Daxwiyaniyeke Rojnemevanî
Îro bîranîna heyştemîn e, ya komelkujiya metrsîdar a ku li devera Elholê ya gundewarê Homsê bi destê hêzên rêjîma Esed û milîseyên mezhebî yên kîndar yên girêdayî rêjîmê di 25 gulana 2012 pêk hatî, yaku tê de 108 sivîl di nav de jin û zarok hebûn bûn qurbanî.
Ew komelkujî xaleke guhertina mezin bû, ji aliyê radeya tewankariya ku rêjîm gihêştiyê, û çawa bi awayekî beloq rêjîm li hember Civaka Navdewletî radiweste, û ew gurkirina ji aliyê rêjîmê ve weke ezmûnekê bû ji cîhanê tevî re, û amadebûna cîhanê ji rizgarkirina sivîlan re û danîna sînorekî li pêşiya tewanên rêjîmê dermafê sivîlan taqî dike.
Û pir dewletan tiştê bûye şermezar kirin, û balyozên rêjîmê yên li ba xwe qewitandin, lê ti gav di warê peyketina tewnkaran û sizedana wan navêtin, û ne jî gavên derbarê rawestandina rêjêma ku hîn di komelkujiyan de berdewam e hatin avêtin, tewanên ku bi çekên cûbecûr tevî çakên kîmawî pêk hatine.
Bîranîna heyştemîn ya vê komelkujiyê dibore bê ku tewanbar û berpirsên di ber wan tewanan de ceza bibin, nîşanke şermê ye, li ser rûyê hemû dewletên dibêjin ku ew li kêlek mafên mirova disekinin, û rêzdariyê ji yasaya navdewletî re digirin.
Û Komîteya Yasayî di Hevbendiya Niştimanî de, bi aliyên Sûrî yên serbixwe û rêxistinên mafnasên cîhanî re di şopandina doseyên tewanên dermafê gelê Sûriyê de pêk hatine de berdewam e, û kar ji bo komkirina dîdevanî û belgeyan dike, û ji bo cîbicîkirina dadweriyê bi pey tewanbaran dikevin, û zext û fişaran dikin ji bo ku karibin doseyê diwexteke nêzîk de veguhêzin Dadgeha Cezayê ya Navdewletî .
Ji Civaka Navdewletî tê xwestin ku berpisyariyên xwe hilgire derbarê tewan û rewşa li Sûriyê diqewime, û divê hemû alî kar bikin da biryarên navdewletî berve cîbicîkirinê bibin, û çareya siyasî ya temamî li gorî daxwiyaniya Cinêvê bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandinê û Pêwendiyan
24 gulan 2020