Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di 2 gulana 2013an de, milîsên mezhebperest li gel hêzên rijêmê, girtin ser gundê Beyada li gundewarê Banyasê û komelkujiyeke mezin a tirsnak pêk anîn, di riya kuştina kumel re ku têde jin û zarok bi kêr û satoran û coreyên din ên çekan hatin kuştin, mêr hatin kuştin û şewitandin, ne kêmtir ji 248 kesan şehîd ketin, piraniya wan jin û zarok bûn, dê û bav li pêş çavê zarokan dihatin serjêkirin, û ew jî li benda kuştina xwe diman bêyî ku ti heviya wan di rizgarbûnê de hebe.
Ev komelkujî û hejmarek din ji komelkujiyên di wê demê de pêk hatin, 20 ji wan bi kêran bûn, tekezî bûn ku rijêma esed rijd e li ser bijartina rêça xwîndar ji bo rûbirûbûna şoreşa Sûriyê, û vê yekê siberojeke tarî ji çareseriya rewşa Sûriyê re danî.
Komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, û gelek aliyên sûrî yên serbixwe û saziyin mafnasî yên cîhanî, di şopandina dosya tewanên dijî gelê Sûriyê pêk hatine de berdewam in, û kar li ser danheva şahidhalan û belgeyan dikin, ji bo peyketina tewankaran û bicîkirina dadmendiyê.
Divê bizavên peyketina tewankaran di çarçoveyeke navdewletî û fermî de bin, û dosya tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê yên li sûriyê pêkhatine di zûtirîn dem de ji Dadgeha Tawanênên Navdewletî re bên şandin.
Şikodarî ji şehîdan re, zaxbûn ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re, Sûriya û gelê xwe serfiraz û azad bijîn
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
02 gulan 2020