Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, careke dî daxwaza pabendî û rêzgirtina li biryarên navdewletî û lihevkirinên ku têde rawestana kuştin û bumbebaran û dana derfetekê ji çareseriya siyasî re hatiye kir, û dibîne ku bangewazî û daxwazên emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî û şanderê navdewletî yên dawî, yên ji bo agirbestê, li gor daxwazên me ne, û em pêşwaziyê li wan dikin û gaveke ber bi riya rast de ne.
Lê daxwuyaniyên şanderê navdewletî derbarê rewşa li Sûriyê, nedane xwuyakirin ku kîjan alî berpirsyar e di ber vê rewşa awerte ya li welêt de, û di ber wêrankirina jêrxaneya wî û armanckirina avahiyên pizîşkî, û koçberkirina bêhtir ji nîvê xelkên wî, her weha şander neda diyarkirin bê kîjan alî berpirsyar e di ber girtin û işkencekirina bisedhezaran di rewşên aloz de, û xistina jiyana wan di bin gefan de , û ji wan jî metirsiya nexewşiya bi virusa Korona, û tawan diyar kir lê neda diyarkirin bê kî tawankar e, em bi hêvî bûn ku şanderê navdewletî bi şêweyekî eşkere aliyê berpirsyar destnîşan kiriba.
Berdewamiya rêjîmê di binçavkirina zêdî 250 hezar Sûrî de, wan rastî tûşbûna bi virusa Korona dike, û ev yek tê wateya destpêkirina pêkanîna tewaneke cengê, ji ber wê divê rêjîm di zûtirîn dem de wan bê merc serbest berde.
Çareserkirina ketwara Sûryê û dabînkirina aramiyê ji gelê wê re û rabûna bi karên ji dil dijî belavbûna virusa Korona, û saxlemiya kesên binçavkirî û serbestberdana wan, pêwistiya wê bi pilaneke aktîv heye bi serperştiyeke Navdewletî, û têkçûna van hewlidanan wê zirareke mezin bighîne gelê Sûriyê û gelê cîhanê tevî.
Hevbendî di riya beşên wê yên cîbicîkar re bi tevaya karîna xwe û bi rengeke pir cedî beşdariyê di helmeta cîhanî ya rûbirûbûna virosa Korona de dike, û ew berpirsiyariya xwe li hinber gelê Sûrî û yê cîhanê tevî hildigre, û derengiya pêşkêşkirina alîkariyan ji hêla rêxistina Tendurestiya Navdewletî li gor sozên wê bi hikûmeta demkî re, wê ziyaneke mezin bîne holê, û gereke alîkarî di zûtirîn dem de li gor pilanê werin pêşkêşkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
25 adar 2020