Monday, 02 January 2017 10:51

Fesla Yûsif : Kesê Daxwaza Rastkirina Rê Ji Encumana Kurdî Dike Divê Girêdana Xwe Ya Bi Rêjîmê Re Veke Û Vegere Nav Refê Niştimanî Û Netewî

Ji bo rawestana ser rewşa Sûrî, di heman dema ku Rêjîm tevaya hêza xwe ya tewankarî dijî gelê xwe ji berî şeş salan de, bi alîkariya Îran û milîsên wê û her weha balafirên Rûsî bikar tîne. Û behiskirina rewşa Helebê bi taybetî, ya ku Rêjêmê xelkên wê ji malên wan derbeder kirin, û gefan li kesên ku pêre têkildar bûn jî dixwe. Her weha behsa êş û azarên jihevketîbûn û parçebûna kolana kurdî, di dema ku metirsî heye ku rewşa herêmên kurdan xerabtir bibe. Beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî, ev dîdara taybet bi siyasetmedara Kurd Fesla Yûsif re endama ofîsa siyasî ya Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdistanî“yekîtî” û cîgira serokê Encumana Niştimanî Kurdî  pêk anî.

Piştî evqas wêranî û hilkirina xelkên Helebê ji malên wan li pêş çavê civaka navdewletî, gelo van bûyeran karîbû we bêhêvî bike, piştî van bihezarên şehîdan?

Ev kuştin û derbiderkirin û bidarvekirina meydanî ya bi komel dijî sivîlan li rojhilatê Helebê ji hêla Rêjîmê û hevalbendê wê ve çêbû, û evqas tawanên digihên asta tawanên dijî mirovahiyê, nîşaneke balkêş e li ser xemsariya civaka navdewletî, û helbijartina Rêjîmê ji çareseriya leşkerî re, ya ku navê Rizgarkirina Helebê lê dikin, ji bo têkbirina çareya siyasî û tunekirina biryarên navdewletî yên di vê derbarê de. Û guherîna terazûya hêzê ji bercewendiya rêjêmê re, di dema ku civaka navdewletî bi erkê xwe ranabe. Dihêle dilnearamiya me zêde bibe derbarê ku heye Rêjîm hin destkeftên siyasî yên demikî bi dest xwe ve bîne. Lê em di wê baweriyê de ne ku çendîn hêz mezin bibe, bê guman ewê nikaribe xwe li ber rewaya maf û rastiya kêşê bigire, û gelê Sûriyê yê ku nirxekî buha daniye di ber azadî û rûmeta xwe de, wê têkoşîna xwe berdewam bike heta bigihêjê armancên xwe.

Aldar Xelîl ji Encûmena Niştimaniya Kurdî daxwaza vegera ser riya rast dike! Di baweriya te de ew hêjî di wê ramanê deye ku rawestana li kêleka Rêjîmê û milîtanên wê ew riya rast e di nerîna partiya wî de, û şahnaziya tevlîbûna di nav kesên daxwaza rûmet û azadiyê dikin şaşî ye li gor ramanên xwediyê wê daxwazê?

Di baweriya min de ew riya ku Encûmenê girt ew ya rast bû, û ew riya miletê şoreşger yê ku dijî Rêjîmeke sitemkar derketibû a ku zêdetir ji nîvê gelê xwe kuşt û derbider û birçî û koçber kir û kirêtirîn komelkujî dijî wî pêk anîn, û em wek Encûmena Niştimanî ya Kurd rojekê tenê jî dudilî rex me çênebûye der barê em perçeyekî nayê perçekirin in ji vê Opozîsyonê, û em şehnaz in ku em ji kesên pêşî bûn yên ku li dijî vê Rêjîma stemkar derketin, û kesê daxwaza rastkirina rê ji Encumana Kurdî dike divê girêdana xwe ya bi Rêjîmê re veke û veger nav refê niştimanî û netewî.

Di nerîna te de gelo Partiya Yekîtiya Demoqrat ew hest pêr çêbûye ku Rêjîm dixwaze xwe jê xelas bike piştî ku ew karê ku di şoreşa Sûrî de spartibûyê bi dawî hat, lewra Aldar Xelîl behsa danûstandinan bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî re dike?

