Ji bo ronîkirina rewşa rêxistina Oropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurd, û her weha behskirina bûyerên bi lez li Sûriyê dibin, û rawestana li ser gengeşeya der barê reşnivîsa destûra Encûmena Niştimanî ya Kurd dibe.
Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihendina Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî ev dîdara taybet bi Rêzan Şêxmûs re Serokê nûneratiya Oropa ya ENKSê û sekretêrê desteya serpereştiya “Şepêla Pêşeroja Kurd” pêk anî.
Ji kerema xwe re tu dikarî behsa rewşa rêxistina Oropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurd û rola ku nûnerîtiyên wê li welatên Oropî pê radibin bike, û xweska hûn ji xwendevanan re karên ku hûn wek Encûmen li tevaya Oropa dikin ronî bikin?
Nûnertiya Oropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ji gava di dawiya sala 2015 an de hat erkdarkirin, gelek karên giring sebaret gel û revenda Kurdî kirine, û şaxên xwe li piraniya dewletên Oropî vekirine û ya dawî berî çend rojan li Belcîkayê bû, da ku ev şax peywendiyan bi tevaya revenda kurd re bike, û karên wan bi rêve bibe û wan rêxistin bike, bi taybetî ku hejmarek mezin ji penaberan “ku bi rastî cihê metirsiyê ye” li Oropa çêbûye, û berdewamkirina karê Encûmena Niştimanî ya Kurd di nav wan de û beşdarkirina wan di daraştina helwest û siyasetên Encuman de, û bi taybetî di nav çalakvan û siyasetmedar û rahênankar û nivîskar û kesên guhdanê bi rewşa giştî dikin, di riya hevdîtinên danûstandinê bi wan re an jî di riya simînarên siyasî re yên ku di gelekan ji wan de birêz Birahîm Biro li hejmarek ji dewletên Oropî beşdar bû, her weha em ana bizavê dikin ji bo handana revenda Kurd ji bo avakirina komeleyan, li piraniya bajarên Oropayê yên ku hebûna kurdan li wan heye, û paşre berhevkirina komîtên ser bi Encûmenê ve da peywendiyan bi wan re bikin û serhejmaran ji wan re çêkin û kar û barê wan bişopînin û wan beşdarî karê siyasî û rewşenbîrî û civakî bi Encûmen re bikin.
Her weha nûnertiya Oropa ya Encûmenê gelek ahengên hunerî ji bo piştgiriya malbatên şehîd û birîndarên bajarê Qamişlo li dar xistin, û her weha çalakiyên nerazîbûn û piştgirtinê hatin kirin ji bo malbatên şehîdên komelkujiyên Amûdê û Kobanî û Efrîn û Qamişlo, û ji bo piştgiriya helwestên girtî û revandiyên di zindanên Rêjîm û Daiş û PYDê de, û pirotestokirina siyasetên Partiya Yekîtiya Demoqrat ya ku ji berê de û hê jî destek wê yê mezin di valakirina herêma Kurdî ji xelkên wê heye.
Û ji hêlekê din ve nûnertiya Oropa peywendî bi piraniya dewletên Oropî re pêk anîne û bi taybetî Hikûmeta Almanî, ji bo şirovekirina siyasetên Encûmena Niştimanî ya Kurd der barê rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî, û giringiya dîtina çareseriyên rewa jêre li gor belge û yasayên nevdewletî yên peywendîdar, her weha peywendî bi gelek ji rêxistinên navdewletî yên taybetmend bi mafên mirovan ji bo pêkanîna fişaran, da girtî û revandiyên li rex Rêjîmê û Daişê û PYDê bên berdan.
Piştî xurtbûna pêlên rexneyan li daxuyaniyên mamosta Hemîd Hac Derwêş, ji ber diyarkirina rêzgirtina xwe ji serokê Sûriyê re, û her weha piştî daxuyaniyên serkirdeyê partiya Pêşverû Ehmed Silêman, gelo di nerîna te de, bersivên di vê der barê de ji hêla Partiya Dîmoqrat a Pêşverû, karîbûn kolana Kurdî razî bekin?
