Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Gundên navçeya Elhiqaf li gundewarê rojhilatê Siwêda li roja yekşemê (2’ê tîrmehê) ji aliyê firokên Rijêmê hatin bombebarankirin û têde 16 şehîd û bi dehan birîndar ketin û hin jin jî di nav wan de hebûn, hevdem ligel bombebarankirina navçeya Til Esfer bi bermîlên teqîner bi beşdariya firokên Rûsiya dagîrkar.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî van tawan û êrîşên terorîstî şermezar dike ku rasterast agirbestê û rêkeftina sivikkirina dijîtiyê û herdu biryarên 2268 û 2254 yên encûmena asayîşê binpê dike.
Hevbendiya Niştimanî carek din têkşikestina berdewam di warê ferzkirin û sepandina rêkeftinên agirbestê li ser Rijêmê û palpiştên wê riswa û şermezar dike, tevî şermezarkirina binpêkirin û tawanên firokên Rûsiya dagîrkar, ku berdewam êrîşan dikin û perdeyek esmanî bo êrîşên Rijêmê dabîn dikin, û berdewam rêkeftin û biryarên navdewletî binpê dikin.
Hevbendî daxwazê ji civaka navdewletî dike ku bi erkê xwe rabe li hember van tawanan û bikaranîna berdewam ji bermîlên teqîner û napalim û çekên şewtandinê û yên qedexekirî re.
Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
3 tîrmeh 2017