Friday, 21 April 2017 14:24

Ferman Boncuq: Em Bi Niyetin Ku Lîsteyeke Şermezariyê Derxin Û Navên Hemî Aliyên Ku Zarok Kirne Leşker Tê De Binivîsin

Di bin siya şoreş û dijatiyên xwîndar li çi welatî be, tiştê herî tê binpêkikrin mafê mirovan e, û bi taybetî mafên jin û zarokan, û ji ber ku binpêkirin nehatine rawestandin li deverên kurdî ji çaxê ku PYDê dest daniye ser deverê çi bi kotekî be û çi jî bi karspartina Rêjîmê jêre be,  û ji bo rawestana li ser hin çalakî û tevgera ku dezgehên civaka sivîl yên taybetmend bi mafê mirovan û azadiyên giştî li Sûriyê rawestin, beşê Kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê ev hevpeyvîn bi birêz Ferman Boncuq şêwirdarê Navenda Ehmed Boncuq ya piştgiriya azadiyên giştî û mafê mirovan re kir.

Hûn dikarin hinekî behsa sedem û armancên damezrandina (Navenda Ehmed Boncuq Ya Piştgiriya Azadiyên Giştî Û Mafên Mirovan) bikin?

Di destpêkê de ez spasya malpera we ya rêzdar dikim li ser vê dîdarê, ya ku wê roniyê bide ser çawaniya çalakiyên mafnasî li nav Kurdên Sûriyê bi giştî, û her weha fakterên ku hiştin ev navend bête damezrandin.

Diyardeya revandin û kuştina siyasî dijî çalakvanên Kurd piştî şoreşa Sûriyê di 2011an de dest pêkir, me dît ku pêwîst e ku li ser van tewanan bête rawestan, her weha binpêkirinên ku dijî tevaya pêkhateyên civakê bi şêweyekî rêbazkirî û berdewam dihatin kirin, û ji lewra me " Navenda Şopandin û Piştgiriya Azadiyê û Mafê Mirovan "di heyva tebaxa 2012an de  damezirand, û wê çaxê min pirojeyê damezrandina navendê nivîst, bi hêviya ku em paşre sîstema navxweyî ya navendê deynin, ku wê ew jî li ser bingeha pirojeyê damezrandinê ava bibe.

Me dît ku di pêvajoya şoreşê de belgekirin bi tenê têrê nake, lewra me fişar dan ser binpêkerên mafê mirovan di riya kar û çalakiyên meydanî re, wek simînar û şevbuhêrkan û tevlîbûna xwpêşandanên aştiyane ji bo riswakirin û dana roniyê ser wan binpêkirinan û bi taybetî piştî damezrandina hevbendiya " Em Tev Hevpar in Li Diji Revandinê" ya ku bi destpêşxeriyekê ji navendê çêbû, ji ber pirbûna karê revandinê yê ku sîxur û ewlekariya Rêjîmê û hevalbendên wan li pey wan bûn, bi taybetî milîsên deverê û di serî de milîsên PYDê yên bi navê hêzên asayîşê, û jinavbirên terorê, û dezgehên ewlekariyê, û polîsên leşkerî û ji bilî wan jî ji rêxistinên bi ser partiya navbuhurî de.

Û wek hûn dizanin ku kuştina çalakvanê xort pakrewan Ehmed Boncuq roja 1ê êlonê di 2013an de ji aliyê girûpeke çekdar ya ser bi PYDê ve hat kirin, di çarçova siyaseta jinavbirina çalakvanên şoreşê li deverên Kurdî, û piştî vî karê kirêt û di roja 15ê heman heyvê de, navê navendê hat guhertin û bû "Navenda Ehmed Boncuq ya piştgiriya azadiyên giştî û mafê mirovan", û di 26ê êlûnê de navenda wê ya sereke li bajarê Qamişlo hat vekirin û ew wek destpêkeke nû bû ji navendê re.

Çi karê navenda we ji bilî berevanî û pişgiriya azadiyê heye, gelo çalakiyên we yên der barê perwerde û hînkirinê û hawarçûnê û babetên civakî hene?

