Tiştê ku li ser xakê dibe nîşanê dide ku Şoreşa Sûriyê niha bi giştî di qûnaxeke aloz re derbas dibe, û ev yekemîn care dikeve vê asta aloziyê, û bajarê Helebê niha rastî êrîşeke tund dibe ji hêla rêjîmê û mîlîşyayên ku ji Îran û Libnanê û deverin din jî hatine anîn, û rêjîmê ji berî sê heyvan dest bi dorpêçkirina deveran kiriye, û dorpêç niha di asta xwe ya herî tund de ye, û ji ber ku rewşa Sûriyê bi giştî û ya Helebê bi taybetî ji aliyê leşkerî ve pir tarî xuya dike, û tu nîşanên çareseriya siyasî jî tune ne.
Ji bo rawestana li ser van babetan û her weha der barê çarenûsa deverên kurdî, beşê Kurdî yê ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ev dîdara taybet bi nivîskar Ronî Elî re pêk anî.
Bajarê Helebê li pêş çavê tevaya cîhanê tê wêrankirin, û Esed û Rûsya di wêrankirinê de berdewam in, di heman dema ku dostên gelê Sûriyê û piştgirên şoreşê tenê temaşe dikin, gelo Heleb berdêl bû ji Babê û Reqayê re ji hin aliyên herêmî re?
Di baweriya min de gotina ”piştgirên şoreşê”bûye gotinek ne di cihê xwe de, ji ber ku rewşa Sûriyê bi tevayî bûye qurbana bercewendiyên navdewletî û herêmî yên ku Sûriya bûye meydana dijîtiya wan ji hevre, û em dibînin kesên ku me ew didîtin piştgirên tevgera Sûrî ne, ew jî îro li para xwe ya kêka Sûriyê li ser hesabê xwîna gel û wêraniya welatê wî digerin, û ev tê wê wateyê ku ji mirinê pêve, ti kes piştgirê insanê Sûrî yê bûye qurban nemaye, tevlî ku gelek gotin tên bikaranîn wek ”derbiderbûn, penaberî, bêwarî….t.d”.
Lê der barê bazara li ser Helebê û pevguhertina wê bi deverin din re, di baweriya min de ev tenê ji bo ragihandinê ye, ji ber ku ew benda xwîn û wêraniyê ya ”Rûsî-Sûrî Îranî û şaxên wan yên belav”tu carî bê desthilanîn namînin li hember çi devera ku radestkirina wê bête redkirin, ew radestkirina li gor lihevkirinên navdewletî û herêmî çi eşkera be û çi nehînî be tê kirin, û eger me li wêrankirina Helebê nerî wek kaxezeke bazarê, gelo ma bajarên Sûrî yên wêrankirî yên din jî li gor lihevkirinên wesa bûn…?! Ji ber vê yekê ez dibînim ku wêrankirina her devereke Sûrî li gor rêxweşkirin û pîlan û gotinên hazirkirî yên li odeyên tarî yên kontrolkirina qeyrana xwîna Sûrî dikin tên kirin.
Li gor gotinên şanderê nevdewletî Dî Mistora , dibe ku ta serê salê taxên Helebê yên rojhilat bên qirkirin eger bumbebaran bi vî rengî berdewam bimîne, gelo di nerîna te de ev gotinên wî tên çi wateyê?
Mixabin rola şanderê navdewletî ji berê de û ta niha jî tenê ” rûyê kirêt” yê piroje û ecindeyên ku xwîna Sûriyan erzan kirine diyar dike, ew nikare rewşê ber bi çareseriyê ve bibe, ji ber ku ew qeydkirî ye, û bi hin mercên birêvebirina qeyranê re mijûl in, ne bi çareserkirinê, û lewra ji gotina wî tê fêmkirin ku pîlana ku li dijî Helebê hatiye danîn wê berdewam bimîne ta bighê dawiya xwe bêyî ku ti aliyên navdewletî ji bo rawestandina vê xwînrijandina li Helebê tevbigerin, û heye ku ew dixwaze ji kesên taxên rojhilatî Helebê re bibêje ku tu bijarde li pêşya wan nema ye ji bilî man û mirinê an jî koçberbûn û valakirina deverê û radestkirina wê ji Rêjîmê û milîşiyayên wê re.
