Çend roj mane ji destpêkirina gera çaremîn a danûstandinên Cinêvê re, û Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî raporta xwe ya bi navê “ Qesabxaniya Mirovan” ya derbarê zindana seydnaya ya wijdanê cîhanê hejand weşandiye, û berdewamiya PYD di tekrewiya xwe de û redkirina wê ji hevparan re di rêvebirina deverên Kurdî de. derbarê van mijaran û mijarin dîtir , beşê Kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û rikberiya Sûrî, ev dîdara taybet bi rexnevan û ragihêner Înayet Dîko re pêk anî.
Jinêv pir nêzîk bûye, di nerîna te de ev kesên wê bicivin wê gavên rastyeqîne yên giring bavêjin ji gelê Sûriyê re? û gelo wê beşdariya ENKSê ji berê pirtir be?
Di baweriya min de ew danûstandinên ku dibêjin wê li Jinêvê çêbibin, encameke normal e ji rêkeftinên ku di nav dewletên zilhêz û yên ku çavdêriya kirîza Sûriyê dikin re , û ew dengvedaneke ji cengên hestûşikenandinê re di warê siyasî û leşkerî de ya ku Heleb û ji bilî wê jî ji bajarên Sûriyê meydana wan bû, û bi taybetî di heyvên vê dawiyê de, û her weha wê ev danûstandin wêneyek be ji rewşa ku opozisyona Sûrî bi giştî îro têre derbas dibe, ya ku hemû kaxezên xwe ji dest dane û nema xwediyê biryara xwe ye, û her weha nema kare xwe tev bide û bijardeyan helbijêre da ku wan wek kaxezên fişarê li ser masaya danûstandinên Jinêvê bikar bîne, û rikberiya Sûrî bi giştî ketiye qûnaxa berevaniyê de, berevajî salên berî niha ji şoreşa Sûriyê ku di warê êrîşê de bû, û Encûmena Niştimanî ya Kurd jî ji vê rewşa ku li ser xakê dibe û ji masên dîplomasî ne cudaye, û ew beşek bi tena xwe û ne kartêker e di hundirê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî de.
Gelo rapora Rêxistina Lêborîna Navdewletî wê wijdanê cîhanê bihejîne û wê karibe bihêle civaka navdewletî helwestin tund û vebir ji Rêjîma Esed bistîne, an wê ew jî bê jibîrkirin wek yên berî xwe?
Rêxistina Lêborîna Navdewletî ew jî wek rêxistinên din yên mirovî û mafnasî yên navdewletî ye, tu desthilat di destê wê de tune ye ku karibe tawankarên cengê bibe dadgehan, lê ew kare beşdariyê di çêkirina nerînek giştî ya zelaltir de bike, ku rolek wê hebe di pêkanîna fişaran li ser hin aliyan ji bo ji hin helwêstên xwe dakevin, û bi rastî ez dibînim ku piraniya van rêxistinan dimînin dîlên nakokiyên siyasî yên navdewletî, û raporên wan jî her û her di bin bandora pêşketinên siyasî yên navdewletî de ne, û bandora wan sînorkirî ye eger siyasetên Encûmena Nevdewletî pişta wan negirin ji bo sizakirina tewankar û kujeran, û wek nimûne em Karin rewşa serokê Sûdanê Umer Elbeşîr bînin ber çavan, yê ku giliyên binpêkirin û tawankariyên dijî mirovahiyê bi nîşan û belge li dijî wî hebûn , û îro Umer Elbeşîr azad e û serokê welatê xwe ye û li gelek civînên bilind û kongirên Erebî û Afrîqî de beşdariyê dike, û li vê de ezê bersiva xwe bi hevokeke navdar ya serok wezîrê Birîtanyayê yê berê Davîd Kamîron bi dawî bikim, dema ji hêla rojnamevanekî der barê ewlekariyê û mafê mirovan jê hate pirsîn, ewî got: dema mijar bi ewlekariya netewî ve têkildar be behsa mafê mirovan ji min re neke.
Hin nûçe hatine derkrtin ku Waşinton dixwaze pênc deverên ewle li Sûriyê ava bike, gelo tiştin hene ku vê nerînê piştrast bikin an jî ew tenê hin hêvî û nerîn in?
