Tuesday, 18 July 2017 16:08

Ebdulbasit Hemo: Divê Agirbest Tevaya Deverên Sûrî li xwe Bigre, ne Tenê Deverên Parçe-parçe yên di bin Desthilata Aliyên Cuda de

Berî destpêkirina gera heftemîn ji Cinêvê, Abdulbasit Hemo endamê ofîsa siyasî ya Partiya Demoqrat a Kursistanî- Sûriya bi tevaya dengan di civîna desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûryê ya di 7 û 8ê heyva tîrmeha 2017 de lidar ket, wek cîgirê serokê Hevbendiyê hat helbijartin, û berî dest bi erk û karûbarê posta xwe ya nû bike, me ev dîdar pêre pêkanî. Di dîdarê de bal hat kişandin li ser gelek mijarên giring yên têkildar bi guhertin û bûyerên vê dawiyê li Sûriyê bi giştî û li deverên Kurdî bi taybetî dibin.

Tu di civîna desteya giştî ya Hevbendiyê de ya di roja 7-8/7/2017 li dar ket, wek cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê hat helbijartin, gelo mijarên ku tê giraniyê bide wan di dema karê xwe de wek cîgirê serok wê çi bin?   

Ez spasiya bira û hevalên xwe yên serpereştiya partiya me û her weha yên Encûmena Niştimaniya Kurdî dikim, Ii ser erkdarkirina min bo vî erkê netewî, û ez bi hêvî me ku ez li gor hêvî û baweriya wan û ya gelê me bim, û bê guman ezê bi hemî karînên xwe bizavê bikim, ji bo hevkariya  bi birayên xwe yên firakisyona kurdî re di Hevbendiyê de, dûrî çanda tekrewî û xwedîtinê, û emê pevre destpêşxeriyên tevayî pêşkêş bikin û ji bo cîbecîkirina biryaran kar bikin, û kar ji bo berdewamkirina karê hevkarên berî xwe bikim, û giraniyê bidim cîbecîkirina rêkeftina di nav Encûmena Kurdî û Hevbendiyê de, û emê hewl bidin wê rêkeftinê pêşdetir de bidin, û bê guman wê xebata me di bercewendiya pêşdebirina pêvajoya kar de be, li gor hêvî û daxwazên firakisyona Kurdî di Hevbendiyê de, bi hemû karûbarên têkevin xizmeta gelê me yê Kurd û kêşa wî ya rewa de, her weha bi hevkarî û hevrêziya li gel aliyên din ji Hevbendiyê ji bo parastina hemû pêkhateyên Sûryê yên netewî û ayînî bi şîweyekî ku siberoja me ya hevbeş geş bike.

Di nerîna we de gelo ev gera heftan ji danûstandinên Cinêvê, wê ji gerên berî xwe biencamtir be, yan jî Cinêv tenê platformek e, li gor karê dewletên têkildar bi kêşeya Sûrî re tê meşandin?

Bê guman wê ev ger berdewamî û temamkirin be ji gerên bûrî re, û ne veşartî ye ji hemî kesên şopîner ku şanda Rêjîmê û ya Desteya Bilind ya Danûstandina pir ji hev dûr in, û ew çareseriya ku gelê Sûriyê dixwaze demeke dûdirêj jêre bivê, û her kes dibîne ku bi salan e  gelê sûriyê hemî cûreyên êş û janên fîzîkî û derûnî dikşne, ji ber tewanên bê hempa yên di derheqê wî de bûne, ji bilî wêranî û têkçûna jêrxaneya welat û civakê. Bi rastî ew şermiyeke mezin e ji civaka navdewletî re. û hewlên çareseriyê yên li ser asta navdewletî dibin, ne li gor qurbaniyên gelê Sûriyê yên ku ji destpêka şoreşê di 2011an de datîne, ji ber nebûna karekî birastî û jidil ji aliyê şanda Rêjîmê ve, ya ku bi hemû karînên xwe hewl dide behane û berepêkan derxîne ji bo ji cîbecîkirina biryarên Cinêv1 û biryarên Netewên Yekbûyî  yên dîtir bireve, û ji bo demê qezenc bike, bi armanca cîbicîkirina pilana ciyosiyasî li ser xakê li gor bercewendiyên xwe, di riya bikaranîna hêzên xwe û milîsên mezhebperest yên hevkarên xwe yên ji dervey sînoran ji Iraq û Îran û Libnanê û hin dewletên din hatine.

