Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez dike ku li her şaş salên borî bi dehhezaran Sûrî bê cudahî karîn biçin tewafa Heca pîroz bi saya xizmetên Şahnişîna Erebistana Si’ûdî ya pêşkêş dike ji bo heciyên mala xwedê.
Hejmara hecaciyên Sûrî yên li sala par bi 15 hezar heciyan zêdetir bû, û tê pêşbînîkirin ku hejmara hecaciyên îsal bigihêje 18 hezar heciyan.
Hevbendî pesnê hevkariya serkeftî û berdewam ya di navbera komîta Hecê ya bilind ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ve û Wezareta Hec û Umrê ya Erebistana Si’ûdî de dike, û bi navê gelê Sûriyê rêz û supasiyê ji bo Şahê Si’ûdî û hikûmeta Si’ûdî dike ji bo pêşkêşkirina destê alîkariyê û rêxweşkirina karûbarên heciyan û peydakirina hemû pêdawîtiyên pêwîst bo bicihênana ferza Hecê bi hesanî û bê zehmetî.
Herwiha xuyaye ku komîta bilind ya Hecê ya ser bi Hevbendiya Niştimanî bi rêkupêk karên xwe birêve dibe û xuyaye ku li ser astekî bilind hemahengiyê ligel Wezareta Hec û E’mere Si’ûdî dike, û bê alîgiriya siyasî erkê xwe bich dike û xizmetan bê merc ji hemû heciyan re pêşkêş dike.
Hevbendiyê destxweşî li bizavên mezin yên ku Erebistana Si’ûdî pêşkêşî heciyan dike kir, û ji bo pêşkêşkirina xizmetên baştir ji bo heciyên Sûrî tekeziyê li ser berdewamiya hemahengî û harîkariyê ligel Erebistana Si’ûdî dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
23 cehzeran 2018