Li gor raporên bi dehên rêxistinên mafên mirov, em Karin bêjin ku rêjîma Îranê setemkartirîn rêjîm e li rojhilata navîn, lê tevlî weha jî hîn jî ew rêjîm ji ber bercewendiyên civaka navdewletî tê parastin, û wek her kes zane Îran rê dide pêşiya rêjîma Beşar Esed, û ev bi salan e gelê Sûriyê derdê stemkariya malbata Esed û rêjîma Be’is dikşîne, ew stemkarên ku li dijî daxwazên rewa yên gelê Sûriyê derketin, û bidehhezaran ji sûriyan kuştin û bajar û bajarok wêran kirin û bi milyonan kes derbeder û koçber kirin.
Ma gelo wê helwesta gelê Sûriyê çibe ji hostayê ku rê û pîlanên wî şagirtî nexşe dike.
ji bo dana roniyê li ser hin ji tewanên rêjîma Îranê, Ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ev dîdar bi rikberê rêjîma Îranî parêzer Muhemed Abdulmecîd re pêk anî.
Piştî hûn xwe bidin naskirin, gelo hûn Karin roniyê bidin ser hin ji têkoşîna xwe ya di warê yasayî de? Her weha diyarkirina hin karên we kirine ji bo eşkerekirina stemkariya Îranê ji civaka navdewletî re?
Ez parêzer bûm dema di sala 1981 ji hêla komîtên rêjêma serkutkar bi tometa piştgirî û alîkariya rêxistina Mucahidî Xelq û dabînkirina parastinê ji birîndaran re hatim girtin, dema hêzên parastina rêjîmê yên bi darên giran êrîşî xelkê kirin, û ez nêzî du salan di zindanên Avîn û Cewher û Deşt nêzî bajarê Kerc girtî mam, paş re bi şêweyekî demikî ez hatim berdan, û li gor gotinên wan, ew ji bo temamkirina vekolînan di kêşeya min de bû, lê di wê demê de bi alîkariya hin hevalan min karîbû derkevim derveyî welat ber bi Oropayê de.
Û piştî ez giham derveyî welat, min di nav Encumana Niştimanî ya Berxwedana Îranî de dest bi kar kir, ew rêxistina ku mîna parlementoyekî rastyeqîn bû, ji ber ew ji tevaya alî û partî û girûp û kesayetiyên niştimanperwer û gelêrî ên dijî rêjîma Şah û Wilayeta Feqîh pêk dihat.
Ez bawer im ku têkoşîn mijarek pir aloz e û gelek rêyên wê hene, û çendîn têkoşîna Siyasî giring e, her weha ya dadwerî û mafnasî jî pêwîst e ji bo rûberûbûna faşist û diktatoran, ji ber ku di riya têkoşîna dadwerî û yasayî re, me di gelek kêşeyan de karîbû beramberiyê bi rêjîma olperest re bikin û bêvila wî têxin nav xweliyê de. Wek mînak; Rêxistina Mucahidî Xelq û Encumena Berxwedana Îranî di serê lîsteya Terorê de bûn di wezareta derve ya Yekîtiya Oropî û Amerîkayê de, û ev lîste diket xizmeta rêjîma Îranê de û roniya kesk jê re vêdixist, û wê karîbû bi wê lîstê ziyanê bigihîne Mucahidî Xelq û Encumena me, lê me wek kesên mafnas karîbû wê lîstê pûç bikin, di riya karekî yasayî û siyasî yê bêwestan re, ji ber ku ti rewaya wê lîsteyê tune bû.
– gelo piştgiriyeke navdewletî ya rasteqîn ji Berxwedana Îranî re heye? An jî ew piştgirî tenê di rêdana lidarxistina kongiran li Oropayê de ye, û di encamê de dijîtiya Tehranê tenê di riya ragihandinê û satalaytan re dibe?