Di nerîna te de ew lihevkirina Amerîkî- Rûsî derbarê deranîna biryara pêkanîna dijfirînê li deverên ewle, wê bibe destpêkek ji danîna sînorên deverên di bin desthilata aliyan de li Sûriyê, û wê bibe destpêka perçekirinê her wekî devera aram ya li başûrê Sûriyê?

Ez ji we venaşêrim ku tirs û guman li rex Hevbendiya Niştimanî heye derbarê rêkeftinên hevdem bi Cinêvê re, û ji derveyî pêvajoya danûstandinên Cinêvê ne, lê eger ev rêkeftin bihêlin hejmara qurbaniyan û xwînrijandina Sûriyan û kuştin û wêranî kêm bibe, emê lê binerin wek gaveke bi aliyê rast de, lê wek ku min di destpêkê de amaje pê kir, tirsek heye ku ev tiştên li ser xakê dibin , bibin wek destpêkekê ji bo biserxistina parçekirinê li hin deveran ku paşre xwe li hemî deverên Sûriyê vegire, lê Hevbendiya Niştimanî Dibîne ku divê çareserî giştî be û hemî deverên Sûriyê li xwe bigre, ne tenê wek deverên parçe -parçe yên di bin destên aliyên cuda de.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî ew komkirina leşkerên Tirkî li derdora Efrînê şermezar kir, nerîna we li ser vê yekê çi ye?

Em wek firakisyona Kurdî di Hevbendiyê de, emê kar û bizavê li gor karînên di nav destên me de hene bi hevparên me yên Hevbendiyê re bikin, ji bo em metirsiyên êrîşa li ser devera sînorî û bi taybetî li ser Efrînê şirove bikin, û bandora wê yekê li ser pêkhateyên Sûriyê diyar bikin, û ev êrîş û komkirina leşkeran wê têkeve bercewendiya rêjîma Beşar esed de, û wê pê armancên xwe pêk bîne. Em bi çavekî berpirsyane li vê yekê dinêrin. Em metirsiya wê yekê li ser jiyana xelkên me yên Efrînê zanin , û her kes dibîne ku Efrîn bi hezrên penaberên Kurd û Ereb ji gundewarê parêzgeha Heleb û Idlibê, yên ku ji ber hovîtiya hêzên Rêjîmê û terora rêxistina DAIŞê reviyane, hembêz dike. Em tê dighêjin ku destêwerdana leşkerî di kîjan deverê de be, wê encamên metirsîdar û nîgatîv ên mezin bi ser wê deverê de bîne, û wê bibe sedema kuştina bisedên zarok û jin û pîran û koçberbûna xelkên deverê, lewra em her çareseriya leşkerî li kîja devera  Sûriyê be red dikin, her wekû  redkirina têwerdana di devera Efrîna xoşewîst de.

Gelo hîna pilana navdewletî bi serî nebûye, û ew bûye sedema derengmayîna vegera Pêşmergeyên Rojava?

Êdî her kesê ku bûyeran dişopîne zane ku tiştê li Sûriyê dibe nema mijareke navxweyî ye, û nema di nav gelê Sûriyê û Rêjîmê tenê de ye. Kêşeya Sûriyê sînor derbas kirine. Sûriya bûye meydana milmilane û rikîtiya navdewletî û herêmî, ji bilî terora DAIŞê. Her kes zan e pêşmerge çaktirîn xort û keçên gelê Kurd ên Sûriyê ne, yên ku ji hovîtî û terora Rêjîmê xwe li herêma Kurdistanê girtin, û ji mafê wan e xaka xwe biparêzin li gor erkên xwe yên netewî û niştimanperwerî, û ji bo bercewendiyên giştî  divê ev leheng di zûtirîn dem de vegerin, ji bo cîbecîkirina aramî û dadperwerî û demoqrasiyê û mukumkirina şêweyên jiyana biratiya hevbeş.

Tevlî hemî xwepêşandan û mangirtin û nerazîbûnên ku alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li hundir û derve pêk anîn, ti bandor li siyaseta PYDê nebû, gelo ew bi sedema stemkariya PYDê ye, an jî ji ber ku ew tenê alaveke di destê rêjîman de, û ji lewra ew nikare bersiva gotara netewî ya Kurdî bide, eger dilê wê bixwaze jî?

