Monday, 10 September 2018 16:14

Ced’an Elî : Kilîtê Çareseriyê ne di Destê Rêjîma Esed de ne, Lewra Em Dibînin ku Danûstandina pê re Bêhûde ye

ji bo behskirina çalakiyên nûnertiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Herêma Kurdistana Îraqê û erkên pê hatina spartin, û rewşa penaberên kurd li wir, her weha rewşa Sûrî ya giştî û rewşa kurdî. Me ev dîdara taybet bi birêz Ced’an Elî endamê nûnertiya ENKS li herêma Kurdistanê re pêkanî.

Wek endamekî ji nûnertiya Encumena niştimanî ya Kurd ya Herêma Kurdistanê, hûn Karin ji me re behsa karê nûnertiyê di warên siyasî û xizmetguzarî de bikin?

Erkê sereke yê Nûnertiya Encumana Kurdî li herêmê siyasî ye, ji ber giringiya Herêma Kurdistanê ji aliyê coxrafya siyasî de, û hebûna tevgera siyasî ya Kurdistanî û qonsulxane û ofîsên dewletan. Û Herêma Kurdistanê dergehê Encuman ê sereke ye yê ku di riya wî re têkiliyên xwe yên bi welatên cîhanê re pêk tîne ji bo gihandina wêneyê rasteqîn ê kêşa Kurd li Sûriyê ji civaka navnetewî re, û pêkanîna peywendiyên sûdedar û gihandina dengê derdeseriyên gelê Kurd û bidestxistina piştgiriya pêwîst li ser asta navdewletî. Bê guman erkê din ê Nûnertiyê ew e, pêşkêşkirina şêwirdariyê bo xelkên me yên penaber li herêmê, bi rengekî guncayî bi yasayên navnetewî û yasayên Herêma kurdistanê re, û em dengê wan dighînin rêxistin û aliyên navnetewî yên peywendîdar bi rewşa penaberên li Herêmê, her weha gihandina deng û daxwazên wan bi rengekî berdewam bo dezgehên desthilata Herêmê .

Gelo penaberên Kurd li Herêma Kurdistanê ji karê we yê siyasî û xizmetguzarî razî ne?

 Ez ne bawer im ku penaber ji rengê karê Nûnertiyê razî bin, ji ber alozbûna rewşê û dirêjbûna dema penaberbûnê ya ket sala xwe ya 8emîn de, û rotîna dewletan û ya herêmê, û nebûna karînên pêwîst li rex Nûnertiyê ku têra xizmeta penaberan bikin, û paşguhkirina penaberan ji aliyê opozisyonê û Hevbendiyê bi taybetî. Û Penaber berpirsyariya van kêmaniyan tevan dixin ser milê Nûnertiyê de, lewra gazin û nerazîbûn berdewam in.

Vê dawiyê me bihîst ku biryarek ji wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê derket, derbarê hilanîna qedexeyê ji ser penaberên Sûrî yên mafê îqamê bo wan nedihat dan, gelo rola we di derxistina vê biryarê de hebû, bi taybetî ku ev biryar di dawiya qonaxa serokatiya we ji Nûnertiyê re bû, çi erêniyên vê biryarê ji penaberan re hene?

   Belê derbarê biryara hilanîna qedexeya dana îqameyan ji hêla wezareta navxwe, Nûnertiyê bi hemî karînan kar kir bi riya hevdîtina bi aliyên peywendîdar re li Hewlêr û Dihokê, û bi rengek berdewam ev mijar dihat şopandin, û di encamê de biryara hilanîna qedexeyê hat dan, ji ser kesên nikarîbûn biçin û bên bo Herêmê, û kesên dana îqameyan bo wan qedexe bibû û nikarîbûn careke din Îqameyê wergirin, ew kêşeyeke mezin bû û dibû asteng li pêşiya wan kesan û nikarîbûn jiyana xwe ya normal li Herêmê birê ve bibin.    

