Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî hilmetên milîsên (PYD) yên revand û girtin û binçavkirina têkoşerên kurd û yên li dijî xelkê Sûriyê şermezar dike, ku hêjî hejmarek ji çalakvan û siyasetmedaran binçav dike, hevdem ku hejmarek mezin ji girtiyan jiyana xwe jidest dane bi sedema eşkence û lêdanê û yan bi hemahengiyeke rasterast ligel bandên Esed.
Hevbendiya Niştimanî nîgeraniya xwe nîşan dide li hember destdirêjiya li ser mala endamê serokatiya ENKS’ê û rêxerê giştî yê Tevgera çaksazî kurdî – Sûriya Fêsel Yosif li Qamişlo û revandina wî ber bi cihekî nediyar, herwiha gefên milîsên terorîst yên nivîsîkî û vîdiyokirî yên bi kuştina endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Fûad Alîko û Ibrahîm Biro, endamê desteya danustandinan û serokê berê yê ENKS’ê bi sedema helwestên wan yên dijî terorê û desthilata kotekî û piştgiriya wan ji şoreş û azadiya xelkê Sûriyê re.
Hevbendî milîsên PYD’ê bicarekî berpirsyar dibîne li hember jiyana mamoste Fêsel, û hevdem li hember her xirabiyekê li dijî her têkoşerekê yan li dijî malbat û hevalên wan yên rûbirû gefxawarinê dibin, ji wan serokê encûmena xwecihiya Afrînê ya ENKS’ê “Ebdulrehman Apo”, û herwiha daxwaza rawestandina piştgiriyê û bersingirtina berdewamiya wan kiryar û tawanan ji aliyên palpiştên wan milîsan dike.
Hevbendiya Niştimanî dubare pabendiya xwe bi piransîp û daxwazên xelkê Sûriyê yên bi dirêjahiya 7 salên tekoşîna li dijî zordariyê dupat dike, û tekez dike ku armanca wê serekî ji bo rizgarkirina tevaya xelkê Sûriyê ji stem û terorê ye û herwiha ji bo karibin bi xwe rêveberiya xwe bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
2 nîsan 2018