Firakisyona Niştimanî Dîmuqratî

Firakisyona Niştimanî ew Partiyeke siyasî Sûrî ye, roleke xuyanî di gorepana siyasî de lîst bi taybetî di liberxwedana Dagîrkerên Fransî (1920-1946) û di serdema Komara Yekem (1932-1963) û hat pesinandin ko ew bihêztir Partiyên Sûrî bû di qonaxa Dîmuqratiyê de, û hejmareke serkirdayetiyên siyasî Sûrî di serdema Komara Yekem de himêz dikirin.  

Firakisyon çend parçebûnên hundirîn lê ketin, û hin serkirdayetî jî jê kişiyan wek Serok Haşim Aletasî, û piştî Serxwebûnê ji nû ve Rêkxistina xwe vegerand bi navê “Partiya Niştimanî Sûrî”. Piraniya kursiyên Parleman bidest xistin navbera 1936 û 1939an û careka din navbera 1943û1947an, ew bû ko di pey re bi tenê Desthilardarî bidest xist. Rola Frakisyonê di damezirandina Desthilatan de pir hebû, lê piraniya kursiyên Parleman bi dest nexist da bi tena xwe Desthildariyê bike, belê bû ya duyem li beraber Partiya Gel, piştgirên Frakisyonê bêtir li Dîmeşqê, Deraa, Quneytira û li Siwêda bûn, û piştgirê Partiya Gel li Helebê, Hums û Hemayê bûn.  

Destpêka damezirandinê di Sibata 1925an de bû piştî ko Ceneralê Fransî Sarayî destûr bi çêkirina Komele û Partiyên siyasî da û damezirandin li ser destê hinek siyasiyên Sûrî yên ko dozdarê Yekîtiya Welat û Serxwebûna Sûriyê dixwestin, ji wan jî Abdulrehman Alşehbender damezirênerê Partiya Gel li serdema Qeral Feyselê Yekem, û hat bişaftin bi rûxandina Şaneşîna Sûrî Erebî, û sedema sereke ji damezirandina Frakisyonê ew bû ko hevrikberiya Desthilatdariya Serokê ko ji aliyê Fransa ve hat danîn Subhî Berekat. 

Sala 1928an siyasiyên Sûrî li hev civiyan û piraniya wan “Serbixwe” bûn û hinên din ji dilxwazên Şehbender bûn, bi fermî zayîna “Frakisyona Niştimanî” ragihandin berî çaxê hilbijartinên Komeleya Damezirnerî, piraniya serkirdayetiyên Frakisyonê ji yên ko liberxwedana Osmaniyan kiribûn heta qonaxa piştî cenga cîhanî a yekem, û serxwebûna Sûriyê xwestin, piraniya serkirdayetiyên Frakisyonê ji malbatên Derebeg bûn, yên ko piyaseyên pir fireh ji xaka çandiniyê di destên wan de bûn an jî gundin bi tevahî yên wan bûn, û ev neyêniyek bû ko Desthilatdariya Sûriyê di serdema komara yekem de dida ko Desthilatdariya “Qata jor e“ . 

Di damezirandinê de Haşim Aletasî wek serokê Frakisyonê hat hibijartin sala 1928an, û heta hilbijartina wî Serokkomar sala 1936an, Encûmena Frakisyona Niştimanî pêk tê ji birêzan: (Haşim Aletasî, Şêx Ahmed bin Zael Paşa Alrifaî, Se´id Allah Alcabirî, Abdulrehman Alkeyalî, Lutfî Alhefar, Cemîl Merdim Beg, Şukrî Alqiwetlî, Şêx Ahmed Fadil Alkeyalî, Nesîb Albekrî, Brahîm Henano, Şêx Mihemed Beg Alherîrî, Sultan Paşa Aletreş, Faris Alxûrî, Salih Alelî, Necîb Alberazî, Fexrî Albarûdî û Mihemed Aleşmer) 

Parçebûnên paşre çêbûn: 