Vexwendina ku Aldar Xelîl daye nagihê asta danûstandinan, ji ber ku wî têde êrîş dane ser Encûmenê û daxwaza wî ya vegera li ser riya rast û kiryarên serkutkirinê yên ku PYDê û hêzên bi ser ve ji xwe re kirine rêbaz dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya ku hêjî bi dehan ji serkirde û kadroyên wê di zindanên wan de ne, û ev nakok e bi her vexwendineke danûstandina rasteqîne re, û hê zûye ku Rêjîm dest ji têkiliyên xwe yên bi hevalbendên xwe re berde, û di baweriya min de, rêjîm çendîn coxrfiya desthilata xwe berfireh bike, wê bandorê bi nerênî li têkiliyên wî yên bi hevalbendên wî re bike.

- Gelo bi çi mafî Partiya Yekîtiya Demoqrat qurbaniyên rojane ji xortên kurdan pêşkêş dike di riya bazarên xwe yên siyasî re û em dibînin ku tu armancên kurdî yên rasteqîne di pirogramê wê yê nayê têgihiştin de heye?

Ez jî vê pirsa te ji serkirdeyên PYDê dikim, û tê zanîn ku di pirogramê wan de tiştekî destnîşankirî bi hebûna pirojeyekî netewî kurdî li Sûriyê tuneye, û ew qurbaniyê ku dan ji bo dijîtiya DAIŞê û çesipandina têgeh û eydiyolociyayên netewa demoqrat bûn.

Di nerîna te de gelo Encûmena Niştimanî ya Kurd di wê asta berpirsyariyê de bû ku rahêje kêşeya kurdî û li ser asta navdewletî pêşkêş bike?

Encûmena Niştimanî ya Kurd wek pêkhateyekî siyasî yê rikber,ji destpêka damezrandina xwe de kar kirye ji bo danasîna raya giştî bi rewatiya kêşeya kurdî li Sûriyê û giringiya çareserkirina wê bi şêweyekî demoqratî û qezenckirina hejmarek mezin ji dostan ji bo li kêleka mafên wî yên netewî yên rewa rawestin, tevlî ku ew diblomasiya wek tê xwestin li rex wî kême, lê wî her û her bizav kiriye ku pirojeyê netewî kurdî li ser asta navdewletî û maseya danûstandinan li kongirê Cinêvê yêku mixabin biser neket hebe.

Der barê ew daxwaza têkildar bi vegera Pêşmerge, gelo di baweriya te de wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji pêşmergeyên Rojava bi hêsanî berde û wê bihêle derbasî Sûriyê bibin bê garantiyên navdewletî û herêmî?

Tê zanîn ku Pêşmergeyên Roj ji lawên gelê kurdên Sûriyê ne, û ev hêz bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve ye, û ji mafê wan e bi erkê xwe yê berevaniya deverên me yên kurdî rabin, lê derbasbûna wan hewcedarî bi lihevkirinên herêmî û navdewletî heye ji bo ku em rastî şerekî kurdî kurdî nebin, û bercewendiya kurdî hewcedarî derbasbûna wan e bo deverên kurdî li Sûriyê ji bo parastina wan ji metirsiyên li ser wan hene.

Tê zanîn ku piraniya parçebûnên partiyên tevgera kurdî li Sûriyê ji ber sedemên kesayetî û keysbazî bûn, û ji kêma ye ku partiyek parçe bûye ji ber newekheviya raman û helwestan ji kêşeyên sereke?û pirs ew e gelo tu karî sedemên cewherî yên parçebûna we ji aliyê Mihyedîn Şêx Alî diyar bike?

Tevlî ku ez naxwazim demên berê vegerînim ji ber ku me ew rûpel pêçaye, lê tenê ez dixwazim bi kurtî bibêjim ku nakokiya me ya cewherî bi aliyekî jirêçûyî bi serokatiya sikretêrê berê li ser du xalên sereke bû:

1-sûrbûna wan ku partiyê ber bi tewerinan de bibin ku nakok in bi siyaseta partiya me û bercewendiya gelê me yê kurd li Sûriyê re.

2-sivkdîtina wan ji biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurd re û hewildanên wan ji bo qelskirina rol û bandora encuman. û rastiya li ser erdê durustiya her aliyekî diyar dike. 

Tu wek cîgira serokê Encumena Niştimanî Ya Kurd û kesekî nêzîkî cihê çêkirina biryarê, gelo tu gihiştiye hêviyên xwe an jî hê gihiştina wan dûr e?

