Der barê destpêşxeriya ruhakirina Efrînê ya ku li bajarê Xazîentaba Tirkiyê dest pê kiriye, û Encumena xwecihî ya sivîl li Efrînê ya ku hatiye berhevkirin, û tiştê ku ew encuman kare li Efrîna hewcedarî her tiştî ye bike, û der barê pirsên di serê hevwelatiyan de li ser siberoja Efrînê, me ev dîdara taybet li gel mamoste Ehmed Hesen yê ku yek ji helbijartiyên komîta peywendiyên giştî ye di encumena xwecihî ya sivîl de ya taybet bi bajarê efrînê û gundewarê wê.
Ev heftiyek di ser kongirê destpêşxeriyê re derbas bû, gelo çi astengî hene ku nahêlin komîtên encumenê berê xwe bidin hundir da baweriya hevwelatiyan bi xwe çêkin?
Bê guman kongirê ruhakirina efrînê yê ku di 18/3/2018 de li dar ket encamek ji encamên hevdîtin û danustendin û gengeşeya di nav rewşenbîr û siyasetmedar û ekadîmî û welatparêz û tevgera civaka sivîl ên Efrînî de bû her ji destpêka operasyona Turkiyê de ya ku 20/1/2018 dest pê kiribû, û her weha ji encama bêdengiya dewletên navçeyê û yên cîhanê û rêxistinên navdewletî yên berpirsyar in di ber biryarên encumena ewlekariyê û Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa de, û ta bi bêdengiya rêjêma Sûriyê jî ya xwedana serweriya xaka Sûriyê ye.
Û encumenek ji vî kongireyî hat berhevkirin û navê encumena Efrîna sivîl lê hat kirin ya ku biryarek di hindirê komgir de stand ji bo berê xwe bidin Efrînê û gundewarê wê, ji bo kar li ser xakê bikin, lê mixabin ta niha wî encumenî nikariye derbasî hundir bibe ji ber ku ew derbasbûn hewcedarî erêkirina dewleta Turkiyê ye, ji ber ku em li hindirê dewletekê xwedan serwerî dijîn, lê em li hemî deriya dixin ji bo ku derfetê bidin me da em herin hundir ji bo em kar di nav gelê xwe de di zûtirîn dem de bikin.
Li gor gengeşeyên di destpêşxwriyê de mercê vegerandina xelkê yekemîn biryara destpêşxeriyê bû, lê em dibînin ku ew tişt pir bi dijwarî tê pêkanîn, û hin hene nahêlin xelk vegerin û gotin tên gotin der barê ku şervan serederiyeke ne baş li gel kesên vedgerin malên xwe dikin, hûn çi li ser van tiştan dibêjin?
Belê vegera xelkê bo malên xwe ew pêşindetirîn pêşindeyên me ye, ji ber ku encumena me ji bo xizmeta gelê Efrînê çêbûye, û tevaya xalên biryarên kongir ên hawarçûnê û pizîşkî û perwerde û hînkirinê …t.d.. tev jî ji bo gelê Efrînê û hebûna wan li bajar û gundên wan e, lê pirosêsa vegerandina xelkê tûşî gelek alozî û dijwariyan dibe, ji hemî aliyan de bê cudahî, û tevî weha jî em wek encuman em xelkê bi şêweyên corbecor han didin ji bo vegerin warên xwe û bi xak û zeytûnên xwe ve bên girêdan, û daxwazên me tev pêk nehatine ji ber ku em ne li ser xakê ne, û vegera xelkê bo gund û bajarokên wan nahêle guhertina demografîk çêbibe, û xelkên Efrînê berxwedaneke rastyeqîne ji bo vegerê û girêdana bi xakê dikin.
Gelê Efrînê acizî û bêzariya ji destêwerdana şervanan di tevaya movikên jiyana gel de dikin, û hin daxwaz hene ji bo derbasbûna hêzên Turkiyê û girtina şûna wan şervanan, çi eltirnatîvên we yên çareseriyê hene, gelo we aliyê turk bi vî tiştî agahdar kiriye?
Bi rastî em karên ne baş ên wan girûpên şervanan û dizî û talankirin û binpêkirinên dijî xelkê û riswakirina wan dişopînin, ev kar dibin ji ber ku ew girûp ne di bin rêxistin û serkirdeyeke navendî ya xwedî bandor de ne, û yasayeke yekgirtî wan nake yek, lewra me wek encuman daxwaz ji hikûmeta Turkiyê kiriye ji bo berpirsyariyên xwe yên ji bo ewlekarî û hêminî û aştiya civakî û parastina mal û milkên giştî û taybet hilgire, ji ber ku ew ji aliyê rewiştî û yasayî û zagonî de li pêş civaka navdewletî û rêkeftinên wê berpirsyar e.
Di destpêşxeriyê de hatiye ku divê tevaya diyardeyên çekdariyê li hindirê Efrînê de ya ku niştecî lê hene nemînin, lê rastiya li ser xakê berovajî vî tiştî diyar dike, gelo wê ev rewş bête çareserkirin û wê kengî destpêkirina çareseriyê diyar bibe?