Parçebûnek xuyanî û diyarbûna du Şepêlan di Frakisyona Niştimanî de di navbera Şepêla Radîkal ya bi ser Birîtanya ve û Haşimî bi serkirdayetiya Abdulrehman Alşehbender,  û Şepêla Lîbiral ya ko şiyan kir ko Sûriyê bêtir serbixwe be bi serkirdayetiya Şukrî Alqiwetlî. Û piştî bûyera kuştina Abdulrehman Alşehbender ya ko Frakisyona Niştimanî pê tawanbar bû û paşî derket ne ew e, hevalbendên her Şepêlekê Partiyek çêkirin, Partiya Gel bi serkirdayetiya Ruşdî Kîxya û Nazim Alqudsî û Partiya Niştimanî bi serkirdayetiya Şukrî Alqiwetlî. 

Helbet piştî serxwebûnê sala 1946an gelek parçebûnên din jî li Frakisyonê ketin û derketin hejmarê ji cemserên wê mîna Haşim Aletasî Serokomar û Serokê Frakisyonê demeke dirêj, û Cemîl Merdim Beg Serokwezîrê Frakisyonî ew yê ko ji Hilbijartinên sala 1947an ve Serbixwe xwe da xuyanî, herweha Wezîrê Frakisyonî Abdulrehman Keyalî, di encama evan parçebûnan de qelsbûna Frakisyonê ji aliyekî ve xurtkirina hevrikên wê bû û ji aliyê dî ve kesên Serbixwe pirbûn di Encûmena cîgirên Sûrî de, çimkî gelek kesayetiyên Frakisyonê pir cemawerê wan di Herêmên wan de hebûn anko dikarîbûn wek serbixwe di jiyana siyasî Sûrî de bimînin. 

Amanc û pirinsîp: 

Giringtir amancên ko “Partiya Niştimanî Sûrî” dibîne ew e azadiya tekûz ji Hevwelatiyan re, bizav ji bo rakirina siyasetên nezanînkirin û xapandin û mêtingeriya ramanî û darayî. Û Partî dibîne ko “Azadiya tekûz  bê kêmasî û bê merc e di hemû biwaran de û heta ko Azadî ne li gora raman û planên Partiyê bin jî, dê Partî ewê biparêze û xurtir bike, çimkî ew bingeha hebûna dahênanê ye” û Dadî amanca duyem e û amanca sêyem wekhevî di navbera hemû regez û pêkhatên Gelê Sûrî û hemû ol û qatên civakî. 

Lê belê pirinsîpên Partiyê pênc in: 

Niştimanperwerî ji Welat re, û kesayetiya Sûrî ya ciyawaz, û her kesê ko ne Sûrî be ew kesekî havî ye, yê Sûrî ji bo rajeya Xelkên Sûrî û xweşiya wan kar dike, ne xeme eger çi berê wî yê siyasî an ramanî hebe, û ji Sûriyan re azadiya tekûz heye, ku hemû hêvî û daxwazên xwe bikin, bi mercê ko di encamê de tu ziyan negihê Sûriyên din. 

Karê Siyasî: 

Qonaxa berî Serxwebûnê 1928-1946:

Frakisyona Niştimanî beşdarî di hilbijartinên Komeleya Damezrêner de sala 1928an kir, lê piraniya Parlemanî misoger nekir, lê belê karê nûnerên wê û redkirina wan ji guherînên berpirsê Fransî re, û helwîsta  dawî ji Komelê re, navûdengiyek da Frakisyonê di nav Milet de, wek bervedêra yekem di ber mafê Gelê Sûrî de ji bo yekîtî û serxwebûnê.

