Daxuyaniyek Rojnamevanî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî xula xwe ya 43yemîn bi deqîqeyek bêdeng û bi xwendina Fatîheyê li ser rihê şehîdên şoreşa Sûriyê lidar xist, bi serokatiya birêz Ebdul Rehman Mistafa Serokê Hevbendiyê di herdu rojên şemî û yekşemê / 12-13.01.2019 de/, ligorî rojev û xişteya kar: Rewşa Hevbendiyê, hebûna wê di hundir de, rewşa siyasî û guhertinên giring, bi taybetî derencamên biryara vekêşana Amerîka, û raportên serokatiyê û yên sekreteriya giştî û yên desteya siyasî, ofîs û komîte, û hikûmeta demî ya Sûriyê, û yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê, mijarên herî giring bûn ji aliyê endaman ve di herdu rojan de hatin gengeşe û gotûbêjkirin.
Xulê giringiyeke taybet da biryarên desteya siyasî ya derbarê xebata di hundir de, û avakirina çend baregehan li wir, û ev kar wek bingeha bernameya civînê hatibû pejirandin, da bibe bingeh ji bo nûnertiya gel û şoreşa Sûriyê ya di mercên aloz de derbas dibe li ser ava dibe, ku piraniya rapotên pêşkêşkirî û gengeşe li ser vê mijarê bûn.
Desteya giştî pêşveçûnên dawiyê yên li Idlib û bandora kiryarên “Heyet Tehrîr el-Şam” û hewldanên wê ji bo kontrolkirina tevahiya navçeyê, û şerê di navbera wê û tabûrên opozisyonê de, û bûyerên di vê çarçovê de dibin gotûbêj kirin, û civîngeran helwesta Hevbendiyê piştrast kirin li ser ku “Heyeta Tehrîr el-Şam” rêxistineke terorîst e, û divê bi carekî bête jinavbirin li Idlibê û li her devereke din, û ligor vîna gel ya li ser redkirina hebûna û pratîkên vê rêxistinê, bi rêya peyman û hevkariya ligel hevalên Tirk, bi awayê misogerkirina parastina welatiyên sivîl, û rê li ber rejîmê û Rûsan û Îranê bigire, da holokosteke berfireh li deverê dibin hinceta hebûna terorê de pêk neynin.
Serokê Hevbendiyê gotarek derbarê çalakî û hevdîtinên serokatiyê yên di herdu mehên borî de pêşkêş kir, û amaje bi hin xalên girîng yên di hevdîtinan de û çalakî û bûyerên Sûriyê kir, bi taybetî jî li ser kongirê civata hoz û e’şîran û bûyerên ji hundirê Sûriyê, û herweha civînên giring yên dîplomasî bi çend balyoz û nûnerên welatên dost re, bi taybetî jî bi aliyê Amerîkî re, û hemahengiya bi hevalên xwe re li Tirkiye, Erebîstana Siûdî û welatên din yên dost û bira.
Serokê Desteya danûstandinên Sûriyê, Dr. Nesr al-Herîrî, gotarek berfireh li ser pêşketinên siyasî li ser astên herêmî û navnetewî, û pêşketinên prosesa siyasî, û rewşa komîteya destûra bingehîn û paşeroja wê pêşkêş kir, û dûpatî li ser veguhestina siyasî kir wek bingeh ji bo xurtkirina çareseriya siyasî û serxistina wê li ser pêvajoya Cenevre, û pesnê daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, û şanderê navnetewî ya nû ji bo pabendbûna bi çareseriya siyasî da, bi avêtina gavên zelal ji bo derbaskirina babetên destûra bingehîn û hilbijartinan, ji bo bicihkirina veguhestina siyasî û pêdawîstiyên wê.
Di vê çarçoveyê de, ji aliyê desteya giştî pêşketinên dawî yên di warê destpêkirina hin welatan ji vegerandina têkiliyên xwe bi rejîma sûrî re bi hincetên ne guncayî ligel çareseriya siyasî, û ev gav bi hemî nerênî û encamên wê hatin redkirim.
Piştî pêşkêşkirina raportên serokatiyê, Sekreterê Giştî, û biryarên desteya siyasî û pêşniyarên wê, desteya giştî rewşa penaberên li kampan, û rewşa dijwar ya bi sed hezaran welatiyên sûrî di sir û serma zivistanê de hat gengeşekirin, tevî bizav û têkiliyên desteya siyasî ligel hejmarek aliyan ji bo pêşkêşkirina alîkarî û amûrên germkirinê, û herweha pêşniyarên berê yên desteya siyasî li ser vegera penaberan û mercên misogerkirina wê ligel hejmarek ji hevalan û Netewên Yekgirtî, û “nûavadankirin” a ku nikare dûr bibe ji hebûna çareseriyeke siyasî ya berfireh, û fayilê girtiyan û karê komîsyona niştimanî ji bo karûbarên girtî û bêseruşûnan hat gengeşekirin.
Ji aliyê xwe ve, serokê hikûmeta demî ya Sûriyê, Dr. Cewad Abu Heteb, pêdaçûneke berfireh li ser karê hikumetê û destkeft û zehmetiyên wê pêşkêş kir, û wezîr û rayedarên hikûmetê, agahiyên berfireh li ser xebata xwe ya dema berê pêşkêş kirin, bi taybetî di warê perwerdeya seretayî, navencî , û diwenavencî, û ya bilind de, û tenduristî û xizmetgozariyan û encumenên xwecihî, û rewşa artêşa niştimanî û karê aktivkirina rola wê ji bo bersivdana êrîşên rejîmê û milîs û rêxistinên terorîst, û rewşa li hundir.
Li aliyê din jî, bi gotûbêjeke dirêj li ser rewşa rojhilat û rojavayê Firatê hat kirin, û desteya siyasî, ofîsên taybetmend, têgihiştineke nivîskî li ser nêrîna sîyasî ya pêwîst divê çarçoveyê de pêşkêş kir, ji bo gavên pratîk ku derfet ji bo xelkê deverê peyda bibin da xwe birêve bibin, û dest bi xebatê ji bo avêtina gavên guncayî ji bo bicihanîna nerîna Hevbendiyê derbarê yekîtiya Sûriyê ya siyasî û cografî, û jinavbirina rêxistinên terorîst ji wan deveran, û ji bo dupatkirina li ser hevkariyê ligel hemû hêzan, û peytkirina têkiliyên bi hevalên Tirk re di vê herêma giring de.
Desteya Giştî di dawiya civînên xwe de, tekezî li ser aktîvkirina rola Hevbendiyê û dezgehên wê kir, û pabendiya bi karê li hundir , û bicihanîna karûbar û planên beşên kar û komîteyan, û aktivkirina karê hikûmeta demî ya Sûriyê, û yekîtiya Hevrêzkariya Piştgiriyê, û tekezî li ser pêvajoya Cenevre wek take rêyeke ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya berfireh li gorî daxuyaniya Cenevre 1, û biryara 2254 ya Konseya ewlekariyê.
Dilovanî ji şehîdan re ..
Saxî ji birîndar re
Azadî ji girtiyan re
Û serkeftin ji şoreşê re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
13 çilê paşîn 2019