Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Girtin û îşkencekirin û kuştin kar û rêbaza rêjîma Elesed e, ji destpêka hatina wê li ser desaletê li Sûriyê, û rêjîmê bi mebest tirs di dilê Sûriyan de çand.
ji dema destpêka şoreşa Sûriyê de rêjîm bi vê kiryarê gihîşte asteke hovane ji îşkence û kuştinê, ji bo vîna gel û daxwazên azadî û rûmetê bişkîne.
Lê Sûriyan têkoşîna xwe berdewam kir, tevî piştgiriya hin dewletan ji rêjîmê re, û sistbûna civaka navdewletî ya ku ticarî nedihat pêşbînkirin, di warê hilgirtina berpisyariyê xwe de.
Roja Navdewletî ya Piştevaniya qurbaniyên îşkenceyê di dema belavbûna wêneyên pakrewanên di bin îşkenceyê yên ku di girtîgehên rêjîmê de jiyana xwe de jidest dane hat, lê wêneyên ku Qeyser belav kirine tenê wêneyên du salan ji destpêka şoreşê de ne, û hîn bi deh-hezaran di zîndanên sitemkaran de hene, û karwanê pakrewanan ta vê kêliyê ranewestiyaye, û qêrînên wan wijdanê hemû azadxwazên cîhanê dihejîne, eger tiştekî ji bo rizgarkirina wan nekin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, bangê li cîhana azad dike ku bi berpirsyariya xwe di cezakirina tewanbaran de rabe, û fiûaran bide ser rêjîmê û siponserên wê daku girtiyan ji zîndanên mirinê serbest berdin, û cext dike ku pêwîste Encûmena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî biryarên xwe û nemaze xalên girêdayî bi girtina kotekî dermafê sivîlan û îşkencekirina girtiyan bişopîne, û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de rewşa metirsîdar ya ku bideh-hezaran girtî tê de dijîn û tûşî cûrbecûr şêweyên îşkencê û birçîbûn û binpêkirinan tên bibîr anî.
Mafên gelan bi derbasbûna demê re namire, û roja sizedana daddar bêguman dê were, û berdêl ji rakirina doseya binpêkirinan li Sûriyê tevî doseya îşkencekirinê bo dadgeha tewanên navdewletî re tune ye, her weha şopandin û cezakirina yên di ber tevaya tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên li Sûriyê ji sala 2011an de ta niha pêkhatine de berpisyar in.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
26 hezîran 2020