Derbarê rewşa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî piştî hilbijartina Riyad Sêf ji bo serokatiya wê û hilbijartina desteyên nû jêre, û der barê zincîra mangirtin û xwepêşandanên aştiyane yên dijî Kiryarên Yekîtiya Demoqrat li hundur û derve, û berdewamiya PYDê di rêbaza xwe ya tekrewî û zordariyê de, û der barê pêşketinên leşkerî yên dawî li parêzgeha Reqa ya Sûrî û Mûsil a Iraqî, û rawestandina berferehkirina dewleta xîlafeta Daişî, û der barê nakokiya di navbera dewletên kendavê de çêbûye, û fişarên Erebistana Siûdî û hevalbendên wê yên pir li ser dewleta Qeterê, û derbarê hin karên rêxistinî di Partiya Demoqrata Kurd li Sûriya ( Elpartî), li ser van xalan tevan beşê Kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ev dîdar bi endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê û endamê nivîsgeha siyasî ya partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê (Elpartî) Guman Hisên re pêk anî.
Gelo çi guhertin di rewşa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de çêbû piştî hilbijartina desteya serokatiyê û ya siyasî û hilbijartina Riyad Sêf wek serok jê re?
Ez ne bawerim ku guhertinek balkêş di Hevbendiyê de çêbibe, ji ber ku Hevbendî çarçoveyek hevbeş e. û tevlî giringiya mezin ya tiştên hevbeş yên derbarê çarenûsa hevwelatiyên Sûrî, em dibînin ku bercewendiyên edyolocî û kesayetî di ser bercewendiyên giştî û yên çarenûsî re tên girtin. Û hevbendî bûye meydana milmilane û bercewendiyan, berovajî armanc û hêviyên ku hevbendî ji bo wan hatiye damezirandin. Lê ez dibînim ku di qonaxa nû de, roniya hêviyan tê dîtin ji ber hemahengiya di nav desteya serokatiya nû de û her weha ya di nav desteya siyasî de, û heye ku bingeha siberojeke çêtir bê danîn eger viyana avakirinê peyda bibe.
Gelo çima cihê cîgirê serokê Hevbendiyê yê ku ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî re hatiye terxankirin ta niha vala ye?
Cihê cîgirê serokê Hevbendiyê ma vala ji ber ku civata emîndariya Encûmenê ne ket biwara civata Hevbendiyê de, û ez bawer dikim ku wê navê endamekî ji Encûmenê di demek pêş de bê hilbijartin û destnîşankirin ji bo vî cihî, û tevlî giringiya dagirtina vî cihî, lê bercewendiyên partîtî û para partiyan di vî warî de cihekî girin digirin, û cihê ku digirin ji pirojeya Encûmenê ya siyasî û nerîna wê mezintir e.
Gelo nakokiyên dewletên kendavê û fişarên Erebî û Amerîkî yên ku li ser Qeterê çêbûn wê bandoreke nerênî li Rikberiya Sûrî bikin?
Bê guman wê bandora wê ya yekser li ser rewşa Sûriyê hebe, û wê bandorên wê yên nerênî li ser şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê Sûriyê bi hemî pêkhateyên xwe hebin, em hêviya hêminî û aramiyê ji wan re dikin.
Di nerîna te de paşketina rêxistina Daiş li Sûriya û Iraqê wê asoyin nû ji bo karê siyasî û meydanî ji Encûmenê re veke ku ev demek dirêj e hatibû rawestandin?
Encûmena Niştimanî ya kurdî di meydanê de û di piraniya civînên navdewletî de yên derbarê rewşa Sûriyê hazier e. Ew di meydana siyasî de hazir e berî jidayikbûna Daişê, û partiyên tevgera niştimanî ji dehên salan ve rehên xwe berdane erdê, û asoyên siyasî û dîplomasî li pêşyê vekirî ne eger dest ji mejiyê partîtî berde, û kar li gorî pisporî û karînan bike. Lê Daiş rêxistinek terorist e, û divê ew bête têkbirin, û ji hemû aliyan tê xwestin ku kar jo bo vê yekê bikin, ji ber ku ew bobelat û metirsiyeke li ser aştiya navdewletî û navxweyî û herêmî ye, û hewla şerê Daiş bi tenî bêyî şerî Rêjîma ku teror çêkiriye, kirêtiyek e ji civaka navdewletî di derheqê Sûriyan û şoreşa wan de, ya ji bo azadî û demoqrasiyê, û bi têkbirana vê Rêjîmê wê hêminî li deverê çêbibe ji hemû aliyan ve.
Piştî zincîrek ji mangirtin û xwepêşandanên li dijî kiryarên Yekîtiya Demoqrat di derheqê serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, gelo vê partiyê dest ji zordariya xwe berda yan hîn jî berdewam e di wê zordariyê de? Û gelo tiştin din hene hûn diramin ku di demên bên de bikar bînin ji bo ku bandorê li vê partiyê bikin ?