Der barê bersivên dawî yên ku hejmarek ji serkirdeyên Partiya Demoqrata Pêşverû dan, bi rastî wan bersivan rewş xerabtir kir, li şûna ku kolana Kurdî razî bikin beşdarî di zêdekirina nerazîbûnê de kirin, ji ber ku bersivên wan wek karvedanê bûn, û wan bersivan hemî kesên ku rexne li karên wê partiyê kiribûn navê “qereçan” li wan kiribûn, û ev daxuyanî ji kok ve naguncin bi riftarên partiyên rikber ji Rêjîmê re, her weha ew ne li gor siyasetên ku wan bi Encûmena Niştimanî ya Kurd re dariştine, û berovajî vê yekî ji van daxuyaniyan tê fêmkirin ku bêrîkirinek nexuya li rex hin mezinên vê partiyê heye ji bo vegera hembêza Rêjîmê.
Lihevkirinên di nav Rûsya û Îran û Turkiyê de, rêkeftinek sêqolî encam da, û her aliyekî jê guhdarê parastina ecindeyên xwe ye, û her weha Îranê xwest Rêjîmê careke din bide pêş, gelo kanî para gelê Sûriyê di van rêkeftinan de?
Di baweriya min de kesên hêviyên xwe girêdidin bi van hevdîtinên ku bûne û dibin di nav van dewletan de, û bi taybetî ddewletên ku beşdarî bi Rêjîma Beşar Esed re kirine di cenga wî ya dijî gelê Sûrî de, û hewl dane ku şoreşa Sûriyê û armancên gelê wê têk bibin, ew armancên azadî û ruhabûna ji stemkarî û zordariyê û avakirina dewleta xwe ya demoqrat wekî hemî gelên cîhanê, bê guman wê girêdana wan hêviyan bê sûde be, û ev hevdîtin jî wê wek yên berî xwe bin tu hêvî di wan de tune ye ji bo bidawîkirina kirîza gelê Sûriyê, ji ber nebûna tu viyaneke navdewletî ya rastyeqîne ji bo bidawîkirina vê cenga xwînrêjî ya tund li Sûriyê, û ez dibînim ku ev civîn heye ku armanc jê dîtina mîkanîzm anjî berepêkan be ji bo berdewamkirina kirîzê an jî dîtina çareyên nîvco.
Lê bi rastî destpêkirina bidawîkirina kirîzê di agirbesteke rastyeqîn de ye, ne wek tiştê ku niha dibe, û paşre destpêkirinek rastî ji hevdîtinên giştgîr re di nav hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de, li ser bingeha ruxandina rêjîma Esed ya ku berpirs e di ber hemî kuştin û wêranî û koçberbûna ku li Sûriyê çêbûye, û Sûriya hewcedarî qûnaxeke veguhêz e bi serpereştiya desthilateke veguhêz, û ew desthilat karûbarên cîbecîkirinê bi tekûzî di destên wê de bin, wek di beyana Cinêvê de hatiye, da ku tundûtûjiya hemî aliyan raweste, û berdana hemî girtiyên siyasî û azadkirina revandiyan û bihawarçûna deverên bobelat li wan bûye, û vekirina dorpêçê ji ser hemî deveran, û di baweriya min de rêjîma Sûrî tu carî nayê çaksazkirin , ji ber ku gelê Sûrî piştî hemî tiştên ku bûn, nema wî dipejirîne.
Piraniya partiyên Kurd di sala 2012an de li ser fidraliyê wek baştirîn bijarde ji bo çareserkirina kêşeya Kurdî li Sûriyê li hev kiribûn, çima we dît ku kêşeya Kurdî di kongireyê Rimêlanê de hat firotin, dema PYDê pirojeyê kantonan guhert bi sîstemek fedral ?
