Tevgera (Digel hev) ji bo Sûriya Azad û Dîmuqrat


Hejmarek ji Rewşenbîrên Sûrî damezirandina Desteya Damezirênerên Tevgera (Digel hev) ji bo Sûriya Azad û Dîmuqrat ragihandin, wek Desteyeke Sivîl di bin damezirandinê de ji 23.06.2011an ve.

Ew beyana damezirandinê da xuyakirin ko Tevger hewedariya Gelê Sûriyê û piştgiriya xwepêşindanên aştiyane li Sûriyê dike. Û di çalakiya xwe de li ser evan pirensîpan diçe:

  1. Piştgiriya tekoşîna aştiyane ya Gel ji bo azadî û dîmuqratiyetê û avakirina Dewleta Sivîl.
  2. Diyarkirina rêbaza tunûtujiyê û liberxwedana ewê rêbazê bi hemû cûre û jêderên wê.
  3. Xurtkirina Yekîtiya Niştimanî û liberxwedana hemû cûreyên germkirina nakokiya milî û cudahiyê di navbera Sûriyan de.
  4. Xurtkirina pirensîpên Niştimanî û redkirina têwirdana derveyî û siyaseta desthilatî.
  5. Xurtkirina Çanda hevpejirandinê. 
  6. Belavkirina Çanda Mafê Mirovan.
  7. Xurtkirina têgihana Hevwelatîbûnê û bingehên ko li ser têne avakirin.

Û Desteyeke demkî ji nav Endamên xwe hilbijart da birêveberiya Çalakiyên Tevgerê di serdema guhêzok de bike, û hem Desteya Hevrêzê ji Tevgerê re Dr. Munzir Bedir Helûm bi fermanberiyê dest nîşan kir ji bo qonaxa damezirandinê bike herweha Dr. Munzir Xeddam wekû Bêjerê ragihandinî bi navê Tevgerê hat bijartin.

Birêz Besam Yûsif Nûnerê Tevgerê di Hevbendiyê de hat dest nîşan kirin.

Home Pêkhat Hêzên Siyasî Tevgera (Digel hev) ji bo Sûriya Azad û Dîmuqrat