Tevlîbûna jinê di nav karê siyasî de, gavek ber bi riya rast de ye , û vekirina rê li ber jinê da beşdariyê di çêkirina biryara siyasî de bike, û baweriyê bistîne da di rêzên pêş de cihê xwe bigire , ne karekî hêsan e, û gelek kar û xebat ji jinê tê xwestin da bigihêje asta ku dixwaze, û ji mafê wê ye wek her mêrî her pileyên serkirdayetî bigire, bi mercê ku babetî wê pileyê be.

Hûn Partiya Yekîtiya Demoqrat tohmetbar dikin ku ew danûstandinê bi rêjîmê re dike, û dema çareseriya siyasî bi ser bikeve , heye ku Opozisyon jî hikûmeteke veguhêz bi Rêjîmê re pêk bîne, gelo çima hûn ew tiştên ku hûnê sibe bikin, îro ji hinan re qedexe dikin?

Gelek alî hene tohmeta têkiliyên bi rêjîmê re bi PYD vedikin, tevlî daxwazên me ên pir wek Encumana Kurdî ji wan, ku ji siyastên xwe yên bi rêjîmê re vegerin, û têkevin ser riya durist, lê ew hewildan bê encam bûn, û ew danûstandinên di nav rêjîmê û Opozisyonê de çêbûn , di bin çavdêriya NY de bûn, û di çarçoveya biryara navdewletî ya 2254 de bû , ji bo pêkanîna desteyeke desthilata veguhêz ji bo serpereşiya qonaxa veguhêz li Sûriyê bike, û mixabin ta niha hê jî bi ser neketiye.

Gelo mana te di hundurê welat de ji bo wergirtina hêza derûnî bû, û ji ber weha te zehmetiya jiyanê bi xelkê re kişand?

Wek her hevwelatiyekî ez karîbûm ji welat derkevim, lê min mana di nav gelê xwe de çêtir dît, da ez kul û derdên wan bi wan re parve bikim, ji ber ku bawerî û piransîbên min her dem ez bi xakê ve girêdidam, tevlî rewşên dijwar û metirsiyên ku her demê em têde ne, ji ber ku derketina serkirdeyan bo derveyî welat dilsarî û bêmoraliyê li rex milet çêdike, û baweriya gel bi tevgera wî ya Kurdî nahêle.

Tu wek jineke kurd, karîbû bigihêje rêzên pêşketî di karê hizbî de, her weha di ENKS de, gelo wek jinekê, çi astengî li pêşiya te hebûn?

Wek tê zanîn, riya karê siyasî ne hêsan e, tijî metisî ye, û di pêvajoya jiyana min a partîtî de, û pileyên ku ez digihiştim wan di partiya me de, hin astengî û fişar li ser min hebûn, lê baweriya min bi rewaya kêşeya min a kurdî, û armancên avakirina sûriyake demoqrasî û perlemanî û fedral, her û her hêz didan min da ez rêça xwe berdewam bikim û pêşde herim û wan astengiyan li paş xwe bihêlim, her weha têgihiştîbûna hevalan û baweriya wan bi rola jinê û cihê wê di civakê de, ku ew ne kêmî mêran e, û ew kare her pileyên serpereştiyê di partiyê de wergire, van fakteran tevan hêzeke derûnî ya xurt  didan min da ez bigihêm cihê çêkirina biryarê.

Pirsa dawî belkî hinekî taybet û kesayetî be, gelo bandora karê te yê rêxistinî bi nerênî li ser jiyana te ya xêzanî heye?

Bê guman karê siyasî karekî dijwar e, mirov pir têde diweste, demek pir ji mirov dixwaze, ez wek jinek kebaniya malekê, her weha ez di warê wanebêjiyê de jî kar dikim, ev dihêle ku parvekirina demê di nav van karan û karê rêxistinî de tiştekî pir aloz be, û westan û karekî pir jêre pêwîst e, ta ez karibim van karan tevan wek tê xwestin bikim. Bi rastî ev ne tiştekî hêsan e, lê baweriya min a mezin bi karê min ê hizbî û viyana min ya xurt ji bo xizmeta kêşeya gelê me, dihêlin ku ez bi van talî û dijwariyan razî bim.

Home