Berxwedana Îranî berxwedaneke berfireh e, û li tevaya hundurê Îranê berbelav e. Ew Îraniyên neçar bûn ku ji welatê xwe derkevin, gelek ji wan piştgir û alîgirên rêxistina Mucahidî Xelq û berxwedana Îranî ne, û ew alîkariyan didin Berxwedana Îranî, û ev tişt ji hêla piraniya siyasetmedarên rojavayî yên rastyeqîn û ên Oropî û Amerîkî ve hatiye naskirin, û piştî wan beşdarî di bîranîna salvegera damezirandina Berxwedana îranê ya ku hersal li Parîsê lidar dikeve de kirin, ew tê gihiştin ku Berxwedana Îranî xwedan hêzeke mezin e û ew dikare bi rastî şûna rêjîmê bigire, her weha Berxwedana Îranî piştgiriyeke wê ya xurt ji siyasetmedarên rojavayî yên xuya heye, û gelek ji parlemanter û endamên Encumana Rîsipiyan li Oropa û Amerîkayê û keneda danpêdana fermî bi Berxwedana Îranî dikin.
– Bisedan ji siyasetmedar û kesayetiyên desthilatdar ên xuya li Oropa û Amerîka beşdarî di kongireyê rikberiya Îranî yê dawî de kirin, gelo ew beşdarî tenê di kongir de bû, yan ew bi rastî piştgiriya rikberiya Îranî bi kar û gotinan dikin?
Berxwedana me berxwedaneke serbixwe ye, û gotineke me Îraniyan heye dibêje ku “ti kes nikare te bixurîne”, û ew heman penda navdar ya dibêje: “ti tişt nikare pişta te bixurîne ji bilî neynûkên destê te”, û em pişta xwe bi xwe û gelê xwe xurt dikin, û ne ti kesên din, lewra me tevaya kadroyên berxwedanê ji siyasî û parlementeran vexwendin, da di civîn û kongireyên me de beşdariyê bikin, û em wan bi nexşerêya karê xwe û belgepeymana xwe agahdar bikin, ji ber ku em dixwazin aştî û hevaltî û wekhevî di nav tevaya gelan û dewletan de hebe, em divên hemû kes bi aştî pev re bijîn, berxwedana Îranî gelek hevalên wê li hundurê îranê hene.
Berxwedana me ji ti dewletê naxwaze ku alîkariyê di ruxandina rêjîma Îranê de bike, ji ber ev kar yê Mucahidî Xelq û Encumana Niştimanî ya Îranî û bi alîkariy gelê Îranê ye. Em tenê dixwazin alîkarî bi rêjîmê re nebe.
– Te di kongireyê Berxwedana Îranî de yê ku li Parîsê lidar ket de got: “ Roja guhertinê li Îranê hilat”, gelo tu hîn bawer e ku roja guhertinê hilatî maye, an roniya wê kêm bûye?
Belê, baweriyek tam li rex min heye ku wê roja guhertinê li Îranê hil bê, û ev mêtingên nerazîbûnê yên ku li Îranê lidar ketin, ji berî sîh salî ve weha nebûye. Û eger te çalakiyên piştgirên Berxwedanê yên wek min dîtibin, tê nas bike ku wê roja guhertinê hilbê, û ew li benda xanim Meryem Recewî ne, û navê rizgarkara îranê lê kirine.
– Di nerîna te de, gelo wê çawa gelên herêmê karibin rêjîmên stemkar birûxînin, di heman dema ku hevalên miletên serkutkirî dest ji wan berdidin, û hevpeyman û alîkarên bi rêjîmên stemkar re hemî alîkariyên darayî û leşkerî didin wan rêjîman?
Ev pirseke pir baş e, û rê bide min da ez ji we re behsa rêjîma Xumeynî bikim, a ku di serê lîsteya diktatoran de ye di vê serdemê de, ew rêjêma ku bavê rêxistina Qaîde û Daişê ye jî. Gotina te di cihê xwe de ye, eger ne ji piştgiriya dewletan û bercewndiyên wan ên abûrî yên kirêt baya, me dê ji zû ve karîba bidehên caran ev rêjîm ruxandiba, her weha eger ne ji piştgiriya rêjîma îranê ji ya Sûriyê re ba, wê ji zû ve berxwedana Sûriyan Beşar dabana erdê.
