Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ji aliyê balafirên rijêma tawankar, û bi piştevaniya Rûsya, du komkujiyên hovane hatin pêkanîn, yek li bajarê Ayn el-tîne li roja sêşemê (17’ê tîrmeh), û komkujiya din li bajarê (Newa) li rojavayê Der’a.
10 kes di komkujiya Ayn el-tînê de ji yek malbatê hatin kuştin, piştî bombebarankirina xwendingehekê bi bermîleke teqîner ku têde çend malbatên koçber dijîn yên ji tirsa êrîşên hêzên rejîmê û milîsên wê koçber bibûn.
Li aliyekî din zêdetir ji 19 welatiyên sivîl, bi piranî jin û zarok, ji ber bombardumana bejayî û esmanî li ser mal û xaniyên Newa şehîd ketin.
Bi dehan welatiyên sivîl şehîd ketin li gundên Der’a û Qunitra, bi piranî jin û zarok ji ber êrîşên berdewam ji du hefteyan li ser herêmê, ku bi dehhezaran kes neçar man ku birevin ji ber bombebaranê û bermîlên teqîner.
Îro jî, bombe û bermîl û roket li ser bajar û bajarokên başûrê Sûriyê bariyan, û hevdem digel berdewamiya komkujî û koçberkirina sivîlan û armanckirina nexweşxaneyên meydanî, ku tîmên parastina sivîl berdewamin bêwestiyan li ser rizgarjiruna birîndaran, ku civaka navnetewî li hember kirîzê bêdeng dimîne û dest berdaye ji erkên xwe yên li hemberî aştî û ewlekarîya navnetewî.
Bi girtina çav ji bûyer û komkujiyan, berpirsiyariya Konseya Ewlekariyê bi dawî nabe, û dewletên çalak nikarin ji erk û berpirsyariyên xwe li hember tiştên ku diqewimin birevin, ku pêwîst e ji bo rawestandina sûc û tawan û rizgarkirina sivîlan, ji bo parastina navudengê Konseya Ewlekariyê bi bizaveke lezgîn rabe.
Hevbendiya Niştimanî bang li Konseya Ewlekariya dike ku rabe bi bizaveke lezgîn ji bo rawestandina bombebarankirina hovane, û bang li Konseya Mafên Mirovan û Netewên Yekbûyî dike ji bo vekirina fayilê tawanên şer û dadgehkirina berpirsên rijêmê yên sûcdar û rê li hember hewldanên Îran û Rûsya yên ji bo koçberkirina xelkekî zêdetir ji Sûriyan ji axa û malên wan bigire.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û Ragihandinê
18 tîrmeh 2018