Wek hûn zanin Encumena Niştimanî ya Kurdî dezgeheke siyasî ye, û xebata xwe bi şîweyekî aştiyane birêve dibe, ne ji niha ve, lê ji destpêka şoreşa Sûrî de. Encûman hêviyên xwe bi gotara leşkerî ve girênedane, lewra tiştekî normal e ku Encûman dest ji xebata xwe ya siyasî ya aştiyane li hundir û derve bernede, û xebata aştiyane bi şêweyên helwestên nerazîbûnê û xepêşandanan û mangirtinan û daxuyaniyan e. Tiştê li devera Kurdî dibe, li gor pîlanên partiya Yekîtiya Demoqrat û dezgehên wê yên ewlekariyê pêk tê. Lê derbarê reftarên çekdarên dezgehên bi ser PYDê ve, bê guman ew Karine tundûtûjî ne derheqê rikberên wan yên siyasî, û ew rastiya rêbaza wê partiyê ye, an jî ya aliyê siyasî yê ku fermana xwe jê werdigrin, û rastiya wan tiştan di pêvajo û ezmûnên Encûman bi wan re hat diyarkirin, wek ku te di pirsa xwe ya dualî de amaje pê kir, ev partî ji alîkî ve bi şêweyekî stemkarane û neqebûlkirina aliyên din riftaran dike, û ji aliyekî din ve em di riya biryarên wan yên neberbihev re dibînin, ku ew partî hîn jî alaveke ku bi destê hin aliyên derveyî herêmên Kurdî yên Sûrî tê birêvebirin, çi ew biryar ji Şamê bin, yan jî ji Qendîlê bin bi razîbûna Tehran û Bexdayê.

Di civîna dawî ya emîndariya giştî ya Encûmena Niûtimanî ya Kurdî de ya li Qamişlo hat lidarxistin, gelo Encûmenê çi helwêst derbarê vexwendina hin aliyan ji bo lidarxistina Kongirê Niştimanî Kurdistanî KNK nûnera PYDê stand ?

Di baweriya min de dem neguncayî ye ji bo lidarxistina kongirên bi vî rengî, bi taybetî ku ew di heman dema rêfrandroma çaverêkirî ye li 25ê eylûla bê de, û em dibînin ku di vê demê de gereke hemî karîn û bizavên kurdî têkevin xizmeta armanca serxwebûnê de, ji ber herêma Kurdistanê rastî gelek astengiyan li ser asta navxweyî û derve jî tê, û aliyên navdewletî û hindir jî hene naxwazin rêfrandom biser bikeve, û ew alî xêrnexwazên gelê Kurd in, û naxwazin gelê me çarenûsa xwe bi destê xwe binvîse, û ew bi hemî şêweyan kar dikin ji bo astengkirina pirojeyê rêfrandomê yê bi serokatiya kak Mesûd Berzanî serokê herêma Kurdistanê ye, û ew alî hemû alavên xwe yên hundir û derve bikar tînin, lewra em ditirsin ku armanca nediyar ji vî kongirê pêşniyarkiriî re çêkirina tevliheviyekê be di dema ku kar ji bo rêfrandomê dibe. Ev rêfrandom ji hemî mijarên din giringtir e, ji ber ku çarenûsa tevaya miletekî destnîşan dike, û her kes dizane ku Kurd ji sedên salan ve li hêviya vê rojê ne, û heye ku derfeteke guncayî wek niha piştî sed salên din jî neyê eger ev derfeta dîrokî hat jidestdan, û wek tê zanîn ku aliyê daxwaza vî kongirî dike, zêdî carekê di riya daxwuyaniyên serokên Qendîlê re daxuyanî dane ku ew dijî dewleta netewî û serxebûna Kurdistanê ne. gelo ew çima daxwaza kongirekî netewî Kurdistanî di vê qonaxa hestiyar de dikin, û bi taybetî ku wan beşdarî di têkbirina pirojeyê serokê birêz Mesûd Berzanî de yê derbarl kongirê netewî berî du salan kir. Lewra em tekez dikin ku divê çavê her kesî di 25ê eylûlê de li Hewlêrê be, û hemî karînên aliyên siyasî û eydiyolojî û civakî bibin yek ji bo biserxistina pirosêsa rêfrandomê berî her tiştî, ji ber ku ew roj  roja bûn û nebûnê ye.

Tu wek serpereştekî di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de çi amadekariyên we ji bo lidarxistina kongirê çaremîn ê Encûmena Niştimanî ya Kurd hene, gelo we komîtên xwe yên amadekar berhev kirine?

Der barê kongirê çaremîn, ez bawer im ku birayên me yên emîndariya giştî ya Encûman hemî bizav û karînên xwe dikin ji bo lidarxistina kongir di dem û cihên guncayî de, em bi hêvî ne ku kongirê çaremîn bibe rawestgehek ji bo nirxandina qonaxên bûrî, û rastkirina şaşî û kêmûkurtiyên Encûman, û kar ji bo lipaşxwehiştina kêmasiyan û geşkirina karên posîtîv be.