Me gelek caran li ser zimanê xanim “Meryem Recewî” axêvera bi navê berxwedana Îranî gotiye, em ti alîkariyê ji ti dewletê naxwazin, em tenê ji wan dixwazin nebin asteng di riya me de, û hevkariyê bi vê rêjîma faşist û serkutkar re nekin, emê bi xwe wê bidin erdê, ruxandina rêjîma meleyan a ku desthilatdariyê li Îranê dike, erkê berxwedana Îranî ye, û rêxistina Mucahidî Xelq di serê lîsta wan erkdaran de ye.
– Gelo hîna rêjîma meleyan berdewam e di bikaranîna şêwaz û şîretên Hetler de ên derbarê derew û xapandin û bêbextiyê , wek te carekê gotibû dema te berevaniya kêşeyekê dikir?
Hûn zanin ku dewleta Îranê li ser rêbaza Wilayeta Feqîh ava bûye, û biryar ya Weliyê Feqîh e, û ev şêwaz ji dema hatina xumeynî de ye, û di sîstema Weliyê Feqîh de, li gor di destûra rêjêmê de hatiye, biryarên kêşeyên sereke di destê Weliyê Feqîh de ne. Hemî dezgehên desthilatê çi yên danîna yasayan bin, an ên dadweriyê bin an jî yên cîbecîkirinê bin, di destê Weliyê Feqîh de ne. azadiya gel û destûra wî bûn qurbaniyên pêşî ji vê sîstemê re, tevaya girtin û işkencekirin û ta bidarvekirinan jî, em rojane wan kiryaran dibînin ji bo parastina rêjîma weliyê Feqîh.
Û xuyatirîn nîşanên ku em karin amaje pê bikin ew e kuştina 30 hezar girtiyên siyasî di demeke kurt de di havîna 1988 de, ku ew mezintirîn tewanên dijî mirovahiyê ne piştî şerê cîhanê yê duyemîn.
Ev qirkirin û tewana mezin ji encama fetwedana Xumeynî bûn, lewra em karin karên rêjîma faşista Îranê bi riftarên Hitler re bipîvin.
Hitler di wê baweriyê de bû ku nijadê wî û baweriyên wî ji nijad û baweriyên hemî gelên cîhanê bilindtir û çêtir in, û dixwest ku ev nerîn biser bikeve, û desthilatdariyê li cîhanê tevî bike, lewra rikberî nikare roniyê di bin siya weliyê feqîh de bibîne, û di vê derbarê de, rêjîm Mucahidên Xelq wek takerikberê xwe dibîne, û ti sînoran ji xwe re nahêle dema wan digire yan işkence dike an jî bê dudilî wan bidarvrdike, di bin siya Wilayeta Feqîh de ti mafên diyar tune ne, ji ber ku dema azadî tune be, behskirina maf û wekhevî û dadmendiyê bêsûde ye.
Ji bo vî tiştî, bi şev û roj gelê Îranê duruşmên ruxandina tam a vê rêjîmê bilin dike.
Derî û dîwar li gelek kolanên bajar û bajarokên Îranî mişt in ji durişmên ku mirina Wilayeta Feqîh dixwazin, ku ew duruşma berxwedana Îranî û rêxistina Mucahidî Xelq e.
Zilamê oldariyê Ehmed Xatemî ê ku nêzîkî Xamineyî ye, di 21 tîrmehê de, dema nimêja înê li Tehranê, berevaniya kuştina bi tevayî ya girtiyên siyasî dike, û di havîna 1988an de gotiye: “ Derketina di ruyê Mucahidan, ji karên giranbuha yên îmamê koçadawîkirî re ye, û her kesê ku şîretên wî pêk bîne, divê em sipasiya wî bikin, ne em celadan deynin şûna şehîdan”.
