Şepêla Hevwelatî

Şepêla Hevwelatî Rêkxistineke Siyasî Sûrî ye, li Dîmeşqê ji destpêka Şoreşê ve hat damezirandin, û piraniya Endamên wê ji Çalakvanên Siyasî ne, berê ezmûneya karê siyasî dîmuqaratî kirine, peydeçûn û girtî bûne, tev li hinek xortên ko di xwepêşindanan de beşdar bûne û hem jî yên di çalakiyên ragihandinî de yên piştgir ji Şoreşê re, Şepêl li gelek Herêman belav bû û hejmarek baş ji xort û keçan tev lê bûn yên ko hêj ew ezmûneya wan ya siyasî tune bû. 

Şepêla Hevwelatî projeya Dewleta Sivîl Dîmuqratî pabend dike li Sûriya yekbûyî Xak û Milet, Dewleta Hevwelatî takekesan yên azad û wekhev bê ko tu cudahiya milî, netewî, û regezî hebe. Şepêl dibîne ko Dewleta Sûriyê ya dahatî pêdiviye ko dîmuqratî, piralî, sivîl dûr ji parkirina Milî an Herêmî be da bikaribe misogirkirina berdewamiya kêferata siyasî û ramanî bi şêweyekî şaristanî li gora azadîxwazên Sûrî be.

Hem jî Şepêl kar dike ji bo biryardana bi mafê xwezayî ji kêmnetewan re û ew hêzêke ji bo Şoreşê bi pêş ve bixe û ji bo parastina yekîtiya Welat Xak û Milet 

Şepêla Hevwelatî çend raport û beyanname yên ko nerîna wê di Şoreşa Sûriyê de û tiştê di qonaxên corbicor de çê bû ew herdem li ser aliyê sivîl û aştiyane tekez dike(xwepêşindan, mangirtin, protesto, çalakiyên ragihandinî û hunerî) h.d hem rêkxistina xwebixweyî ya xwecihî ji Niştecihan re di Şoreşê de pêk bîne. 

Û giringtir cûreyê wê Ezmûneya Encûmenên Xwecihî ye çimkî ew cûreyê bilind ji çalakiya sivîlî ya şoreşgerî, û li rex wê jî piştgiriya Şepêlê ya rasterast ji Artêşa Azad re çimkî şêweyê çekdarî ji encama neçaretiyê hat ko kesên Sivîl û Leşkerên cudabûyî çekan hilgirin, li himber fişar û kuştarên ko Rêjîmê di dermafê miletê sivîl de kirin.

Şepêla Hevwelatî tu pirsgirêkê nabîne di projeyên”Çareseriya Siyasî” de da ji wêraniyê û şerê xwebixwe rizgar bike, lê beraber wê jî dibîne têketina çi çareseriyan eger bi serkeftin bibe giring e bi “derketina” Beşar û derdorên wî ji Desthilatdariyê be, bi çi şêweyê derketinê be, û hemû movikên sereke yên alavên ewlekarî û leşkeriya wî têk biçin, heta ko rêya gotûbêjan dûz bibe û herweha rêjeka xwîna miletê Sûrî bête rawestandin, derfet li ber geşepêdan û avakirina Welat vebe bo Welatekî azad, comerd, sîngfireh ji bo hemû Hevwelatiyên xwe himêz bike… 

Şepêla Hevwelatî sûr e herdem li ser mijara yekîtiya Hevrikberiya Sûriyê bi hemû şêweyên wê, pêdivî ye ko hemû têkevin bin yek sîwanê ya Şoreşê hem liberxwedana çekdarî jî têkeve bin basikên wê û Şepêla Hevwelatî şiyan kir di gihandina belgeyên Qahîre û pabend e jî bi wê û dibîne ew giringtir rawestgeh bû di nav rawestgehên yekbûna dîtinên siyasî yên Şoreşa Sûriyê û doz dike ko ew berdewam pêş ve bêtir biçin. 

Û dibîne damezirandina Encûmena Niştimanî Sûrî destpêkek geşbîn bû, di danheva nûnerên Şoreşê û Şoreşgeran tev ko gelek astengî di pêvajoya wê de derketin hin babetî û hin xweyitî  hiştin ko rola wê biraweste û bi paş de vegere.

Herweha Şepêla Hevwelatî erêbûna xwe ji bo damezirandina Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikberiya Sûriyê û di damezirandinê de ji kêlîka pêşî ve beşdar bû, û ew kar dike ji bo pêşvebirina Hevbendiyê û kartêkirina wê da bibe Serkirdayetiya rasteqîn e ji Şoreşê re bi basikên xwe yên siyasî û sivîlî û leşkerî û bibe pirdeya buhirînê bi bal qonaxa guhêstok piştî rûxandina Rêjîmê…

Takekesên Çalakvan di Şepêla Hevwelatî de hebûna wan li hundirê Sûriyê ye ji pêvî hejmareke pir hindik ew jî yên ko bivênevê bûn ji ber tundiya Rêjîmê derketin, da çalakiyên xwe ji bo Şoreşê berdewam bikin.

Şepêla Hevwelatî palpêdana xwe li ser kevaleke rêkxistinî pir nerm dike, dûr ji hemû bijorveçûna rêkxistinên siyasî yên klasîk, da derfeta azadiyê li ber çalakvanan li gora cihên ko ew lê dibin misoger bike, hem jî kêmkirin ji ziyana ko bigihê çalakvan eger hatin girte an yek ji wan şehîd ket. 

Evê yekê hişt ko toreyên Çalakvanan belav bibin yên ko bi Şepêla Hevwelatî ve girêdayî ne û yên ko alîkariya wê dikin û heman dîtina wê a siyasî hildigirin û şiyanê bi hemû şêweyan di Şoreşê de dikin.      

Bi kurtî em dikarin bibêjin Şepêla Hevwelatî ji “Navendeke siyasî” hatiye çêkirin ko li dora xwe toreyine corbicor afirandine li gelek cihan û çalakiyan, ji zilam û jinan bi pîşepirsporî û rewşenbîrî û îdyolocî û Herêm û Milî corbicorî bê ko peywendiyên rêkxistinî xurt hebin ji pêvî tiştên giring ko pêdiviyên çalakiyên Şoreşê pêk bînin.

Birêz Miwefeq Neyrebiyê nûnerîtiya Şepêla Hevwelatî di Hevbendiyê de dike.

Malpera Şepêla Hevwelatî: 

www.mouatana.org 

Dîwarê Şepêla Hevwelatî li ser Facebookê: Şepêla Hevwelatî

Home Pêkhat Hêzên Siyasî Şepêla Hevwelatî