Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bimebest destên tawankar rabûn bi encamdana kuştareke hovane li nîva bajarê Idlibê têde bi dehan li şeva yekşemê (7’ê çile) şehîd û ku têde 25 kes şehîd û nêzîkî 100 kesên din birîndar ketin tevî wêrankariyeke mezin, ku hejmarek bêseruşûn hene û hêjî karê rakirina kavilan û lêgerîna kesên mayî asê di bin kavilên wêrankirî de berdewam e.
Û li çend demjimêrên borî nêzîk 14 şehîd ketin li gundewarê Idlibê bi sedema êrîşên firokên dagîrkariya Rûsiya û Rijêmê li ser zeviya Elfilûl û bajar û bajarokên Kefrnibil û Elxedifa û Kinsifra û Xanşîxon û Cisr Elşixûr û Eltimani’a û Sincar û Seraqib û Cincaz û Mi’r Şorîn û yên din.
Ji aliyekê din, Xûta rojhilata Şamê ewjî rastî heman êrîşan hat û îro roja duşemê 19 şehîd ketin bi sedema êrîşên esmanî û topbarankirina bajar û bajarokên Dûma û Hemoriyê û Midîra û Otaya.
Teqîna li Şeqama elselasîn li bajarê Idlibê hevdem hat di çarçovê tawanên zêde de û oparesyonên berdewam yên li ser navçeya binav “kêmkirina tundutîjiyê” dibin yên li bakur û li Xûta rojhilat, ku kuştar dubare tên pêkanîn bi hewla sepandina yekaliya leşkerî ji aliyê Rijêmê bi piştgiriya rasterast ya Rûsiya û Îranê, û bi rêka derfet dîtin ji xemsarî û bêdengiya civaka navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî oparesyonên tawankarî yên berdewam li ser navçeyên sivîlan û nexweşxane û desteyên alîkariyê û baregehên bergiriya sivîl ya ligel bêdengiya civaka navdewletî şermezar dike.
Hevbendî hişyariyê li hember vê zêdegaviya metirsîdar dide, û dide zanîn ku armanckirina sivîlan bi awayekî mebest û kuştin û koçberkirina sivîlan û wêrankirina navendên zindî û nexweşxane bi dirêjahiya çend salan ew take bijardeya Rijêmê ye, û hevdem ku rewşa xelkê Sûriyê her ji destpêkirina şoreşa wan dupat dike ku milet berdewam e li ser xebateke rewa û xemsariya cîhanê û têkşikestina civaka navdewletî bo pêrabûna bi erkê xwe û ranewestandina kuştin û tawanan, bi tenê sûrbûna me bi hêztir dike li ser zêdekirina xebatê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza bizaveke bilez ji NY û ji Konseya Ewlekariyê dike ji bo rabin bi erkên xwe bo rawestandina vê oparesyonê ya bi armanckirina sivîlan û têkbirina her derfeteke çareseriya siyasî, û ji sercem dewletan daxwaza pirotestokirina vê oparesyon û encamder û piştevanên wê dike, û daxwaza dadpirsînan ligel tawanbarên şer û dadgehkirina wan bi her awayekî dike û karekî rijd ji bo parastina sivîlan bi awayekî bilez û zû.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandina
8 çile 2018