Ez ne bawer im di vê rewşa xerab de, ya têde dengê vizîniya fîşekan bi ser dengê aqil û siyasetê de dikeve, ku çalakiyên aştiyane, tevlî ku ew riya herî rast in, wê ti encamê bi dest bixin, ji ber ku terora ku Rêjîmê ew çêkiriye bûye wek nexweşîkê û belav bûye û hiştiye ku cîhan tevde berê xwe bidin vê nexweşiyê û vê terorê ya ku navê wê (Daiş) e, û ew bûye armanca sereke, û çi kesên ku şerê vê terorê dike dewletên xwedî biryar û yên bihêz piştgiriya wan dikin, û PYDê (desthilata kotekî) ev yek kirye behanek piştî ku wê bi hêza çekan desthilatdariya xwe li ser erdê ferz kiriye, û Amerîkî wek ku tê zanîn ew pîvanên xwe li gor bercewendiyên xwe datînin, ew kiryarên xirab yên ku PYDê di derhrqê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û gelê kurd bi taybetî de dike dîbînin, lê ew çavên xwe ji wan dizîvirînin da ku PYD bikar bînin ji bo têkbirina Daişê û rêkxistinên din yên wek wê.
Gelo Encûmena Niştimanî ya Kurdî di hevdîtina xwe de ya bi serokê herêma Kurdistana Iraqê “Mes’ûd Berzanî” re ti pilan ji karê Encûmenê yê demên bên pêşdîtin kir, yan serkirdayetiya Encûmenê tenê maye gazincan ji kiryarên PYDê bike?
Encûmen pilan û piroje û nerîna wê ya siyasî ya zelal heye, lê karê wê hinekî dereng ketiye, û hin nakokiyên partîtî û dexs û çavnebariyên kesayetî ketine nav karê wê de, lê tevlî wilo jî ewê di pêşveçûna xwe de eger bi gavin biçûk bin jî berdewam bimîne. Lê derbarê kiryarên PYDê desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê jî gazincan ji kiryarên wan û yên “PKK” ê dike, her weha gazincan ji destêwerdana wan ya yekser di kar û barê Herêmê de û bi hevrêziya wan ya bi desthilata Bexdayê re dike, û ev yek astengiyan dixe pêşya karê wan û berxwedana wan ya ji bo hêminiya devera wan û aramiya deverê bi temamî.
Vê dawiyê, di civîna dawî ya komîta navendî ya partiya we “Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriya (Elpartî)” de, komîtê “Xelîl Ibrahîm” wek sikirtêrê partiyê hilbijart, gelo sedemên ku hiştin kesayetiya Xelîl Ibrahîm wek sikirtêr bê hilbijartin çibûn?
helbijartina heval Xelîl Ibrahîm wek razgirê partiyê ji encama pêwîstî û daxwazên qonaxê bû, çi ji aliyê merc û karînên me yên navxweyî de be , an jî li aliyê atmosferên derdora me de be, û ji ber derengiya lidarxistina kongireyê partiyê ji ber sedemine ku dervî viyana serkirdayetiyê bûn, ji ber vê yekê komîta navendî biryara hilbijartina sikretêr stand, wek gavekê ji bo kartêkirina rola partiyê û vegera karakirina wê ya siyasî, û ez hîviyê ji wî û serkirdayetiya partiyê dikim ku piştî avêtina vê gavê, karê xwe wek dezgeh bikin, û dûrî bercewendiyên partîtî bifikirin, û tenê li gor pîvanên karîn û pisporiyê û nirxên exlaqî û pakbûn û rastiyê kar bikin, û rê bidin xort û gêncên me yên xwedî tiwan û karîn, yên ku em niha bi hewcedariya wan in ji hemû demên berê bêhtir.
Gelo te xwe kiribû berbijêr ji bo vî cihî?
Min xwe nekir berbijêr di vê qonaxê de, ji ber ku ez di wê baweriyê deme ku kesê vî cihî bigire divê di nav gelê xwe de û li ser xaka welatê xwe bijî, û derdeseriyê di nav gel de bibîne ji bo ku daxwaz û xewnên wan bi rastî û ji nêz ve bîne ziman, û karibe serkêşiya bûyeran li ser xakê bike, ji bo ku karê wî û gotinên wî li hev derkevin.
Kengî wê kongirê partiyê lidar bikeve? û astengiyên ku lidarxistina wî dereng xistin heta niha çi ne?
Em bizavê ji bo lidarxistina kongir dikin, û em rijd in di vê yekê de, û ji me tê xwestin ku em hemû astengiyên ku dikevin pêşya lidarxistina wî rakin, tevlî ku me qonaxa yasayî ya ji bo lidarxistina wî wek mafekî rêxistinî derbas kiriye, û bi taybetî pêwîstiya me bi tevlîkirina gêncên kelgerm û zana û hişyar di serkirdayetiya partiyê de û hemî movikên rêxistinî yên giring heye, û ez balê dikşînim ser ku divê derfetek mezin bê dan ji bo kesên xwedî tiwan û karîn yên li hundurê welat in, ji bo serpereştiya paşerojê bikin.