Di baweriya min de siyaseta leşkerî ya Amerîkî ya nû niha palê dide ser hin hêman û têgahên nû, û wê alav û têgahên kilasîkî guhertine, û niha palê dide ser felsefa “rîmot kontrol”, an jî afrandina robotên leşkerî û yên sivîl û yên êl û eşîran, da ku bi karê xwe yê ji wan tê xwestin ji aliyê istiratîcî û leşkerî û siyasî rabin. Ji ber piştî serneketina wan li Îraq û Afaxaniştanê, nema leşkerên xwe dişînin çiya û çolên mirinê. Ew dixwazin dest deynin ser leystikê û encamên wê di riya cemawer re. ew piştgiriya hemî aliyan dijî hemî aliyan dikin , û siyasetek wan a zelal tuneye, eger em wek nimûne bêjin, helwesta wan ne ronîkiriî ye ne ji aliyê şoraşa Sûrî de, ne yê Kurdan, ne ji DAIŞ , ne ji Rêjîmê , ne lîbiya ne Yemen ne Okrayîna û nejî ji bilî wan ji deverên dijatî li wan heye. Lê her kes dijî her kesî ye, û tev jî bi çekên Amerîkî şer dikin. Ji ber piştî westandina hemî hêz û lîstikvanan, wê lîstikvanê mezin bê da ku qezenc û rolê û darayî û piwanan bi dest xwe ve bîne. Lê derbarê deverên ewle yên behsa wan tê kirin?, Heye ku em bibînin ku hin hêz li ser hesabê hêzine din li ser qadê li Sûriyê pêş dikevin , û heye ku em deverên di bin destê hêzên ciyawaz de bibînin , çi netewî bin an mezhebî bin, û beşar di seraya xwe de ye bê ku tu kes nêzîkî wî bibe, her wekî Sedam Hisên dema başûrê Îraqê û Kurdistan ji bin kontrola wî derketibûn, lê Sedam bi salên dirêj di wê rewşê de ma heta dora wî hat û bidawî bû, û bi çûna wî re qonaxek ji qonaxên cenga îraqê bidawî bû.
Tramp gavên bilez bi pêş de tavêje ji Aliya standina biryaran ve, gelo bi rastî wê ne wek Obama yê berî xwe be ji aliyê helweta wî ji kêşeyên deverên me, ku wî bi xwe daxuyaniyên weha dane, û asta gefên xwe yên dijî Îranê jî bilind kiriye?
Di destpêkê de diyar dibe ku serokê Amerîka yê nû kesekî bînteng û lezok e di standina biryarên xwe de, wek di daxuyaniyên xwe yên ragihandinê de tê dîtin, lê kesê hûrgiliyên gihiştina Tramp ya desthilatê vekole, û çawa kampaniyên mezin“ GOOGLE, YAHOO, MICROSOFT, APPLE…..t.d” pişta wî digirin, wê tê bigihêje bê çendî siyaseta vê dewleta pişta Tramp girtiye û Amerîkayê birêve dibe kûr û dûr e, û hemî vekolîn û texmînên cîhanê yên ku dihatin kirin û digotin ku wê Hîlarî Kilînton bi ser bikeve û desthilata Amerîkayê bi dest xwe ve bîne têk çûn, û ev diyar dike çendî rola wê dewleta kûr di kontrolkirina hemî movikên dewletê û civakê de heye. Belê ew dewlet bû ya pişta trampê ji meydana kar û pereyan hatiye girt, ji ber ku Tramp dengvedaneke ji bercewendiyên wan laşên mezin ên darayî re. û derbarê bilindkirina asta gotara wî ya dijî Îranê? Di baweriya min de, ew kampaniyên mezin yên çekan çêdikin li Amerîkayê, hewcedariya wan di firotina çekan bo Ereban heye, da Erb di şer de li ser xaka xwe bi çekên Amerîkî bên bikaranîn.
Girûpên çekdar hin deveran didin rêjîmê, “ Heleb” wek nimûne, û her weha PYD jî çend dever li gundewarê Helebê yê bakur radest kirin, gelo wê rêjîm caraeke din vegere zalbûna xwe ya berê? An jî dewletên zilhêz di rêkeftinên xwe de hin sînor danîne ku nayên guhertin?