– Çawa kesekî ku destê wî di kuştina 30 hezar girtiyên siyasî de heye, kariye bibe wezîrê dadmendiyê di hikûmeta Rûhanî de?
Rêjîma Weliyê Feqîh bi vî şêweyî ava dibe, kesê xwînrêj û tewankar ew kesê herî nêzîkî Weliyê Feqîh e, û di pileyên bilind ên desthilatê de ye, di sîstema Weliyê Feqîh de ne dûr e ku em bibînin tewankarek bigihêje posta wezîrê dadweriyê. Eger tu navê çi berpirsyarê desthilata rêjîmê bêje , tê bibîne ku dîroka wî tijî tewankarî û gunehkarî ye.
Ta bi Hesen Rûhanî jî, ê ku niha di posta serokcimhûr de ye, di dema desthilata wî de bêhtir ji 3200 kesî hatiye bidarvekirin. Tevlî ku erkê serokcimhûr e ku berevaniyê di ber mafên hevwelatiyan de bike, lê wî devê xwe venekir derbarê bidarvekirinan. Dema ku kesekî tewankar û kujer û binpêkerê mafên mirovan bibe serokcimhûr, ne dûr e yek wek Mustefa Bor Muhemedî bibe wezîrê dadweriyê.
Her weha wezîrê dadweriyê yê niha , Alî Riza Avî, ê ku gelek caran Hesen Rûhanî di rûniştinên biryardanê ên encumana şêwirdariyê de pesnê wî daye, rolek wî piştî sala 1980 di bûyerên girtin û bidarvekirina Mucahidan û hêzên şoreşger de li dadgeha Dizfol heye, her weha bidarvekirina 30 hezar kesî ji xelkê Ehwaz di sala 1988an de, û destên wî bi xwîna sedên şoreşger û rikberan bûye. Ew tewankar û kujer e, lê ew niha wezîrê dadweriyê ye di desthilata zilamê oldariyê Hesen Rûhanî de.
– Li gor raporên mafnasî, di qonaxa desthilatdariya hesen Rûhanî de , 3000 kes hatine bidarvekirin, gelo çawa dewletên rojavayî ên ku duruşmên parastina azadî û mafên mirov û demoqrasiyê bilind dikin, karin kesekî weha bipejirînin wek serok, û danûstandinê pêre bikin, tevlî zanin ku ew mafên mirovan binpê dike?
Hûn tev zanin ku gemkirina rojnamegerî û ragihandinê li Îranê pir tund e, û gelek kes eşkere hatine bidarvekirin, lê tevlî wisa jî negiha alavên ragihandinê. Kesê di qonaxa serokatiya Hesen Rûhanî de hatine bidarvekirin, zêdetirin ji 3200 kesî ne, û ev peya dixwaze xwe wek kesekî lêbral bide naskirin. ew xwedî roleke mezin e di sîstema ewlekariya rêjîmê de, ji ber wî 16 salan serokatiya Ewlekariya Netewî ya Bilind kiriye, anku bilindtirîn dezgeha ewlekariya rêjêmê. Û ew bû ê ku di sala 1980 di nimêja înê de li Tirîbonê gotibû : “ Eger hûn bixwazin ku bandora bidarvekirinê mezin be, divê hûn gelek kesan li pey hev li meydanên giştî yên bajêr bi dar ve bikin, da kesên din ‘ibretê jê wergirin. Ev kesekî hîlebaz û xapîner e, ti baweriya wî bi maf û azadiyê tune ye, wî xwe da xuyakirin ku wî belavokek ji bo mafên hevwelatiyan derxistiye, lê wî pabendî pê nekir.
Berxwedana Îranî herûher daxwazê dike ku çi peywendiya bi rêjêmê re bibe li gor şert û mercên parastina mafên mirov û rawestandina kiryarên bidarvekirinê bin, û nema kar bi destûrên rêjîmê bibe.
