendiyên kesayetî yên teng?
Dibe ku çalakvanek biçûk têkeve xefka hin dezgehan de, li pey duruşmên xweşik yên pê bandikin, lê rewşenbîrê bi rastî divê nekeve van davan de, nemaze dema bibîne ku ev dezgeh dûrî hêviyên li ser tên girêdan e, û rewşenbîrên xwe li ser bercewendiyên teng pelû dikin roj bi roj ji destpêka şoreşa Sûriyê û ta niha pir dibin, û kesê rewşenbîr bûye bêkêrtirîn kes di tabloyê de, piştî ku gelekan xwe nedan ber rola ku ji wan tê xwestin, ji bo hin destkeftên berçav yan jî ne berçav.
Gelo perçebûnên partiyên Kurdî, ew bûn sedema hebûna bêhtir ji yekîtiyekê ji nivîskar û rojnamevanên kurd re, û wan nehişt ku ew çarçoveyeke yekgirtî ji xwere çêkin?
Di vê derbarê de bi rastî em nikarin ti alî ji destêwerdana di karûbarên rewşenbîran de bêguneh bikin,ji encama xwepelûkirina hin kesên xwe dikin rewşenbîr piştî destpêkirina şoreşê, ji bo hin destkeftan bi dest bixin, îro ji tevan re zelal bûye ku yê xwe têxe bin çengê siyasetmedarê partiyekê de û li gor fermanên wî karê xwe yê rewşenbîrî bike, ew nikare sûdeyê bighîne gelê xwe, û divê bi sertewandina xwe razî be, û xwe qebûl bike nivîskar an rewşenbîr yan jî medyakarê wê rêxistinekê bitenê.
Ezê bi riyeke din pirsekê ku te di gotareke xwe de behsa wê kiriye bikim, ew jî ew e, gelo emê karibin di demên bên de biryareke rewşebîrî ya kurdî ya azad û xwedî rol û bandor bibînin?
Tevlî bidûrketina hejmareke mezin ji rewşenbîran ji berevaniya di ber çarenûsa xelkên xwe de, lê ew nimûneya ku min behsa wê kiriye, ya kesê ku xwe naxe nav destê siyasetmedaran de heye, û bi rola xwe radibe, û ew rola wîna tirsê dixe dilê wan kesên dixwazin rola rewşenbîran pûç bikin û serê wan bitewînin de, û ji ber helwestên wan yên pîroz hejmarek mezin ji xelkê bi dilsozî xwe li dora wan didin hev, tevlî hewldanên hin hêzên siyasî yên dûrî bercewendiyên gelê xwe yan jî yên dijî wan bercewendiyan kar dikin, ku dixwazin rewşenbîrên xwe yên destçêker bidin pêş bi navê rewşenbîriyê, û ew bi xwe ji duruşman pêve ti tiştî nizanin, nemaze piştî belavbûn û pirbûna Alavên Têkiliyên Civakî yên ku ji aliyê hin partiyên kurdî tên kontrolkirin, û van kesan kariye laşê kurd û Kurdistanê ji ber hev bixîne.
Gelo tu hîn jî çakbîn e ku kesin hene pizota rewşenbîriyê bi destên xwe hilgirtine û di bin çi fişarên desthilatan û eydiyolociyên wan dest ji rola xwe bernadin?
Belê hene yên ku piransîbên xwe nadin ber bazaran, hene yên ku pişta şoreşa Sûriyê girtine, û li pey armancên wê yên destpêkê mane, yên berî jirêderketinê, û ew kes bûn armanc ji dijîtiya hin mejîtengên partiyên Kurdî yên kilasîk re, û ez dibêjim: dijîtiya wan kesan bi du rengan dihat kirin, û hinan ji wan ew tuhmetbar dikirin bi Erdoxaniyetê, û hinên din şerê wan dikirin ji tirsa kişandina kursiyê sekretêrê xwe yê giştî, û alavên xwe yên tirsandinê pir dikirin, piştî ku dîtin ku ew kesên bi şoreşê re metirsiyê li ser dezgehên wan çêdikin, û ew kes rastî serkutkirina peyayên PYDê dibûn û hêjî dibin, lê şoreşê ew kes tazî kirin û ew ji gel re hatin eşkerekirin.
Û hevkarekî me di rêveberiya Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar Û Rojnamevanan de heye, yek ji wan kesên disoz e, min jê xwest ku bibe balyozê şoreşa Sûriyê li welatekî Oropî û bi mûçeyekî baş, lê wî daxwaza min red kir û tenê xebata xwe bi posta xwe ya xwedî bandor di kolana Kurdî de berdewam kir, ma ev ne berdewamiya bidestrahiştina pizota agir e? û gelek ji hevalên me li hundur gefên kuştinê li wan hatine xwarin, ma ev ne berdewamiya hilgirtina pizota agir e?.
Di nerîna te de, gelo kesê siyasetmedar rewşenbîr bikar tîne da ku hin kirêtiyên xwe pê xweşik bike, anjî kesê rewşenbîr dest ji pirojeyê xwe yê ronakbîrî berdaye û xwe nêzîkî siyasetmedar dike ji bo hin qezencan?
Siyasetmedar nikare rewşenbîrê xwedî piransîb têxe bin çengên xwe de, eger sertewandinek hebe rewşenbîr wê dike, di heman demê de ez kesê siyasetmedar jî bêguneh nakim ku destê wî di jiberhevxistina refên rewşenbîran ji destpêka şoreşê de heye, da ku gotina wan nebe yek, û ji bo ku ez rastiyê bibêjim, hejmarek serkirdeyên partiyan yên rêza pêşî, gef carinan li min dixwarin ji ber ku mala min destpêk bû ji tevgeran re, wek hin malên din yên wek mala min, û carinan jê, ji ber ku em karê xwe yê rexneyî dikin û nerîna me azad e.