Li gor rêxistina Berevaniya Sivîl ya ku bi navê ”Kumên Sipî” têne naskirin, tenê dema deh rojan di nav nişteciyên dorpêçkirî li Helebê û jinêzamirina wan de maye, di nerîna te de ev tişt wê wijdan û hestên cîhanê bilivîne û bihêle gavên bi rastî bavêjin?
Di rewşa Sûriyê de gotina wijdan bê wate bûye, tiştên ku dermafê gelê Sûrî de ji berî çend salan ve dibe ew bêşermiyek siyasî ye li ser bingeha bercewendî û lihevkirin û hevsengiyên siyasî ava dibe, eger wijdan hebaya wê tevgerek ji bo rawestandina komelkujî û bikaranîna çekên qedexe ji hêla Rêjîmê û milîşyayên çekdar ên din ve li gelek dever û cihan bibaya, û eger em di bîra xwe de bînin emê bibînin ku gelek daxwuyanî derketin ku ew nahêlin xwîna Sûriyan bê rijandin û Hemayek nû li Sûriyê çêbibe an jî çekên kîmawî bikar werin …t.d, û di encamê de van aliyan tu hewl nedan ji bo Sûriyê ji mirin û wêraniyê rizgar bikin.
Der barê deverên Kurdî, em dibînin ku hîn desthilata bikotekî di girtin û zîndankirina kesên ne layingirên wan berdewam e, û girtina dawî derheqê dostê te Ced´an Elî, û her weha Hewas Xelîl endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê bû, gelo di baweriya te de ev felsefeya bidûrxistina nerînên cuda tê çi wateyê?
tiştên ku li deverên kurdî û bi destên kurdan dibin ne cuda ne ji yên ku li deverên din dibin, tevlî ku bi şêwe û alavên cuda tên kirin, ji ber ku ew ji bo heman nexşerêyê ye ya ku nerînên cuda tune dike, û bi heman mejî dirame, û eger em hewl bidin xwendineke aqlane ji rewşa deverên mere bikin, dive wêrekî ji bo rûberûbûna rastiyan hebe , belkî em karibin bibêjin ku deverên me di nebaştirîn qûnaxê de ye di dîraka xwe de, çi ji hêla armanckirina hêminiya jiyana hevwelatî û peyketina kesên nerînên wan cuda ne be, anjî ji aliyê valakirina deverên Kurdî û guhertina dîmoxrafî ve be.
Gelo ev dîmena komîtiracîdî li deverên Kurdî ne cihê bîntengiyê ye, ku her karê xirab li ser xakê tê kirin bi gotinên siyasî yên xweşik tên rewakirin?
Eger em bi hûrbînî li tabloya siyasî ya deverên Kurdî binêrin, û em li tevgera siyasî ya Kurdî û helwestên piraniya partiyên wê demê, yên berî şoreşa Sûriyê, temaşe bikin, emê karibin tiştê ku niha dibe fêm bikin, û eger em herdû qonaxan berhev bikin, emê binêrin ku piraniya partî û rêxistinên di bin siya rêveberiya xweser de, ne dijî Rêjîmê bûn, û di kolana Kurdî de dihatin nasîn ku ew nerînên wan ne zelal bûn derbarê mafên gelê wan, çi ji aliyê kêşeya Kurdî ve be yan jî ji aliyê helwesta wan ji Rêjîmê û siyaseta wê be, û her weha hin partiyên ENKSê jî di heman nerînê de ne, û ev yek dihêle em bighên rastiyekê ku ew cudahiya di mala hizbî ya Kurdî de çêbûye, ne ji ber nerînên siyasî bû, tevlî ku herdû çarçoveyên Kurdî(rêveberiya xweser û ENKSê) nerîn û helwestên wan yên ji hev cuda hene, çi ji aliyê xwendina bûyeran de be, an jî ji aliyê çareseriya paşeroja Sûriyê bi giştî û kêşeya Kurdî bi taybetî be, û balkêş e û em Karin bêjin tekez e ku partiya PYDê di riya Meclisa Rojavayê Kurdistan û paşre di riya rêveberiya xweser re, hewl da ku pirojeyê xwe yê ku pê hatiye spartin bi du rêyan pêk bîne, ya yekem di