Ew kongirê ku li Rimêlanê çêbû armanc jê bidawîkirina pirojeyê netewî yê Kurdî li Sûriyê bû, û bi taybetî piştî siyasetên tund û tekrewî yên ku PYDê bi hevrêziyeke tekûz bi Rêjîmê û ewlekariya wê re ji bo valakirina deverên Kurdî ji xelkên wê yên resen dişopîne, û ez dibînim ku baştirîn çare ji kirîza Sûriyê re bi giştî, bi avakirina dewleta Sûrî li ser bingehek hevbeşî û fedral e, ya ku têde hemî pêkhateyên gelê Sûriyê beşdar bibin, da ku Sûriyê ji hemî gelê wê re be bêyî nerîna li netew û ol û mezheban.
PYDê hêjî serkirdeyên Partiya Dîmoqratî Kurdistan Sûriya û kadroyên wê di zindanê xwe de hiştine, gelo çi rastiya wan gotinên di ragihandinê de belav bûne heye, ku dibêjn danûstandinên nehînî di nav PYDê û PDK-Sê de hene?
Ez ne bawerim ku ev nûçe rast bin, û ragihandina navendî ya PDK-S daxuyaniyek derxistiye û tê de gotine ku ev nûçe ne rast e, û gotine ku ev hevdîtin bi nehînî pêk nayên, û bêyî hevparên me yên ENKS jî nabin.
Di nerîna te de Aldar Xelîl bi rastî ji ENKSê xwestiye ku bi hevre kar bikin, ma wê çawa ev tişt bibe û hêjî serkirde û kadroyên Encûmena Niştimanî ya Kurd di zindanên wê de ne?
Ew ne vexwendinek ji bo danûstandinê bû, lê ew nameyek gefxwarinê ji serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd re bû, da dest ji siyasetên dijî Rêjîmê û her weha pirojeyê netewî kurdî jî berdin, û dema daxwazê dike ku dest ji Opozîsyonê berdin û vegerin welat tenê tê vê wateyê. lewra em tu rastiyê di vê vexwendinê de nabînin, ji ber ku vexwendin divê ne di riya dezgehên ragihandinê de bin, lê vexwendinên rastyeqîne ji bo danûstandinê di riya berdana tevaya serkirde û kadro û endamên Encûmena Kurdî re ye, û destberdana ji peyketina xortên Kurdan û revandina wan bi behaneya leşkeriya neçar, û destberdana ji hemî siyasetên serkutkirinê yên ku milîtanên vê partiyê dijî gelê Kurd û çalakvanên wê yên siyasî dikin, û pejirandina vegera pêşmergeyên Roj bo welat û deverên xwe, û beşdarîbûna di parastina deverên kurdî û xelkên xwe ji Rêjîmê û tevaya rêxistinên terorîst wek DAIŞ û yên wek wê bikin, û vekirina girêdana xwe ya bi Rêjîmê re. wê çaxê tenê em Karin bawer bikin ku ew vexwendin rast in, tevlî ku PYDê wek şaxekî Sûrî ji PKKê, karê hevbeş di pirogramê wê de tune ye, û tu serbora wê di vî warî de nehatiye dîtin.
Partiyên Kurdî ji şerekî Kurdî-Kurdî ditirsiyan û di encamê de PYDê xwe zal kir li ser hemî deverên Kurdî, di baweriya te de ew şer wê çare ba yan jî ew şer her wê çêbibe?
Şerê birakujî li deverên Kurdî çêbû gava ku milîtanên PYDê Mişel Temo û Nesredîn Birhik û Ciwan Gutna û malbata Bedro kuştin, û komelkujiya Amûdê û Tilxezal û malbata Şêx Henan li Efrînê û ji bilî wan jî pêkanîn , ev tê wê wateyê ku PYDê li birakujiyê digere û bi rastî jî wî karî dike, lê gelê Kurd vê diyardeyê red dike, û ENKSê bizavê dike ku çareserî ne bi birakujiyê be bi PYDê re, û bi rastî hewl dide ku çareseriya siyasî ew bijardeya aqlane ji bo bidawîkirina vê kirîzê be pêre, lê bê guman Encûman qebûl nake ku pêşmergeyên Rojava heta heta ji dervey welat bin.
Rastiya agahiyên derbarê reşnivîsa destûra ku ENKSê pêşkêş kiriye ji bo rêvebirina deverên kurdî li Sûriyê çi ye?