Diyardeya koçberbûna ji deverên Kurdî bûye wek penceşêrekê, hebûna Kurdan li Sûriyê dixe metirsiyê de, hûn wek Encûman, çi pilanên we yên siberojê ji bo rawestandina vê diyardeyê  hene?

Der barê koçberbûnê ez dibînim ku ew diyardeyeke giştî ye li seranserî Sûriyê, ji ber ev şerê bi salan e li Sûriyê berdewam e, û şoreş bû mîna cengekê û jiyana abûrî li seranserî Sûriyê têk bir, ji bilî kuştin û wêraniya ku her roj dibe. Tiştê ku li devera Kurdî çêbû bi heman şêweyî li deverên Erebî jî pêk hat, lê arîşe ew e ku sedema koçberbûnê ji deverên Kurdî ne tenê ceng bû, ji ber ku ew ne di meydana şerê xwîndar de bû, ji bilî devera Kobanê, ev tê wê wateyê ku gelek fakterên ji bilî şer û wêraniyê û rewşa abûrî hebûn ku hiştin kurd koçber bibin, ew jî siyaseta PYDê ya stemkarî û tudnûtûjiya dezgehên wê yên ewlekarî ye, û her weha bînçikandina hemwelatiyan bi bac û xokiyên berdewam, û bi ser de xortên kurdan dixin şerên ku ne şerên wan in, û ev fakterên me gotin tev li ser hev, bûn sedemên sereke ji koçberkirina Kurdan re, û ji ber ku partiya Yekîtiya Demoqrat jiyana siyasî li devera Kurdî nehiştiye, û her berdewam e di astengkirin û peyketin û revandina çalakvanên Kurd de bi giştî, û bi taybetî serpereştên Encûmena Niûtimanî ya Kurdî, û şewitandina ofîsên Encûman. Ji gava PYDê devera Kurdî ji Rêjîmê wergirtiye karê valakirinê û koçberkirinê ranewestiyaye, û em wek Encûman bizavê dikin ji bo em bihêlin Kurd bi xaka xwe ve girêdayî bimînin, û em ji gelê xwe re dibêjin ku li PYDê binêrin wek berdewamiyekê ji pirojeyê Mihemed Teleb Hilal ê nijadperestî re, ew pirojeyê ku dixwest deverên kurdî ji xelkên wê vala bike, û ji roja ku partiya Beis desthilata Sûriyê xist destê xwe de, kar dike ji bo anîna kesên din li şûna Kurdan piştî koçberkirina wan, û mixabin tiştê ku Mihemed Teleb Hilal û partiya Beis nikarîbûn di 50 salî de bikin, partiya Yekîtiya Demoqrat ew di 5 salan de pêk anîn, di riya siyaseta xwe ya çewt û tundûtûj û rêbaza wê ya tekrewî û karên wê yên terorîstî.

Pirseke dawî, 25ê eylûla bê wê guhertineke dîrokî di jiyana gelê Kurd de be, hûn wek Encûmena Niştimanî ya Kurd hûn Karin çi beşdariyê bi hikûmet û gelê herêma Kurdistanê re ji bo cîbecîkirina vê xewnê bikin?

Bê guman wê 25ê eylûlê şahiyeke Kurdistanî ya giştî be, ne tenê bo Kurdên herêma Kurdistanê be, û ji aliyê xwe ve emê bi hemû karînên xwe kar bikin ji bo piştgirî û biserxistina vê rêfrandomê, û em dibêjin ku çawa her mileteke cîhanê ji mafê wî ye ku statuyeke wî ya netewî hebe, her weha ji mafê gelê kurd e jî, û Kurd piştî rêfrandomê bi şêweyekî tekez wê serxwebûnê bixwazin, ne perçebûn, wek ku hin dezgehên ragihandinê dixwazin binav bikin, ji bo sorkirina raya giştî ya Erebî û Tirkî û Farisî li dijî vî mafê mirovî yê ku hemî belge û biryarên navdewletî danpêdanê pê dikin wek mafekî xuristî û rewa ji her miletekî re, lewra çi ji aliyê locistîk ve yan jî ji aliyê derûnî û razberî be, em wek firakisyona kurdî di Hevbendiyê de yan wek ENKSe, em nemerdiyê ti carî nakin bi çi tiştê ku ji me bê xwestin di vê derbarê de, wek erkekî netewî û kurdistanî. û emê her û her piştgirên hikûmeta Kurdistanê û serok Mesûd berzanî bin, ji bo pêkanîna armancên ku bi dehê salan e Kurd ji wan re kar dikin.

Home