Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez dike ku balyozxaneya wê ya li dewleta Qeter bi asayî bi karê xwe radibe, û diyar dike ku çi rastiya wê nûçeya belavbûyî li ser hin malperên neyar derbarê daxistina wê nîne.
Û Hevbendiya Niştimanî vê helkeftê bi derfet dibîne ji bo pêşkêşkirina supasiya xwe bo birayên xwe li dewleta Qeter li ser pêşkêşkirina piştgirî û hasankariyê bo karê balyozxaneyê û revenda Sûrî û herwiha li ser rola wan di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo koçber û penaberên Sûrî li diasporayê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
30 adar 2018