Di hevdîtinên me de li gel rêxistinên civaka sivîl û hikûmeta Sûrî ya demkî û hikûmeta turkiyê me pir giringî da vê rewşê û ew yek ji biryarên kongirê me ye, û her weha me biryar daye ji bo berhevkirina polîsên xwecihî ji xelkên deverê, ji bo parastina ewlehî û aramiyê, û eger ne wilo be wê ev rewşa tevlîhevî û bêserûberiyê berdewam bike, û wê gelê Efrînê dijwariyan bibîne di vê rewşa nearam de û wê deverê têxe rewşeke tundûtûjiya kirêt de ku ji berê de xelkê Efrînê jê westiyayî ne û bobelat bi serê wan de hatine.
Hûn der barê girtinên bêserûber ji hêla çekdaran ve çi dibêjin? Gelo kî berpirsyar e? û tu aliyên Tirkî an Sûrî ji bo şopandina van binpêkirinên rojane li dijî hevwelatiyan hene?
Pirbûna girûpên çekdar li deverê hiştiye rewş aloztir bibe, ji ber ku ew ne bi ser serkirdeyeke navendî ya yekgirtî ve ne, û tu yasa wan gem nake, û biryarên tekane û çanda tolhildan û kînê bandorê li riftarên piraniya wan dike, lewra em dibînin ew serederiya bi Efrîniyan re li her deverekê cudaye ji ya din, lewra desthilata turkiyê berpirsyariya yasayî di ber van kiryaran de hildigre, û ev kar ziyanê dighînin navudengê Turkiyê û artêş û desthilata wê.
Der barê azadiya ragihandinê: gelo wê çawa dezgehên ragihandinê û çalakên civaka sivîl karibin li Efrînê û gundên wê kar bikin, di dema ku ew çekdar destê xwe datînin ser her tiştî ta bi mobaylên kesayetî yên xelkê jî?
Ev qonaxa veguhêz bi şêweyekî bilez û dûrî rewşa şaristanî ya ku li Turkiyê heye di demên şer û awarte û bêyasabûnê de dibe, lê divê ev qonax demikî û kurt be, û kongirê me daxwaza azadiya ragihandinê û rojnamegeriyê û xwepêşindanên aştiyane û şaristanî kiriye, yan jî wê ziyan bighêje nav û dengê Turkiyê ya bi dîmoqrasiyê û azadiya nerînan bang dike.
Di destpêşxeriyê de bendek taybet bi lihevhatinê û belavkirina çanda lêborînê û dûrketina ji tolhildanê heye, lê em li ser xakê dibînin ku berovajî van tiştan dibe. Gelo çima naveroka vî bendî cîbecî nabe?
Bi rastî PYD ziyan gihandiye têkiliyên Kurdî û Erebî ji encama dagîrkirina girûpên wê yên leşkerî ji Tilrifhet û gundên derdorê û hin deverên Erebî yên dîtir re, û piraniya fesîleyên Erebî ji van deveran e, û dema hatin Efrînê hişmendiya heyfhilanîn û tolhildanê di serê wan de bû, û karê wan jî li gor van pîverên mejiyê paşketî bû, û ev nayê wê wateyê ku Turkiyê ne berpirsyar e di ber van binpêkirinan de lê em wek encuman emê bihêlin çanda lêborîn û lihevkirinê nanê me yê rojane û oksicîna me ya ku em nikarin bêyî wê bijîn be, çi li ser asta navxweyî be yan jî di şêweyê danustandina me bi derdorê re be, da em karibin rûyê şaristanî û mirovanî yê Efrînê û gelê wê ê ji azadî û aşîtî û cîrantiyê hez dike şanî xelkê bidin.
Pirsek di serê xelkên Efrînê û gundên wê de heye ku dilê wan pir nearam dike ew jî guhertina dîmografî ye, gelo çi rastiya daxwuyaniyên Wail Elwan axêverê bi nave Feyleq Erehman heye yê gotibû ku ewê peywendiyê bi Turkiyê û artêşa azad û hikûmeta demkî re bikin ji bo bicîkirina koçberbûyên ji xûta rojhilat li devera Efrînê?
Guhertina demografîk dijî çi gelî û li çi deverê be, tewan e, li gor yasa û belgenameyên navdeletî, û lewra em wek encuman van daxwyaniyan ji kok de red dikin û em ji gelê xwe dixwazin ku berxwedaneke ta mirinê bikin ji bo vegerin gund û warên xwe û xwe bi xaka xwe ve bi tundî girêdin ji bo birîna rê li pêşiya pirojeyên weha û binxistina vê pîlana metirsîdar, û nexasim Efrîn taybetiyeke wê ya netewî û nijadî heye ku tu carî bi pêkhateyên radîkal û civakên girtî re nagunce.
Çi gotina te ya dawî heye ku tu ji xelkê Efrînê re bibêjî?
Di domahiyê de em wek encuman amade ne ku em di zûtirîn dem de derbasî hundir bibin û xizmeta gelê xwe li ser xakê bikin da em wan ji vê derdeserî û bonelatê rizgar bikin, tevlî em zanin ku riya me dijwar e û bi gul û çîçekan neraxistiye, û hejmarek fakter û astengiyên hundirîn û derekî karê me sînordar dikin, û bi nemana van astengî û keleman emê vê derdeseriyê li paş xwe bihêlin û xizmeta xelkên xwe yên Efrînê bikin û hêviyên wan bi cî bînin.
Her bijî Efrîn bi azadî û serbilindî.