Bi rastî wek ku di pirojeyê damezrandinê de hatiye, me giranî da du tewerên sereke, yê yekem belgekirina tawan û binpêkirinan, û yê duwem belavkirina çanda mafê mirovan, lê ji ber derketina girûpek ji çalakvaanên me û penaberbûna wan li herêma Kurdistanê û ji ber hebûna kampên penaberan yên taybet bi kurdên Sûriyê û nêzîkbûna me ji êş û derdên wan re dema ku me tîmin kar çêkirin û me serdana wan kampan li Duhok û Hewlêr û Slêmaniyê kir, me raporeke mafnasî ya dirêj der barê rewşa kampan wê çaxê derxist, ya ku destpêkirineke nû bû ji şêweyekî nû ji şêweyên pitşgiriya mafên mirovan, û karê navendê li ser sê beşên civakê yên bingehîn radiwestiya. yekemîn beş kesên kêmendam bûn, dûvre nifşê zarokên xwediyên nexweşiyên dem dirêj bûn, û me karîbû alîkariyê bi hin nexweşên hewcedarî operasyonên neştgeriyê re bikin, û beşê sêyem malbatên hejar bûn yên ku malxwuyên wan tunebûn, û ji lewra ramana çêkirina saziyeke taybet bi zarokan hat holê, ya ku me navê wê kir" Help Children". Û ew jî di bin çavdêriya Encûmena srokên nivîsgehên navendê de kar dike, û em balê dikşînin ser ku ev rêxistina nû nikarîbû pir karan pêk bîne, ji ber sedemên serekî, ya yekem ji ber nebûna karînên darayî û kêmbûna perepêdanê, sedema duyem ne hevkariya dezgehên perwerde û hînkirinê li kampan bi vê saziyê re, û ev jî ji ber kêmbûna belavbûna çanda mafê mirovan e, û tênegihiştina rola saziyên civaka sivîl di rewşên awarte de, her weha partiyên siyasî jî tên dîtin wek asteng ji çalakiyên saziyên mafnasî bi hemî cûreyan ve.

Navenda we li Qamişlo sala 2013an hat vekirin, lê niha piraniya giraniya saziya we ketiye herêma Kurdistanê de, gelo we kariye hevsengiyê têxin nav karê xwe yê derve û yê hundurû de?    

 Ez dibêjim ku ev gotina ku dibêje piraniya giraniya karê me ketiye Herêma Kurdistanê de ne hûrbîn e, ji ber ku me hewl daye hevsengiyekê têxin nav karê xwe yê hundur û yê herêma Kurdistanê de, li ser hemî astan, çi derbarê rahênankirina çalakvanan yan jî belgekirin be û heta bi warê hawarçûnê û karên din yên mirovî, lê tevaya çalakiyên navendên li hundur bi rengekî nehînî ne, ji encama helwestên tund yên desthilata kotekî ji dezgehên mafnasî yên çalak, û bi taybetî helwesta wan ji navenda me, û hêjaye gotinê ye ku me hejmarek baş ji çalakvanên navendê li herêma Kurdistanê rahênan kirine bi hevkariya Tora Mafê Mirovan Li Rojhilata Navîn û saziya Eminsitî û hin saziyên biyanî yên dîtir, lê me kariye hejmarek pir mezintir ji vê hejmarê li hundur rahênan bikin di riya saziyin navgîn re, û her weha karê me yê mirovî û hawarçûnê jî li hundur bi vî rengî ye, û ev kar tev bi şêweyekî dezgehî ne, me tev bi wêne û parçevîdyoyan belge kirine. Û ji aliyak din ve navendê kariye hinekî xwe berde Kurdistana Îranê jî di riya pêşkêşkirina alîkariyên lojîstîk ji çalakvanên mafnasî yên li Îranê re, û em bi hêvîne ku em di vî warî de bêhtir pêş de herin.

Hin zanyarî gihane me dibêjin ku posta serokê navendê niha valaye piştî ku serokê berê Dijwar Tewfîq dest ji karê xwe kişand, gelo sedema wê destkêşanê çi bû, û hûn bi çi şêweyî serok û berpirsên navendê yên dîtir hildibjêrin?

Ev pirs ji  pirsên dijwar an jî ji yên ku carna mirov nikare bersiva wan bide tê dîtin, ji ber rewşa derdora me û şêweyê kar carna nahêle mirov bi zelalî li ser asta têkiliyên navxweyî di hundurê navendê de raweste, lê ji mafê her yekî ji çalakvanên navendê ye ku daxwaza destberdana ji posta xwe ya di navendê de û dema ku bixwaze bike, ji ber ku karê me bi xwe karekî xwebexş û bêberamber e, ji lewra hin nermahî di vê derbarê de heye, ez bawer im ku diyarkirina sedemên destberdana ji kar pir mijarê naguhere, lê hevkarê me Dijwar sedema destberdana xwe ji kar da xuyanîkirin ku ew bi karê emîndariya Yekîtiya Xwendevan Û Xortên Demoqrat ve mijûl e, û em bi hêvîne ku derfet pêre çêbibe û careke din tevlî me bibe, ji ber ku Dijwar Tewfîq ji kadroyên navendê yên li pêş bû, tevlî ku ew rahênerê çalakvanên mafê mirova ye.