Nivîsgeha Cinêvê ya Encumana Niştimanî Ya Kurd, pirojeyek ji bo rêvebirina deverên Kurdî amade kir, û ev piroje hat daraştin û gengeşekirin di nav serkirdeyên ENKSê de ji aliyê wê yê siyasî de, û her weha ji aliyê yasayî ve jî sûde ji pisporên di yasaya navdewletî û destûran de hat dîtin, ji bo daraştina nerîna ENKSê der barê têgaha sîstema fedralî, ji ber ku Fedralî ne nimûneyek tenê ye, lê gelek nimûneyên wê li dewletên cîhanê hene, her yek li gor rewşa wan û taybetiyên xaka wan û pêkhatina xelkên wan ji aliyê netewî û ziman ve. Ji lewra divê her dewletek karibe sîstemekê ji xwe re pêş de bibe li gor taybetmendiya xwe, û ev bi xwe bû tişta li Cinêvê pêk hat. Hejmarek ji serkirdeyên ENKSê di work-şopekê de beşdar bûn, bi hemahengiya bi hejmarek ji pisporên biyanî û ew jî: Êva Marya Bîlser ya pirofesora yasaya destûrî ji zankoya Firîborg ya Siwêsrî, ya pispora navdar di warê fedralî û yasaya destûrî, û ew yek ji şêwirmendên desthilata Siwêsrî ye di kêşeyên destûrî de. Her weha Maykil Borgrîs, pirofeserê navdar di sîstemên fedralî de li Oropa, û berhemên wî yên derbarê fedraliyê hene. Her weha pirofeser Kayil Zogen Ustadê zanyariyên siyasî û peywendiyê navdewletî li zankoya Kantbîrî ya Brîtanî, û pisporê çareserkirina pevçûn û nakokiyan e li dewletên ku gelek regez û netew li wan dijîn.
Û piştî gengeşeyên siyasî li Cinêvê ji hêla serkirdeyên siyasî yên ENKSê, piroje hat rêkirin ji Ofîsa Yasayî ya ENKSê re, ya ku ji hejmarek ji avokat û parêzer û mafnasên kurd pêk tê, û ji hêla wan ve jî hat gengeşekirin û hin serastkirin lê kirin, bi hevkariya li gel wan pisporên hatibûn Hewlêrê di riya Work-Shopê re, û careke din biryar hat dan ku bê şandin bo Ofîsa Yasayî li Qamişlo, da hûrbîniyeke zimanzanî û yasayî lê bikin, ji bo amade be ji bo pêşkêşkirina wê di kongireyê çaremîn ê ENKSê de, da dengdan li ser bibe, lê mixabin bi rêyek ne rewa hat belavkirin di dezgehên ragihandinê de, û ev tişt ji hêla emîndariya giştî ya Encuman hat zelalkirin.
Di nerîna te de, gelo di rastiya siyasetê de dibe ku aliyek dest dananîbe ser xakê û destûrekê pêşkêş bike?
Encumana Niştimanî Ya Kurd, çarçoveyek siyasî ye, hejmarek mezin ji partiyên siyasî û rêxistinên xortan û yên pîşeyî û kesayetiyên welatparêz ên serbixwe tê de hene, û ew nûnerîtiya parekî berfireh ji gelê Kurd li Sûriyê dike, û nûnerîtiya Kurdan di Opozisyona Sûrî de dike. Lewra ji mafê wî ye ku pirojeyek wî yê siyasî yê tekûz hebe, da nerîna xwe ya der barê paşeroja Sûriyê û çareseriya kêşeya Kurdî diyar bike, di riya pirojeyekî siyasî yê zelal re, yê ku piraniya gelê Kurd li Sûriyê beşdariyê di daraştin û gengeşeya wî de bike, bi riya mîkanîzmin destnîşankirî da bibe rengek ji rengên rêfrandomê.
Çima Efrîn ji pirojeyê Encumana Niştimanî Ya Kurd hatiye derxistin?
