Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro çar sal di ser komkujiya çerxê 21 re ya li ser destê bendeka Esed bi bikaranîna gaza sarîn li dijî sivîlên Xûta Şamê li sala 2013 an hatibû pêkanîn derbas dibin, bi ketina 1400 şehîdî û bi sedên birîndaran, lê vê çarê bi awayekî cuda û bi xemgîniyek mezintir derbas dibe.
Ku îro ne bitenê tawanbar serbest û dûr ji her gef û lêpirsînekê ne, berovajî ku hêjê berdewam in di dubarekirin û kopîkirina tawanên nû, û kêmiyabarankirina bajarokê Xanşîxon yê li gundewarê Idlibê li nîsana sala 2017 an yek ji wan e.
Û ta niha ne yên biryarderên tawanê hatine dadgehkirin û nejî pilandanerên wê, û hêjî tawankar hemû serbest in û çi dema bixwazin bi dubarekirina tawanên xwe radibin, zêdeyî vê yekê ew sozên pûç yên derbarê têkbirin û radestkirina cebilxanaya çekên kêmiyayî yên rijêma Esed nehatine cêbicêkirin.
Ku Tora Sûrî ya mafê mirov li roja 14’ê vê tebaxê di raportekê de gotibû ku hejmara êrîşên kêmiyayî her ji sala 2011 an û heta niha ne kêmtir in ji 207 êrîşan, ku ji wan 174 êrîş piştî standina biryara 2118 hatine encamdan, ya ku pêwîst bû rêşûn bêne standin ligor benda heftan ya peymannameya NY , û pabendî bi biryarê nabe.
Hevbendiya Niştimanî carek din, Encûmena Ewlehiyê û NY dibîne berpirsyar derbarê dadgehkirin û sizadana encamderên çekên kêmiyayî li Sûriyê û sercem tawanên li dijî sivîlan û herwiha berpirsyarên di ber wan de, û misogerkirina rawestandina wan a bilez.
Xelkê Sûriyê û tevî hemû têkşikstinên navdewletî û navnetewî, wê bimînin wefadar ji xwîna şehîdên xwe re, û li hember bêkariya navdewletî wê bi hêz û baweriyek zêdetir pêdagiriyê bikin bi dabînkirina armancên şoreşa xwe û bidestxistina dadperweriyê û rûmet û azadiya xwe.
Şikodarî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
21 tebax 2017