Nerîna we çi ye li wan kesên ku berê xwe didin Şamê ji bo danûstandina bi rêjîma Sûrî re? gelo hûn wek Encumana Kurdî nêta we heye ku hûn jî tevlî vê danûstandinê bibin, çi bi tena xwe be an jî bi hevrêzkaiya bi PYD an jî partiyên din re be?

 Derbarê danûstandina bi rêjîmê re, em wek Encumana Kurdî dibînin ku çareseriya pirsgirêka Sûrî bi tevayî di destê civaka navdewletî û dewletên kartêker de ye. kilîtên çareseriyê ne di destê rêjîmê de ne, û em tekziyê li ser bêhûdebûna danûstandina bi rêjîmê re dikin, ji destpêka şoreşê de û ta niha, û em dibêjin ku çareserî di riya kongirên Cinêvê û biryara navdewletî 2254 û yên din re ye, û çi danûstandina bibe divê di bin siya civaka navdewletî de be. û nerîna me ji PYD re ew e, ku ew partiyeke armanca wê ya serke bidestxistina desthilatê ye bi diktatoriyet û çekdarî, û pirojeyê wê yê netewî tine ye, û ew tenê duruşmin pûç ên ku nepêkan in hildide, lewra em nikarin kar pê re bikin di warê netewî kurdî de.

Di nerîna we de, rewşa Sûriyê ber bi ku ve diçe, gelo wê kêşa kurdî li Sûriyê çareser bibe, û wê cihê Kurdan di Sûriya nû de hebe?

Encumana Niştimanî ya Kurd dibîne ku kêşa Kurdî li sûriyê pir dirêj kir, û pir aloz bûye, û gelê Sûrî gelek qurbanî û wêranî û derbiderî û penaberî dît, ji encama tevlîhevbûna bercewendî û ecindeyên herêmî û navdewletî, û sûriya bûye hola çareserkirina nakokiyên navdewletî. û tevlî hemî tiştên dibin jî, em dibînin ku ev qonaxa dawî ye ji zincîra şer û tundûtûjiyê , û ew civîn û hevdîtinên pir yên li ser asta herêmî û navdewletî pêk tên, nişanên nêzîkbûna dawiya drama xûndar a Sûrî ye, û çareseriya kêşa Kurdî jî wê beşek ji çareseriya Sûrî bi giştî be, û danîna derstûreke nû bo Sûriyê, ku mafê tevaya gelê Sûrî tê de parastî be.

Bêtir ji 3 heyvan di ser şerê Efrînê re derbas bû, û aliyên çekdar ên PYD jê derketin, tevlî weha jî , rewşa Efrînê baş nebû, di nerîna we de çima hêminî li Efrînê peyda nabe piştî bidawîhatina şer?

Ez bawer im ku mirov nikare rewşa Efrînê ji ya Sûriyê bi tevayî cuda bike, û tiştê li Efrînê bû bi lihevkirineke herêmî û sîwanek navdewletî ya Rûsî û Amerîkî bû, lewra wê çareseriya Efrînê jî di çareseriya Sûrî ya giştî de be.

Gelo çalakiyên Encumana Niştimanî ya Kurd an partiyên wê yên ana li Efrînê hene, piştî ku PYD di serdema desthilata xwe de karê wan qedexe kiribû?

Me wek Encumana Niştimanî ya Kurd nikarîbû bi erkê xwe yê tê xwestin li Efrînê rabin ji ber helwesta nerênî ya Tirkyê ji Encumanê derbarê Efrînê, her weha karînên me jî kêm in û coxrafya û dorpêçkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û Artêşa Azad û rêjîmê û PYD jî astang bûn li pêşiya me. Rewşa Efrînê bobelattî ye, û karên alayên çekdar ên xerab cihê riswakirinê ye li rex me, û em dibînin ku Turkiyê wek dewleteke dagîrker bi erkê xwe ranabe derbarê parastina xelkên Efrînê û sizakirina kesên wan xerabiyan dikin, û guhertina demografîk pêk tînin, û nahêlin hêminî ji bo xelk vegerin ser mal û milkên xwe peyda bibe.  

Home