Daxuyaneke Hevbeş
Bi navê xwedayê mezin û mihreban
Rêjîma Esed û bi hevpariya hevalbendên xwe Rûsiya û milisên Îranê, êrîşên xwe yên hovane li ser xelkê Helebê zêdetir kirine, bi bikaranîna siyaseta qada şewitî, bi armanca wêrankirina Helebê û koçberkirina xelkê wê. Ev dijminkariya bêhempa hat, hevdem ligel bidawîkirina agirbestê û redkirina cêbicêkirina birgên wê ji aliyê rêjîmê bi awayekî tekalî.
Ev oparesyon heta niha bûne sedema kuştina bi sedên sivîlan ji xelkê Helebê û navçeyên dorpêçkirî, ji ber armanckirina wan bi çekên qedexekirî, û tevî bikaranîna napalim û çekên kêmyayî, hevdem ligel bêdengiyek navdewletî û nebûna karvedanek navdewletî ya xuya li hember tawanên şer yên dîkomîntkirî yên di derheqê gelê Sûriyê de dibin, û cêbicênekirina rêjîmê ji biryarên encûmena ewlekariyê re, hejmar 2042 û 2118 û 2165 û 2209 û 2235 û 2254.
Aliyên emze kirine li ser vê daxuyaniyê û ji ber berpirsyaretiyên şoreşgerî û niştimanî û rewiştkarî li hember gelê xwe, tekeziyê li ser van xalan dikin:
1. Piroseya danustandinan û ligor van pêşhatên niha hîç mifa û wateyek jê re nema ye, nemaze di bin sîbera bombebarankirin û kuştin û wêrankariyan de, yên pêwîst e li gor biryarên navdewletî bilez û bicarekê rawestin.
2. Em red dikin ku Rûsiya bibe alî û çavdêrê piroseya danustandinan, ji ber ku ew hevparê rêjîmê ye di pêkanîna tawankariyan de li dijî gelê me.
3. Pêwîst e her agirbesteke navdewletî û rawestandina kiryarên dijminkariyê hemû navçeyan bi xwe ve bigire, û pêwîst e sercem oparisyonên bombebarankirin û kuştin û koçberkirina neçarî bi her awayekî bên rawestandin, û herwiha rakirina dorpêçkirinê û derbaskirina alîkariyan bi çavdêriya NY û bê merc, û herwiha pûçkirina hemû rêkeftinên bi kotekî hatîn pêkanîn bi xelkê navçeyên dorpêçkirî re, yên di bin siyaseta “birçîbûn yan jî çogdanînê” ya bi armanca koçberkirina neçarî hatin imzakirin.
4. Cêbicêkirina sercem biryarên encûmena ewlekariyê yên pêwendîdar bi awayekî bilez û giştgîr, nemaze biryarên mirovî, û ew nebin wek mijarên danustandinê.
5. Dadgehkirina rêjîma Esed bi tawana bikaranîna çekên kêmyayî li dijî sivîlan, nemaze ku ev yek hatîye tekezkirin ji aliyê komîteya navdewletî ya ligor madeya 21 an ji biryara encûmena ewlekariyê 2118/2013 an.
6. Vexwendina nûnerên Hevbendiya Niştimanî û hêzên şoreşê yên leşkerî, yên di desteya bilind ya danustandinan de, ji bona rawêjkariyê û dîtina bijaredeyên berdest.
7. Em daxwaza dirustkirina komîteyeke lêkolînê ya fermî ji encûmena ewlekariyê dikin, der barê armanckirina karwanê alîkariyên mirovî ji aliyê firokên Rûsiya û Rêjîmê, û raguhestina berpirsyarên wê bo dadgehên tawanên navdewletî ji ber ku ew yek tawaneke şer e.
Herwiha em ji NY û ji Encûmena Ewlekariyê û ji Dostên Gelê Sûriyê daxwaz dikin, ku bi erkên xwe rabin, û herwiha ji bona rawestandina tawanên şer yên li dijî gelê me dibin bilez kar bikin, û parastina gelê me bikin.
Hêzên Artêşa Azad
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Hêzên Artêşa Azad Yên Sûriyê
25 êlûn 2016