Berdewamiya Siyaseta Komkujiyan li Gundewarê Der’ayê
Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rijêm bi piştgirî firokên dagirkirina Rûsî û milîsên Îranê berdewam e di pêkanîna êrîşan li ser bajar û bajarokên gundewarê Der’a yê rojava bi awayekî bi tewşî û hovane, bi pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan bi riya bombebarankirina komelgehên nişteciyan, û nahêlin ti dever hêmin bimîne bi firok û mûşekên xwe.
Bi dehan şehîd û birîndar ketin di nav koçberên navçeya Wadî de ya li bajarokê Koye li geliyê Yermûkê li rojavayê Der’a, piştî armanckirina kampên koçberan li heman navçeyê ji aliyê balafirên dagirkariya Rûsiya û topxaneya rijêmê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê vê komkujiyê û oparesyona bi tewşî li ser deverên gundewarê Der’a rojava şermezar dike, û tekez dike ku rijêmeke sponsera terorê dike, nikare rabe bi dijberiya rêxistinên terorîst û terorîstan, bi taybetî jî ku ew rijêm yekem berpirsê peydabûn û zêdebûna van rêxistinên terorîstî ye, û di nav wan de rêxistina DAIŞ ya terorîst.
Ji dewletên xwidan bandor yên Konseya Ewlekarîyê tê xwestin ku bi berpirsyariyên xwe rabin li hember van tawanan û erzandîtina jiyana welatiyên sivîl.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
1 tebax 2018