Ez dibêjim ku dewletên zilhêz lihev in ku divê şerê li Sûriyê bi hemî rengan berdewam be, eger ew rêkeftina di navbera wan “hûtên” mezin de tuneba?, ev tracîdiya ku li Sûriyê dibe weha berdewam nedima. Kesên çek dan şoreşa Sûriyê, heman kesin yên îro ji Opozisyonê dixwazin ku kilîtan bidin destê rêjîma Sûriyê. Lê derbarê PYD, ez dibêjim ku baskê “bazan” bi ser baskê “kevokan” ketiye di Partiya Kaekerên Kurdistanê de, û ewên biserketî ferman dane şaxê xwe yê Sûrî ku hevkariyê bi rêjîma Sûrî re bike, û sûdê ji paşketina rêjîmê di kurdistana Sûriyê de wergire,
û wê cografyayê bike mîna deverekê alîkar di şerê xwe yê li dijî Turkiya de, li gor rêkeftinan di nav herdû aliyan de, û ne seyr e, û dibe ku em bibînin rêjîm vedigere, ji ber ku herdû alî wek du hevpeymanên istiratîcîk danûstandinê bi hev re dikin.
Alayên çekdar û hêzên rêjîmê Rêkeftina agirbestê pejirandine, lê tevlî weha jî şer li gelek aniya ranewestiya, gelo ev tê wê wateyê ku herdû alî jî derfet bi wan re heye ku li hin deveran şer bikin?
Heta ku asoyê siyasetê girtî be û viyana navdewletî di bidawîkirina vî şer û qeyranê de û bicîkirina dadmendiyê li Sûriyê tune be, wê ew şer rewa be, û wê bihêlin bombebarandin berdewam be, mixabin. Lê heta ku çek û sîlah danûstandinê opozisyonê û rêjîmê birêve dibin, û hejmarek mezin ji dewletan piştgir in ji vê cenga gemar re, em nikarin ti çareseriyên nêzîk bibînin. Rewş bûye wek ku kesê Sûrî dibîne, ku fakterê navnetewî û hermû, kerta kesk ji wan re bilin dikin ji bo wêrankirina tiştê berê wêrankirî, îro rêjîm û opozisyon wek destek ji aliyan re ne, û şerê hev dikin li ser xakê, û gel û azadî û maf ji bazirganên ceng û şeran re, ne xem in . û ji lewra em dibînin ku ew nahêlin ne rêjîm û ne jî opozisyon ala sipî ya xweradestkirin bilind bikin, û şeş salên bûrî yên qeyranê zeleltirîn nimûne ne ji vî tiştî re.
Gelo te çima şerê Reqayê wek şerê Çaldîran ê dîrokî dîtiye?
Min şerê Reqayê wek şerê Çaldîran dîtiye, ji ber ku hêmanin nêzîk û wek hev di her duyan de hene, û tişt bi tiştan tên bibîranîn, û bi taybetî gotina ” dîrok xwe vedigrîne”, berî sedên salan Kurd di şer û ceng û hevpeymanên herêmî de beşdar bûn, û ew serê rimê bûn di şer de, û her weha di wê demê de di rêzên pêşî de bûn di nav Furs û Osmaniyan de, û dema ku ceng bi dawî bû Kurd vegeryan şikeft û çiyayên xwe, û tirsa min ji wê tirsê ye ku em di serê lîsteya firotinê di bazarê de bin û em dîsa şerê Çaldîranê vegerînin, û em vê carê şikeft û çiya bi hevre ji dest xwe bibin, ez bi vê gotina xwe tenê dixwazim li zengilê kurdan bixim û dîrokê di bîra wan de bînim
Der barê Kantonan, di nerîna te de hevpeymana di navbera partiya Yekîtî” Şêx Alî” û partiya Yekîtiya Demoqrat de, siyasî ye yan jî bercewendiyek demikî ye an jî hevpeymaneke ku herdû alî bi heman bawerî û raman û fikr in ?