riya hêza leşkerî re ya ku rengê mêjiyê me yê rojhilatistanî tim baweriyê pê tîne, û rêya din ew bû bikaranîna duruşmên berfireh yên bi hûrbînî dihatin danîn, û li gor saykolojiya kolana Kurdî bûn ku wan kesan karîbûn cudahiyekê têxin nav kolana Kurdî û ya Sûrî ya giştî de, ku ji kêmayî kurdan bêalî bihêlin, û em jibîr nekin ku rikberiya Sûrî nikarî bû rastiya kêşeya Kurdî fêm bike, ji ber bandora ecindeyên herêmî li ser wan, yan jî di riya daxwuyaniyên hin serkirdeyên wan re, yên ku nameya tevgera şoreşa Sûrî şêwandin û ew ji riya wê derxistin, û bandora vê yekê bi şêweyek nerênî li têkiliyên pêkhateyên Sûriyê kir, û xwuya dibû ku ew daxwuyanî û karên ku dibûn bi xwestina destên derekî bûn, û nirxê wan jî hatibû standin, tevlî ku em zanin ku rikberên Sûrî xwe li ser neqebûlkirina kesên nerînên wan cuda ave kirine, û deverên Kurdî jî ziyanek mezin ji hêzên tundrew yên çekdar çi Da´iş be û çi yên bi ser opozîsyonê ve bin, evî tiştî hişt ku nema baweriya kolana Kurdî bi opozîsyonê bê, û PYDê jî ev derfet ji xwere bikar anî û ji xelkê re got ku ev opozîsyon ji Rêjîmê neçêtir e ji aliyê mafê gelê Kurd ve.
Di nerîna te de wê çawa rewşenbîrê Kurd ji xwe re li binyadên istratîcîk bigere, di dema ku birayê wî stemkariyê li dijî wî bikar tîne û rêjîm jî di xwînrêjiya xwe de berdewam e?
Ji bilî rewşenbîrên keysbaz”rewşenbîrên desthilatê yên bi eydiyolociyayê ve girêdayî ne” di baweriya min de rewşenbîrê Kurd yê rast û dilsoz, ew jî wek rewşenbîrên herêmê yên dîtir e, di rewşa pûçbûneke neçarî de ye di warê afrandin û ramangîriyê de, ji ber terora ku li dijî wî tê bikaranîn bi armanca paşguhxistin û dûrkirina wî ji meydana kar û berhênanê, ji ber ku li Sûriyê tu deng ji dengê fîşekan bilindtir tune ye, ew fîşeka ku dijî aqil û şehrezayiyê tê bikaranîn, û lewra di dema vê dîmena reş de em nikarin roleke çalak ji rewşenbîr re pêşbîn bikin, rewşenbîrê ku şerê wî tê kirin, ji aliyên ku li kesên xizmetkar ji pirojeyên xwe re digerin … û ji ber nebûna dezgehên parastina rewşenbîran ên ku rêzê li berhemên wan bigirin, em dibînin ku ew rewşenbîr ber bi wendabûnê de diçin, û li riyên berdewamiya jiyana xwe digerin, û ew rewşenbîrên ku di van astengiyan re derbas dibin, dawî neçar dibin li gor alavên ber destê xwe, careke din çandê berhev bikin, û karên ji bo siberojeke demdirêj bikin.
Tevlî ku ew kuştin û wêraniya li deverên din ji Sûriyê çêbûye li deverên me çênebûye, di nerîna te de çima rêveberiya kantonan nikarîbû rêzgirtina xwe li ser xelkê ferz bike li şûna girtin û peyketina wan?
Wek me berê behis kir, ev rêveberî bi ecindeyên li ser wê ferzkirî ve girêdayî ye, û kesê ku biryar di destê wî de tunebe nikare xwedîpiroje be jî, û nikare nûnertiya xelkê bike, û çareseriyê ji pirsgirêkên wan re bibîne, lê tenê wê karê wî bimîne di leşkerkirina alîgirên xwe de li dijî rikberên xwe, da ku xwe wek desthilatek bi tenê bibîne û deverê li gor tiştên ku ji wan tê xwestin kontrol bike, û ev yek ji nîşanên diktatoriyetê ye.
Gelo çarenûsa Kurdên Sûriyê ji ber siyaseta PYDê û ecindeyên wê, wê pir tarî be, yan jî tu hin ronî û hêviyan dibîne?