Lê mixabin, gelek caran bazirganî şûna dadweriyê digre, û ev riftara kirêt hîn jî heye, ji bo Dolar û Yoro dewlet çavên xwe ji binpêkirinên Îranê ji mafên mirovan re digirin, lê divê ev dewlet zanibin ku gelê Îranê van helwestan jibîr nake.
– Ev çend sal in milîşyayên Îranî li rex Beşar Esed xwîna gelê Sûriyê dirijînin, gelo ew milîşya bandora wan a nerênî li li ser malbata Îranî tune ye? An gotara rêjîmê û tayfegerî dihêle ku gel çavên xwe ji her tiştê ku rêjîm li derve dike bigire.
Tişta tu dibêjî rast e, gelê Îranê naxwaze hêzê bişîne Sûriyê û ne ti deverên din ji dinyayê, ev yek ji siyasetên zêdegaviyan e ên ku Weliyê Feqîh dike, û gelê Îranê barên cengekê hildigire ku ne bi viyana wî ye, û gelê Îranê li gelek bajaran duruşmên dijî desthilatê bilind dike, û daxwaza destberdana ji Sûriyê û guhdana bi rewşa hundur dike, lê ew daxwaz bi hîlebazî û xapan tên nixumandin. Û ew hêzên Pasîj û ên Zêrevanên Şoreşê û her weha hin hêzên ji Îraq û Efxanistanê bi zorê bo Sûriyê têne şandin.
– Pirsa dawî, gelo piştî bidarvekirina damezrêner û serokê Komara Mehabad û terorkirina Doktor Abdulrehman Qasimlo û Sadiq Şerefkendî, arê têkoşînê di nav Kurdên Îranê de vemirî, an jî hîn hêvî mane ku şoreşin din jî vêkevin.
Rikberiya Kurd li Îranê giringiyeke wê ya mezin heye, şehîd Qazî Muhemed û serkirdeyên kurd ên din ji hiş û bîra gelê Îranê naçin, û eger tu li berxwedana netewên Îranî ên dîtir meyze bike, tê bibîne ku netewek bi tena xwe nikare mafên xwe bidest xwe ve bîne, û ji bo biserketina wê berxwedanê divê rikberî tev destên hev bigirin.
dema ku Encumana Niştimanî ya Berxwedana Îranî di 20 tîrmeha 1981 de ji hêla birêz Mesûd Recewî ve hat damezirandin, wê çaxê doktor Abdulrehman Qasimlo da xuyakirin ku bercewendiyên gelê kurd ê di bin zora setemkariyê de dijî û ji mafên xwe bêpar maye, bi nerîna Encumena Niştimanî re guncayî ne, lê mixabin piştî vê danasîna durist, kaxez tevlî hev bûn û hêzên Weliyê Feqîh karîbûn wî bikişînin danûstandinan bi rêjîma faşist re, û paş re li ser maseya danûstandinan hat terorkirin.
Ev ketwara hemî netewên Îranê ye, divê ew bercewendiya xwe bi bercewendiya tevgera giştî re bibînin, û niha weha dibe, û netewên cudacuda pevre civiyane wek Kurd û Bilûş û Azerî û Lorî û Bextiyariyan di Encumana Niştimanî ya Berxwedana Îranî de , û nûnerên wan tê de hene, û ev riya rast e ji bo rûberûbûna Weliyê Feqîh ê kujer û tewankar.
Tê pêşbînkirin ku bi serkutkirina tund ji hêla rêjîmê ve û bi riya bidarvekirinên eşkere wê karibin tevgera gel hinekî rawestînin, lê ana û piştî 39 salan û piştî guherîna rewşê di hundurê Îranê de û li herêmê û li ser asta navdewletî, tevgerên gelan gihane asteke bilind, û tevaya Netewên Îranê tekez dikin ku ewê li gor bendên di Encumana Niştimanî ya Berxwedanê de li ser hatiye lihevkirin, û yek ji wan mafê otonomî yê herêma kurdistana Îranê ye, û bi belgenameya deh-bend ya xanim Meryem Recewî wê bigihên tevaya mafên xwe.