Tê zanîn ku piraniya partiyên tekrew ji tirsa derketina hin rêxistinên dijber ji wan re, hin laş û rêxistinên siyasî yên nermik çêdikin , lê ew di karên xwe de girêdayî wê partiyê ne, û em vê yekê di siyaseta hundirîn ya PYDê de dibînin, lê der barê Partiya Yekîtî ez dixwazim ji xwendevan re bêjim, ku partiya Yekîtî û bi taybetî baskê “Şêx Alî” reftarin taybet bi wê partiyê hene, û ew reftar li cem tu partiyên din peyda nabin. wek nimûne Partiya Yekîtî ew Partiya bi tenê ye di cîhanê de ku hewla bidestxistina desthilatdariyê wek armancek istiratîcî ji xwe re nade, di dema ku partiyên cîhanê bi tevahî bidestxistina desthilatê wek armancek û pêşindeyek sereke ye di serê pirogramê xwe yê siyasî de datînin, û kar dikin û hewl didin ku wê armancê bidest bixin, lê partiya Yekîtî tu bizavê nake û tu pirojeyên wê yên weha tune ne, û hemû têkoşîn û tevgera wê tenê di çêkirina tîmên stranan û yên sporê de ye, û her weha beşdariyê di mehrecanan de dike û xurustê diparêze.
Lê der barê hevpeymana di navbera PYDê û Partiya Yekîtî de? Di baweriya min de hin ji herdû aliyan mezintir hene û dixwazin wan di bin yek konî û li ser yek masê bicivînin, û her ku Rêjîm nêzîkî deverên Kurdî dibe em dibînin ku hevkariya wan di vê hevpeymaniyê de zêdetir dibe.
Gelo ev yekîtiya ku Partiya PYDê her çend rojan pê bang dike, di çarçova yekîtiya birastî de ye, an jî ew yekbûn li ser bingeha ferzkirina şert û mercên xwe li ser kesên din hatiye ava kiriye?
Yekemîn xal: di nereîna min de ji mafê partiya PYDê ye ku li ser yekîtî û yekbûnê û hevbeşî û beşdarîbûnê û tiştên weha biaxive, ew berpirsyara yekemîn e di ber herifandina hemû rêkeftinên Kurdî-Kurdî de, “Hewlêr yek û Hewlêr dudo û Duhok”.
Ya dudwê: çawa ev partî li ser yekîtiyê û hevkariyê û berhevkirina mala kurdî diaxive û zindanên wê tijî girtiyên siyasî û rikberên Kurd in, ev partî yekîtiyê bi kê re dixwaze? Gelo ma ne bi van kesên girtî û çalakvan û rikberan re ye?, De bera destpêkê wan serbest ji zindanan berde û bera çi kesên ku Kurd û Kurdewarî ruswa kirine siza bike, û dûvra bera ev partî banga çi pirosês û pirojeyên yekbûnê bilind bike.
Pirsek dawî, berî çend rojan tevgerek diplomasî di navbera herdû aliyan – Partiya Yekîtiya Demoqrat û Encûmena Niştimanî ya Kurdî – de hebû, gelo ew hevdîtinên ku li rojavastanê çêdibin wê nêzîkbûnekê di navbera wan de wek ku çawa Rêjîm û Rikberî nêzîkî hev dibin çêke?
Eger ev serkeftinên leşkerî yên ku YPG wan li ser erdê bidest dixînin nebin serkeftinin siyasî yên rastyeqîne, û eger ev çalakî û pêşwaziya siyasî ya ji ENKSê re li ser asta navdewletî dibe nebe hevtemamkirin û danpêdanek berçav bi rola wan wek nûnerê gelê kurd li Sûriyê? Em tu nêzîkbûnê di navbera wan de nabînin, û ev nêzîkbûn girêdaye bi hatina Pêşmergeyan ji bo deverên Kurdî li Sûriyê, û çêkirina artêşeke Kurdî ji bo parastina deverên Kurdî û xurtkirin û qayimkirina eniya hundir bi alîkarî û piştgiriya navdewletî, eger ev tişt nebin, wê Kurd bimînin wek çekekî û leşkerekî kirêkirî ku dema bê xwestin bê bikaranîn, û dema ku ceng bi dawî bibe wê rola wî jî bidawî bibe