Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bajarokê Zirdina yê gundewarê Idlibê, şeva borî 7’ê cehzeranê, ji aliyê firokên Rûsiya rastî êrîşeke esmanî hat, û têde bi dehên sivîlan birîndar bûn û şehîd ketin, hejmareke mezin ji zarokan di nav wan de hebûn, û yekser tîmên bergiriya sivîl bi hawara hemwelatiyan ve çûn ji bo rizgarkirina kesên birîndar, herwiha ku careke din heman şûn dubare bi firokan hat armanckirin û têde bi kêmayî 45 kes hatin kuştin û zêdetir ji 100 kesê din birîndar bûn, û yên winda di bin kavil û wêrankariyan de hene.
Niha em li pêşiya tawaneke bimebest in, li navçeyekê ji navçeyên rêkeftina kêmkirina şer de hatiye pêkanîn, em li pêşiya tawaneke pir kîndar û hovane ne, li pêşiya kar û kiryareke xirab û wêrankariyeke kêmwêne disekinin, ku hêjî tîmên bergiriya sivîl bi karê hawarçûna birîndaran û kesên asê di nav kavilan de radibin, tevlî şehîdkrtin û birîndarbûna hin karmendên wê, hevdem ku gav bi gav hejmara şehîd û birîndaran zêdetir dibe.
Hercar komkujî û tawanên dirinde wijdana cîhanê dihejînin, û tawankariyên bê rawestan her ji sala 2011’an ve pêk tên, tawaneke serberedayî ku dihêle dubare pirsyar bên kirin derbarê rastiya vê civaka navdewletî ya sersar, ku ew tenê li komkujî û tawan û koçberkirin û wêrankirin û binçavkirinê temaşe dike, bê ku bi erkê xwe yên parastina aştî û ewlehiyê rabe.
Hêvî û baweriya xelkê Sûriyê bi civaka navdewletî û dam û dezgehên wê bi carekî têkşikest, lê ev yek nayê bi wateya ku çi berpirsyaretî nakeve li ser milê kesekî, hevdem ku konseya ewlekariyê û NY bi hemû endamên xwe û sercem deste û saziyên navdewletî berpirsyar in, û parastina sivîlan û bidawîkirina tawanan û sizadana tawanbaran û yekalîkirina çareseriyeke siyasî ya dadwer û tekûz ji wan hemiyan tên xwestin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
8 cehzeran 2018