Derbarê Destdirêjiya li ser Zarokekî Sûrî yê Penaber li Libnanê

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, matmayîbûn û şokbûna xwe tîne ziman derbarê destdirêjiya bi rengekî kirêt li ser zarokekî Sûrî yê penaber li Libnanê, û cext li ser giringiya berdewamkirina rêşûnên yasayî û sizadana tewankaran kir.

Divê desthilatdarên Libnanê bi erkê xwe rabin, û berpirsyariyên xwe hilgirin, ji bo rê li destdirêjiyên bi vî rengî bigirin, ji bo dabînkirina parastina penaberan da nehêlin binpêkirin dijî wan pêk werin.

Rûmetdarên gelê libnanê di gelek helkeftan de li kêleka birayên xwe yên Sûrî rawestiyane, û tekezî li ser redkirina xwe ya vebir ji çi binpêkirina li dijî wan dibe an jî gurkirin û sorkirina dijî penaberên Sûrî kir, û tekezî li ser redkirina gotara nijadperestî ya ku hin aliyên fermî yên Libnanî bikar tînin kirin.

Hewcedariyeke pêwîst ji pêşkêşkirina parastina lazim ji penaberên sûrî re û dabînkirina mafên wan heye, û ji desthilata Libnanî tê xwestin ku bi erkê xwe di vê derbarê de rabe.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandinê

30 hezîran 2020