Ji dema we damezirandina Navendê li Qamişlo ragihand , we daxwaza vekirina hejmarek zêde ji navend û saziyên mafnasî û rahênana çalakvanan kir ji bo belavkirina çanda mafê mirovan, gelo we karîbû wî karî cîbicî bikin piştî bûrîna salan di ser damezirandinê re?

Min berî ana amaje kir ku seqaya em têde kar dikin ne pir saxlem û guncayî ye ji karê mafnasî re wek tê xwestin yan jî wek ku me texmîn dikir, lê tevlî weha jî me karîbû hin karên xwe bibin serî , wek çapkirina hin pirtûkan derbarê mafnasiyê û mafê mirovan, û me hin sîmînar derbarê binpêkirinan lidar xistin, û hin çalakiyên din jî yên derbarê têgehên mafên mirovan kirin, û me beşdarî bi hin saziyên mafnasî yên din re kir di pêşkêşkirina hin fîlmên dîkomentakirî de, wek fîlmê ku navenda "Kurd Wotch" berhênan kiribû, yê bi navê "Xewna Rojava", yê ku behsa hin tawanên PYDê dike, lê tevlî karînên me yên kêm û seqaya dijîtiya ji çanda mafê mirovan re, em bizavê dikin ji bo em ruxsetên pêdivî bi dest bixin ji bo em yekemîn instutuya taybetmend ji mafê mirovan re vekin, û ev kar ji me re wek xewnekê ye, û yek ji pêşindeyên Navendê ye.

Xelatekên navenda Bonciq hene ku her sal dide kesayetî û dezgehan, gelo hûn li gor çi pîvanan wan xelatan didin?

Ew xelata me ya salane ji takekesan re nayê dan lê tenê ji dezgehan re ye, û ta niha sê çap hatine pêkanîn, û em bi hêvîne ku em li gor wî şêweyî berdewam bikin, lê hin xelatên rêzgirtinê yên din hene , navenda me wan dide , wek mîdaliya navendê, û mertala navendê, her weha bawernameyên rêzgirtinê jî, lê derbarê mîkanîzm û pîvanên xelata salane , lîsteyek tê amadekirin, ji navên hin dezgehên ku têkiliya wan ya yekser yan ne yekser bi mafê mirovan re heye, û ev lîste tê amadekirin li gor berbijêrkirin û pêşinyarên endamên encumena navendê û serokên ofîsan , û di riya civîneke encumana navendê re ya bitaybetî ji bo vî karî dicive,  yek ji wan dezgehan tê helbijartin. Lê em hêvî dikin ku desteyeke taybet ji xelata salane re hebe, lê xuyaye pêkanîna vê armancê niha hinekî jê re zû ye.

Yek ji karên we yên berê, we diyardeya leşkerkirina zarokan ji hêla PYD ve şermezar kiribû, û we ew kar dîtibû wek ruxandineke rêbazkirî ji civakê re, gelo we karîbû di riya wê fişarê re wê diyardeyê  li deverên Kurdî kêm bikin?

Bi rastî , û bila dîrok binivîse, me ne tenê şermezar kir, lê me doseyên pinpêkirinên metirsîdar di vê derbarê de berhev kirine, û me ew dosye tevlî belgeyên rastyeqîne bi hejmarek mezin ji saziyên mafnasî re parve kirine, û me pêşinyarek ji tore û dadgeha mafên mirovan re li rojhilata navîn pêşkêş kir, û gelek ji rêxistinan û heta bi desthilatên dewletan jî hevnerîn in bi me re, û nêta me heye ku em lîsteya şermê ya taybet bi navendê derxin, û emê navên hin kes û aliyên xuya yên ku ev karê leşkerkirina zarokan kirine têde deynin, û ew alî hîn jî di pêkanîna vê tawanê  de berdewam in.

Yek ji karên navenda Ahmed Boncuq , serdana pêşmergeyan li qadên şer e, armanca we ji wan serdanan çi ye, û wan serdanên we çi bandor li wan dikir?