Di hilbijartinên sala 1932an de ew yên ko Dîroknivîs dibêjin Desthilardarên Fransî li hin Fermanberiyan sextetî tê de kirin, wek li Helebê ji bo berjewndiya Siyasetnerman, Frakisyonê encamine baş misoger kirin û di çareseriya siyasî li gel hemû Frakisyonên din yên ko tu yekê ji wan piraniya kursiyên Parleman qezenc nekirin beşdar bû, û beşdarî di gihandina Mihemed Alî Alabid bo pileya Serokatiyê kir, sala 1932an û di Desthilata Heqî Alazim de bi nîvê kursiyan beşdar bû, û li dijî Desthilatê derket ji ber ko Desthilatê peymana Aştî û Hevaltiyê bi Fransa pêşinyar kir sala 1933an, û xwepêşindanên girse li ser daxwaza Brahîm Henano çê bûn, yên ko hiştin Desthilat dest ji kar bikşîne û Frakisyon ji Desthilatê derkeve. 

Frakisyon heta sala 1936an di Hevrikberiyê de ma û bi mirina Henano re mangirtina Şêstînî li ser daxwaza hinek kesan ji Frakisyonê dest pê kir,yên ko piraniya wan ji aliyê Dagîkerên Fransî hatin girtin û çalakiyên Frakisyonê qedexe kirin û Nivîsgehên wê li Dîmeşq û Helebê girtin. Bi berdewamiya xwepêşindanan Fransiyan û cara yekem bû danûstandin bi Frakisyona Niştimanî re pejirandin, ew jî Şandeyek bi serokatiya Haşim Aletasî û Endametiya Seed alla Alcabirî, Şêx Ahmed bin Zeel Paşa Alrifaî, Faris Alxûrî, Cemîl Merdim Beg, Admon Alhumsî, Mustefa Alşehabî û Naîm Alintakî, çûn Fransa da bigihên Peymanekê ji bo bidawîkirina Dagîrkeriyê bînin.

Herweha Peymanê hişt ko Sûriya yekgirtî bimîne, herweha hilbijartin çê bûn û Frakisyonê piraniya Kursiyên Parleman bidest xistin, di encamê Haşim Aletasî bû Serok û Desthilat ji Frakisyonê damezirandin bi Serokatiya Cemîl Merdim Beg, û Faris Alxûrî bû Serokê perleman, bi wê, Frakisyonê dest danî ser jiyana siyasî li Sûriyê. 

Desthilatdariya Frakisyonê di çend lawaziyan re derbas bû , Fransa peymana serxwebûnê nepejirand, û Herêma Lîwa Iskenderon ji Sûriyê hat birrîn bi pîroziyeke Fransî, piştî dagîrker dîsa vegerand 1937an ji Sûriyê ew cihê kir û bû Herêmek Desthilatdariya wê taybet, gelek raport jî derketin ko Wezîrên Frakisyonê gendel in û Frakisyon karmendên xwe di ser yên din re dibîne.

Û dawî piştî Iskenderon ji Sûriyê hat birrîn, û qeyrana awareyên Iskenderon çêkirin, û karên têkderî yên ko li Dîmeşqê çê bûn, Haşim Aletasî destjikardana  xwe da sala 1939an, û Frensiyan kar bi destûrê rawestandin bi destpêkirina Cenga Cîhanî a Duyem û damezirandina Desthilata Fermanberiyê ya bi ser dagîrkeran ve bi serokatiya Behîc Alxetîb, û wisa Frakisyon dîsa vegeriya Hevrikberiyê. 

Di salên  Cenga Cîhanî ya Duyem de,firakisyon ji dilxwazên tewera Nazî bûn, wek gelek ji hêzên siyasiyên Ereb ji ber dijîtiya Naziyan ji bizava Sehyûnî re, ewa hingê gihabû rêkxistineke bilind li Filestînê û bi encama bêzarî û dilsarî ji Fransa, çimkî sozên xwe bicih neanîn bi dawîkirina Cenga Cîhanî a Yekem û redkirina wê ji pesendkirina Peymana Serxwebûnê sala 1936an, bi giştî ew helwest hat guherîn piştî Hêzên Birîtanî û Hêzên Fransî yên Azad derbasî Welat bûn sala 1941ê.   