Çarenûsa tevaya xelkên Sûriyê bi biryara navdewltî ve girêdayî ye, ji ber ku çi guhertina li herêmê çêbibe divê lihevkirineke navdewletî li ser hebe, eger aliyên navdewletî yên ku bandora wan li ser rewşa Sûriyê heye, bi rastî li çareseriyan digerin, wê çarenûsa milîşya û aliyên çarenûsa rewşa xelkê control kirine, ber bi nemanê ve here, tevlî ku wê gelek dax û birînan di wijdanê Sûrî de bihêle.. û mirov kare vê nerînê li ser rewşa Kurdî li Sûriyê jî bibêje, yan jî wê rijandina xwînê û girtin û binçavkirin zal û berdewam be.
Te di yek ji daxwuyaniyên xwe de gotibû kesê ku viyana wî ne di destê wî de be nikare biryarekê bide, gelo ev tişt li ser tevan tê gotin yan li ser aliyekî destnîşankirî ?
Tevlî ku ev raman giştiye jî, mebesta min di vir de rêvebirina biryarê û biryardana çarenûsê ye, û rêxistinên Sûrî yên ”rikber” bûne alav di destên wan kesên ku dixwazin pirojeyên dijî xelkên Sûrî pêkbînin, û ew nikarin bibin beşek ji karekî ku guhertinê di rewşê de çêbike, yan jî gotinên xwe bike kar, ji ber rewşa wan ya kontrolkirî di destê deverên din de, û karê wan bûye wek karê leşkerekî ku her û her li gor fermanan tevbigere.
Te vê dawiy xwe spartiye helbestê ji beşên dîtir yên nivîsandinê bêhtir, gelo ev mijûlbûna tey bi helbestê, bazdanek e ji ketwareke ku tu nikarî bandorê ji aliyê siyasî ve lê bike, anjî nivîsandina helbestê mîna hin kêlîkên bêhnvedanê ne, ji cengê hatine dizîn?
Di baweriya min de berê meydana Sûriyê çûye warekî ku bandor ji çi tiştî re nemaye ji ”guleyê” pêve, û di vê rewşê de ya ku dengê aqil û şarezayiyê têde nemaye, helbest îro ji min re mîna hêwirîna konekî ye ku ez karim têde guleyekê berdim sînga xwe, ji bêhtengiyekê ku çêtire ez pê hinan din biêşînim, û em nikarin navê bazdanê lê bikin, ji ber ku ew jî rengek ji rengên diyarkirina ketwarê ye di riya peyvên helbestî re, û ez hêjî ne dûrî kul û derdên siyasetê me, tevlî ku ew alavê ku ez karibim bandora xwe pê kartêker bikim tune ne, û ne şerme ku ez bêjim ez têk çûm di pêkanîna nameya xwe de, ji ber ku aloziyên ketwarê ji karîn û tuwana min pir mezintir in, û tevlî ku ez hîna xewna xwe dilorînim û dibêjim“ez hêjî siberojê bi teşiya hêviyan dirêsim… û ez ne şikestî me”.
Di helbesta te de konê şînê li derdora helbestê ji “pelên payizê 42” nimêja terawîhan li ser giyanê helbestê hebû, di nerîna te de kuştin û wêraniya li welat gihaye giyanê hunerê jî?
Li Sûriyê em nikarin bêjin tu kes ji vê çiravê bêpar maye, hinavê her kesê Sûrî bi vê êşê tije bûye, belkî ew derfet çêbibe ji bo vegerandina keviran û jinûveavakirina bajar û sikakan, lê tiştê ku pir dijwar e ku bête çareserkirin ew wêraniya ku di giyanê mirovan û ciwaniya hestan de çêbûye, û ya herî giran û bobelatî ew hilkirina ji himbêzgeha hestên ciwan“welat” û koçberkirina kesên zana û xwedî karîn da li warekî bijîn ku şêrîniya wê bi xwe tal e, û ji ber ku insan ew e berhemdarê hemî nirxên ciwaniyê, bê guman tiştê hate serê wî wê bandora xwe li wê ciwaniyê jî bike, ev nayê wê wateyê ku me xwe xistiye bin konê bêhêvîbûnê û em darbesta siberoja xwe saz dikin, ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku insan jîndarê herî kare dijwariyan derbas bike ji ber karînên wî yên bêsînor, û lewra ez di wê baweriyê de me û ez çakbînim jî ku wê mirovê Sûrî ken li rûyê welatê xwe vegerîne, lê dibe ku bi derengî be û xêzkirina tabloya girnijînê temenê nifşekî bi temamî bide ber xwe.