Partiya Yekgirtina Sosyalista Erebî Dîmuqratî

Di 18.07.1964anPartiya Yekgirtina Sosyalista Erebî Dîmuqratî hat damezirandin, bi kombûna çend Hêzên yekber, yên ko têkoşîna wan ji bo liberxwedana parçebûnê bikin, da Yekîtiya Sûriyê û Misirê (Komara Erebî Yekbûyî) vegerînin.

Kongirê xwe ê yekem li Beyrûtê lidar xistin û Nuhad Alqasim wekû Emîndarê Giştî ji xwe re hilbijartin. Partî di gelek qeyranên hundirîn re derbas bû gelek kombend jê derketin û hin simbolên wê jê parçe bûn, û çarçoveyên xwe yên taybet ava kirin, hem jî hin hatin girtin û peydeçûn bûn lê belê berdewam ma. 

Partî bi mohreke taybet xuya dibe ew jî ya (Ramanî) ye, ya ko Emîndarê wê yê Giştî berî Sih Salî Dr. Cemal Aletasî li pey xwe hişt, ew yê ko bi rexnekirina ezmûneya Nasirî bû di Desthilatiyê de û bi hişmendî û ne li pey ramanê be, belê bi nûjekirina wê re be, ewî serkirdayetiya Hevrikberiya Sûriyê kir (Kombenda Niştimanî Dîmuqratî), ya ko sala 1979an hat damezirandin û pênc Partiyên Çep û Netewî himêz kir, serkirdayetiya wan bêtir ji bîst salan kir.

Berdewam Partiyê,  serkirdayetiya Hevrikberiya hundir kir heta bi piştî koça dawî ya Dr. Cemal Aletasî jî, lê ewê rênegirt li pêşiya ko qeyran jê re derkevin bi hevalbendên wî re di Kombenda Niştimanî Sûrî de, ew qeyrana ko derket û xuya bû bi derketina damezirandina “Ragihandina Dîmeşqê” sala 2005an.

Ezmûneya pir metirsî li ser Partiyê derbasbûna wê “Aniya Niştimanî Pêşverû” di destpêka Serdema Hafiz Alesed ew ya ko hişt ji nihêniyê bibe aşkere û ewê ezmûnê hişt ko jihevbelavbûn çê bibe çimkî ew bi sedema protestbûna benda heştan ji Destûra Sûriyê ew ya ko maf dide Partiya Albas bi tena xwe Serkirdayetiya Dewlet û Civakê bike, ew benda ko yasayên dest-stûrî afirand, û bû sedema hemû tiştên ko hate serê Sûriyê û di bin sîwana Desthilatdariya Malbatê de dibin.

Partî hebûn û şaxên wê li hemû Parêzgehan hene û giraniya wê bêtir li Devergundên Dîmeşqê û li paytextê bi xwe jî heye, di dawîtir kongirê ko Dr. Aletasî lê amade bû, sala 2000an li navê wê yê dîrokî gotina Dîmuqratî zêde kir, da ji heman Partiyê ya ko hevalbenda Rêjîmê ye bê cuda kirin, û dest bi pêşketinên dîmuqratî kir di kevalî û bingehê de, ya ko hilbijartinên xwe herdem ji bingehan heta bi evrazan(jêr heta bi jor) û di kongirê xwe yê dawî de hat biryar dan ko Emîndarê giştî ji du rolên peyapey pêve nikaribe xwe berbijar bike, ewê hişt ko rê li ber desthilatdariya takekesane bigire, û bêtir dîmuqratiyê pêk bîne û hem jî nûhkirina xwîna xwe bike, û di evî kongirî de Partiyê pabend bi aşkerebûna xwe kir û kir stûbariya xwe  ragihandin bi hebûna xwe.

Di çarçoveya evê siyasetê de û li ser dirêjiya sê salan (2003-2004-2005) bi Festîvalên mezin rabû di bîranîna damezirandina Partiyê de li Lîstikgeha Dûma balkêşî bû  û hem jî hêza wê da xuyakirin hem jî ji Partiyê pêşeng bû ko helwesta xwe ji Şoreşê da sala 2011an û Endamên wê Çalakvanên yekem bûn li gelek Parêzgehan bi taybetî li Devergundê Dîmeşqê, Deraa, Siwêda, Reqa û Helebê û Dr. Adnan Wehbî xuyatir pakrewanê Şoreşê yê ko navê Bijîşkê Şoreşê lê bû.  

Partiyê şiyan di damezirandina Desteya Hevrêza Niştimanî de kir Eylûna 2011an û di gelek gotûbêjên Hevrikberiyê de li derve beşdarî kir, û ewê hişt di pey re gelek Endam û Kadirên Partiyê ji rêbaza serkirdayetiya kevneşop ya Partiyê derkevin û di bin navê Partiyê de bimînin lê bi navê Desteya Cîbicîkirinê da ji Serkirdayetiya kevneşop ya bi navê Nivîsgeha Siyasî, bêne cuda kirin. Ew jî ji ber helwest ji Şoreşê û gotara Desteya Hevrêzê û rola wê. 

Partî ji destpêkê de ji nav Hêzên ko Hevbendiya Niştimanî ya hevrikberiyê û Şoreşê ji wan çê bû, û bi kartêker digel pêkhatiyên wê de beşdar bû.  

Partî bi hebûna gelek Endamên xwe li hundir tê naskirin û evî hiştî hişt ko navên serkirdayetiya wê neyê aşkerekirin, (Desteya Cîbicîkirinê) ya ko mamoste Mihemed Filîtanî ew birêve dibe-ji bajarê Dûma- û nûnerê Partiyê di Hevbendiyê de mamoste Qasim Alxetîb e.

Partî helwestên Hevbendiyê hildigire û li gel yên din kar dike û ew pabendiyê bi avakirina Civak û sîstemeke Dîmuqratî, sivîl, nûnerîtî, yek bide yê dî, û prensîpa dada civakî bike û ji gotara wî Erûbayetî piştguh nebe, ew ya serekî di rêbaz, raman û siyaseta partiyê de ye.

Home Pêkhat Hêzên Siyasî Partiya Yekgirtina Sosyalista Erebî Dîmuqratî