Di nivîseke xwe de te gotiye ” hêjî dayik helbestvanan tînin “, te têde xwepayekirina hin kesan destnîşan kiriye, ji ber ku dikek ji xwe re dîtine xwe li ser pêşkêş dikin. di nerîna te de, ev Alavên Têkildariyan, tevlî sûde ji wan hene jî, tu nabîne ku ew çanda rasteqîne û afrandyarê resen wenda dikin?
Berî her tiştî, alavên têkiliyên civakî agahî azad kirine, û desthilata weşandinê ruxandiye, û hemî dîwarên tirsê derbas kirine ,ev di warê ragihandinê de. lê tiştê dibe ku gelek kes bi çavê hêsaniyê li weşan û nivîsandinê dinerin di riya xwekirina wek hin nimûneyên afrandinê, ez bawerin ku carinan pirbûna berheman, berhemên qenc jî di nav wan de pir bibin, lê piştî van salên bikaranîna Alavên Têkiliyên Civakî me ev tişt bi rengekî berçav nedîtiye, û li rexekî din em dibînin nivîsên pilenizm pir bûne, û vê hiştiye ku baweriya xwendevan nema bi afrandina rasteqîne jî bê, û hiştiye derfeta xwendina afrandinên rasteqîne jî kêm bibe, di dema ku beşekî mezin berê xwe daye xwendina van nivîsên nizim, û ev bûye dûrbûnek di nav afrandyarê rastyeqîne û xwendevanên wî de!, tevlî balkişandina ser van tiştan jî lê hêjî helbest tê nivîsîn û her weha çîrok û roman jî tevlî gotarên toreyî jî.
Di sala 2003an de te gotiye: em di serdema gotarê de dijîn? Çi mebesta te ji vê gotinê ye?
Di wê serdemê de hîn Alavên Têkiliya Civakî bi vî rengê niha belav nebibûn, ez ne bawerim ku kesî berî niha gotibe em di serdema gotarê de dijîn, lê bi rastî, em niha dibînin ku xwendina gotaran pir balkêş bûye, û xwe daye pûşiya hemî şêweyên din yên nivîs û afrandinê.
Di ahenga helbesta kurdî li “Îsin”, balkêş bû ku piraniya beşdaran ji kesên ku li Almaniya bûn, lê li gor navendên çapkirinê dibêjin, ku piraniya berhemên Kurdî li Siwêdê ne, tevlî hejmara mezin ya Kurdan li Almaniya, lê hejmara berhemdaran di nav wan de kêm e, tu çi di vê derbarê de dibêjî?
Di nerîna min de, ev tê bi sedema ku Kiraliya Siwêd guhdanê bi torevan û nivîskaran dike, ne wek Komara Almaniya, û kesê li Almaniya afrandinê dike, li ser hasabê dem û westana wî ye, bê ku demek wî ya taybet ji afirandinê re hebe, yan hin hebin wî han bidin, lê niha hejmara nivîskar û afrandyaran li Almanya pirtir bûye di nav penaberan de, ez bihêvî me ku diyardeyeke nû di vî warî de çêbibe, di serdema penaberiya ji ber vê cenga wêranker.
Û ez ji te venaşêeim, ku ez matmayî mam dem a min dît ku daxwaznameyên endamtiyê yên nû vê dawiyê gelek hatine pêşkêşkirin ji Yekîtiyê re, ji nivîskar û medyakarên Kurd yên li Almanya û Oropa ne, û her weha ji hundirê welat jî, belkî ev diyarde ji ber ku tev gihane wê baweriyê ku em xwediyên pirojeyek rewşenbîrî yê resen in, û destpêka vî pirojeyî di serdema tirs û çewisandin û xweragiriyê de bû, û ew wek rêyekê bû ji bo derketina di rûyê diktatoriyetê û wendakirina nasnameyê de bû, û ne tiştekî ji xwe de bû, yan jî karteke ji bo bidestxistina qezencan bû, em jidayik bûne da em qurban bin, ne ji bo em li qezenc û destkeftan bigerin, eve sîmbola me ya em pê ciyawaz in.
Pirseke kesayetî ya dawî, li gor ajansa nûçeyên helbestê, sê pirtûkên te yên helbestî îsal derketine, ” Pesnên Sipîbûnê”,”Demjimêra Şamê” û “Ez Bavê Xwe Dubare(dîwana Îsinê)”, her weha di îsal de 10 pirtûkên te yên din jî derketine, tu karî ji xwendevanan re sir û raza vê pirbûna berhemdariyê bibêje?
Hin pirtûkên min hene ku min ew di sala 2016 nivîsîne, û yek ji wan pirtşka min ya jînenîgarî”Jêbirka Dûrbûnê”û ya” Jiderveyî Tabloyê”..td, lê pirtûkên min yên ku di 2016an de derketine, pirên wan erşîf in, lê ji ber ku moral û dem bi min re peyda bû, ez li erşîfê xwe vegeriyam, piştî ku 70% jê wenda bû, ji neçariya min a elektronîk bû, û mixabin, xemsariya hinên ku ez li wan hêmin bûn. Wek nimûne: tiştên li ser raperîna 12 adara 2004, yên ku min rojane dinivîsîn, pieaniya wan nivîsan wenda bû, ji ber ku malperên eliktronîk yên ku min di riya wan re belav dikiein rawestiyan, ez bawer bûm ku wê hevalê min GOOGLE emanetên min biparêze, lê ew jî ne wefadar derket, lewra ez bi hêvî me ji wan kesên erşîfa 12adarê û tiştên min nivîsî bûn kom kiribin, karibin bighînin min !..