Di sala 1943an de û piştî Ceng li Rojhilata Navîn  bidawî bû ji bercewendiya Hevpeyman re, hilbijartin çê bûn dîsa Frakisyona Niştimanî bi piraniya kursiyan biserket, û Şukrî Alqiwetlî gihand Serok komariyê, bi wê jî ew duyem Serok ji hêla Frakisyonê bû, di heman çax de jî Seed Alcabirî Desthilateke Frakisyonî damezirand û Faris Alxûrî bû Serokê perlemanê. 

Piraniya Desthilatên peyapey çê bûn Frakisyonî bûn Seed Alla Alcabirî û Faris Alxûrî ew filehê tek bû ko giha cîgehê Serokwezîran, û hin Wezaret jî ji kesên serbixwe hatin çêkirin an jî Wezaretên Frakisyonî bûn hin kesên sebixwe di nav wan de hatibûn danîn. 

 Abûrî di siya Desthilata Frakisyonê de geş bû, û Sûriya derbasî Komelgeha Netewên Yekbûyî bû û hem ket Komelgeha Erebî, û Serxwebûna xwe ya tekûz ji Fransa sala 1947an bidest xist, diyar bû ko Koçkirina Fransiyan li ser destê Frakisyonê bû. 

Qonaxa piştî Serxwebûnê 1946-1963: 

Piştî Serxwebûnê parçebûn di hundirê Frakisyonê de pir bûn, û dubare nav lê bû (Partiya Niştimanî Sûrî) û di sala 1947an de, yasayeke nû ji hilbijartinan re derket, yekem hilbijartinên nûneran piştî Serxwebûnê çêbûn, Frakisyonê Pleya yekem bir bê ko piraniya Parlemanî bidest bixe, ji encama parçebûnên ko lê ketin ji aliyekî ve û ji aliyê din ve rexneyên ko li siyaseta wê ya hundirîn bûn bi taybetî ya abûrî û derve hem jî mêldariya Serok Qiwetlî bi bal Siûdî û Misrê ve lê xelkên Heleb û Humsê mêldariya wan bi ser Qeraliya Iraqî ve bû. 

Di hemû hilbijartinên peyapey Partiya Niştimanî piraniya Parlemanî neanî, lê di gelek Wezaretan de beşdar bû û dikarî bû Şukrî Alqiwetlî du caran wek Serokê komarê hilbijêre cara yekem sala 1948an  ya ko kêmî salekê ma bi kotedana Husnî Alzeîm pê rabû, û cara duyem sala 1955an bû, dibe ko giraniya Alqiwetlî û peywendiyên wî yên baş bi corbicorên Siyasî ji partî û Serbixweyan,alîkariya wî kirin. 

Di desthilatdariya Adîb Çîçeklî de çalakiyên Frakisyonê wek hemû partiyên din li Sûriyê qedexe bûn, di hilbijartinên sala 1953an de Partiyê beşdarî di hilbijartinan de nekir, piştî hilkirina Çîçeklî Partiyê di hilbijartinên rewa yên sala 1954an de beşdarî kir û pleya sêyem piştî Partiya Gel û Partiya Albas anî, û di sala 1958an de Partiya Niştimanî piştgiriya Yekbûnê bi Misrê re kir, û mercê Cemal Abdulnasir  bi bişaftina Partiyên Siyasî ku mercê avabûna yekîtiya Misir û Sûriyê bû. 

Partî piştî 1961ê piştî cudabê dîsa vegeriya gorepana Siyasî û di hilbijartinên 1961ê pleya duyem anî, piştî kotedana 1963an ya Adarê ko Partiya Albas pê rabû, karê Frakisyonê qedexe bû û piraniya simbolên wê hatin girtin û tevli serok Qiwetlî ew sirgûnî derveyî Welat kirin. 

Danûstandin li ser Facebookê

الكتلة الوطنية الديمقراطية

Home Pêkhat Hêzên Siyasî Firakisyona Niştimanî Dîmuqratî