Ev pirs giring e ji bo diyarkirina armanca wan serdanan, û bandora ku serdanên me li pêşmergan dikir. Wek hûn zanin hêzên pêşmerge , hêzin bi ser herêma kurdistana îraqê ve ne, û ew hevrêzkariyê bi hêzên artêşa Îraqî re jî dikin, û şervanên ji hemî partiyên herêma kurdistanê di nav wan de hene, û pêşmergeyên Kurd û Siryan û Ereb jî di bin siya wan de kar dikin, û fermanên xwe ji serokatiya herêmê werdigirin,  û ev siyasetên istiratîcîk yên Herêma kurdistanê tînin ber çav,  ji aliyê ku Herêmê pişta xwe daye hemî rêjîmên dektator û totalîtar , û ji bilî wan jî ji rêjîmên ku welatên xwe ber bi – dewleta têkçûyî – de dibin. Û di heman demê de , hikûmeta herêmê siyaseteke demoqratîk dimeşîne, lewra em û hejmarek mezin ji rêxistinên mafnasî yên xwecihî û herêmî û navdewletî, piştgiriya vê riya demoqratîk  ya herêmê dikin. û li ser van bingeh û pîvanan me hêzên pêşmerge wek hêzên berevaniyê di ber mafê mirivan de dikin pesend kirine, û şerê wan yê dijî DAIŞê nîşaneke xuyaye ji tiştê me got re. û derbarê bandora ku li pêşmergeyan dihat kirin bi serdanên me, ew ji bo bilindkirina moralê wan bû, di riya xelatkirina şervanan re, û bi taybetî kesên birîndar, her weha malbatên şehîdan.

We wek navend, hin nimûneyên revandin û leşkerkirina zarokan bêyî razîbûna malbatên wan, wek Hemrîn û Hizbiya û Ocelan û Civan belge kirine,  gelo vekirina we ji van doseyan re û ronîkirina wan, bandora xwe li kêmkirina vê diyardeyê hebû?

Em dikarin diyardeya leşkerkirina zarokan bi du rewşan dabeş bikin, ya yekem dema bi zanebûna malbatê dibe û li ber cavê wan û carna bi piştgirî û handana wan jî, û ev rewş di riya dîtina doseyên wan kesan yên li rex YPG û YPJ ji me ve diyar dibû, ku malbatên wan kesan ew han didan ji bo tevlîbûna nav wan hêzan, û me dît ku piraniya wan zarokên malbatên ku endamin wan serkirdeyên meydanî ne di nav wan hêzan de. Û hin rewşên din hebûn ku yek ji malbatê di nav wan hêzan de jiyana xwe jidest daye, ev nîşane ku ew malbat ji demek nedûr de tevlî wan hêzan bûne.

Û beşê duyem , tê naskirin ku ew tawaneke dutaq e, ji ber ku ew revandina ji bo leşkerkirinê ye, û herdû jî tawan in, yasaya Roma ya bingehîn wan wek tawanên dijî mirovahiyê dibîne, her weha yasayên niştimanî jî kiryarên herdû tawanan siza dikin , yan jî yekê ji wan. û em Karin bêjin ku tiştê ji hêla çalakvanên navendê hatiye kirin, bala beşekî mezin ji civaka kurdî kişandiye, lê ya jê giringtir, me kariye gelek ji saziyên mafnasî yên navdewletî û di riya wan re hejmarek mezin ji palamanter û desthilatên rojavastanî bigînin baweriya bi van tawanên ku desthilata kotekî dike, û di serê wan tewanên kirêt de , tawanên leşkerkirina zarokan.

Rewşa azadiyê li deverên kurdî di nebaştirîn astê de ye, gelo we kariye hemi binpêkirinên dezgehên ewlekariyê yên bi ser PYDê ve binivîsin û belge bikin?

Bersiva vê pirsê hêsan e, û bersiva wê di banga hewarçûnê de ye,  ya navendê di 23- 7 -2015 an de belav kiriye, û me tê de diyar kiriye ku em nikarin tevaya binpêkirinên PYDê belge bikin, ji ber ku ew her seet wan dikin, û li hemî deveran, û her û her pirtir dibin , lewra me ji hemî rêxistinên mafnasî xwest ku alîkariya me di belgekirina wan binpêkirinan de bikin.

Navendê saziyek nû di 30-01- 2015 de damezirandiye, karê wê ew e, guhdana bi zarokên Sûriyê bi giştî û yên  kurdên Sûrî bi taybetî, gelo tu karî ji me re behsa karê xwe yê di vê derbarê de bike.

Ez dibêjim belkî min nîvê bersiva vê pirsê di deverek din ji vê dîdarê de daye, lê tiştê giring di vî warî de, wê saziyê bi hevkariya li gel navendê kariye hejmarek ji operesyonên neştegerî ji zarokên sê salî ta bi sêzde salî re çêke, û kariye guhdana pizîşkî ji hejmarek ji nexweşên xwediyên nexweşiyên demdirêj re peyda bike, û alîkarî daye hin malbatên ku kesên kêmendam xwedî dikin, û hîn jî sazî di karê xwe de berdewam e, û sazî dikare belgeyên xwe yên di vê derbarê de pêşkêş bike, lê em tekez dikin ku karê saziyê negihaye asta hêviyên me, û min berî niha sedem diyar kirin.

Careke din spasiya malpera we dikim

Home