Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Şoreşa Sûriyê û Wezareta Bergiriyê ya Hikûmeta Sûrî ya demkî, duh yek ji efserên herî navdar ji dest da. Eqîd Mihemed Ednan Bekar rastî operasyoneke kuştinê ya kirêt hat, di dema li ser karê xwe bû, tê de jiyana xwe yekser ji dest da.
Eqîd Bekar bawernameya diktora di endezyariya balefiran de wergirtibû, û ew ji efserên herî pêşî bû yên ku di sala 2011an de ji rêjîmê veqetiyane bû, û di hejmareke ji şerên li dijî rêjîmê li cûrbecûr eniyên rûbirûbûna hêzên rêjîmê beşdar bû, tevlî rola wî di rêxistina karê leşkerî de.
Operasyona kuştina Bekar di bin mercên nezelal de pêk hatiye, û divê lêpirsîn were kirin, da ku hemû zanyarî derbarê çawaniya gihîştina kujerên ev tewan pêkanîne bo devera ew lê bû, û kujer werin şopandin da ew û kesên li pey wan werin girtin.
Dijminên gelê Sûriyê û yên azadî û şoreşa wî naskirî ne, û ji kesî ve ne veşartî ne, ji kom çeteyên Elesed de bigir , ta milîsên Îranî yên terrorist û nandozên Rûsiya û milîsên PKK heyanî rêxistina Daiş û Elqaîde.
Em sersaxiya malbata şehîd û hevalên wî û hevkarên wî dikin, û tekeziyê li ser baweriya xwe bi gelê Sûriyê dikin, yê hîn efser tê de hene û dikarin rêça wî bişopînin .
Dilovanî û bilindî ji giyanê pakrewan Bekar re, yê ku tevlî karwanê cangoriyan yê dirêj yê ji sala 2011an de bû, ji bo pêkanîna azadî û rûmeta Sûriyê .
Bijî Sûriya. Bijî gelê wê bi azadî û serfirazî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
24 hezîtan 2020