Dema şereke çekdarî li deverekê dibe, bê guman wê jêrxaneya wê deverê wêran bibe, çi bi tekûzî be çi beşek jê be, wê xelkên wê deverê têkevin rewşeke xerab de, û wê pêdawîstiyên jiyanê nema peyda bibin. ji bo çareserkirina wê rewşê divê saziyên peywendîdar bi şêweyeke jidil û lezgînî kar bikin da li gor karîna xwe karibin rewşê ber bi qonaxeke baştir de bibin. Û wek tê zanîn Efrîn tûşî rewşekê bû ku piraniya dezgehên wê yên xizmetguzarî bi temamî ji kar ketin, û hewcedariya wê deverê bi tîmên ruhakirinê heye, tevlî ku ev nêzî du heyvan e dest hatiye danîn li ser devrê.
Û ji bo rawestana li ser çalakiyên yek ji saziyên beşdarî di sivikkirina barê xelkên Efrînê de kirine, me ev dîdara taybet bi duktor Mihdî Dawûd re, serokê komeleya Nûr ya Sûrî li Stenbolê, pêk anî.
Me wêneyê te li Efrîne piştî destdanîna li ser dît, gelo hûn dikarin ji me re behsa karê xwe yê we ji herêmê re kiriye piştî derketina wê ji destê PYDê bikin?
Berî ruhakirinê, me hewl da em hinekî alîkariya xelkên Efrînê bikin, lê bi şêweyekî sînordar bû, ji ber ku aliyên leşkerî yên bi ser PYDê ve nedihiştin tu çalakî bibin, û carekê em girtin ji ber ku guman dikirin ku em alîkariya xelkê dikin. Û paşre me bi nehînî kar dikir bi riya şandina dermanan ji bo xelkên hewcedar, û di heyva remezana bûrî de di riya hin kesên cihê baweriyê li hundir, me hin alîkariyên darayî ji hejmarek ji malbatên rewşa wan ya darayî xerab bû re şandin, her weha ji sêwiyan û kesên hewcedariya wan bi operasyonên neştergerî hebûn re. bêguman, ev kar bi nehînî dibû, ji ber ku kesên bi rêxistinên ne bi ser partiya yekîtiya demoqrat ve bin, bi nokerî û xiyanetê tên tuhmetbarkirin.
Piştî ku Efrîn bû devereke bobelatlêbûyî, çi rola we ya hawarçûnê li Efrînê hebû?
Piştî ruhakirinê me yekser di warê mirovahî de kar kir, di riya şandina hin keresteyên pêwîst re, her weha me hewl da ku em bibin dengê Efrînê yê ragihandinê di civatên hawarçûnê de û her weha di nav saziyên Turk û dezgehên ragihandinê yên çalak û xwedîbandor li Turkiyê de, û me peywendî bi serokên saziyên mezin re kirin, mina IHH, Denîz Fenerî , Elhîlal û Afad, û me raporên hewcedariyên mirovî yên pêwîst ji xelkêln deverê re dan wan, û me wek komele keresteyên hawarçûnê û her weha heyberên pakirinê derbas kirin.
Jêrxaneya deverê bi tevayî wêran bûye, gelo we karîbû bi aliyên navdewletî re peywendiyê bikin ji bo kartêkerkirina saziyan û avakirina tiştên wêranbûyî?
Bi rastî me kar ji bo derbaskirina hejmarek ji şaredariyên Turkiyê bo bajar û bajarokên Efrînê kir, wek şaredariya Enqerê ya ku parkên ziyan li wan hatiye kirin jinûve çaksaz kirin, her weha şaredariya Enqerê dibistaneke Efrînê çaksaz kir û pêşde bir, û her em berdewam in di peywendiyên yekser de li gel hejmarek ji saziyan ji bo pêşkêşkirina hewcedariyên xwarinê, her weha yên tendurustî û pizîşkî bo xelkên deverê, û me embolans derbasî efrînê kirin û me hişt destûr bê dan ji nexweşan re ji bo herin deverên Izaz û Etma. Û karên me yên giring hebûn der barê nexweşên hewcedariya wan bi şûştina gurçikê heye, her weha em ta niha jî berdewam in di belavkirina nan û sepetên hawarçûnê li hin deverên herêmê, û me mesrefa hin nanpêjgehan û çaksazkirina wan li xwe girtiye. Carnan em bi tena xwe ne û
carnan em hevpar in bi saziyên din re ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkên deverê bi giştî re.
Çi peywendiyên we li gel encumenên xwecihî yên Efrînê hene?
Der barê encumenên xwecihî yên efrînê û derdora wê, em hewl didin ku em tu karî ji karên ku me behsa wan kir bêyî erêkirin û agahdarkirina wan nekin, da ew encuman bibin xwedî bandoreke rasteqîn di nav hevwelatiyan de li kolana Efrînê bi giştî, û her weha em dixwazin ew rewa bibin li rex dezgehên Turkî yên ku em wan dibînin û baweriya wan bi wan pirtir bibe, ji ber ku encumenên xwecihî tev sivîl in û ji bo xizmet û nûnertiya xelkên Efrînê kar dikin, û em dixwazin ew bibin encumenên cîbecîkar, ne tenê encumenên bi nav bin.
Der barê paşerojê, çi pirojeyên we yên hûn dixwazin ji bo Efrînê bikin hene?
Belê pirojeyekî me yê amadekirî heye, em kar ji bo avakirina navendeke tendurustî ya mezin di hundirê bajarê efrînê de dikin, em li bendî destûrdana desthilata Turkiyê ne ji bo cîbecîkirina vî pirojeyî, û wek hûn dizanin kar li efrînê hîn bigiranî birêve diçe, û tê pêşbînkirin ku di demeke pêş de kar çêtir bibe, ji ber ku me berê bê destûrdaneke fermî ji desthilata Turkiyê kar dikir, û piştî wergirtina ruxsetên fermî; bêguman wê kar ji berê kartêkertir û rêxistîtir bibe, û wê komele karibe xizmetê bêtir pêşkêş bike.
Di dawiyê de, em dixwazin tu pênasîneke kurt derbarê komeleya Nûr û warê karê wê bide?
Komeleya Nûr ya sûrî, komeleyeke sivîl û ne bi ser partî û desthilatan ve ye, û ne ji bo qezencên darayî ye, di sala 2011an de hat damezrandin, û sala 2012 ruxset ji desthilata Turkiyê wergirt. kar ji bo xizmetên mirovahî û yên di warê hînkirin û tendurustî û geşepêdanê de ji bo tevaya gelê sûriyê li derve û hundir dike, bê cudahiya ji aliyê regez an jî netew an olê de , û komele li ser du teweran kar dike, yê yekem di hundirê Sûrî de wek Xûta rojhilat a gundewarê Şamê û gundewarê Humsê yê bakur û bajarê Idlibê û Cisrelşixûr û gundewarê Idlibê yê rojhilat û gundewarê Hemayê yê bakur, û tewerê duwem ji karê komeleyê pêşkêşkirina xizmetê ji penaberên Sûrî yên li Turkiyê re ye.