Efrîn an jî Kurdax, herêmek Kurdî ya pir resen e, û wek hemî deverên kurdan cihek wê yê bilind di dilê gelê Kerd de heye, û bi ti şêweyî nayê bidûrxistin yan jî piştguhkirin, û ne ji mafê ENKSê, yan jî çi aliyê kurdî yê dîtir e ku Efrîn ji pirojeyê xwe derxe, û tu bercewendiya ENKSê di destberdana ji Efrînê tuneye. Û di vî pirojeyî de jî, yê ku hîn reşnivîs e û guhertin lê dibin, hatiye tekezkirin ku hemî deverên kurd bi şêweyek xwezayî lê dijîn û deverên ku hejmara Kurdan li wan piranî ye , ew herêma kurdî ye, û di sînorên vî pirojeyî de jî Efrîn nehatiya paşguhkirin. Lê mixabin piraniya kesên nerînên xwe derbarê piroje dane, piroje tev nexwendine, lê tenê xala 7emîn tenê xwendine, ya ku bi hêsanî tê guhertin, û Karin navendeke giring ji rêvebirinê re lê deynin, wek nimûne ew bê dîtin wek paytexta aborî ji herêma Kurdî re. û bi rastî pir sûde ji gengeşa der barê piroje hat wergirtin.
Li gor kesê reşnivîsa destûrê daye dezgehên ragihandinê, pisporin taybetmend ji Oropa û Amerîka di daraştina wî de beşdar bûne. Lê D. Kamîran Hac Abdo got ku Destûr berî civîna Cinêvê amade bû, û ti pisporên Yasayî di civînê de tune bûn, gelo ti çi li ser vê yekê dibêjî?
Nivîsgeha Cinêvê ya ENKSê piroje amade kir, bi piştgiriya wezareta karûbarê derve ya Almanî û hazirbûna 4 pisporan di warê yasayê de ji Swêsra û Alamanya û Yunan û Birîtanya, û mixabin D.Kamîran nikarîbû beşdariyê di gengeşekirina proje de bike ji ber karê wî yê li nexweşxaneyê.
Li gor xwendina te ya ji rewşa siyasî re li Sûriyê, gelo tu pêşbîn dikî ku sala 2017 wê salek giring be û wê çareseriyên mezin tê de bibin û wê derdeseriya gelê sûriyê bidawê bibe?
Ez ne bawerim ku sala 2017an karibe çareseriyek tekûz ji rewşa Sûriyê re bibîne, û ew jî bi guhertina di serkirdayetiya Amerîka ya nû ve têkildar e, heye ku kartêkertir be der barê rewşa Sûriyê , lê ez ne bawerim ku karibe bi temamî çareser bike. Û ez gelek hêviyên mezin ji çareserkirinê re nabînim, û ev bi viyana navdewletî ve girêdayî ye
, ku karibe guhertinên ji kok de çêke. Bi riya danîna dawiyekê ji tawanên rêjîma Esed û rêxistinên wî yên terrorist re, û bidawîkirina parvekirina kar li Sûriyê ji hêla civaka navdewletî ve. Nemaze ku daxuyaniyin Hevpeymana Navdewletî hene, dibêjin ku jinavbirina DAIŞê li Îraq û Sûriyê, heye ku bi salan bikeve.
Tevlî weha jî, ez çakbîn im ku wê gelê Sûriyê yê ku evqas qurbaniyên mezin dane, kare bijardeyên xwe yên siyasî û leşkerî bi cih bike, û şoreşa xwe ya niştimanperwerî berdewam bike ta armancên şoreşa xwe bi cih bîne, û rêjîma Esed bi hemî bingehên wê yên ewlekarî û leşkerî birûxîne, û dewleta niştimanî û yasayî ava bike, ya ji hemî Sûriyan re be, û hêviyên tevaya gelê Sûriyê têde pêk werin, û azadî û rûmet û rizgarbûna ji vê rijêmê û hemî rêxistinên terorist yên ku welat wêran kirin û xelk kuştin û koçber kirin pêk bên, û gelê kurd jî bigihêje armancên xwe yên netewî û niştimanî.